NEWROZ

äæÑæÒ


14/6/2005

Şevek guftegoyî Li Şamê di navbera Kurd û Ereban de li darket

Guftego di navbera kurd ereban de li Sûryê ger em nebêjin tune bûn, lê pir kêmbûn, li vê salê hin hevdîtin di nav herdo alîyan de çêdibin bi taybetî di navbera komîtên vejîna komela sivîl û rêxistin û komeleyên çandî yên kurd  û li ser welatekî wekhev demoratîk û nuh behevre guftegoyan dikin, herdo alî nêrînên xwe pêşkêşî hev dikin û xwe bi hev didin nasîn "weke ko nuh hev nasdikin !!?­­­" bi hevre li ser guhartinên divê li vî welatî ava bibin, çê bibin goftegoyan li dardixin, li ser têkliya di navbera hemî netewên di welatê Sûryê de dijîn û bi taybetî têkliya di navbera Kurd û Ereban de, bi nêrîneke nuh tê li ser rawestandin.

Li ser daxwaza vexwendia komîta ŞEVBUHÊRKÊN NÛREDÎN ZAZA li Şamê roja înê 10 huzêranê li katjimêr heştê îvarî bi beşdariya gurzên ji ronakbîr, nivîskar, rewşenbîr, çalakvanên mafên mirovan û sîyasetmedarên kurd şevek di bin navnîşana ( nêrînek Erebî li ser doza kurdî )  li Şamê li darket.

Mamoste Mîdas Ezîzî bi gotineke kurt xêrhatina mêvanan kir û mêvan bi beşdaran da nasîn û tev bihnek bê deng li ser canê nemir Nûridîn Zaza rawestîn.

 Mêvanên vê şevê du ronakbîr û rêzanvanên Ereb bûn , hedo jî endamên komîtên vejîna komela sivîl li şarê Şamê ne.

  despêkê mamoste Ekrem el Binî sîyasetmedar û çalakvanê mafê mirovan, girtiyê zindanan ( sêzde salan ketîye zîndanê ji bo çalakiyên wî di partiya kar ya komonîst de, yê ko berê endamekî vê partiyê bû)

 mamoste Ekrem el Binî bi nêrîneke vekirî û gelek li pêş, dîtin û nêrînên xwe dan xuyakirin û tê de aşkerkir ko mafê kurdan heye ta ji me cida bibin û welatekî xwe serbixwe avakin .

Mêvenê diwemîn mamoste Muaz Hemmor siyasetmedar û çalakvanekî nase , wî jî da xuyakirin ko bi mavê kurdan ra ye, ta  pêkanîna mafê çerenûsî, lê.... cîhan ber bi yekîtiyan ve diçe û miletên biçûk di vî nîrî de nikare bi tena xwe bijî, û milet û netewên bi çûk ber bi yekîtiyên mezin ve diçin wek yekîtiya ko niha li Ewripa li darketî û herdem fereh dibe.

Bi guftegoyekî nerm û fereh û vekirî ji alî beşekî mezin ji beşdarên kurdan de, şev hat xemilandin.

 

Şêx Birîmce / Şam/11/6/2005

 

 

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]