NEWROZ

نوروز


12/9/2007

Li Hewlêr xwepêşandanek dijî topkirina herêma Kurdistan

Şêrwan Mela Ibrahîm – Hewlêr 9/9/2007

Li ser daxwaza (Kampaniya Nerazîbûn li dijî Êrîşên derveyî ser sînorê Herêma Kurdistanê) ya ku ji girûpek çalakvanên Kurd ji herêma Kurdistan, Sûriya, Turkiya, û Îran hatiye avakirin çend komelek û rêxistinên sivîl gêncane û mafperwerî di herêma Kurdistanê de bi xwepêşandanekê rabûn bi mebesta şermezarkirina êrîşên dawî bi ser herêma Kurdistanê de ji aliyê artêşên Îran û Turkiyê ve, û her weha bi beşdarbûn û hevbeşiya xelkên her sê parçeyên Kurdistanê yên dîtir yên ku li herêma Kurdistan bi niştecêne.  

Di destpêkê de mîtîng ji navçeya Ênkawa destpêkir û berên xwe dan avahiya ( Welatên Yekbûyî “U.N” ) ya li Hewlêra paytext, lê ji ber biryara hindek aliyên hikûmî û asayîşî mîting ne gihaşte “U.N”ê jiber weke tê zanîn nûneratiya “U.N” li Hewlêrê ne giştî ye tenê taybete bi karûbarên penaberan, û jiber vê sedemê û piştî dan û standin di navbera rêvebiratiya xwepêşandanê û aliyên hikûmî, birêz Ednan Muftî serokê parlementoya Kurdistanê erêkir li ser pêşwazîkirina mîtîngê beramber avahiya parlementoyê, û her weha kesên xwepêşandanê berê meşa xwe dane bi ser perlemantoyê de.

Di destpêkê de Berevan Hemdî sekretêrê federasiyona qutabî û xwendekarên Kurdistan daxuyanîk bi navê xwepêşandanê ji cemaweran re xwend û têde nerazîbûn û şermezakirin li topbarankirina Îran û Turkiyê bi ser sînorên herêma Kurdistan de kir, û dozkir ji hikûmeta herêm bo danîne sînorina ji van destdirêjî û tadariyan re, û her weha bang li hêzên siyasî û hikûmî û cemawerî yên Kurdî kir ku bi yekrêzînekê beramber van dijayetiye rabin yên ku di rastiya xwe de hewildanin bo tunekirina ezmûna federal ji gelê Kurdistan re û her astengkirineke li bikaranîna xala 140 ji destûra Îraqî.

Û her weha gotinek bi navê komîta amadekirina xwepêşandanê hat pêşkêşkirin û têde hat ku ev dijayetiyên leşgerî li ser hurmeta xaka Kurdan tê bi mebesta kêmasîkirin ji rûmeta gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistan û karîgeriya xwe li se gelê kurd bi giştî heye û jiber vê sedemê gelê kurd bi tevahî beramber her zerek bi welatê wan “KURDISTAN” dê bihevre berxwedanê bikin.

Paşî endamê nivîsîngeha têkiliyên giştî ya parlementoya Kurdistan gotinek ji cemaweran re da xwendin û şermezarkirina hemî endamên parlementoyê li dijî vê topkirinê da xuyanî û herweha got em bi giştî beramber van dijayetiyan bê deng nasekinin ku zerera wan bi mezinayî li xelk û navçeyên topbarankirî bûye, çi mirovayetî yan abûrî ta koçberbûna xelkên zererbûyî.

Ji aliyekî din ve Dr.Dîndar Zêbarî nûnerê hikûmeta herêm li Welatên Yekbûyî “U.N” di gotina xwe de ragihand ku hikûmeta herêm dê vê pirsgirêkê hildê ji “U.N” re jibo berdewam nebê, û her weha mixabinî şermezarkirina hikûmeta Kurdistan da xuyakirin ji vî topbarankirina ku ji nîşkeva hat bikaranîn tevlî têkiliyên hevbeş di navbera hikûmeta herêm û Îran ji alîkêve, û peywendiyên hikûmeta Îraqî ya navendî bi Îran re ji aliyekî din ve, û da xuyakirin ku alîkarî ji hikûmeta Herêm û rêxistinên navdewletî ji deverên zererbûyî hatine pêşkêşkirin.

Ji aliyekî din ve Dr.Zêbarî bang li hikûmeta navendî ya Îraqî kir û doza gav û nerînek piraktîk jê kir derbarî van êrîşan de jiber ku xaka herêma Kurdistan parçeyekî yasayî ye ji komara Îraqa federal lewra pêdiviye bê kar û bê deng nemêne derbarî wilo dijayetî.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]