NEWROZ

نوروز


2/2/2008

Dostê Kurda yê nijadromen Prof Dr. Grigore: Rêya fêmkirina olên rojhilat bê Êzîdîtiyê nabe

Instîtuta Kurdî li Elmanya & Zarathustra News

Profesor George Grîgore, sala 1958 an li gundekî Romanya yê ji dayîk bû ye. Ew niviskar, werger, lêkolîner, zimannas, pedagog û rohilatnasekî romen e. Li zanîngeha Bûkreş ê beşa ziman û wêjeya bîyanî qedandî ye. Di sala 1983 an de li ser beşa erebî-çînî doktora wergirtî ye. Mijare wergirtina doktoreya wî wergera Quranê bi zimanê romenî ye. Ji bilî erebî li ser kurdolojîyê jî dixebit e.

Heya niha bi dehan pirtuk, kovar û xebatên curbecur li ser ziman û wêjeya erebî, kurdî û hnd. Nivisandî ye. Mîna pirtûkên; Bendeyên Iblîs, Mishefa Reş, Pirtûka Cîlwe, Gelê Kurd, bi tevî Şero Berazî Rêkêşa Kurdî-Romenî, Bedîûzzaman Saîd Nursî û L’arabe parle a’ Merdîn ji alîyê wî hatine weşandin.

Ew pir caran çûye Başûr û Bakûr ê Kurdistanê û li wan dera beşdarî konferansan bû ye. Niha li Zanîngeha Bukreş ê profrsorê beşa erebî ye. Her waha dixwaze li ser wêje û zimanê Kurdî xebatên xwe berdewam bike.

Me daxwazîya guftû goyekê kir û bi dil û can pejirand. Em ji bo vê helwesta wî ya hêja spas dikin û guftûgoyê diweşî nin.

- Cenabê te ji pirtûka “Poporul Kurd - file de istorie” nas dikin. We kurd li kîderê û çawa naskir?

Prof Dr. G. Grigore: Min Kurd pir salên berê di cîh û warên wana de naskir. sala 1988 an, li Bexda yê bum. Hingê ez li Şîrketeke romen ya petrolê wergerê zimanê erebî bûm. Carcaran hinek karên wê şîrketê li Kerkuk ê pêkdihat. Ji ber vê sedemê em pir caran diçûne wan deran. Min hingê Kurd naskirin. Paşê jî em çûne Hewlêr û Zaxoyê. Despêkê, min xwe ji Kurdan dûr dixist. Ji ber ku di derbarê wana de nexweş diaxifîn û em ditirsandin.

Rojekê em çûbûn Zaxoyê. Şofêrê min yê Iraqî ji minra got; “divê em zû vegerin. Eger em li herêma Kurdan bimînin, şev pir xeter e.”  Me jî xwest ku em gavekî pêşte vegerin Bexdayê. .. Çarenivîs şêveyekî cuda hatibû nivisandin; ne bi tenê ku tarî kete erdê û em şev mane li herêma kurdan, ereba me jî xirab bibû.... Em li tenişta gundekî kurdan sekinîn.... Neçar, em li benda rûdanên pir tirsnak mabûn! Lê em li hêvîya çi bûn û me çi dît? Şênîyên wî gundî hatin alîkarîya me kirin û erebe selimandin/temîrkir in. Peyre em vexwendin gundê xwe û şîv dane me. Wê şevê em bûne mêvanên wan. Min Kurd li wê derê wisa naskiririn. Mirovên sade, hevalbend, hertim ji bo alîkarîya mirovan amade bûn. Ji hingêva ez têgihîştim ku neheqîyê li kurdan dikin, ferqe ke mezin di navbera rastîya kurdan û gotinên li ser wana he ne. Nêzikbûna min wisa mezin çêbû ku min xwest, ez dest bi lêkolîna dîroka kurdan bikim. Li Bexdayê bi zimanê erebî min çiqas pirtûk derbarê kurdan peyda dikirin, min ew dixwandin. ..

Armanca min ji weşandina pirtûka “Poporul Kurd” ew bû; rastîyên kurdan pêşkêşî xwandevanên romen bikim. Ji ber ku çand û dîroka wan berya 15-20 salan li van deran ne dihate naskirin.

- Hûn fêrî zimanê Kurdî bûne yan na?

Prof Dr. G. Grigore: Heyf û mixabin ev daxwaza min heya niha bi cîh nehatî ye. Derbarê herdû zaravayên kurdî yên mezin, yên Soranî û Kurmancî xwedî zanîneke teorîk, gramatîk û leksîonî me . Mijarên nivisandî têdighîjim. Lê belê ji bilî gotinên sivik zêde nikarim bi kurdî biaxif im. Sedema wêna jî, ji ber ku yekîtîya zimanê kurdî hêşta çênebû ye. Dîsa kesên ku min alîkarî ji wan xwest, bervacîyê kesên berê xwe, her carê gotinên cuda bi kardiha nîn. Her dîsa jî min bi alîkarîya hevalê xwe yê hêja Şêro, pirtûka “ Şêvekarîya Rêkêşa Kurd-Romen” weşand. Ev jî Bi Zaravê Kurdistana Bakur e û bi zaravê Kurmancî ye.

Dîsa naskirina min di derbarê zimanê Kurdî de, di amede kirina pirtûka min a li ser zaravê erebîya Merdînî de role ke mezin lîst. Ji ber ku ev zaravê Erebî gelekî di bin tesîra zimanê Kurdî de ma ye. Dîsa niha xebata tesîra zimanê Kurdî li ser erebîya ku di Îraqê de tête axaftinê çêdikim. Di Zanîngeha Bûkreşê de dema ku em li ser tevahîya zimanan diaxifin; ji bo zelalkirina peyvên zimanên Îndo-Europen, pir caran nimûnên kurdî nîşan didin.

- Pirtûka we ya despêkê derbarê Kurdan li ser êzîdîya ye. Dema ku babeta Kurdên êzîdî agahdarbûn hestên we yên hingê çawa bûn?

Prof Dr. G. Grigore: Bihara 1989 an, ji bo hinek pirsgirêkên şîrketa kû lê dixebitîm çareser bikim, çûme bajarê Musulê. Hingê keşayekî Aşûrî di derheqê êzîdîyan de ez agahdar kir im. Piştî çend rojan şunva dîsa ji bo karê şîrketê ez çûm Sîncarê. Hingê min Yêzîdî di cîh û warên wana de bi xwe naskir. Roja Sersala êzîdîyan bû û berderîyên wana bi laleyên bejî hatibûn xemilandin. Li kêleka rê, ciwanan li ser vexortina hêkên boyaxkirî bi kaxezan dilîstin.

Li qet dereke cîhanê min hewqas hêkên boyaxkirî nedîti bûn. Hêk pir baş hatibûn nexişandîn û dişibîyan bihara Sîncarê. Hingê ez bi hinek cîwanên wana re axivîm û min got; Em Romen jî bi gul û simbilên geniman ve ber deryên xwe dixemilînin. Biharê dema cejna Paskalya jî em hêkan sor dikin.

Hêdî-hêdî wana jî hinek tişt bi min re dan xûyakirinê. Di derbarê bawerîya xwe de zêde tişt şîrove nekir in. Paşê min bîhîst kû eşkerekirina ola wan bi kesên bîyanî re ango reyî bawerîya wan qedexe ye. Meraqa min ya li ser êzîdîyan, ez kişandim Pirtûkxana Bexdayê ya Navend. Li wê derê di derheqê êzîdîyan de çi kete destê min, min xwend. Peyra li Vatîkanê min herdu pirtûkên pîroz ( Mishefa Reş, Pirtûka Cilwa) yên êzîdîyan peydakir. Tekstên van pirtûkan bi Kurdî û Erebîbûn. Min jî ew wergerandin zimanê Romenî û bi pirtûka li ser êzîdyan re kire yek. Êzîdîtî pir balkêş e. Dibe ku sînteza hemû olên Rojhilat be. ..

Ji bo hemû olên rojhilat yên kevn bên zanînê û têkilîya di navbera wan de eşkere bibe, grîng e li ser vê olê pir lêkolîn çêbibin. Li ser êzîdîyan projeke min dîsa heye û niha ji berê bêhtir ez şarezayê vî babetî me.

- Wek hun jî dizanin ku Saîdê Nûrsî fîlozofekî kurd e. Dema ku we di derbarê wîna de lekolîn çêkir, çi tiştên nû we vedît ?

Prof Dr. G. Grigore: Seîdê Nûrsî xwedîyê hizrên pir kûr e. Bê şek ew mirovekî hizirmezin, yê sedsala XX ye. Li vê derê bi dilxweşîyek mezin dikarim dîyar bikim, ku di nav hizrên wîna de, daxwaza dîyaloga di navbera olan de he ye. Ew ne ku berevanîya bazara di navbera olan de dike. Ne ku di navbera Musulman û Xiristîyanan de bazara olperestîyê dike.

Ramana wî fêrkirin û serwext kirin e. Dibêje; Her kesek dikare di derheqê ola xwe de biaxife. Lê, bê kû kesên ola cuda dijî wîna rawest in. Çawa dibe bila be, li ser kîjan bawerîyê be; grîng e qayîlê rêzgirtinê be. Ji ber ku bazara nirxên olî nabe.

Bi hizra min ev daxwaz helwestek giranbiha ye. Eger ev gotin û şîretên Seîdê Nûrsî pêk neyên, dîyaloga di navberê Olan de jî çê nabe. Her wisa wî xwestîye ku zarokên rojhilat bi hev re girê bide û zane bike. Ji bo vêna jî daxwazîya “al-medrese al -zahra” kirî ye. Xwestîye ku her kesek bi zimanê dayîka xwe û bi bawerîya xwe di wê derê de cîh bigire û zimanê kurdî jî di nav vana de yek be.

Şahesera wîna “Rîsaleî Nûr” min wergerand zimanê romenî û xwendevanên romen bi gotinên wîna re pir kefxwaş man.

- We bajarên Kurdistan ê wek Kerkûk, Hewlêr, Sîncar, Zaxo, Mêrdîn, Sîîrt û Hesenkêf jî dît. Hûn Kurdan çawa nas dikin?

Prof Dr. G. Grigore: Her çiqasî rewşa Kurdan îro nebaş be jî, ew kesên Serkeftî ne. Her çendî di bin nîrê zulm û zordarîyê de mane; dîsa jî serê xwe naçemînin û li pêş xirabkaran çokvenadin. Bervacayî vêna hê jî xurt dibin, jîyanxwaz û comerd in. Bi mirovan baştir halî dibin û têdighîjin. Rûdanên kû di dîroka wana de qewimîn, bûne egera ku Kurd bibin mirovên qewî, merxas û rêzdar. Di heman demê de, ew hezkarên bedewîyê ne. Kurd mirovên wisane ku qet ti caran ji stran û govendan venaqetin!

- Mesaja we ji bo rewşenbîr û niviskarên Kurdan çi ye?

Prof Dr. G. Grigore: Him ji alîyê hejmarê û him jî di alîyê başbunê de hêvîdarê gelek berhemên wejeya kurdî me! Rewşenbîrên kurd yên li dîyaspora, dikarin berê serhatiyên serhev kombûyî vegerînin ser çanda kurdan. Eger niviskarekî kurd xelata Nobelê li ser wêjeyê wergire; ezê pir şad û bextewer bibim. Evê bibe egera ku zimanê Kurdî bighîje asteka bilind. Bi rastî ez nikarim şîretan li niviskarên kurd bikim; ji ber ku ew ji her kesî baştir dizanin wê çi bikin û karên xwe çawa bimeşî nin.

Instîtuta Kurdî li Elmanya & Zarathustra News

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]