|
2/3/2008 Gerînendeyê Nûbiharê Çevik: Em xwe nêzîkî tevayê rengên welêt dibînin Gabar Çiyan Ez li derveyî welêt dijîm. Berî serdana welêt, ez hewil didim ku cejnê olî li wir derbas bikim. Serê sibê zû, dawiya banga melê, amadekariya çûna mizgeftê, piştî çend qam nimêj, dua û xwestinên ji Xweda tê. Vekirina destên ber bi jor, kirina duayên bi hevre bi zimanê kurdî, zewqek mezin dide min. Ev çend car in ez nema wê tamê distînim. Îmamê mizgeftan li bajêr bêhtir rûpelên amade, bi tirkiya xwe a xirab duxînin, çend duayên erebî dikin û ji ber çavan wunda dibin... Lewma ez di rojên îna û cejna olî diçim gunda. Li weazên kurdî guhdarî dikim. Bi kurdî nêzî Xweda dibim. Ez Xweda çêtir fêm dikim.Girêdana me xurtir dibe û ew min çêtir fêm dike. Ez û Xweda, bi zimanê din ji hev dur dikevin. Her ku di mizgeftan de, tirkî û erebî zêde dibe, tirsa dilê min û wundabûna toreya medreseyên kurdî ku di mizgeftan de formek nû girtiye, zêde dibe. Ew tirs dibe nefret, dibe kîn, mezin dibe û berê xwe dide oldarên tirk-îhez, ereb-îhez û faris-îhez. Hêviyên me yên mezin hene. Yek ji wan jî Kovara Nûbiharê ye. Ez, bi heyecanek mezin li benda hejmara wê a nû radiwestim. Her hejmar hilmek toreyî dide min. Bêhna medreseyên kevnare jê tê. Ez wê weke berdewama toreya Xanî û Seîdê Kurdî dibînim. Ji turkî-îslamî û çarçefên erebî-îslamî dur e. Bi kurdî ye. Aliyên xwe yê olî bi zimanê me yê xweş belav dike. Hejmarek pirtûkên klasîk çap kirine û ji bo çand û dîroka me xizmetên baş kirine, dikin. Min zû ve dixwest, li ser xebatên Nûbiharê bi rêvebiriya kovarê re hevpeyvînekî bikim û li bersivên pirsên xwe bigerim. Me xwe gehand xwediyê Kovarê bi rêz Süleyman Çevik. Wî ji me re bi firehî qala kovarê û xebatên weşanxanê kir. Em vê sohbeta xwe ya xweş bi we re pay dikin: - Ji kerema xwe ji xwendevanên me re xwe bidine nasîn. Süleyman Çevik kî ye? Di rêvebiriya Nûbiharê de rola te çiye? Ez di sala 1965an de li gundekî Çermûga Dîyarbekirê hatime dunyayê. Ez bi eslê xwe ji Çermûgê me, lêbelê zarokîya min li Mêrdînê derbas bûye. Min mekteba destpêkê, navîn û lîse jî li Mêrdînê xwendîye. Di navbera salên 1985-1989 an de di Unîversîteya Marmarayê Fakulteya îletişîmê (ragihandin) de rojnamevanî xwendîye û jê mezûn bûme. Ji wê demê ve heta îro ez li Stenbolê dijim. Me di sala 1992ê de dest bi weşandina Nûbiharê kir. Ji destpêka kovarê heta îro ez di nav vî karî de me. Di despêkê de ez tenê berpirsîyarê kovarê bûm; ji jimara 20 an pêve ez xwedîyê Nûbiharê me jî. - Nûbihar çi demê dest bi weşana xwe kir? Armanca derxistina wê çi bû?
Me di meha Çirîya pêşin sala 1992ê de dest bi weşandina Nûbiharê
kir. - Heta niha çend hejmar derketine? Çiqas belav dibe, nêzîkbûna xwendevanan çawa ye? Heta niha 103 jimarên Nûbiharê weşandine. Em niha jimara 104ê amade dikin… Di destpêkê de ji sala 1992yê hetanî sala 2000î Nûbihar mehane bû. Du sala me navber da weşana xwe û dema careke din me di sala 2002yê de dest bi weşanê kir kovar kire sê mehane û rûpelên wê jî sê carî zêde kir. Nûbihar niha ji du hezarî zêdetir belav dibe. Xwendevanên gelek baş dixwînin hene. Me rexne dikin, yan jî tebrîk dikin. Mixabin hinek jî Nûbiharê distînin, lê naxwînin. Kurd, teralên xwendina zimanê xwe ne. Heta deh salîya xwe Tirkî nizanin, dema dibin bîst-sî salî îjar dibêjin em nizanin bi kurdî biaxivin, yan jî bi kurdî bixwînin… - Weşanxaneya Nûbiharê çi demê ava bû? Hûn bi giranî xebatên çawa hildibijêrin? Di dema hilbijartina berheman de pîvanê we çine? Hetanî niha çend pirtûk hatine çapkirin? Ya rast weşanxane heft meh berîya weşandina kovarê ava bibû. Hetanî me kovar weşand du-sê pirtûk weşandibûn. Lêbelê piştî ku me dest bi kovarê kir, kitêb ketine rêza diduyan û karê me yê aslî bû weşandina kovarê. Dîsa jî me heta niha 47 heb kitêb weşandine. Di weşanxaneya Kentê de jî 25 kitêb bi Tirkî weşandine. Em bi giranî xebatên dînî, çandî û edebî diweşînin. Di hilbijartina van berheman de pîvana me, dema ew xebat bi şiklekî me eleqedar bike, yan jî bi kurdî be em dihilbijêrin… - Nûbihar weke kovar û weşanxane, çiqasî gihiştiye armanca xwe? Hedefên we yê pêşerojê çi ne? Di 15 salên li pey xwe de em dibînin ku karê me gelek e. Bi bawerîya min heta niha li hember tiştên emê bikin tiştên me kirine pirr hindik in. Ez dibînim li pêşîya me pirr karê me heye. Lewra di her warî de valahî heye û divê tije bibe. Tiştê ez qest dikim weşangerî ye. Di her warî de, di her mijarê de, ji bo mezinan, ji bo zarokan, ji bo jinan kanê kitêbên me? Weşangerî nû ye ji bona me. Îmkanên me kêm in. Bi van îmkanan dîsa jî ez dibînim me gelek kareke mezin jî kirîye. Lêbelê karê me xelas nebûye, bi destûra Xwedê emê hê xebatên xweştir bikin. Di pêşerojê de klasîkên kurdan li gor eslê wan, çiqas ji me bêt bêkêmasî, em dixwazin çap bikin. Bi bawerîya min ev kar jî li Nûbiharê tê. - Weke hûn jî zanin, welatê me pirçand e, bi olên xwe yê cewaz rengîn e. Ji bo parastina van rengên xwezayî helwêstek çawa pêwîst e? Li ser weşandina mijarên wisa xeta Nûbiharê çiye? Bi bawerîya min divê kurd ji kok û bingeha xwe dûr nekevin. Mîrasa ku em li ser rûdinin divê em bizanibin ku ew çi mîras e. Nûbihar xwe dewama vê mîrasê dibîne… Di vê çerçewê de Nûbihar, xwe bi hemû rengên welatê xwe nêzîk dibîne. Her bawerî heta nebe sebebê şîdet û heqaretê divê bête parastin û hebûna xwe bidomîne. Divê di vê çarçewê de herkes bikaribe xwe îfade bike. Lewra Xweda bi xwe vî heqî dide herkesî. - Nûbihar navenda xwe li Stenbolê ye. Niyeta we heye ku hûn xebata xwe bibin welêt û li wir xurtir bikin, an a? Vê gavê em li Stenbolê xebatên xwe dikin; lêbelê dilê me, guhê me li welat e. Ya rast em li welat in bi hevalên xwe, bi nivîskarên xwe. Dibe ku di pêşerojê em navenda xwe jî bibin, lê niha tiştek wiha tuneye. Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |