|
15/8/2005 Sêyemîn Gongreya Yekîtiya Ciwanên Demokrat ya Kurdistan Îranê dest pê bû Azad Kurdî Bi dirûşma Di pêxema pişgirî kirin ji xebata azadîxwazane ya Ciwanên Kurd ji bo dijberî tevî rejîma dîktatorî di Îranê de sêyemîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Demokrat ya Kurdistan Îranê, îro pêncşemî 11.08.2005’an dest bi kar û xebatên xwe kir. Destpêka rê û resma vebûna Sêyemîn Kongreya YCDK Iranê bi xwendina sirûda neteweyî ya Ey Reqîb dest pê kir. Di civînê de Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, birêz Mistefa Hicrî, Birêz Hesen Şerefî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, Endamên Deftera Siyasî, Komîteya Navnedî ya PDK Îranê û nûnerên Rêxistinên bajarên Kurdistana Îraqê, nûnerên beşdar yên sêyemîn Kopngera YCDK Îranê li Kurdistanê û derveyî welat û gelek mêvanên din beşdar bûn. Piştre Fîlmek ku bi boneya 3’mîn Kongreya YCDK Iranê ve hatibû amadekirin hate nîşan dan. Fîlma han basa dîroka avabûna YCDK Îranê di sala 1324 (1945)’an di serdemê Komara Kurdistanê hetanî niha û xebat, tekoşîn û çalakiyên vê rêxistinl dikir. Belavokek bi navê KONGRE, Paşgira Lawan Organa YCDK Îranê hatibû amade û çap kirin û bi beşdaran re hate dayîn. Peyama vekirina Kongreyê ji aliyê Mistefa Merûfî, Sekreterê Giştî yê berê yê YCDK Îranê ve hate xwendin. Piştre Peyama Polîtbîroya PDK Îranê ji aliyê Birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê partiyê ve hate pêşkêş kirin. Du deste gul ji aliyên rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îrane û birêz Ebdula Hesenzade ve bi Kongreyê re hatin pêşkêş kirin. Peyama Yekîtiya Jinên Demokrat ya Kurdistana Îranê û her wiha gelek rêxistin, sazî û yekîtiyên ciwanan û xwendekarî yên Kurdistana Îraqê hatin xwendin. Di navbera wan bernameyan de Stranên Kurdî ji aliyên Hunermendên Koma Hunerî ya PDk Îranê ve hati pêşkêş kirin. Bi govenda û dîlana germ û xemilî ya Koma Daweta keç û kurên Demokrat dawî bi akrê xwe anî. Rêxistin, Sazî û Yekîtiyên Kurdistana Îraqê piştgiriya Serhildana gelê Kurd li Kurdistana Îranê kirin Di hemû peyamên Rêxistin, Sazî û Yekîtiyên Kurdistana Îraqê yên rê û resma vekirina Sêyemîn Kongera YCDK Îranê de piştgirî ji serhildan û meşên nerazîbûna gelê Kurd li Kurdiatana Îranê hatibû kirin. Lê mixabin em dibînin ku li bajarên Kurdistana Îraqê tu meş û piştgiriyeke gelî ji serhildana gelê Kurd li Kurdistan Îranê ku mehek e zêdetir e li bajarên Kurdistana Îranê didomin, nahên xuya kirin!!! Li ser Dîwarên rê û resmeê de dirûşmên wekî: Ciwanên Kurd pêşengê tevgera rizgarîxwaz ya Kurdistanê ne û di pêxema beşdarîkirina çalakane ya ciwanan, di tevgera azadîxwaz ya Îranê de û hwd ... hatibûn xemilandin. Qirar e ku Sêyemîn Kongreya YCDK Îranê gelek biryarên girîng û balkêş seba kuştin û qetilandina xortên gelê Kurd li Kurdistan Îranê û mehkûm û şermezarkirina Komara Îslamî ya Îranê bistîne. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |