NEWROZ

نوروز


23/8/2007

Hevalê min Edîb

Ciwanemergê çiyayê Kurmênc

Dr.Rozad Elî

/ 21.8.2007

Tevî ku ez ne olbawer im yan mîna Kurd dibêjin xudan dest im, lê li mirov eyan dibe.

Şeva 18 tebaxê yanê berî hevalê min Edîb jiyana xwe ji dest bide bi şevekê, ez di xew de li nav bajarê Efrînê wî dibînim, em berve hev tên, silaveke germ didin hev. Ew bi tendurustiyeke baş bû û hîn di ciwaniya xwe de bû, wekî ku çawa min ew cara yekê di sala 1974an de di civîneke partî de wek berpirsyarê xwe nas kir, ew wilo bû. û wekî ku çawa em di civîna desteya rojnama Newrozê ya yekê û ya dawîn de jî bûn, berî biçe Eurupa, ew wilo bixwe bû. Ne ew helwest û bîranîn bi tenê, helwesteke wî ye din jî ji bîr nabe; Li demekê, asayişên destlatê rêk digirtin û li belavokên partiyên Kurdî digeriyan, heval Edîb jî berpirsyarê devera Reco bû, rojekê ez jê pirsîm, min gotê, hevalê Edîb tu çawa belavokan digihînî hevalên wê deverê, got, Pêşrewê min heye, ez zaroyê xwe Pêşrewê ku heft heşt salî bû, bi xwe re dibim, belavokan dixim çenteyê pirtûkên wî, li pişta wê dikim û em diçin gundan. Ew helwest, bawerî, mêranî û ew Pêşrew qet ji bîra min naçe.

Eger Kek Edîb ne wilo ba, minê çwawa ew di xew de bidîta. Bi sedan heval û dostên me hene, çi çûne derve û çi jî hîn li welêt in, digel ku rêzdariya me ji hemiyan re heye, lê çima helwest û pêdariya wî jî bîra me naçe ta radekê ku em xewnan pê bibînin.

Hevalê Edîb xwedanê baweriyên netewî û pêşverû û azadane bû, bi hişkî li dijî zulmê û siyaseta dewletê di tenga Kurdan re disekinî. wê lomê jî, di gel ku dîploma dîroknasiyê pê re bû, lê ew ji hêla destlatê ve wek merovekî gunehkar dihat jimartin û wezîfe jê re qedex bûn. Ji ber wê jê, wî demek dirêj li bajarê Helebê, wek pasewanê karxanekê kar kir, di wê demê bi xwe, digel rewşa wî ya aborî ya tenik, û digel ew endamê komîta herêmî ya partiya Yekîtiya Demoqrat bû jî li bajarê Helebê, dîsa mala wî ji hemî hevaln re vekirî bû.

Birastî kek Edîb mîna dareke sindîganê bû, di dilê çiyayê Kurmênc de, di dilê Efrîna xopana de, tamarên bawerî û sinciya xwe kûr berda bûn û ji Kurdayetiya xwe hilnedibû, ji heval, dost û hevalên xwe re hîmekî merovatiyê yî pir buha bû, û di nav hevalên xwe de cihê rûmetê û pesnê bû.

 Lê mala nexwaşiyê bişewite, berî vê bi nêzîka deh salan, ew neçar bû berê xwe bide welatê xerîbiyê û li Aleman bimîne. Lê mirin mirine, çi li vir û çi li wir, wê li dawiyê amanetê xwe ji nav me hemiyan bir.

Kek Edîb, tu di jiyana xwe de bi mêrantî bi erkên xwe rabûyî, te nama jiyana xwe bi serbilindî û ta dawiya jiyana xwe ajot, xwezî her merovek li dawiyê wek te bi dilekî geş, bi hêviyên bilind her ser dilovaniya xwe.

Em li welêt, li Efrîna xopan li benda te ne, emê hêstiran bibarînin, lê dê hêstirên serbilindiyê, baweriyan, merovatiyê û hevaltiya rastînkî bin. Heval û dostên te, şêniyê gundê maratê, belê hemî welatperwer û azadîxwaz li benda darebesta te ya pîroz in.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]