|
12/5/2007 Li Kurdistanê xesara lehiyê mezin e (Zarathustra News) Li bajarê Patnosa Agiriyê ji ber ava berfa hiliyayî li dora gundên Damleya Navîn û Damleya jorîn golek avê pêk hat. Paşê lehiyê berê xwe da nav erdên çandî, daristan û malan. Hejmarek mezin ji darên sipîndaran xesar dît, 500 donim erdê çandî di bin avê de ma û du xanî bûn qûrbana lehiyê. Muxtarê gundê Damleya navîn Kasım İleri diyar ku, ew ji ber bilindbûna avê pir ditirsin. Ji ber ku makîneyên rizgarkirinê yên dewletê bi xwe di nava heriyê de teqinî ne û mane. Gundî tev ji ber destê lehiyê di rewşek xirab de ne. Lehiyê ne tenê li Patnosê, her wisan li Eleşkirta Agiriyê jî xesarek mezin da xelkê. Ji ber lehiyê çemê Şeryan bi ser ve çû. Lehiyê xesarek pir mezin da erdên herî bi bereket yê cihê Yucekapiyê. Xaniyek bû hedefa ava xurt. Li gorî Serokê Belediya Yucekapiyê Nurettin Ozturk malên li dora çem di xeterê de ne. Bîngol Barana ku li navenda bajêr û li Solhanê bariya, bû sedema ketina dîrekên elektirê. Bajarê Solhanê ji baranê û qûtkirina enerjiyê, anku elektrikê sê rojan e ku di reşê de bû. Li aliyê Dîlektepeyê 5 dîrekên elektrikê xwe li ber lehiyê negirt û ketin. Ji ber ketina dîrekan bajarek, 26 gund û 110 mezra bê elektrik man. Bîtlîs Li Exlata Bedlîsê ji ber ava berfê li aliyê Serinbayir, Taşharman û Sakayê xesarên mezin bû. Rêyên gundan xirab bûn, erdên çandî di bin avê de man. Li gorî qeymeqamê bajêr Ahmet Avşar xesara heye zêdeyî 500 hezar YTL e. Ji bilî vê, du pir, kanalên av û pisîtiyê xesarên mezin dîtine. Erzirom Barana ku li Erziromê destpêkir bû sedema xerabûna xaniyekî sê tebeqe. Xetera xerabûnê bû sedema xesara mal. Li bajarên Şenkaya, Aşkale, Oltu û Uzundereyê lehyê xesarek mezin da erdên çandî. Li Şenkayayê du zarok, li Aşkalê zarokek li ber lehiyê çû, winda bûn. Çemê Dumbuliyê ji ber baran û helandina berfê, av bi serve çû. Gundên li dora çem di xeterê de ne. Li bajarê Pasinlerê baranê xesarê da erdên çandî. Xesar bi qasî 2 milyon YTL e. Mûş Barana ku berî niha li Mûşê bariyabû xesara xwe hêdî hêdî dide nîşandan. Serokê belediya Mûşê Necmettin Dede diyar ku ji ber baranê tevayê kanala ava vexwarinê têk çûye. Pêwîstiya xwe bû nûkirinê heye . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |