NEWROZ

نوروز


21/8/2007

Bîranîna Mirovê Aştî û Dîlokê Dr. Ebdulrehman Qsimlo

Mafên mirovan û dadmendî ji tevan re, di bin siya cîhaneke aştiyane de, ev nama me ya sala 1990’ î ye ji bo PDK Îranê

13ê Tîrmehê daxeke reş di eniya rejîma Îranê de ye

Reşoyê Pîrê

Rojnama Agirî – Hejimar /68/ - 31,ê Tîrmehê 2007-an

Dema Îran ji hêla hêzên hevbend ve, di sala 1941’an de tê dagirkirin, pir guhartin pêk tên. Kurd wek netewe jî, hestê netewî li ba wan bilind dibe. Lewre jî, di sala 1945’an de, ji hêla nemir Qazî Mihemed û hin Kurdperweran ve, PDK Îranê tê damezrandin. Di demeke kurt de, PDK Îranê di nav gelê Kurd de, gul vedide û bi hezaran xort di nav refên partiyê de, cî digrin.

Li Urmiya – Kurdistana Îranê – Mihemed Axayê Wisoq,  Kurdperwerekî  bi nav û deng bû. Mihemed Axa di temenê 63 saliya xwe de, dizewice. Di 22’ê Tebaxa 1930’î de, -ji wê pîrekê- Ebdulrehman Qasimlo ji dayîk dibe. Di wê malê de, bi hestê Kurdperwerî perwerde dibe. Xwendina xwe ya seretayî û navîn, li Urmiyê kuta dike.

Li Urmiyê, temenê E. Qasimlo, wê hîngê negihabû panzdeh salî, xebata xwe ya siyasî -bi hevalên xwe re - sala 1945’an bi avakirina Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê li bajarê Urmiyê dest pê dike û dibe endamê PDK Îranê.

E. Qasimlo, di sala 1946’an de, ji bo xwendinê, berê xwe dide Tehranê û di sala 1948’an de, ji bo domandina xwendinê, li Parîsê bi cî û war dibe.

Piştî teqekirin li Şah li Tehranê, li Parîsê li dijî siyaseta desthilata Şahê Îranê, civîneke xwendekarên Îranê li dar dikeve, di wê civînê de, E. Qasimlo, bi hîz û berfirehî li dijî siyaseta rejîma Şah radiweste û li dawiyê nameyek ji wê civînê ji Şah re tê şandin. Li wir, bi alîkariya hin xwendekarên Kurd, E. Qasimlo Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa ava dike.

Bi boneya wê civînê û ji ber berjewendiyên xwe bi Îranê re, dewleta Fransa çavsoriya xwe li E.Qasimlo xuya dike, lewre, Qasimlo ji neçarî diçe Piragê, paytexta Çekoslovakiya. Li zanîngeha Piragê, xwendina xwe ya lîsansê, beşê civak û konevaniyê kuta dike. Di sala 1952’an de, dema desthilata Dr. Mihemed Musediq, ji bo xebata gelê Kud û gelên Îranê, birêz Qasimlo vedigere Îranê. Piştî rûxandina hukûmeta M. Musediq, xebateke dijwar, dijî desthilata M. Riza Pehlewî dike. Piştî pênc sal ji xebatê, ji nû ve birêz E. Qasimlo, berê xwe dide Ewropa. Li zanîgehên Parîs û Çekoslaviya doktora – beşê aborî- distîne û piştre li zanîgehên Parîs û Piragê mamostetiyê dike.

Li Ewropa, di ber xwendina xwe re, bi dil û can, bi kar û barê partiya xwe radibe û di navbera Ewropa û Kurdistanê de, tê û diçe. Di kongireya sêyemîn ya PDK Îranê de, Ebdulrehman Qasimlo wekî Sekreterê Giştî tê hilbijartin. Li ba Ewropiyan, Dr. Qasimlo, wekî siyasetvanekî pispor di doza Kurdî de, tê nasîn.

Piştî daxuyana 11’ê Adara 1970’an ya di navbera desthilata Îraqê û PDK’ê de, Dr. Qasimlo ji bo birêvebirina rêxistina PDK Îranê, ew û hin hevalên xwe, li Kurdistana Îraqê bi cî û war dibin.

Bi xebata hemû gelên Îranê textê rejîma M. Riza Şah, di Şibata 1979’an de, hildiweşe, Xumeynî ji Fransa vedigere û desthilatê distîne û gelên Îranê ji zilm û zora rijîma Pehlewî rizgar dibin. Di wê demê de, piraniya zeviyên Kurdistana Îranê, bi xêra lihevkirina PDK Îranê û Komelê ketin destê Kurdan.

E. Qasimlo vedigere Kurdistana Îranê. Bi hestekî berpirsiyar û zanistî, li ber pirsa Kurdî, di Kurdistana Îranê de radiweste û bi bîr û bawerî ew û hevalên xwe, pirogirameke aqilmend, li gorî merc û heyamê heyî, ji Kurdan re datînin. Û dirûşma - Demokrasî ji Îranê û Otonomî ji Kurdistanê re- hil didin. Porogiram û dirûşmên partiyê ya aqilmend, dibe sedema sereke ji piştgiriya dostan li welatên biyanî, ji Kurdan re. Gava E. Qasimlo, diçe Ewropa, komeleyên mirovdost, pir kesên siyasetvan û akademîk rêz û hurmetê jê re digirtin. Bi saya Qasimlo, dengê Kurdistana Îranê giha derve û deriyên piştgiriyê jê re vebûn.

Piştî biserketina rejîma Xumeynî û amadekirina destûrekî nû ji welêt re, E. Qasimlo dibe endamê Meclîsa Xîbregan û kar û barê xwe dike ku nama Kurdan (cihê her kesî ji bo kar û avakirinê di vî welatî de heye) ji wê komîteyê re pêşkêş bike. Lê, Xumeynî, pêşniyara wî napejrîne û dibêje: ev nûnerê Kurdan dijminê Xewdê ye.

Şoreşa Xumeynî, weke hemû desthilatên Rojhilata Navîn, armanc û daxwazên gelên Îranê û bi taybetî yên Kurdan bin pê dike. Di 19.08.1979’an de, pêşengê şoreşa Îslamî, Xumeynî, fermana cîhada muqedes (cîhada pîroz) li dijî Kurdan li dar dixe û dibêje: Kurd gawir in, dijî armancên şoreşa me ne!?. Lewra jî berê keriyên şoreşê, dide gelê Kurdistanê. Bi hovîtî, mîna Holako, gund û bajar wêran kirin, bi hezaran kuştî û birîndar ji gundiyan ketin. Pêşmergên PDK Îranê û Komelê bi cangorî li hember şerê hovên Xumeynî sekinîn. Lê, hovîtiya keriyên derkevanên Xumeynî, bi hovîtî şer ajotin ser Kurdan. Li hember wê şerê har û ji ber parastina gelê Kurd, herdu hêzan PDK Îranê û Komele neçar bûn ku şerê xwe bi hêzên Xumeynî re rawestînin. Piştî rawestandina şer, valahiyeke mezin di Kurdistanê de çê bû. Derkevanên şoreşa Xumeynî, Kurdistan kirin zîndaneke mezin, bi hezaran kes îdam kirin û avêtin zîndanan.

Di vir de, pirsa herî girîng xwe davêje holê, gelo ma armanca hemû şoreşên cîhanê çi ne!?. Ne armanca wan şoreşnan, ji bo parastina mafê morovan e?. Ew mirovî ji her tiştî buha û girîngtir in!. Lê armanca şoreşa Xumeynî cudatir e!?.

Di sala 1980’an de, şerê Îraq û Îranê dest pê dike. Di bin siya wî şerî de, herdu desthilatên Îran û Îraqê, gund û malên Kurdan wêran dikin. Di dawiya wî şerî de, herdu desthilat ji hev ketin û li ber nefesa dawiyê bûn. Li pêş vê rastiyê, desthilata Îranê bi pîlan, têkilî bi PDK Îranê re lidar xistin. Gera yekem ya civînan, di 28 û 30’ê Berçile ya 1988’an de, li Viyena li dar ket, berhemên wê civînê pir baş bûn. Civîna duyem di 20’ê Çileya 1989’an de li dar ket. Di wê civînê de, xuya bû ku Otonomî ji Kurdan re pir nêzîk e, tenê şêweyên bikaranîna wê dimîne. Piştî şeş heyvan, Dr. Qasimlo di Kongireya Enternasyonala Sosyalîst beşdar dibe. Desthilata Îranî, careke din ji PDK Îranê dixwaze ku civînê bigre. Di 12’ê Tîrmeha 1989’an de, hevdîtin li Viyenê pêk hatin. Di vê civînê de, ji bilî herdu nûnerên Îranî yên berê Mihemed Cefer Sehrarodî, cîgerê serokê parastina leşkerî li Kurdistanê û Hacî Mistefa Lacwerdî serokê parastinî li seranserî Kurdistanê û mirovekî dî yê bi navê Emîr Mensûr Buzorgiyan û ji hêla PDK Îranê ve 2 kes, birêz Dr. Qasimlo, Ebdula Qadirî Azer nûnerê PDK Îranê li Ewropa û Dr. Fazil Resûl ji Kurdistana Îraqê beşdar dibe. Roja din, 13’ê Tîrmehê, li seet 19.30’an, li cihê berê, hersê nûnerên Xumeynî, bi hov û xinanî, Dr. Qasimlo, Ebdula Qadirî Azer û Dr. Fazil Resûl xwîna wan diherikînin û şehîd dikin. Û ji wan, Cefer jî birîndar dibe û di nexweşxaneyên Viyene de tê dermankirin. Lê, mixabin, desthilata Nemsa, piştî dermankirina wî di nexweşxanê de, wî ber didin û di 22’ê Tîrmehê de, direve Îranê.

Di navenda Ewropa, dema guftûgo ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsa Kurî di Îranê de, hovên dewleta Îslamî vî karê teror dikin û kes jî ji wan nayê girtin û cezakirin. Tevî Emîr M. Buzorgiyan, çend rojan tê girtin, ji ber karê wî yê teror, lê mixabin desthilata Nemsa, ji bo berjewendiyên xwe bi Îran re, kujer Emîr ber didin û ew jî direve Îranê.

Ji edetên nemir E. Qasimlo, di her hevdîtineke bi nûnerên desthilata Îranê re, ew hevdîtin belge ( tescîl) dikir, da ku ji hevalên xwe re xuya bike. Bi xêra wê aqilmendiya nemir E. Qasimlo, deziyên wê gunehkariya hovên Xumeynî hatin belgekirin û dadgeha cîhanî pê zengîn kir. Piştî wê bûyerê, rojnemevan û dîrokzanê Firansî yê bi nav û deng, Kirîs Koçîra, wê begeyê dinivîse û di rojnama Lomond ya Firansî de diweşîne.

Di wê belgeyê de, baş dixuye ku Kurd ne şerxwaz in, aştîxwaz in, daxwaza mafên Kurdan û gelên Îranê dikin. Lê, zimanê hov û teroran quşînên jîndar in, ne diyalog û guftûgo ye!?.

Di 20’ê Tîrmehê de, bi beşdariya 2000 mirovên ku ji hemû deveran hatine, - Kurd, Ermen, Azerî, Turk, Faris û Ewropî- lehengên Kurd, Dr. Qasimlo û Ebdula Qadirî Azer di goristana Komonta Parîsê de tên veşartin.

Li ser gora şhîdên leheng, ev peyamên jêrîn têne pêşkêşkirin:

1-      Peyama nûnerê Deftera Siyasî a PDK Îranê, Ebdula Hesenzade.

2-      Peyama Wezîrê Karê Mirovatî yê li ba Serok Wezîrê Firansî, Birnard Koşnêr.

3-      Peyama Sekreterê Komeleya Giştî ya Efûya Navneteweyî yê berê Tomas Hemrbîrk.

4-      Peyama Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navneteweyî ya Mafên Mirovan, Patrîk Bodwan

Jêder:

1-      Çil sal xebat ji bo azadiyê, E.Qasimlo. Wergêr Ezedîn Resûl.

2-      Pirtûka, E. Qsimlo, mirovê dîlok û aştiyê. Wergêr B. Êva

3-      Kovara El-Hîwar , hejmara cêwî (44-45), Havîn û payîza 2004 an

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]