NEWROZ

نوروز


2/3/2008

Beşek ji xak û nijada me a jibîrbûyî: Kurdên Xoresanê

Hevpeyvîn bi nivîskar Şoreş Reşî re

Zarathustra News

Şoreş Reşî endamê Enstîtuya Kurdî a Stockholmê ye. Ji nivîskartiyê bêhtir, bi aliyê xwe yê lêkolînerî tê nasîn, xurt e. Bi xwe ji kurdê Anatolia navîn e. Li ser dîroka sirgonkirina/ajotina kurda û kurdên li derveyî Kurdistanê, lêkolînên xwe hene. Xebatên Reşî weke pirtûk jî derketine...

"Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê li Almanya" bi Şoreş Reşî re li ser kurdên Xorasanê hevpeyvînek pêk anî. Diyar e ku pirsa kurdên Xorasanê weke pirsa kurdên din herdem bala me kişandiye. Ew, beşek ji laşê me û ji xwîna me ne. Lê beşek jibîrbûyî ne. Agehdariyên me li ser wan ne pir alî bû...

Nivîskarê hêja Şoreş Reşî çend caran çû Xorasanê. Li wir lêkolînên berfireh kir.

Em beşa pêşî ji vê rêzehevpeyvîna hêja bi xwendevanên xwe re pay dikin. Gelek spas ji rêvebiriya Enstîtuya Kurdî li Almanyayê ku mecal dane me, ji bo belavkirina vê xebata hêja.

- Bi qasî em agehdar in ev çend sal in tu li ser kurdên sorgonê lêkolînekê dikî, ji bo vê ev du carin tu diçî Xoresanê. Fikra vê seferê çawa çêbû, têkiliya vê bi rewşa gelê kurd ya van salên dawî re ku gelekî hatiye guhertin, çendî heye.

Nêzikî deh salane ku ez li ser “Dîroka Kurdên Koçber” lêkolînekê dikim. Di ber vê xebatê re min dît ku kurdên li navênda Anadolê, Rojavayê Kurdistan, Xorasan û Kevîya Behra Kesk û Rojavayê Sûrîyê ji hev veqetîyane. Yanî ji çend zendên (konfederasyon) kurdên parçebûyî ne û li erdnîgarîyeke gelek fireh ji hev belabûne dijîn.
Helbet û bê gûman, fikra vê bi peşketina Tevgera Azadîxwez (TA) re jî heye. Demeke dirêje ku ez endamê KNKê me û demeke jî berpirsiyarê Komîsyona Kurdên Koçber bûm. Di vê xalê de karê netewî û entresa min ya ji bo ê lêkolînê gihiştin hev. Yanî him ji bo KNK him jî ji bo lêkolîna xwe ez dû caran çûm Xorasan û Gîlanê. Ew herêm wek “koda reş” a kurda ye. Pir hindik tekîlî bi dervê re û bi kurdên beşên din re pêk hatine; min jî xwest vê koda girtî ji xelkê me re vekim.

- Çûna Xoresanê cesaretê dixwaze. Lewra Xoresan îro herêmeke di bin nifûs û deshelatdariya rejîmekî gelekî dijwar de ye. Çûna welatekî wuha birîsk e. Em zanin bê heta niha çend rojnamevan li Iran û welatên mîna Iranê hatine kuştin.

Rast e. Bi taybet jî, hevalên min ên ji Rojhilatê Kurdistanê gelek hewl dan ku ez nerim û ez dame tirsandin. Mafê wan jî hebû…Hinekan digot: “Yê te bavêjin zîndanê, şeş mehan kesek nikare şopa te bibîne!” Fikarên bi vî rengî gelekbûn. Lê ruh û bahweriya ku me ji TA girtiye, ceserata ku me ji xort/keçên leheng girtiye bi evîna lêkolînê ve gihişt hevûdû û êdî asteng û berhelistên li ser rê hew li ber çavên min xwiya bûn, min giş ji bîra kirin. <
Bi rastî, mirin jî min dabû ber çavan. Ji bo vî miletî, ji bo bîr û bawerîyên mezin, pêvîste mirov tirsê ji dilê xwe baveje. Hêjaye mirov bavêje. Bifikirê ku; 500 sal in bira jihev qetandine û haya yekî ji yê din nîne! Li hember vê polîtîkayê û vê taritiyê pêwiste mirov bi cesaret be, bi biryar be û ronak tevbigere. TA azadî ev bîr û bawerîya daye min ku: ez ji nezanîyê, bindestîyê û koletîyê bitirsim;ne ji tiştekî din …

- Em hinekî hestên te, paxav û mitaleyên te ji dema te bilêta xwe kirî û tu li balafirê siwar bû, heta tu gihayî Tehranê em bipirsin. Rûniştina di balafirê de, wextê rêwîtîyê, daketin û pêşwaziya te ji aliyê kurdên Xoresanê....

Heyecaneke mezin bû; welatekî nû, zimanekî nû û civakeke nû bû. Mîna ku tu çavên xwe bigrî û xwe bidî nava şevaka tarî…Lewra min nedizanî ez dê bi çi re rûbirû bimînim; li ku bijîm, bi kijan zimanî xwe îfadê bikim…

Sibeha ku ezê herim, ji heyecanê zikê min dêşiya; di balafireke 500 kes tê de em firîn. Li kêleka min jineke farisa li Ûnîversîta Uppsala dersdar rûniştibû. Heta wir min hinek agahî jê girtin. Jineka modern û ser vekirî bû. Dema em nêzikî Tehranê bûn, serê xwe girt û êdî bi min re neaxifî. Min zanî ku êdî ew naxwazê bê zanîn ku ew min nas dikî …Sîstema welêt xelk mecbûrî vê yekê dikir. Kesî nedixwest li yen din xwedî derkeve.

Dema em ji balafirê derdiketin 3-4 kesên mîna zebaniyan xwe dabûn ber derî û li rûyê xelkê derdiket mêze dikirin. Mêzkirineke sar, bê rehm û bi kîn…Te di çavên wan de didît ku ew lê nêçîra xwe digerin… Li balafirgehê mêrekî Swêdî min naskir; jina wî faris bû. Ji min re got: “Li vî welatî bi kesî bawer meke û her tiştê ku tu bibînî jî sexte ye…” Bi rastî jî wiha bû. Ji coca-cola ku difrotin bigre her tiştê min dît û xwar sexte bû.

Di gumrukê de polîs ji min bi Farisî hinek pirs kirin, min jî bi kurdî bersivên wî dan û ti pirsgirek çênebû. Ji alî dewletê- îstîxbaretê ve kesekî kurd hat ez peyda kirim û ti di dû min de bû. Dixwest bi min re biçe her derekê. Êdî min ev dizanî û li gora wê hereket dikir… Piştre ji Tehranê çûm Meşhedê.

- Belê, Xoresan û Meşhed.

Meşhed paytextê eyaleta Xorasanê ye. Bajarekî nêzikî pênc mîlyon nifûsa xwe heye û navenda şîîtîyê ye. Wek te zanîn Tirba Îmam Riza (817) li wire. Ji gelek alîyên dinyayê mirov tên serdanê. Kesê tê vir dibe “Meşhedî” ango “hecî”. Tê gotin ku 400-500 hezar kurd jî li vî bajarî dijîn. Li başûrê Meşhedê Deştî Kevir heye ku deşteke pir fireh e û heta Tehranê dirêj dibe. Bakûr û rojhilatê vî bajarî jî Xorasan e û çiyayî ye.

Li Meşhedê min kurdekî ji Xorasanê naskir, heta ji êla min bû jî; bi naskirina wî re barê giran ji ser milên min rabû û ez rihet bûm. Ew apê Hecî Barûyê nêzikî 70 salî ye. Ez pir germ pêşwazî kirim û bû rêberê min. Li Xorasanê û di nav kurdên wir de mirov xwe wek li male his dike; fîzîk, tevger û rûhîyeta wan însanan wek yên Navênda Anadolê ne. Dema gihiştim wir ew stres û fikarên li ser min çûn, minxwe wek teyrekî azad û bextewer his dikir.

- Xoresan, em bi naskirineke termînolojîk dest pê bikin.

Li ser term û gotina Xorasanê gelek dîtin nêzikî hev hene; dîroknûsê kurd M. Emîn Zekî dibêje: ”Hor” di zaravê Soranî û Dimilî de tê wata "rojê". Navê Xorasan jî tê wateya "cîhê rojê". Kek Alî dibêje: Xur= rojê û -san=Tîr û ronahiya rojê ye. Haşîm Kutlu jî dibejê: -san: laş/mekan e, canê ku cîh dîtiye… Andrew Collîns jî bi rojê re gire dide. Bi dîtina min, navê Xorasan bi navê Xorrî-Horrî re tekîldar e û herdû jî bi rojê re giredayî ne. Kalik û pêşiyên kurdan Xorrî, di navbera Xorasan û Behra Sipî de dîjîn. Navê Xorrî jî tê wateya kesên di riya rojê de ku eleqa wê bi Zerdûtiyê re heye. Xorasan di heman demê de navêndeke Zerdeştîyê ya girînge. Bi kurtî mirov dikarê bibêje ku navê Xorasanê tê watwya cîhê rojê; ew yeka him jî alî xwezayî û dîrokî ve him jî ji alî olî ve bi rojê ve tekîldar e.

- Hezar Mecîd kuye, çiye?

Hezar Mecîd rêze çiyayên bakûrê Xorasanê ne. Dibeku ew navekî teze bê. Xwiya dike ku di bandora olî de ev nav lêkirine, navê xwe yê kevin Sabalan e. Bakûrê Xorasanê, yanî sînorên di navbera Afganîstan, Turkmenîstan û Îranê de ne. Ew rêze çiya ji nava Afganîstanê destpêdike, tê Xorasan; di vir re jî ber bi başûrê Behra Kesk û Bakurê Kurdistanê de dirêj dibin. Çiyayên bilind in û li ser wan cîhekî ji alî xelkê ve pîroz tê dîtin heye. Li gora bawerîyê Îmam Elî, li wir vehesiyaye, bêhna xwe daye. Kurdên wir ji bo ku şîane, dibêjin: “Îmam Elî bi şûrevî (Rûs) re şer kiriye, dema diwestiya dihate vir û bêhna xwe vedikir…” Lê ew bawerîyeke çewt e; lewra tu caran Îmam Elî nehatiye vê herême. Di bingeh de pîrozbûna wir bi Zerdeşt Pexember ve giredayî ye.

- Têkiliya Zerdeşt bi vê navçê re, bi Xoresanê re, tiştên li der û dora wê, kesên bi temen û pîr çi dibêjin. ?

Nivîskarê ereb Kazvinî ji Hz Muhammed re wiha radighîne (S. Bilgîn): “ Li çiyayê Sabalan pêxemberek dijî. Cîhê ku ew lê dijî gîyak lê şîn dibe ku çi jîndar bixwin pê dimirin. Darek li wire û ava xwe sar e…” Bi rastî ew cîhê ku tê qalkirin, Hezar Mecîdê me li jor gotiye. Li ser wan rêze çiyan giyak dirûzê ku kurdên wir navê “axû” lê dikin. Cîhêkî zêde ne fireh e (500 m X500 m.), ew gîya tenê li wir dirûzê ango şîn tê û çi bixwe pê dimirê. Kurdên wir navê axû lêkirine. Di nava kurdên Anadolê de jî axû tê wateya jahrê, ku di heman watê de ye…Dîsa di kontara wan çiyan de kanîyek heye ku jê re “Kaniya Miradan” tê gotin. Li gora bawerîyê gereg mirov tiştekî bavê nava avê û ji Xwedê daxwzekê bike…Dara Kazvînî qal dikî jî heye…Gundîyên herêmê dibêjin: “Di demên berê de li wir cejnên mezin pêk dihatin û gelek welatên mîna Afganîstan, Hindistan, Kurdistan, Îran û Azerbeycanê mirov dihatin vir. Ava vir jî gelek bûye û sar bûye…”

Wekî dîrok bi me dide fêr kirin ew coxrafya wan cîhan e ku Zerdûştî lê belav bûye. Di roja îro de jî xelk li ser wan çiyan qûrbanan serjêdikin û daxwazan ji Xwudayên xwe dikin. Dema mirov vana bi dîroka kurdan ya kevin re dide ber hev, derdikevê holê ku Pêxember Zerdeşt li vir jiya ye. Herî kêm demekê jiyaye. Bi vê re giredayî gundî dibêjin: “em 5000 sal in ku li vir dijîn û mekanên me li serên çîyan hene..” Mîrov dikare li van navên derbasbûyî navê bajarê Tûs jî zêde bike. Ew jî bajarekî gelekî kevne û ne dûre ku ew der jî navendeke Zerdûştî be…Mirov dikarê wan ispatan hîn jî zêde bike…

- Xoresana kevin û xoresana niha, Xoresan welatê kê ye ?

Xorasan ji destpêka dîrokê de welat û warê kurda ye. Di demên berê de hinek caran ketiye bin destên Çînîyan, carna ketîyê destên Ozbekan û Gaznelîyan, lê ew demî bûne. Daîm di destê kurdan û qewmê wan arîyan de bûye. Dema dibêjim arî, mebesta min kurd, faris, belûc û tacîk in. Tê îddîa kirin ku Somerî ji vê herêmê hatinê başûrê Iraqê û ev îddîana gelek bi hêzin jî. Xorrîyan, Hîtîtan tekîlîya xwe bi vir re heye ku ev hemî kalên kurdan e. Li ser vê, ispatê û delîlê berbi çav û bihêz hene. Piştî wan, serdema Saka û Îskîtan tê. Li gor min ew kalên kurdên îro li derweyî welat in…Di pirtûka min de ev bi firehî hatiyê nivîsîn. Pıştî wan serdema Medan tê. Piştî Medan jî kurd li wir jîyane. Di roja îro de jî Kurd dijîn. Yanî wekî tirk îdîa dikin Xorasan ne welatê tirka ye û kesên ji wir hatine jî ne tirk in. Kesên ji wir hatine sê zarava axêvên kurdane ku îro li Navenda Anadolê û rojavayê Anadolê, heta li Balkanan wek kurdên Kurmanc, Şêxbizin-Ler û Dimilî tên zanîn. Ji bo vê ispatên coxrafîk, dîrokî, beşerî hene…Ew kurdên ji vir hatine jî bi temamî ji kevneşopîya Zerdeştî tên. Di nava demeke direj de ew bûne Sersor-Elewî, şîîa û Sunnî…Xorasan tu caran demdirêj nebûyê welatê tirkan yan jî miletêkî din. Dîroka tirkan yea li ser vê tezê hatiye hûnandin jî bi temamî derew e.

- Kurd berê li vir bûn yan piştre hatin vir, di vî alî de belgeyên berdest. Koçberî bûye mûheqeq, dîroka van koçberiyan. Koça ewil. Gelo berdewam kurd hatine sorgonkirin yan jî carên kurd bi mebesta xweparastinê jî derbasî vir bûne hene :

Mirov dema li xerîta zanîstîyê ya Berî Îsa (BÎ) mêze dike 4000 sal BÎ bi qasî 200 hezar mirov li vê herême dijîn. Îhtîmaleke pir mezin e ku ew ji miletê Arî-Arran in. Piranîya dîroknûsan jî dibêjin kurd ji vê herêmê ber bi rojava hatine. Bi dîtina min, ku gelek dîroknûs jî piştgiraya vê dikin, kurd miletê deştê û heyva bi bereket in. Piştî hatina ereban, asûr û sûryanîyan û miletin din û pirbûna nûfusê, Kurd ber bi herêmên çiyayî ve hilkişiyan e.

- Kurd berê li vir bûn yan piştre hatin vir, di vî alî de hebin belgeyên berdest çi ne ?

Koçberî bûye mûheqeq, dîroka van koçberiyan ? Koça ewil. Gelo berdewam kurd hatine sorgonkirin yan jî carên kurd bi mebesta xweparastinê jî derbasî vir bûne hene :

Mirov dema li xerîta zanîstîyê Berî Îsa (BÎ) mêze dikê, 4000 sal BÎ bi qasî 200 hezar mirov li vê herêmê dijîn. Îhtîmaleke pir mezin e ku ew ji miletê Arî-Arranî ne. Piranîya dîroknasan jî dibêjin, kurd ji vê herêmê ber bi rojava hatine. Bi dîtina min, ku gelek dîroknas jî piştgiraya vê dikin, kurd mîletê deştê û heyva bi bereket in. Piştî hatina ereban, asûr û sûryanîyan û miletên din û pirbûna nûfusê, kurd ber bi herêmên çiyayî helkişiyan e.

a- zemanê asûriyan ?

Di gelek belgên ji dema asûrîyan de mane, kralên wan dibêjin: “ Me xwîna xelkê li zozanê bakûr dijî, mina avê rijand…” Bi vî awayî bi sedsalan êrîş kirine, bajar û gundên kurdan bi erdê re kavil kirine…Kurd ji cîhêkî birine cîhêkî…Ji ber gelek sedemên wiha, eger mirov baş lêkolîn bike û bala xwe bide serdema asûrîyan, dibîne ku Kurdistan vala bûye…Ew mirov çûn ku? Niqteyeka din bînim bîra xwendawanan ku Kurdistan berî (4000 BI) cîhê herî zêde mirov lê dijîyan. Ji Çîn û Hindistanê zêdetir. Mûmkune bi temamî ne kurd bûn, lê piranîya wan kurd bûn. Ew kurdana ji bo ku xwe ji ber zilma ereb û asûran biparêzin ber bi bakûr û bakûrê rojhilat de çûn. Yek ji wan cîhên girîng jî Xoresan e. Coxrafya Xoresanê wek kelehên xwezayî ne. Herdem ji bo kurdan bûne parezgeh. Di dema asûr, Înskenderê Meqadonî, Sasanî, ereb, tirkan de bûye kela kurdan. Hinek dîroknas dibêjin ku gelek miletên mîna Somarî, Xorrî, Gutî, Kusî û hwd winda bûn û ji dîrokê rabûn. Ew ne raste. Pir hindik milet ji dîrokê winda bûn. Ev komên ku me li jor bînavkirin xwe guhertin, lê hemî kalê kurdan in. Piranîya wan xwe wek konfederasyon birêxistin kirin û hinek jî di bin sîwana zaravan de bi navên cûda di dîrokê de derbas dibin, lê hemî kurd in; miletê arî û arranî ne. Ji bo vê, Somerî, Xorrî, Mîttanî, Kasî û yên din hemî berjor hilkişiyan û bi vî awayî xwe ji komkûjîyan rizgar kirin. Piştre ew bi navên din dîsa vegerîyan. Vegera mezin jî di bin sîwana Medan de di navbera salên 625- 612 an BI. de bû.

b- zemanê medan?

Zilma asûrîyan û Xelkên Behrê, yên li ser nijada Arranî, yekîtîya wan jî hesantir kir; di encamê de Med wek rêxistina herî mezin derket holê û asûr ji holê rakir. Di dema Medan (612 BÎ) de jî kurd li Xorsanê û Asya Navîn hene. Wê demê kurd ji Çîn heta başûrê Rûsya bela dijîn. Lê ne bi navê Kurd. Di bin navê SAKA-ÎSKÎT de tên nasîn. Grekî wek Îskît bi navdikin. Ji Heredot bigre heya dîroknasên din hemî dibêjin ku ew ji miletê Kurd-Arranî ne. Ji bo vê gelêk ispat hene… Vê demê li Xorasan qala xelkê “REşAN” tê kirin. Gelêkî şervan û çekdar bûye. Ew kalên kurdên îro li navênda Anadolê û Xorsanê ne. Hîna jî ew nava dijî û navê zenda me jî Reşî ye! Tê dîtin ku ew xelkê bi Medan ve di destpêkê de di nava îtîfaqê de ne. Piştî asûran têk dibin, rêvebirên Medan hewl didin ku wan bi xwe ve giredin yan jî wan bihelînin. Lê nikarin şerê navxweyî destpêdike. Ji ber vê yekê ew xelk dîsa ji Kurdistan û Anadolê derdikeve û diçe bakur û bakurê rojhilat. Hema gel, piştî Medan li hember Sasanîyan jî bi sedsalan têdikoê û desthilatdariya wan napejîrîne.

c- zemanê ereban?

Derketina ereban cara dûyêmîn hestiyê pişta kurdan şikand; zirara herî mezin ji alî wan ve li kurdan ket. Kurd û Parsan li hember vê tevgerê; ji alî coxrafîk, dewlemendî, çand, olî û civakî ve zirareke mezin dîtin. Lewra kurd, bi gîştî jî arraniyan xelkê bawerî bi ola zerdûştî anî bûn. Îslam wek şokekê li arranîyan ket, hîna jî pişta xwe rast nekirine… Di vê serdemê de jî “navend Xorasan” bû keleha kurd û arranîyan. Bi sedsalan şerê ereb û netewa Arranî ya mezin pêk hatin. Tevgera Eba Mûslîmê Xorasanî, Xûrramîtî, Babek,Xaricî û gelekên din di vê demê de derketin û bi sedsalan ajot. Wê demê jî êlên îro li navenda Anadolê û Xorasanê û rojavayê Kurdistanê di bin fermandariya Eba de bûn. We demê jî wan hîn misilmantî nepejirandibûn. Zirara din jî ku ereban da kurdan û qewmê arranîyan parçekirina ji alî olî vê bû. Kurdên misilmantî qebûl kirin û yên misilmantî qebûlnekiribûn bi sedsalan şerê hev kirin. Ew wek şerê Sersoran/(şîî)-Sunnîyan tê zanîn. Mirov dikarê bibejê ku vî şerî nêzikî 800-1000 salan ajot. Sedema dewletnebûna kurdan ye herî mezin yek jî ewe… Di vê serdemê de bûyera herî girîng yek jî ewe ku di dema Harûn Reşît de Kurd ji Xorasan, Gîlanê û Mazenderanê anîn û ji Canîk-Samsûnê heta Edenê bi cîh kirin. Ew wek “mertalên Îslamê” bikar anîn! Ew yekemîn bicîhkirina Kurdên ji Xorasanê ye li rojavayê Kurdistanê. Piştî vê jî di dema hatina tirkan de koçeka mezin tê Anadolê.

d- Turk kengî hatin Xoresanê?

Liser hatina tirkan lihevhatineke nûseran ya zelal nîne. Salên cûda cûda didin, lê mirov dikarê bibeje di navbera salên 1030-40 an de ye. Di vê serdême de jî gelek şer û pevçûn derdikevin û kurd nikarin xwe li ber tirkan bigrin. Piştî vê demê yekbûna sîyasîya kurdên li navênda Xorasanê perçe dibe. Wek zend, federasyon û êl heryek li çara serê xwe digerê. Ji dora Behra Kesk gelek kurd, serhêjmareka bê sinor, li sinorên bakûrê Kurdistanê kom dibin. Mirîtîyên kurdê li bakûr rê nadin. Kurdên di dema ereban de hatibûn jî vê demê li rojavayê Anadolê mirîtîyên mîna Germîyanî avakiribûn…Bi hatina koça dûyemîn re li rojava û navenda Anadolê bi temamî bû mîrîtîyên kurd. Tirk xwedî li van derdikevin û dibêjin dewletên tirkin, lê ji kok de ne rastê. Bi vê re giredayî mirov dikarê bibejê ku miletê cara yekemîn Anadol feteh kirine kurd in! Piştî vê koçê li rojavayê Anadolê mîrîtîyên mîna Germîyan, Qereman, Candar, Kayi (Osmanî), Dûlkadir û hwd derketin. Piranîya wan kurd in. Ji bo vê ispat hene û di pirtûka min wê derkevê de gelek fireh hatiyê nivîsîn.Van kurdan hîna jî misilmantî nepêjirandine. Tirkên bi wan re yan jî piştî wan tên bi alîkariya hêza misilmanan mirîtîyên kurd yek û yek ji holê radikin û tên sinorê Kurdistanê. Ew jî dîrokeke dûr û dirêje.

e- zemanê sefewî û osmaniyan?

Kurdên ji rojavayê Anadolê dîsa koç dikin û berê xwe didin Azerbeycan, Gîlan û Xorsanê ji dewleta Safevî re dibin bingeh. Mirov bibejê ew dewlet kurdan damezirand jî raste. Lewra xanedana Sefawiyan û şêxê xwe yê pîroz Şêx Safî el-Dîn e. Jêdera derbarê wî de ya herî baş, “Safwat el-Safa” ya Îbnî Bazzaz Erdebîlî ye, ku di wir de vekirî dibêje ew Kurd in. li gora Bazzaz: Kalê Şêx Safî, Pîroz Şah Zarrîn-Kula (Zêrîn Kulah) di sedsala X an de bi êleke Kurd a mezin ve ji herêma Sîncar barkiriye Erdebîlê. Mamoste Mûstafa Wekîlev dibêje wan navê xwe ji êla kurdê Sêvika girtin. Ne îhtîmaleke dûr e. Lewra êla Sêvika bi Safevîyan ve gelekî di navhev de ne. Zenda dinê Qeremanî ku li Anadolê dewlet damezirandiye jî yek ji zenda damezrandina Safevîviyane û ew li dora salên 1470 ji Anadolê derketin û li dora Azerbeycanê ji vê dewletê re bûn bingeh. Qeremanî hîna jî li Xorasanê li dora bajarê Aşxanê bi heman navî dijîn; hinek jî koçberin û tenê Kurmancî dizanin…

Piştî li rojava Osmanî, li rojhilat jî Safevî bi hêz bûn bi şûnde şerê şîîa/Sersor û Sunnîyan dest pêkir. Sersor wek faris xûyadikin, Osmanî jî wek tirk lê di herdû alîyan de jî piranî kurd in. şer him li ser axa Kurdistan pêk tên, him jî arteşa herdû alîyan jî ji kurdan pêk tên. Ew jî koka hev dikolin. Ew di belgê osmanîyan de sabît in. Eger mirov tenê nama Şerefxan Bedlîsî ji Yavûz re şandiye bixwîne, tê dîtin ku artêşa herdû alîyan jî bi piranî kurd in. Vî şerî mala kurdan şevitand û hêza kurdan teva kir. Ew jî encama Îslamê bû. Piştî osmanî bi hêz dibin êdî kurdan bi darê zorê dişînin çolên ereban, heremên neyîn kontrol kirin. Kurdên nexwestine bikevin bin destên osmanîyan jî çibûn rojhilat cem Şahên Safevî.

- Îro kes bar dike wur?

Na, ber eqsê wê, xelk ji wir bardikin. Lewra tiştekî xelkê bikinî wir nîne. Çiyayê tazî, coxrafyayeka hişk bê av û ji çandinîyê re kêm e. Lê xelkê wir koçî bajarên mîna Rê (Tehran) û Meşhedê dikin û li wan deran debara xwe dikin.

- Coxrafya eyaletê ?

Di destpêkê de jî min hinek qal kir, bi piranî çiyayî ye. Eger Xorasana îro em tarîf bikin rojhilatê we çiya û Afganîstan e. Bakûr dîsa çiyaye û Turkmenîstanê. Rojava heta Behra Kesk û Mazendaran dirêj dibe. Başûr jî Deştî Kevir e. Li başûr jî kolonîyên kurdan hene, lê hema hema jîyan nîne. Lewra çol e û av tune. Ji bo çandinîye jî ne mûsaîte.

- Bajarên kurdan yên eyaletê?

Wek min got paytexta eyaletê Mehed e. Li rojhilatê Xorasanê, nêzikî sinorê Afganîstan bajarê kurd Seraks û Kelatê (Kelati Nadir).hene. Ber bi rojava mirov dikarê bajarên mîna Çinaran, Qoçan, Deregez, Bacgîran, Oxaz, Şîrvan, Bojnûrd, Aşxanê, Raz, Merava, Sebziwar û heta Gûrganê dirêj dibe. Rojavayê wir jî erdnîgarîya Gîlan destpêdike.

- Kurdên laynê?

Laîn yan jî Layîn herêmeke; ji rojhilatê nava çiyayên Hezar Mecîd destpêdike heta Kelatê diçe. Herêmeke çiyayî ye û kurdan di newalan de gund avakirine û jiyana xwe dom dikin. Kurdên wir êl û zendê xwe nizanin û tenê dibejin: “Em Laînî” ne. Wek tê zanîn berê li navênda Anadolê xelkêkî bi navê Luwî hebû, ne dûre ku heman xelk bê. Di jêderên osmanî de, di sala 1525 an li Semsûrê-Kolik e gundekî bi navê Laîn-Layîn tê dîtin. Piştî vê salê jî nûfûsa wan êdî êdî kêm dibe û ji qeyidan derdikevê. Ew jî îşareta koçkirina wane ji ber zilma osmanîyan. Kurdên ji wir rabûne ber bi rojhilat de çûn û dawî li Xorasanê bi cîh bûn. Mirovên xwîn germ, rûken û henek hezin. Tenê di hinek peyvan de mirov wan ji kurdên din cûda dike. Wek mînak: Laînî “gîştik” dibêjin, kurdên din dibêjin “kullî”. Çend peyvên bi vî awayî cûdabûna wan ya êlî didin xûyakirin. Li gora lêkolîna min gerek ew jî şaxêkî Reşîya bin (Li benda me bin, dê rêzehevpeyvîn berdewam bike)…

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]