NEWROZ

äæÑæÒ


11/3/2007

Ewlekariya Nûçeya ya netewî:

Di 10 salan de 1000 rojnamevan hatin kuştin

(Zarathustra News) -11-03-2007.

Ewlekariya Nûçeya ya Navnetewî navenda xwe li Brûkselê ye. Rapora wê ku qala xeteriya rojnamevaniyê dike ji 80 rûpelan pêk tê. Rapor, bi armanca bala cîhanê bikşîne ser pirsgirêkên rojnamevaniyê hat belavkirin. Rapor bi kinahî wisan e: Rojnamevan bêhtir li welatê xwe tên kuştin. Nêvî jê yekser tên kuştin. Yên din jî bi êrîşên bombeyî, kêrkûji, yên mane bi îkencê ji holê tên rakirin. Welatên herî bi xeter, Îran, Rûsya, Kolombiya, Iraq, Fîlîpîn, Hindîstan, Cezaîr, Meksîko, Pakîstan û komarên Yugoslavia yê kev in.

Ewlekariya Nûçeya ya Navnetewî rexneyên xwe li berpirsiyarên  medîayê dike, û daxwaz dike ku rojnamevan bê êlekên polayî û hacêtan neşînin cihên xeter. Dezgeh ji hikûmetên berpirsiyar daxwaz dike ku kûjêrên rojnamevanan bên peydekirin û cezekirin. Ji serleşkeriya wan welatan jî tê xwestin ku azadiya çapemeniyê li ber çavan bigirin.

Li gorî MHA yê heta niha li Rûsyayê 88, Kolombiyayê 72 û li Iraqê 138 rojnamevan hatine kuştin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]