|
11/4/2008 WWF bi "Earth Hour"ê alîkarî ji mirovahiyê dixwaze: Saetek reşahî dê pêşerojek ronahî pêk bîne Zarathustra News Dezgeha Xwezayê ya Cîhanê WWF ji bo ku gef û tehdîtên li hemberî cîhanê ji awira germa giloverî bîne rojevê, li ser pirsê, siyasetmedar û mirovahiyê şiyar bike, îro çalakiyek navnetewî pêk tîne. Çalakî di bin navê "Earth Hour 29 mars" de tê kirin û ji tevayê mirovahiyê tê xwestin ku, ber êvarkî di navbêra saet 20.00-21.00 de lampên xwe yên elektrikê bigirin û di reşê de bimînin. WWF dixwaze bi vê çalakiyê bala tevayê bazirgan û polîtîkarên cîhanê bikşîne ser giringiya pirsa germa giloverî û xeterên li pêşiya mirovahiyê. Da ku li ser pirsê kur bibin, ji bo enerjiyê kaniyên xwezayî bikar bihênin. Berî bi salekî, di 31 ê Newrozê de nêzî 2.2 milyon kesan tenê li bajarê Sydneyê lampê xwe girtin. Enerjiya di saetekê de weke kar ma, ji % 10.2 bû. Îsal bajarên Chicago û Kopenhamnê jî piştgiriyê dikin. Her wisa hejmarek bilind ji kesên nasdar dê wê rojê timobîlên xwe li mal bihêlin û wan bikar nehênin. "Earth Hour sembolek e, ji bo hevkariya di nava mirovan û fêmkirina xetera li pêşiya Cîhanê", dibêjin rêvebirên WWF ê. Ji bo ku mirovahî derkeve ronahiyê, divê em dest pê bikin elektrikên xwe saetekê girtî bihêlin. Saetek di mana reşahiyê de dê pêşerojek ronî bîne. WWF li benda wê ye ku, gelê Kurd jî di nav de, tevayê mirovan roja şemiyê, an ku îro saet 20.00 an lampên elektrikê bidin girtin û hetanî saet 21.00 girtî bihêlin. Bala kesên polîtîkaran bikşînin ser pirsa parastina xwezayê û xetera germa giloverî da ku li ser çarereseriyan kur bibin. Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |