NEWROZ

äæÑæÒ


1/9/2005

Şevek rêzimanî li Şamê

Şêx Birimce

Di roja înê li katjimêr Heşt û nîvan îvarî komîta amadekar ya ŞEVBUHÊRKÊN KURDÎ li Şamê şeva xwe ya yekê piştî sala çaran li taxa kurdan  li darxist.

Mijara vê şevê mijareke li ser zimanê kurdî bû ,bi taybetî li ser  van xurdepaşan bû :

(van, dar, kar, mend, yar, zan, baz, bêj, gaz, (wer, ewr) gan, ar, \bend, bar, ok,…) û di bin vî navî de mijar hatibû :

( Gihiştoka Van û yên weke wê di wateya ziman û rêziman de)

Bavê Comerd endamê komîtê bi gotineke kurt mêvanê şevbuhêrkê mamoste Ciwanê Efdal, nivîskar û helebestvanê nas,(yê ko ji bo vê şevê ji bajarê Dirbasiyê hatibû şamê) pêşkêşî mêvanan kir.

Mamoste Ciwanê Evdal bi çend gotinên kurt sipasiya komîta Şevbuhêrkên kurdî li Şamê kir, ku dirvet jê re vekirin ku li ser vê mijara xwe bi rewşenbîr, û nivîskarên ku li şamê dijîn re veke û kuftûgoyan li ser zimanê kurdî li darxine, sipasiya guhdaran kir ku ew jî hatine vê şevê dewlemend bikin, û berî dest bi mijara xwe bike, da xuyan kirin ku ew ne zimanzane û ne di ware ziman de berê xebitiye, li bikaranîna van xuredepaşan hinekî ji ramana wî birîye, xwestiye ku me jî bi xwe re bike hevalkar li ser bi karanîna van xurdepaşan got: wek min dîtî pir nivîskar van gihiştokan durist bi kar nînin pir caran li şûn gihiştokên din gihiştokekê bi tenê bikar tînin wek van bi her gotinekêve tînin, wek: nîsvan li şûn nivîskar …..h.w.d .

Piştî axaftina devikî dest bi xwendina gotara xwe kir û ji mere xwend, mixabin hin caran ji xwendina rêzên  gotara xwe derdiket û dixwest ji me re gotinan şorevebike, ji ber vê sedemê diket hin şaşbûna û şaşbûnên wî bêtir dibûn.

gotar destpêka xwe li ser zimanan bû, pîşkar di zimanên dî de wek Zimanê Erebî , Turkî¸ Ingilîzî ku kirar bi hin tîpan tê guhartin  û  taybetî û dewlemendiya alivên ku kirar /pîşkar û navkirar  di zimanê kurdî de û çawa tête guhastin? bi van gihiştoka çawa û li ku  tên  bikaranîn.

Çend nimûne li ser van xurdepaşan, ku mamoste şorevekirin:

1-Van ev gihitok bi xwe ji yê ku pez û sewalan xwedî dike û bi kar û xebata wan mijûle:

Şivan – yê ku karê bi şê û mê û pez dike (sewal ) an bi şev kar dike paskarê sewlan dike…..

Gavan – yê ku karê be dewaran dike, çi ga bin çi çêlek û golik bin, an gamîş û tiştên din bin.

Servan , serwan–yê ku karê bi deve û heştiran dike.

Bêrîvan – ya ku bi xwedîkirin û dotina sewalan ve girêdaye.

Nêçîrvan- yê ku bi rav û nêçîra lawirên kovî re mijole.. ji çûk , kew, keroşk, ….erê bi tebayê çolê ve.

 

2-Dar xuyaye ji şopa vê gihiştokê ku pir mêşinî ye..mînak

Dildar – yê ku bi dil mijole.. ango dilgirtiye.

Gihdar – yê ku guhê xwe xweş dibhîze , û fêr dibe, .

Çavdar – yê ku bi çav tiştan kare binerxîne.

Agehdar – yê ku bi hestê xwe şiyare .

Piştî mijar bi dawî hat helbestvan Hoşeng Osî , mamoste Cemal Şêx Baqî , Şêx Birîmce, bavê Kemîran, bi têbîn û rexnên xwe li ser mijarê şevê  û şaştiyên  di ware nivîsandinê , rêziman de, baş li ser  rawstiyan  û şevbuhêrk pê dewlemend kirin, bi rastî gotar bi xortî nehatibû nivîsandin lê deriyê mijûlbênê û li serrawestanê başvekir em bi hêvîne mamoste sere xwe hîn bêtir bi rêzimana zimanê xwe bêşîne û dîsa ên wek me bi xwe re bike hevbeş.

Şêx Birimce

Şam 29/8/2005

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]