NEWROZ

نوروز


15/3/2008

Ji Instîtuya Kurdî ya Kölnê gavek e dîrokî: DRAMATÛRGÎÊ Û FÎLMSÊMÎNARÊD TAYBET!

Zarathustra News

Akadêmîya Hunerê û Înstîtûta Kurdî ya Köln Rasthatinekî bi Dramatûrg û Rêjîsor, Casimê Wezîr ra pêk tîne. Armanca vê rasthatinê damezirandina du grûpane:

a) Sêynarîo - bona Fîlm û TV Prodûksîonan

b) Rêjîsorî, Aktêrî, /Modêratorî/ - /Grûpeke t’êkel

Sehet 17:00

a) Dramatûrgî; - /Nivîskarîya t’aybet ya devterêd Şano û

sêynarîonivîsînê, bo TV û Fîlmprodûksîonan.

Sehet 19:00

b) Sêmînarêd t’aybet;T’êorî û Praktîka Rêjîsorî û Aktêrî.

Ew kesêd, ku dixwazin pêşeroja xwe, bi zanyarîya xurttirîn, bidine ser pisporîya beşêd Hunera Fîlm û Têlêvîzyonê!!!

Agahdarîyêd girêdayî lêpirsîyarêd We, wê di rasthatinê da bêne dan. Bo hemî pirsan girêdayî form û xeysetê sêmînarê, hazirim di xizmeta We da; bin van navnîşanan: Casimê Wezîr. Tel.:022116861045. 01745466697 mob. djasimwezîr@web.de threeworldmidia@hotmail.com

Înfo.Mat. 3. Grûpe A -Dramatûrgî - /Sêynarîo/

(Agahdarîyêd gelemperî)

Derheqa kûrsa dramatûrgîya sînêmê, ango sêynarîo: Sêynarîo heye bingeha gelek tiştan, ne tenê hunera sehneyî da, lê belê di jîyana me, ya tev da. Sêynarîstekî qenc, dikare gelek şaxêd hunerê da bixebite.

Wekî di informasyonêd TWM da jî tê nasdarkirin, beşa kînodramatûrgîê, beşeke di hêza xwe da ye, ku ji wextê berî damezirandin, ango rêgîstrasyona xwe bi navê fîrmeyekî, di xebata xwe da bû. Bingeha xwe da avakirîye û heger k’arekê da jî hewce be, ew k’ara lêgerîn û rêalîzasyona proêktêd fîlmî ne, ku li benda dostane, yên evan valabûnên xeter di sînêma netewî da bi hêjanî dagirin.

Bingeha lêksîonêd ser van kûrsan, ser bingehêd dibistanên cîhana di warê sînêmê da pêşketî hate avakirin. Şagirtêd vê hostexanê, wê r’ezêd pirtûkeke hela ne weşandî wergirin, ku berhema vê Fîlmhostexanê ye. Ji ç’evkanîyêd mamosteyêd dramatûrgî, hosteyên Hollywood, yêd bi nav û deng. Her wisa wergerêd ji hostaên dibistanên europî û azîayî.

Di van kûrsan da, meriv fêhrî avabûna syûjêta fîlmç’îrokê dibe, ku girîngtir faktore di vê beşa hunerê da. Her usa di sîstêmeke daxebitandî da, firsenda hevxebata grûpêd rêjîsor û aktêran heye, li ku jî t’êorî, ango berhema nivîskî bi daxebitandina rêjîsorî û aktêrî da rêalîzasyona xwe dibîne. Bi vî mêt’odî seynarîst qusûr û qencîyêd xwe bi awayekî berbiçev, ango di saxîya prosêya e’firandinê da, xwe pêşve dibe.

Kûrs-sêmînaran da li gor mêt’oda hostexana TWM ya t’aybet, şagirt fêhrî hemî şertan dibin, ku di cîhana dramatûrgî ya navnetewî da bê ferqe. Yanê, dibin xwedîyê zanînêd akadêmîk, ya mînîmal. Em bêjin; A û B ya Kînodramatûrgîê. Ew behreke zanînê ye...

Ev tê ser vê mehnê, ku di van nîv salê xwendinê da, meriv ancax ç’evê xwe ser berfihrebûna vî beşî vedike û xwe bi ç’evkanîyêd cîhanê ra nêzîk dike, da gav bi gav diha û diha xwe xurttir bike. „Mat’êmatîka“ avabûna sêynarîo fehm bike.

Hûnê, bi lêktor-mamostê xwe va di van nîv salan da, bikaribin karînêd xwe yên berî vê mektebê û paşî bidine analîz û wezinandinekê, da bi xwe jî serkevtinêd xwe yê zanînan bibînin. Hûn, di lîtêratûrê da jî dikarin xeysetê xwe bi van zanînan zêdekin.

Ji xwe, wek e’detekê, berî destpêka kûrsê, her kesê cîhê xwe di vê kûrsê da bigire, wê bi daxwaza rêalîzasyona berhema xwe ya hizkirî raberî lêktor bike û ew berhema di van şeş mehan da, di hostexanê da tête nirxandin û daxebitandin, ku bona dawîya xwendinê berhem di grûpa rêjîsor û aktêran da rêalîzasyona xwe bibîne.

Hostexana sêynarîo, dibistaneke êkspêrîmêntal ya t’aybete û xwedî mêt’odên fêhrbûna taybete.

Xanim û Kekêd hêja! Xwendevanêd Kurd!

Hunermendno, Rewşenbîrno, Zane û Xwendevanêd k’arê t’icarî û Mêdyaî! Wexte, em dest ji fehm û karê şaş berdin û k’enê miletêd pêşketî xwe neînin.  Ew şaşîya; ku Meriv divê bo welatê xwe hereketêd ne pisporî, her usa ji germ û şewata neteweperwerîyê, di warê huner û rewşenbîrîyê da bike. Gotineke pêşêd me ye – “Meriv di nîvê r’ê da jî vegere, ne poşmane”

Em bûne xwedî destgehêd propagandekirina k’esayetîya xwe ya netewî, mijûlkirina bînerêd kurd di bernamêd têlêvîzyonî yêd cûr bi cûr. P’erêd giran di vî warî da têne rijandin. Peredarêd van destgehêd mijûlî hêvî dikin, peyamêd hêjatirîn bidine gelê xwe da rojbuhurkêd wan bi bernamêd qenctir bixemilînin.

Bernamêd heyî, yan gelek sist û pehn in di naveroka xwe da, yan jî t’am bêkêr in!

Bernamêd pêdivî; - di janroên fîlmêd têlêvîzîyonî, yêd lîstikvanî, dokûmêntasyonî, lêgerînî, zarokayî, sêrîalêd mêlodramî, qehremanî, krimînalfîlm, komêdîfîlmêd bi êstêtîka xwe ya bilind, bi naverokeke bi qewat, ya dilê bînerêd hemî temenan be.

Ev rewşa rezîl wê her bidome, heta em nebêjine xwe: - WIHA NA BE!

Jo bo ku em mêdya xwe bi halekî pisporî pêşda bibin, divê Hûn, hunerdostê t’icar, karmendê têlêvîzyona kurdî, nivîskar, dengbêj û kesêd dixwaze bibe aktêrê sînêmê, pişt bidine konsêpta avakirina k’arxana netewî ya mêdyaî - Three World Midia.

Three World Midia - wekî Hostexana Sêynarîo û Fîlmprodûksîon - ya kurdî ye.

Li gel beş û p’arêd xwe yên konsêptûalîya p’ircûre, xwedî konsêpteke p’erwerdeîye.

KONSÊPTA SÊMÎNARÊD PERWERDEYÎ -YA ŞEŞ MEHÎ

Ger Hûn dixwazin, bê ku - herine xwendegehên alman, di demeke kurt da, zanînêd bingehîn yên akadêmîk, di warê sêynarîonivîsînê, rêjîsorî û hunera aktêrîyê da xwe bigihînine mînîmûmeke zanînêd navnetewî, ger Hûn dixwazin fîlmêd hêja bikişînin, ku bibin laîqî bînerîya navnetewî, her wisa bo fîlmêd lîstikvanî bibine aktêrêd qenc –CÎHÊ WE DI VAN SÊMÎNARAN DA RASTE!

Ger Hûn dixwazin, ku Fîlm û TV Prodûksîonêd kurdî bi hejahîyekê bimeşe, xwe di van sêmînaran da qeyd bikin. Zimanê sêmînaran jî - kurdî û almanîye.

Ji bo hemî pirsêd We ez bi dilxweşîyekê di xizmeta We da me.

Casimê Wezîr / Rêjîsor û Dramatûrg

Info.Mat.2.Înformasyona gelemperî

(Derheqa Xwendegeha Fîlmhostexana TWM) Xanim û Kekêd hêja, Hunermendêd cefakêş, T’icar û Zaneyêd xebata Mêdîa!

Vekirina Hostexaneyeke usayî êkspêrîmêntal, netew û dewletêd avabûyî ra, ne tiştekî nû ye.Her usa, tiştê li vir bêne kirin, ne tiştne xerîbin.Her me kurdan ra, nû ne. Ev xwendingeha bi şeş mehî, bi destûr û piştgirîya Institûta kurdî ya Köln ê û her usa bi Akadêmîya hunera kurdî ê Kölnê pêk tê, belkî xwe bike e’detekê û her sal çê be. Sîstêma kûrsa, giranîya xwe dide ser sê beşêd hunera vîzûêl, çawa di warê t’êorî da, her usa jî di warê praktîkê da. Ango, xebatêd di hostexanê da dibine berhem û proje, ji bo mîyaserkirina sêynarîoêd gelek şaxêd fîlmêd leistikvanî, yêd dûvdirêj, /sêrîal/,  di beşêd zarokan, komödîê, dokûmêntar û her usa TV Fîlman. Mêt’oda grûpan; ser grûpêd sereke wekî – (A) – (B) - tê damezirandin;

¤ Grûpa (A) - Sêynarîohostexane ye. /Hûrgilîan binihêre di I.M.3. da/

¤ Grûpa (B) - Rêjîsorî û Aktêrî ye. /modêratorî/ /Hûrgilîan binihêre di I.M.4 da/

¤ Krîtêrîêd hilbijartina şagirtan: (her du grûpan da)

Nîşandana berhemêd nivîskî /aûdîo, vîdêo matêrîal (binihêre; IM.7.Têrmîn)

Naskirin û dagirtina hemî formûlarêd pêşwazîkirî.

Hevpeyvîneke t’aybet, bi lêktor ra.

¤Li vir, lêktor xwedî birîyara hildan-nehildana şagirtêd xwe ye - dilmaîn tunebe)

¤ Dagirtina grûpan:

¤ Grûpa A da; - ne kêmî 8 kesî. Ne zêdeyî 12 kesî.

¤ Grûpa B da; - ne kêmî 10 kesî. Ne zêdeyî 14 kesî.

¤ Wext û hejmarêd lêksîonan:

¤ Destpêka hînbûnê: 02.04.2008

Heftê carekê bi 2-3 sehetan. (li gor daxwazê, dibe zêde be)

Di mehê 4 car (12 sehet) di 6 mehan da kêmî-kêm 72 sehet.

Dawîya hînbûnê: 02.10.2008

¤ Zêdebûn demekê da têne nivîsandin

-2-

¤ Dîssîplîna hazirbûna ser lêksîona:

¤ Sê nehizirbûnêd bê mehne dikarin şagirt ji hostexanê derînin.

Casimê Wezîr kî ye

Rêjîsor, Dramatûrg, Dema zaînê: 08.06.1964. Cîhê zaînê: Tbîlîsî /Paytexta Gurcistan/ Dewleta Sovyêta berê. 1971 - Xwendin li Dibistana Navçeyî /bi zimanê Gurcî-Rûsî/. 1979 - Xwendegeha Wênekarî û Heykeltiraşî. 1982 - Damezirdarê k’omikeke kurdî ya sînêmavanî. 1984 - Aktîvîstekî komîtêta ciwanên kurd, rex Komîtêta Komsomol ya Navendî ya Gurcistanê. Piştra serwêrê wê komelê. 1986 - Yek ji damezirdarê k’omela Ahmedê Xanî, /pey ra “Ronahî”/ ku piştî qirkirina Helebcê Aksîona Alîkarîyê organîze dikir. 1987 - Serwêrê Navenda Çandî û Rewşenbîrî, li Meclîsa Kurdên Gurcistanê. 1987 - Destpêka xwendinê li Înstîtûta Şano û Sînêma ya Hukumatê. Fakûltêta Çand û rewşenbîrîyê, beşa Rêjîsorîya Şanoa Gelêrî. 1988 - Karmendê Sînêma Stûdîo “Georgia Film” Alîkarê Ronahîdar. 1989 - Şanogerê Şanoa Gelêrî ya kurd, li Tilbîsê. 1990 - Perwerdebûn li Fakûltêta Dramatûrgîyê, di Akadêmîya Hunermendîya Hukumetê. 1993 - Şêwirdarê pirsêd Çanda Kurdî, li Komîsyona Parlamênta Gurcistanê. 1995 - Hatina Almanya. 1997 - Li bajarê Kölnê; Rêjîsorê Şanoa Koç’er û Botan. Mamostê zimanê kurdî li Dibistana almanî da(Köln-Vingst 2005 - Damezirdarê Hostexana Sênarîo û Fîlmprodûksîona bi navê: Three World Midia. Mîdîa Sê Cîhana - MSC Zanînêd zimanan; Gurcî, Rûsî, Ermenî, Almanî, Kurdî

Navnîşan: Jason Ak, Longericher Straße 441, 50739 Köln/Almanya

Tel: 022116861045 & 01745466697 djasimwezir@yahoo.de threeworldmidia@hotmail.com

Ji bo zaniyariya firehtir: Instituta Kurdî ya Kölnê: 0221 72 70 92, http: www. institutakurdi.com, e-mail: institutakurdi@yahoo.com

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]