NEWROZ

نوروز


14/2/2008

Hejmara nû a kovara "LÊKOLÎN"ê derket

Zarathustra News

Organê Instîtuta Kurdî li Elmanya kovara Lêkolîn derket. Bi vê „Lêkolîna“  dawî re hejmara Lêkolînan dibe 11.
Hejmara vê carê xwerû li ser ziman e. Bi temamî 201 rûpel e û ji 16 gotarên lêkolîner, nivîskar û rojnamevanên Kurd û dostên Kurdan tê pê.

Hejmar 11, mîna giş hejmarên berî xwe xwurt û dewlemend e. Qelem xwedîgotin in, nas û şarezayên babetê xwe ne.

Monopolê lêkolînên li ser kurdan û pirsgirêkên wan heta berî bi çend salên dawî di destên biyanîyan de bû. Îro rewş baştir e, fera mêzênê ber bi aliyê lêkolînerên Kurd ditewe. Nimûneyên vê ne kêm in, li giş perçên Kurdistan, li welat û li derveyî welat ev tê dîtin. Kovara Lêkolîn bi xwe jî yek ji van nimûneyan e.

Di naveroka hejmar 11 de sernivîsên jêrî cîh digrin: Sergotara redaksiyona Lêkolînê, Fehmî Balay: Giringiya ziman û perwerdeya bi Kurdî , Amed Tîgrîs: Zimanê Standard û zimanê akademîk , Evdila Dirêj: Kurtewurek li ser ziman, Rojan Hazim: Devokê Hekariya, Sediq Sindavî: Hevpeyvînek di gel Dr. Geoffrey Haig, Mustefa Reşîd: Standartkirina Awayê Nivîsandina Zimanê Kurdî Zayavayê bakur, Faysal Dagli: „ hemwelatî, bi Tirkî biaxive, pirr biaxive“, Huseyin Kartal: Çend Têbînî li ser Rewşa Rojane ya Zaravê Kurmancî, Muhsîn Osman: Zimanê Kurdî û yên deverê Pêdaçûn û hevberkirin, Sidiq Hirorî: Ji bo zimanekî Tekûztir, Dr. Zerdeşt Haco. Bipêşveçûna dîrokî ya zimanê Kurdî û hin taybetmendiyên wî yên xweser, Dr. Zorabê Bûdî Aloian: Zimanên Romanî, Ali Huseyin Kerîm. Zimanê Kurdî berê zimanê zanistê bû, Mîrhem Yigît: Siyaset û stratejiya zimên, Jîr Dilovan: yekîtiya Zimên û alfebeyeke hevgirtî, Dr. Kristuv unger. Alavêt Akamê di zimanê Kurdî / Bahdînî/ de.

Kesê bixwaze bi Instîtuta Kurdî li Almanya re têkiliyê deyne dikare ji navnîşana:
Neusser str 216 , 50 733 Koln re binîvisîne. An jî telefon bike bo hejmara 0049 0221 72 70 92. E-maila istitîyê wisa ye: institutakurdi@yahoo.de..

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]