|
14/3/2007 Ahenga dêrika hemko ya cejna jinên cîhanê Nûnerê NEWROZ 8.3.2007 Dêrka hemko bi bûneya (8)ê avdarê, roja jinên cihanê, rêxistina jinê ya PARTIYA YEKÎTÎ A DEMOQRATA KURD li SÛRIYÊ (YEKÎTÎ) li dêrika hemko,ahengek hemerengî li darxist,liveke nexoriskî ji aliyê rêxistina jinê ve di hat xuyakirin, diyarbû ku ahenga îsal wê nûjen û bilind be . Di ahengê de, berpirsên van partiyên kurdî,partiya demoqrata kudî li sûriyê ,( ALPARTÎ)ENÎ,yekîtî, partiyademoqrata kurdî pêşverû,partiya çepê kurd,partiya demoqrata kurd î pêşverû, koma Dêrikê ya Folkolorê kurdî, endamên Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî û jimareka berfereh ji jinên deverê, beşdarbûn. Destpêkê deryê pêşangehê ji aliyê Dayîka şehîd Welîd û xûşka şehîd Husên ve,herdu şehîdên serhildana (12)Avdarê li Dêrika Hemko, hate vekirin û şelîta dergehî bi destên wa hate birrîn.beşdarên ahengê derbasî naverasta pêşangehê bûn û li tablo û tiştên hatîn raxistin û berhevkirin nihêrtin û di nava wê de geryan. Hêjayî gotinê ye, ku pêşangeh ji tabloyên hin hunerkêş û behremendên kurd li devera Dêrikê û ji hin tiştên ku berê bi dest û tiliyên jina kurd di hatin ristin û hûnandin, û herweha ji hin alavên Kevin di kelepor û folkolorê kurdî de,hate berhevkirin û pêkanîn, di hat xuyakirin ji tablo û rêzkirina vê pêşengehê , ku endamên rêxistina jinê li dêrikê, xwe gelekî westandibû da tuştekî hêja ,payebilind pêşkêşî beşdaran bike. Pişt re ahengê destpêkir,pêşkêşkerê ahengê xêrhatina mêvanan kir û cejna jinên cîhanê li jina kurd pîrozkir. Dûv re gotina komîta siyasî ya Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê(Yekîtî)bi vê helkeftinê, ji aliyê mamosta Cinêd ve hate xwendin. Di nav re hin movikên stiranan bi dengin ciwan û sirinckêş, ji aliyê koma Dêrikê ve hatin pêşkêşkirin û her dîsanê dibere kurte helbestin ji aliyê mamosta zar şêrîn Hindirîn ve, dihatin xwendin. Ewê têde got : Ji cejna minre bike xebat ji nû ezê ji tere bibim welat Bêje Kurdistan dive azad bê li ser mile min û te ava dibê piştre mamosta hiderîn gazî kir û dengê keça kurd gihand û got: Lê va ez tênim bîra te îro Kurdistana me çar parçe Ya pênca ezim gula bexçe Azad ke destê min ji malê Bibîne wê çibkê keça zalê Piştre stirana (Qamîşlo warê şehîdan) ji aliyê hunermendê genc û deng xweş, Îsam Ebas ve hate stirandin. Di peyî re, hin jinên bi ked û kar û destbikêr di warê kurdayetiyê de, hatin xelatkirin û ew xelat ji aliyê mamosta Mistefa Meşayîx serkirdê Partiya Yekîtî û mamosta Mihemed Qasim berpirsê Guropa Dêrikê ve, li ser wan jinên hêja û buhagiran hatin belavkirin. Ew jinên ku hatin xelatkirin: Dayîka şehîd Welîd,Dayîka şehîd Husên,Dayîka Ednan,Dayîka Qehreman,helbestvan Hozana Mîro,helbestvan Evîn Şikakî,helbestvan Şefaet Omer,hunermenda çeleng û destbikêr Rewşen.hêjayî gotinê ye ku dayika EDNAN û dayika QEHREMAN,leşkerên veşartî,mûmên hêdî hêdî di şewitîn da hin ronahî bidin riyên tarî ew bûn stûnên malên kurdayetiyê,nifşek bi bîr û bawer perwerdekiri bûn. Mamosta Mehmud Sefo Endamê mekteba siyasî yê Partiya Çepa Kurd li Sûriyê jî, gotinek kurt bi vê helkeftinê da û di gotin xwe de,berevaniya mafê jinê kir û pesnê wê veda û got:di dîroka kurdayetiyê de,jina kurd bi destekê xwe darê dergûşê dihejînê û bi destê dî ala berxwedanê bilin dikê û gurzên gula vedweşînê. Dawiyê çavdêriya ahengê sipasiya beşdaran kir û careka dî cejna jinan li wan pîrozkir û hêvîkir ku di sala bê de,ewan mafê xwe yê siyasî,civakî û mafnasî wergirtbê û aheng bi belavkirina şîraniyê li ser amadebûyan bi dawî hat. Nûnerê newroz hevpeyvîne kurt bi hin jinên ku xelat qizinc kiribûn kirin : 1.Diya pakrewan WELÎD :(ez ne ya pêşî me û bê goman ezê ne dayika pakrewanê dawî bim jî , dilxwaziya min ewe ku xûna van pakrewanan neçe bê sûd, em dilkulin lê min divê xwîna pakrewanên me bibe mûm û find rê li pêşya we ronî bike. 2. Xûşka pakrewan HUSÊN: ( ez di destpêkê de sipasiya we dikim,ji ber ev aheng tuştekî nûjen bû, dibînim ev destpêke , lê gavên hêja tir wê bi şûnde werin, ez bi navê dayika xwe xwûna HISÊN diyarî ciwanên kurd li sûriyê dikim, ji ber ew ciwan mûmên me ne ,em bi hêvîne li gor wê xwîne derkevin). 3.HOZANa MÎRO: (cejna pîrekê lê pîroz be em gelekî kêfxweşin bi vê pêşengeha hêja ,em sipasiya amadekar û çavdêrên vê pêşengehê di kin). 4.EVÎN ŞIKAKÎ: ( ez sipasiya we dikim,ev rojeke taybete ez cejna hemiyan pîroz dikim,bi hêvî me gavne baştir bêne avêtindi rojên bê de ). 5. ŞEFAET EMER: (cejna we hemiyan pîroz dikim, ez sipasiya we hemiyan dikim, ev aheng tuştekî nû bû lê gelekî hêja bû) Nûnerê NEWROZ 8.3.2007 Dêrka hemko |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |