|
29/7/2007 50-î Saliya avakirina rêxistina siyasî a kurd a yekemîn li Sûriyê Sînorê Yekta Rojnama Newroz – Hejimar /74/ Li 14-ê Hizêrana 1957-an , li bajarê Helebê civateke dîrokî ji heft camêran dihate lidarxistin , tê de , biryara damezrandina partiyeke siyasî û demokrat di nav kurdên sûriyê de erê dibû . Ew heft camêr jî evên he bûn: Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Hemîd Derwîş, Mihemed Elî Xoce, Xelîl Mihemed, Şewket Nesan û Hemze Niwêran. Û hêjayî gotinê ye ku , qonaxa ji berî 1957-an , bi çalakiyên hinde komeleyên rewşenbîrî û civakî hatibû zengînkirin , digel rola derçûna kovara Hawarê li ser destên bedirxaniyan li Şamê û belavbûna hejmarên wê di nav xwendekarên kurd de . Piraniya xelkê li seranserî herêmên kurd berê xwe didane vê partiya nû , û bi dilgermî jê re dibûne alîkar û piştgir. Kêm-zêde piştî salekê ji aşkerekirina damezrandina partiyê , herdu camêrên navdar Dr.Nûredîn zaza û helbestvanê gelêrî Cigerxwîn (Mile Şêxmûs) derbazî nav rêzên rêxistina partiyê dibin û dibine egera ku hê bêtir rola partiyê di nav gel de geş bibe û bêtir ciyê xwe bigre. Karbedestên dewletê bi diltengî û çavsorî li liv û hebûna vê partiya kurdan dinihêrîn û tevdîrên tund li dij distandin , dixwestin ji hev bişelînin , ji hev bixin û ji ortê rakin , lê nikarîbûn . Ji ber ku ne tenê rêxistineke siyasî bi rêvebiriya çend ronakbîran bû û hew , lêbelê bûbû rêxistina gel , partiya civaka kurd , partiya xwendekaran, ya cotkar û gundiyan , ya hinde mile , şêx, axa û began , ya xortan , mêr û jinan , partiyeke netewî kurdhez û demokrat bû , lewre jî berdewam dibû û dijî , tevî ku bûyer û qonaxên ku tê re derbaz bûye bi êş û zor dijwar bûn , nemaze ji hevcudabûn , pirsa program û xêza siyasî , pirsa em çi dixwazin û berê me li kû ye? zordariya girtinan û jiyana di girtîgeh û zîndanan de , rola têkliyan bi siyasetvan û kurdên kurdistana Turkiyê , Îraq û Îranê re , şêweyên kar û xebatê û şopandina jiyana hundir rêxistinê û vebrajtina kadroyan , tunebûn û xizaniya jêderên diraviya partiyê …hwd. Divê bête gotin ku ev reng babet , mijar û pirsên weha bi hewcey rawestin û lêkolînên zanistî ne , ciyê wê ne ev sergotara ye . Eve pêncî salin kar û barê rêxistinî , siyasî û rewşenbîrî , di nav gelê kurd de li Sûriyê , di heyameke pir dijwar û awarte de digere , û roj bi roj, xelkê kurd berê xwe dide tevgra xwe ya netewî ya demokrat , bihêviya ku , zor û setemkarî ji ser rabe , hebûna wî di destûra Sûriyê de bête pejirandin , rê li ber bikaranîna zimanê kurdî di dibistan û zanîngehan de vebe , bi Aştî , Azadî, Wekhevî, û bi Rûmet bijî. Di vê pêvajoyê de , ji gelekan ve , ji xêrxwaz û xêrnexwazan ve , baş dixuye ku , siyaset û çalakiyên Parta Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê di nav gel û tevgera kurd de , bi erênî ciyê xwe girtiye , û her diçe şax û rêçên xwe di gund û bajaran de cî digrin , û di raya giştî ya Sûrî de jî , bi rêz û hurmet tête nasîn , li zimanê dê bûye xwedî, li pêdiviya danheva tevgera kurd bi dilsozî xebitiye û her dê bixebite, li beramber siyaseta şoven û setemkar bi erkên xwe rabûye û her dê rabe , herdem xebitiye ku rê li ber keysebazî û bazirganiya bi diruşmên netewî – kurdistanî û partîtiya teng bigre , û bide zelalkirin ku pirsa kurd li Sûriyê xwedî taybetmendiyek berçav û aşkere ye , û çaraserkirina vê pirsa me ya dadmend , tenê di peydakirina heyameke demokratîk û mirovane de , serê xwe dibîne . Lewre jî , di 1957-an de gava ku yekemîn partî dihate avakirin , peyva demoktratî di navenda wê de bû , û pêwîste em bi bîra xwe bînin ku , wê hîngê peyva demokrasiyê di edebiyat û jiyana siyasî a Sûrî de , kesî bi hesanî nikarî bû , anjî pê nebawer bû ku bikar bîne , ji ber ku , çanda serdest , çanda partiyên wê hîngê , mîna parta Be,is , komonîst , Îxwan mislimîn , Nasirî û Qewmî Sûrî bû û hew. Vêca, pir hêja û ji mafê me kurda ye ku , em jî li Sûriyê , li doza demokrasiyê xwedî derkevin , parta me jî ligel partiyên dî yên tevgera kurd , bi rêz û hurmet li pêncî saliya damezrandina yekemîn rêxistina siyasî a kurd , bibe xwedî , kumê xwe jê re deyne û bejna xwe ji vê bîranînê re bitewîne. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |