NEWROZ

نوروز


21/8/2007

Terorîzm û hovîtiya li Şingalê

Zarathustra News Servîce, Stockholm

Gabar Çiyan

Gerînendeyê Giştî

Gelê kurd, bi dewlemendiya xwe a çandî û toreyî, bi bawerî û dîyalektên xwe yên cewaz darek gula ye, şax vedaye û gulên xwe pir reng û bêhn in. Êzîdî yek ji wan rengên bingehîn e. Parastina vî rengî wezîfeya me tevan e. Pir giring e ku bê zanîn û ev yek bibe bendek ji qanûna bingehîn a Herêma Kurdistanê ku, "Êzîdî xwediyên esîl yê Kurdistanê ne. Parastina Êzîdîtiyê di bin garantiya Dewleta Kurdistanê de ye".

Bûyera ku li Şingalê pêk hatiye berê xwe li hebûna kurda ye. Dixwazin pir rengînbûna li welatê me têk bibin. Teror, anku hovîtiya ku berê xwe daye jin, zarok, pîr û kesên sîvîl nikare bê pejirandin!..

Mixabin e ku terorîzm, ne tenê pirsgirêka kurda ye, lê problemek navnetewî ye û bi hêza ewlekariyek e normal ya dewletê nikare bê rawestandin. Hêzên terorîst, îro, ji bo rawestandina referandûma Kerkûkê çalakiyan pêk tîne û sibê jî dikare daxwaziyên xwe rengekî din bistîne. Ji ber vê yekê, şerê li dijî terorîzmê ne li ser bingeha hedefa wan ya îro tê kirin. Şer ji bo parastina berjewendiyên netewî tê kirin û pêwîstiya xwe bi polîtîka û biryarek e netewî heye. Pêwîst e gel pê bawer be ku polîtîka li dijî terorîzmê dê tenê berê xwe bide terorîzmê û ev yek ji bo parastina berjewendiyên netewî tê kirin. Ji bo şerekî wisan, pêwîstî bi ewlekariyek e taybetî, anku "şaxa li dijî terorîzmê" heye. Şax, li gorî qanûna bingehîn xebatên xwe dike û tenê ji serokê dewletê û berpirsiyarê şaxê emir distîne, bi wan re kar dike. Şax ji aliyê pisporan ve tê îdare kirin. Di nav wan de pisporên ewlekariyê, polîs û leşkerên pir taybetî û hêzek elît ûhwd. hene. Hevkariya wan bi dezgehên dewletê û welatên dost re hene. Zaniyariyên piralî li ser xebatên welatên neyênî berhev dikin. Hayê xwe ji kes, kom û hêzên ekstrêm (tuj, pirhişk) li welatê xwe heye...

Şaxa li dijî terorîzmê, herdem li pêşiya terorîstan e. Ne li benda êrîşên wan in. Ew bi xwe êrîşê dibin ser malikên (hucre) terorî. Hêza wan dixin bin kontrolê. Koka wan ziwa dikin û mafê jiyanê li hundirê welêt nadine wan. Ev tev bi plan û program têne kirin...

Pir giring e ku Hikumeta Herêma Kurdistanê, ewlekariya herêmê ji nû ve raçav bike û kêmasiyên hene li gorî dema nû serast bike. Û sûcdaran ceze bike...

Wahşeta ku li Şingalê hatiye kirin çi ol, çand û wijdan nikare qebûl bike. Em vê êrîşa hovane protesto dikin. Ji xwîşk û birayên xwe yên Êzîdî serî saxiyê dixwazin. Yezdanê Heq sebrê bide malbatên bi kûl û keder.

Di rewşek wisan de baş e ku bê zanîn: Êrîşa li hemberî Êzîdiyan berê xwe li tevayê kurda ye. Helwêsta me diyar e, Êzîdî ne bi tenê ne û EM JÎ ÊZÎDÎ NE!

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]