NEWROZ

äæÑæÒ


16/3/2007

Girtin û binçavkirina birêvebirên DTPê didome

(Zarathustra News) – 14-03-2007

Girtin û binçavkirina birêvebirên DTP ê li Kurdistanê û Tirkiyê bê westan didome. Bi taybetî di du mehên dawiyê de hejmarek mezin ji birêvebirên DTP ê hatin girtin, binçavkirin, anjî di li dijî wan kesan prosesa dadgehê dest pê kir. Li gorî beyanên DTP ê û nûçeyên cewaz ku ji Kurdistanê tên, di 20 rojên dawî de, hejmarek kes bû hedefa dewletê. Ew kes ji ber sedemên guhertî hatine girtin. Kesên ku ketine ber bahoza girtina dewletê ev in: Li Sîlopiyê Idrîs Algan di 22 sibatê, serokê bajarê Amedê Hilmi Aydoğdu di 23 sibatê de, serokê bajarê Wanê Ibrahim Sunkur û hevalê wî Abdulvahap Turan di 23 sibatê de, serokê berê yê cihê Dilovasiyê Ismail Işçimen di yekê adarê de, li dijî serokê bajarê Batmanê Ayhan Karabulut daweyek hat vekirin û sê hevalên wî Şirin Tekik, Cemalletin Padir û Dicle Manap di 2 ê adarê de, Serokê Mêrdînê Ferhan Türk di 10 adarê de hatin girtin.  Her wisan, serokê Büyükçekmeceyê Suphi Sarıbulak û 4 hevalên wî di 2 adarê de, serokê bajarê Sêrtê Abdurrahim Taşçı û 24 hevalên wî di 3 ê adarê de, yê Izmirê M. Mihdi Arslan, yê Bucayê M. Emin Yıldız û yê Torbaliyê Hüsnü Kalyoncu di gel 13 hevalên xwe ve hatin binçavkirin. Ji serokê Edirneyê Beşir Kelke, yê Kırklareliyê Yakup Aslan û yê Tekirdağê Hilmi Karaoğan re du sal hepis tê xwestin. Ji ber kongreya DTP ê ya yekê, li dijî wan lêpirsînek fermî di yekê adarê de hat destpêkirin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]