NEWROZ

äæÑæÒ


14/7/2007

Sitranên şera şevekê di koçika qamişlo de

Êvara 6/7/  ê de û di civateke fereh de ku têde gurûpek keç û xort û kale mêr jî têde amade bubûn û hin nûnerên komên foliklorî û gurûpên çandê li bajarê qamişlo koçika qamişlo ya çandeyî şeveke taybet ji bo sitrana kilasîk / kevnar / sax kir  bi mihvandariya mamê hêja bavê fayiq ku kalemêrekê merd û bi kêr hatiye di temenê xwede 67 saliye û ji pisporê ezberkirina sitranên kevne mina (şera +serpêhatiyên sitranî + çîrok + sitranên dîlan û bêlûte û palahiyê û hûrizê )

Bavê fayiq got : ev kevnetor Entîkene kêmin li ser hebûnê xwedê nekê ku her kalekî me serê xwe deynê xezîna xwe bi xwere dibe bê ku bispêrê kesekî , divê em hajê hebin ji windabûnê , û kar û barek ji qurtal kirina wêre divê

Şevê dest pê kir bixêr hatina mihvanan û mam bavê fayiq û dipeyre mam jî kişande sitraneke çîrokî binavê Elo û Emo û Hewrê , ûcardî şerek binavê gula hesen beg û Ehmed axa û çend mewalê heyranok jî ji wan Têlî +Keçka koçer +Konê mala şiblî ...

Û xeynî wanjî ji sitranên bêlûtê û palahiyê û hûrizê .. .. ..

Dinavre ji her ku sitran dihate gotin bi dengê bavê fayiq guft û go lidorê dihate kirin ji alî amade bûyan ve û bihtirî têkilî û têbîn li dor van babetan bûn:

   1=Gelo ev renge sitran deng vedana wê di roja îro de ta bi çi radeyê tê?

   2 =ma karîna hunermendên nû heye ku vî cûrê hunerê sax bnikin  ?

   3 = çima ta niha di koma de beşê taybet ne hatiye terxan kirin ji vî erkîre  ?

   4 = bi çi rengî emê karibin vê hunerê qurtal bikin ji windabûnê ?

 li dawiyê dengdanek hate kirin ser nûjen kirina sitrana kevnetor  û mixabin erênî di radeyeke nizim de bû  3 % hat

û şev bidawî hat di pey tewereke vekirî û ber fereh lidr wan xalan

KOÇIKA QAMIŞLO YA ÇANDEYÎ

6/7/ 2007

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]