|
14/6/2007 Pêşandeya cilên kurdî Hekariyê hejand Jêhatiya mankenên kurd ji rojevê dernakeve (Zarathustra News) Pêşandaneya cilên kurdî ji aliyê xwendevanên Lîseya Pîşeyî ya Qîzan li Hekariyê hate organîzekirin. Libasên kurdî ku beşek mezin bi desta hatibûn dirûtin û li ser bejnên zirav derketin pêşberî temaşevanan. Di pêşandeyê de xwarinên kurdî yên herêmê jî hatibûn çêkirin. Hûnera cil dirûtin û nanpêjiyê bala rûniştvanên bajêr kişand. Li gorî nûçeya Gever& Yüksekova yê, xweşikbûna zeriyên kurda bandora xwe li tevayê beşdaran kir. Mankênên kurd ku ji xwendevanan pêk dihat, bi cilên kurdî derketin pêşberî temaşevanan û bi nazikbûn û delaliya xwe mankênên profesyonel li dawiya xwe hiştin. Li gorî deng û bahsên ku gihiştine destê me, piştî pêşandeyê qala jêhatîbûna mankenên kurd tê kirin. Li ser navê beşdarên pêşandayê Haster Aşkan û Rojver Bor dîtinên xwe wisan anîn zimên: Armanca me nasandina cilên herêmê ne. Em pir kêfxweş in ku çanda xwe didin danasîn. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |