NEWROZ

نوروز


6/9/2007

Xwîşk û birano ………

 Îro em di hembêza Efrîna buha , li gundê Maratê yê xebatkar dighên hev ,ta ku em bi rêz û hurmet û bejintewandî li pêş koçberkirina mûmeke ji mûmên Efrîna sermedî bisekinin , û xatirê xwe ji mirovekî ji xelkê çiyayê kurmênc ve naskirî , nimûnak ji welatperweriya durist , û simbolek ji simbolên xebata niştimanî ya Kurd li Sûriyê bixwazin . Ew jî xebatkarê koçberkirî , mamoste Edîb Ibrahîm e .

Wendayê me yê buha , perwerdeyê nifşan , xwedî sinciyê baş û bilind , evîndarê gelê xwe , û bi welatê xwe Sûriyê re dilsoz bû . Nemirê me di destpêka xortaniya xwe de , derbasî nav refên Tevgera niştimanî ya Kurd bû , ji ber baweriya wî bi dadmendiya doza gelê xwe yê Kurd li Sûriyê . Ew endamekî bi nav bû di rêbertiya Tevgera Kurd e , û nimûnak ji fedekariyê re , bi hertiştê buha , di ber doza gelê xwe de bû . Wî koçberî , di dema xebata xwe li welêt de , hemî rengên zorên derûnî û arziyê didîtin , ta ku sersedema ku , welat û gelê xwe berde û li welatê biyaniyê (Almaniya) bibe koçberekî siyasî , û li wir jî di ber doza gelê xwe de , ta mirinê berxwedanê bike .

 Bi navê Eniya Demoqrat a Kurd û Hevbenda Kurd li Sûriyê , em xwe , gelê xwe yê Kurd , xwediyên wendaker , hogir , û hevalên partiya wî ( Partiya Yekîti Ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê ) sersax dikin û aramiyê ji wan re hêvî dikin .

Û em ji xwedê lava û hêviyandikin da ku , di buhuştên xwe de bi cî bike .

Û sipas .

-Hevbenda demoqrat a Kurd li Sûriyê

-Eniya demoqrat a Kurd Li Sûriyê      

***********************

Gotina Partiya Yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

Xwîşk û birayên hêja

Rêz û hurmet ji we hemiyan re, ji vê hazirbûna we ya giranbuha re, ji gundê Maratê re. Bila serê we hemiyan sax be.

Mamoste Edîb Ibrahîm ê ku, di nav hevalên xwe de, bi Edîbê Maratê dihate naskirin, netenê berketiyê Maratê û herêma Kurdaxê bû, lêbelê , berketiyê miletê xwe yê Kurd û welatê xwe Sûriyê bû, merovekî welatparêz, demokrat û mirovhez bû. Ew ji neçarî, ji ber nexweşiya xwe , berê xwe dabû xerîbiyê, lê hiş û dilê wî li cem we bû, bi axa welêt û xelkê xwe re bû. Daxwaz û hêviya wî, ew bû ku, di mezela gundê Maratê de were veşartin.

Rehmetî, hêja kek Edîb, di dilan de, cî girtibû, bi sedan, bi hezaran kes, ji Kurdaxê, Kobaniyê, Cizîrê û li Awropa  jê hezdikirin, ji ber ku, rehmetî, hevalekî dilsoz, rastgo û merd bû, bi dilûcan li zimanê dê, dibû xwedî û li dirêjahiya bêtirî 35 salan, di kar û xebatê de, berdewam bû, xemxwarê milet û partiya xwe bû, hergav li dijî keysebazî û serberdayetiyê bû, loma jî, li ba heval û rêxistina xwe mabû  ciyê rêzgirtin û hezkirinê.

Ji berî barke û here Almaniya, li gelek gundên Kurdaxê mamostatî kiribû, têra xwe , xwe diwestand û bi herhawî dixwest ku, xwendevan haj xwendina xwe hebin, bixwînin, pêşkevin û wenda nebin. Hêja Edîb Îbrahîm hevalekî cefakêş û nefis biçûk bû, tim û tim, xwe dêndarê miletê xwe didît. Bi dilsozî siyaseta parta xwe diparast, biratiya Kurd û Ereb, parastin û pêşketina Sûriyê, lihevkirina hêzên welatparêz û demokrat, jê re doz û armanc bû, hevalekî têgihaştî û bîrewer bû ,hevalê hevalê xwe bû .

Çûna kek Edîb netenê xisara malbata wî û gundê Maratê bû, lê belê xisara Kurd û Ereban, xisara Sûriyê û tevgera demokrat bû.

*  Bila serê xwîşk , bira û mervên Kek Edîb sax bin .

*  Dost , heval û hogirên partiya wî û tevgera Kurd xweş bin.

*  Herdu kurên rehmetî, Pêşrew , Zardeşt û diya wan xweş bin

*  Heval Edîb ji bîr nabe.

*  Hûn tev bijîn bona biratiyê, bona Aştî, Azadî û Wekheviyî.

Û sipas ji guhdariya we re .

26-08-2007

***********************

Gotina Rojnama Newroz

Xwîşk û birayê hêja û delal

Di 18 vê Tebaxê de, li dûriyê, Almaniya, Kurdhezek, partîzanek û zimanhezekî Kurd, ji nav me barkir û çû ser dilovaniya xwe. Û îro, di 26 ê tebaxê de, li mezelê gundê Maratê , li bin dara reş tê veşartin.

Kurd dibêjin : Ga dimrê çerm dimînê, mirov dimrê nav dimênê

Çînî dibêjin : Mirinek heye bi giraniya perekî û mirinek heye bi giraniya çiyakî  . Di rûyê we tavan re xuyaye ku, barkirina kek Edîb çiqas girane. Ji ber ne ji xwere bû, ji we re, ji gundê Maratê, gelê xwe  û ji welatê xwe Sûriyê re bû.

Baş li bîra mine ku, di sala 1972 an de, kek Edîb, hejmarên Gulustana Seydayê Cegerxwîn hembêzdikirin û ji dost û hogirên xwe re dixwandin û di dûre bi elfebaya APo Osman Sebrî jî,  xwendekar hoyî zimanê dê dikirin.

Di sala 1995 an de, civatek li Helebê geriyabû , yek ji beşdaran kek Edîb bû, ji berhemên wê civatê, yekem rojname bi zimanê dê Newroz bû. Kek Edîb bi pênûsa xwe rûpelên Newrozê dixemlandin. 

Û sipas ji guhdariya we re.

 *********** 

Gotina rêxistina Kobaniyê ya Partiya Yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

Gelî camawerê hêja….!

Dost û hevalên hêja ….!

Em zor xemgîn û cav bi hêsirin bû kockirina lawê kurd , lawê gundê MARATA delal,nemir EDÎB ÎBRAHÎM  (bavê pêşrew)

Gelî guhdarên hêja….!

De ka em ji xwe bipirsin çima em tev îro di nav goristana gundê  MARATÊ de li ser gora hevalê hêja EDÎB li hev dicivîn, ji ber ku xebatkar bû û hemî temenê xwe kiribû xizmetî  gelê kurd û ji roja rojêde bê dûdilî xebata xwe ya rojane li gor rêbaz û armancên partiya xwe li dijî pîlan û pirojên awarete yên ku rêjîma sûriyê di dermafên gelê kurd bi karanîn .

Gelî beşdarên birêz ….!

Dive em bawer bikin ku mirin her mirine lê ya mirovê xebtkar, rewşenbîr, dilhezê gel û welatê xwe ziyanek û valabûnek zor mezin bi kocbarkirina xwe re tînê holê , lê em Karin bêjin ku hevalê EDÎB (BAVÊ PÊŞREW) bi can û laşê xwe ji ber cavên me dice, lê kar û xebata hevêl ku li hemberî karbidestên sûriyê yê ku netewa kurdî ta roja îro ji hemî mafan bê parkirî di nav dost, heval û hogirê wî jîndayî dimînin.

Bi rastî em çiqas bipeyvin em nikarin di demek wiha de kiryarên baş û xweş yên hevalê EDÎB ji hev re bijmêrin ji ber ku her yek ji beşdaran hinek ji wan kiryaran li ba heye .

Em soz didin bavê pêşrew ku dê partiya wî her li ser wê riya kurdayetiyê bimîne , û kesên wekî wî yên bimînin stirkin geş di asmanê kurdistanê de.

Li dawiyê bi nave RÊXISTINA KOBANIY YA PARTIYA YEKÎTÎ YA DEMOKRAT A KURD LI SÛRIYÊ  serê xwedî , heval, hogirên bavê pêşrew saxbe û aram ji dayîka pêşrew û herdu zarokên wê (pêşrew- zaredeşt) re

Û sed hezar silav li giyanê wî be û ciyê wî bihuşt û gul û rihan be .  

RÊXISTINA KOBANIY YA PARTIYA YEKÎTÎ YA DEMOKRAT A KURD LI SÛRIYÊ

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]