|
15 /12 /2007 Koma Navnetewî a parastina mafê eqeliyeta:Tirkiyê mafê kêmnetewa binpê dike Zarathustra News Koma Navnetewî a Parastina Mafê Eqeliyeta, navenda xwe li peytextê Ingiliztanê, li Londonê ye. Bi rojnamevan, hiqûqnas û kesên nasdar li ser pirsa kêmnetewan kur dibe, li ser mafê wan zaniyariyê berhev dike û li ser rewşa wan raporan amade dike. Komê berî niha li ser Tirkiyê raporek di bin sernivîsa "Gerek ji bo wekheviyê: Kênmeteweyên li Tirkiyê" belav kir. Di raporê de tê qalkirin ku, zimanê eqeliyetan di jiyana polîtîk û a xizmetên fermî de ji ber qedexê, nikare bê bikaranîn. Di kitêbên dibistanan de li ser wan zaniyariyên weke berê, yên qalip girtî heye. Mafê kêmnetewan li derveyî peymana Lozanê hate hiştin. Bi zimanê eqeliyetan, di dibistanan de û di medîa de bikaranîn, qedexe ye û ew nikarin mafê xwe yê olî baş bikarbînin. Polîtîkaya ji holêrakirina ziman, çand û olê tê bikaranîn. Ji bo perwerde û kirina polîtîkayê tenê ji tirkî re tehemul heye. Zimanê kêmnetewan di jiyana polîtîk û xizmeta fermî de nikare bê karanîn, qedexe ye. Kitêbên perwerdê li ser kêmnetewan zaniyariyên nerast belav dikin. Li dijî vê şaşiyê rêyek tune ye ku mirov pirsê bibe dadgehê. Di hilbijartinan da baraja ji % 10 heye. Bi vê yekê rê li ber kêmnetewan tê girtin ku ew nikarîbin cihê xwe meclîsê de bigirin. 1934 an û virve pêşketinên çêbûne 1934 an de li aliyê Trakyayê êrîş birin ser cihuwan. 1949 an de navên gundan bi qanûnekê tê guhertin û dibin bi tirkî. 1955 de li Stenbolê êrîşê dibin ser kesê nemisilman. 1982 an de mafê bingehîn yê mirovan hate sînorkirin û bi qanûna nû perwerdeya olî hate danîn. 1991 Parlamentera kurd Leyla Zna di parlamentoyê de bi kurdî diaxife. Paşê ew û sê parlementerên din têne girtin û bi 15 sal hepis hate cezekirin. 1992 de 20 hezar leşkerê tirk li hemberî PKK ê operasyonê dike û ew derbasî herêma kurda dibin ku, lik wir ewlekarî heye. 1994 an de DEP tê girtin. 2003 an de meclîsê hişkiya li hemberî zimanê kurdî nerm kir. Lê mirov nikare navên kurdî li zarokên xwe ke. Dadgeha Qanûna Bingehîn, Partiya HADEP ê da girtin. 2007 an de Serleşkeriya Giştî a Tirkiyê bi beyana xwe anî zimên ku, kesên li dijî dîtina "kêf û serbilindî ji wî re ku bêje, ez tirk im" be, ew neyarên Komara Tirkiyê ne û dê herdem neyar bêne dîtin. 2007 Şaredarê Surê Abdullah Demirbaş ji ber sedema xizmeta xwe a pirzimanî di belediyê de, ji kar hate durxistin û meclîs hate fesxkirin. Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |