|
1/12/2007 KOKTEYLA PÎROZKIRINA 20-SALIYA SARA'yê (Zarathustra News)
Roja 15-12-2007'ê, wê
20-saliya damezirandina Pirtûkxaneya Kurdî - SARA'yê were
pîrozkirinê. Li vê êvarê wê nûnerên Amnesty International'ê,
akademisyenên swêdî, nivîsevan û rojnamevan ji medya swêdî û kurdî
beşdar bibin. Êvara kokteylê navbera 13:00 ta 22:00 berdewam dike.
Li programa êvarê: pirtûk, govar, wêne, bade û çêj (tilltugg) heye. " Armanca nêzîk a Pirtûkxaneya SARA'yê bi erkdariya Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî li Stockholmê damezirandina yekemîn Pirtûkxaneya Kurdî Gelêrî ya li Amedê ye. Li ser vê riyê kar û xebat berdewam dikin. Ev xebat li buhara 2008'ê (Newroz), encam digire.
Li bernameya WEŞANÊN NÛ YÊN KURDÎ ya SARA'yê du pirtûkên kurdî yên
nuh hene, ku li nav sala 2008'ê derdikvin: Navnîshana Pirtûkxaneya Kurdî SARA yê ev e: Dalag.41, Odenplan-STOCKHOLM. Kesên bixwazin dikarin bi rêya telefonê têkiliyê bi Candan re deynin: 00 46 (0) 70 791 36 06. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |