NEWROZ

äæÑæÒ


10/6/2007

Parlamenterê berê yê DEP ê: Em ê pirsa wetokirinê bibin Dadgeha Ewropayê 

(Zarathustra News)

Sazûmana bilind ya Hilbijartinê li Tirkiyê-YSK berendametiya parlementerên berê yê DEP ê Hatip Dicle, Orhan Doğan û Selim Sadak nepejirandibû. Li dijî biryara YSK gavek hate avêtin û parlementerên berê yên DEP ê biryarek wergirtin ku pirsê binin ber destê Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê. Li ser pirsê daxuyaniya Hatip Dicle ji bo çapemeniyê wisan e: Me pirsa xwe bi profesorên qanûnas re bi dirêjî niqaş kir. Wan diyar kir ku li gorî qanûna bingehîn çi asteng tune ye ku rê li ber me bigire. Lê Tirkiyê di konaxek anormal re derbas dibe. Biryara wetoyê ji me re ne tiştek eceb e. Ji ber ku piştî 27 nîsanê  darbeyek post modern li Tirkiyê pêk hat. Di konaxek wisan de tê zanîn ku mafê qanûnî nayên nasîn, rêyên hiqûqî tên xitimandin. Em wisan hizirdikin ku bi biryara YSK ê mafê kesan hatiye pêlkirin. Em ê pirsê bibin dadgeha Ewropayê. Me pirsên xwe 4 caran bir dadgeha Ewropayê û Tirkiyê hate mahkûm kirin. Em jî pê dihêşin, bi me nexweş e ku Tirkiyê mehkûm dibe, lê divê mafê qanûnî hetanî dawiyê bê bikaranîn.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]