|
11/3/2006 Dêrika Hemko ….. jinên kurd cejna afreta cîhanê pîrozdikin. welatê me Bi helkeftina roja cejna jinên cîhanê, rêxistinên herdu partiyên hevalbend û hevpeyman, partiya Demoqrata kurd li Sûriyê ((ALPartî)) û partiya Yekîtiya Demoqrata kurd li Sûriyê ((Yekîtî)), bi beşdarbûna sedan ji jinên kurd li bajarê Dêrika Hemko, û di heft cihên cuda de kor û simînar, şahî û aheng hatin bikaranîn û lidarxistin . Di wan kor û simînaran de, gotina herdu partiyan bi zimanê kurdî hate xwendin û di nav re hin helbest jî ji aliyê hin keçan ve hatin pêşkêşkirin. Pişt re berîkaneyek ji pirs û bersivan di şevê de hate çêkirin û pênc kesên ku bersivên rast dan hatin xelatkirin . Dawiyê rûpelek çapkirî bi sirûda niştîmanî ((Ey Reqîb)) û kurtiyek ji jiyana danêrê wê hebestvanê nemir Dildar ((Ri'uf Yonis)) û wêneyê wî jî, tevlî guleka sor li ser jinên berhev û beşdarbûyîn hate belavkirin. Hêjayî gotinê ye ku yekbername di her heft cihan de hate bikaranîn . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |