NEWROZ

نوروز


15/12/2007

Hevpeyvîn bi İsmail Beşikçi re

Şerê Tirkan û Kurdan Dê Çênebe

Zarathustra News

Ji roja ku êrîşa derveyî sînor ketiye rojevê û vir de hîsterîyeka civakî derketiye holê. Tu dibêjî qey her kes di nav haletê rûhîyeyeka wisa de ye ku, hema dixwaze wî jî bigrin leşkeriyê. Gelo cenabê we viya çawa şîrove dike?

Di meha kewçêra 1998an de bona ku serokê PKK Abdullah Öcalanî ji Sûriye bidin derxistin fişareka tund li ser Sûriyeyê hate meşandin. Rêveberiya Sûriyeyê, serokkomar hafiz Esad hate tehdîdkirin. Serokkomarî, serokwezîrî, serokê TBMM, serekerkanî û fermandarê hêzên bejayî berdewam daxuyanîyên ku Sûriyeyê tehdîd dikin belav kirin. Di van daxuyaniyan de dihate gotin ku, “Em dizanin Öcalan li Sûriyeyê ye. Ger di demeka kurt de ji Sûriyeyê neyête derxistin, em ê bi xwe Şamê dagîr bikin û pirsê hel bikin.” Fermandarê hêzên bejayî Atila Ateş çû ser sînorê Sûriyeyê û van tehdîdan li wir dubare kir. Di encama van gefxwarinan de serokê PKK Abdullah Öcalan di roja 9 kewçêr 1998 de ji Sûriyeyê hat derxistin. Di destkeftina vê serketinê de roleka gelek mezin a van tehdîdan hebû. Bona Öcalan pêvajoya Yewnanîstan, Federasyona Rûsyayê, Îtalya… bi vî awayî dest pêkir.

Gefxwarineka bi vî rengî di mehên îlon û kewçêr ên sala 2007an de bona Hukûmeta Herêma Kurdistanê, bona serokê Partî Demokratî Kurdistan û serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bona serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan û serokkomarê Îraqê Celal Talebanî jî derxistin rojevê. Ji serokên kurdan dihat xwestin ku ew bona damezrandina dewleteka federal nexebitin, bila referanduma Kerkûkê betal bikin, bila li hemberî PKK ya ku li Çiyayê Qendîl baregeha xwe danîye, bi awayekî aktîf bikevin nav şer û bila berevaniya mafên neteweyî yên tirkmanan bikin. Di prosesa van gefxwarinan de ji bo êrîşa li ser Başûr PKK wek hincetekê dihat bikaranîn.

Cihêtiyeka gelek girîng di navbera tehdîda kewçêra 1998an û kewçêra 2007an de heye. Li sala 1998an Sûriye dihate tehdîdkirin lê leşker neçûbûn ser sînorê Sûriyeyê. Çekên şer ên giran, mîna tank û top nebiribûn ser sînor. Lêbelê di kewçêra 2007an de leşkerek gelek zêde biribûn ser sînor. Amûrên şer yên giran, mîna tank û top û hawan û wesaîtên din ên şer biribûn ser sînorê ku 200 kîlometre dirêjahiya wî heye. Tew ji sala 2006an de dest bi vê amadekariya hanê kiribûn. Dihat diyarkirin ku, 100 hezar an 150 hezar, carînan jî 250 hezar leşker li ser vî sînorî hatine komkirin.

Herwekî sala 1998an dixwestin bi riya gefxwarinê serkeftinekê bidest xînin. Diviyabû ku ligel vê gefxwarina leşkerî rayagiştî jî hîşyar bikin da ku bibe piştgîrê vê gefxwarinê. Bi riya merasîmên cenazeya şehîdan, bi riya rîtuelên alayê û bi wan çalakiyên provakatîf ên hêzên veşartî yên dewletê rayagiştî hat provekirin û kela wê rakirin. Gelek aşkera ye ku rayagiştî li hemberî kurdan dihate pîjkirin û dixwestin bi vê rêyê, fişara li ser kurdan hîn tundtir bikin. Çapemenî û masmedya bona pêkanîna rayagiştîyeka wisa û bona tevgerên vê rayagiştî roleka sereke lîstin. Lewre jî ne rast e ku meriv rabe bibêje ev rayagiştî ya hanê û bizava wê ji xwe re, xwe bi xwe dest pêbûye. Ev rayagiştîya hanê ji layê hêzên dewletê û ji layê vê çapemeniya ku gelek pêt bi îdeolojîya fermî ve girêdayî ye, hate pêkanîn û rêvebirin.

Li sala 1998an di encama tehdîdan de serkeftinek bi dest ketibû. Êdî zehmet bû ku serokkomar Hafiz Esad, rêveberiya Sûriyeyê lîderekî gerîlayan li welatê xwe bihewîne. Lê serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi pêşxistina berxwedaneka biryardar û maqul balê kişande ser mafên kurdan, gelek rewabûna van mafan da zanîn, herwisa, da zanîn ku ev mafên hanê, ango mafên xwezayî yên civaka kurd bona tu kesî û bona dewleta tirk jî nabin tehdîd. Vê berxwedanê pêşî li wê serketina ku tirkan dixwest bi dest bixînin girt. Lêbelê li hemberî vê berxwedana biryardar û maqul pêwîstî bi tehdîdên hîn tundtir û berfirehtir hebû. Lewre jî bi riya çalakîyên provakatîf, bi riya merasimên cenazeyên şehîdan, bi rîtuelên alayê, bi riya talankirina hindek maxazayên kurdan, bi êrîşkirina li ser Partiya Civaka Demokratîk û bi êrîşên girseyî yên li hemberî kurdan radeya vê tehdîda hanê bilindtir kirin.

Çi dema ku pirs were ser mafên filîstînîyan, tirkên Bulgarîstanê, tirkên Trakyaya Rojavayê, tirkên Qibrîsê, tirkmanên Kekûkê, tirkên li Kosovayê, boşnaq, çeçen û vîetnamîyan hingê Tirkiye ji layê azadîyê ve nêzîkî pirsa wan dibe. Dide zanîn ku daxwazên wan daxwazên rewa ne. Lê çi dema ku pirs were ser mafên kurdan hingê ji layê bereveniya dewletê ve bala xwe dide ser û dibêje, daxwazên demokratîk ên kurdan asayîşa dewletê tehdîd dikin. Bona ku van daxwazan bipelêxe tundiyekê ku digihê radeya terora dewletê tetbîq dike. Di warê pelaxtina van daxwazan de fişardin, qedexekirin û cezakirin wek polîtîkayên bingehîn têne dîtin. Hîç ne di bala dewletê de ye ku mafên azadîyê yên kurdan jî, qet nebe, bi qasî mafên wan gelên ku me li jor navê wan hejmart hene û rewa ne. Daxwazên kurdan tune dihesêbe, ji nedîtî ve tê. Lêbelê ev polîtîkaya hanê tenê li hemberî kurdan ku wek “bira” têne bi nav kirin tê pêşxistin. Lewre, li kuderê dibe bila be, Tirkiye nasnameya kurd nas nake, naxwaze nas bike. Hîn jî wek komikên ku dê bêne tirkkirin li wan dinêre. Bona tirkkirinê, bona asîmilekirinê her tedbîrî tetbîq dike. Di vê rêyê de fişardin, qedexekirin û cezakirin bi awayekî tund têne bikaranîn. Ew deverên ku kurd têde niştecih in, mîna parçeyek ji welatê tirkan têne dîtin. Digel ewçend fişardinê, dîsa jî, hindek meriv van rîskan digrin ber çav û dawa mafên xwe dikin. Ev jî dibe sedem ku dewlet fişardin û qedexekirin û cezakirinan hîn di radeyeka bilindtir de bi kar bîne. Ew dewleta ku ziman û kultur û nasnameya miletekî nas neke, mafên wan ên demokratîk qebul neke, bêgav e ku fişardinên di radeya terora dewletê de bi kar bîne. Li Tirkiyeyê sedemê bingehîn yê pêkhatina rewşa şiddet û terorê ev helwêsta dewletê ye.

Ev hemî didin nîşan ku kurd ne mîna welatîyên wekhev lê mîna civakek ku li ber asîmilekirinê serî çemandiye, wek civakek ku divêt bête asîmilekirin têye dîtin. Em dikarin vê yekê wek muameleya koletiyê jî bi nav bikin. Li salên 1930, wezîrê Edaletê yê wê demê Mahmut Esat Bozkurt gotibû, “… Tenê mafek bo kurdên li Tirkiyê heye, ew jî xizmetkariya bo tirkan e.” di roja îroyîn de jî, kurd cardin wek kole têne qebulkirin. Di vê çarçoveyê de daxwazên azadiyê yên ku ji layê kurdan ve çêdibin, bi reaksiyoneka tund têne pêşwazîkirin. Ez dibêjim qey çêkirina çalakiyên provakatîf, sloganên ku di cenazeyên şehîdan de têne avêtin, pêşxistina rîtuelên alayê, herwisa, bi vê rêyê geşkirina bizavên girseyî yên civaka tirk, peywendiya van tiştan bi vê têgihaştinê heye. Dibêjin, “Hîn heta bi duhî solên me dialastin, nûke çawa radibin dawa azadiyê dikin!” Ev têgihaştin heye.

Gelo meriv dikane bibêje ku çapemenî ji layê siyasiyan û leşkerên malnişîn ve têye pîjkirin?

Belê, meriv dikane bibêje ku çapemenî ji layê siyasiyan û leşkerên malnişîn ve têye pîjkirin. Beşeka mezin ya çapemeniya tirk wek liqekî Rêxistina Muxaberata Neteweyî (MİT) dixebite. Meriv dikane hindek ji endamên çapemeniyê û hindek ji endamên zanîngehan jî, ji yên ku pîjkirinê dikin, bihesibîne.

Gelo encamên harbûna hestên neteweyî çi ne, aya dibe ku ev reksîyon ji kontrolê derkevin?

Di encama manîpulasyonên dewletê de hestên neteweyî, ya rast hestên nîjadperestiyê bilind dibin. Helbet ev pêvajo, ji layê rêvebirina dewletê ve jî layên xwe yên xetereyê hene. Çi dema ku mîtîng û numayîş û meş bi vî awayî bêne pêşxistin hingê têgihaştina “em sînoran bibezînin, em lêdin, bişkênin, bipelixînin…” jî pêş ve diçe, daxwaza van tiştan zêde dibe. Hingê piştî ku ev neyêne kirin, yan jî di dema xwe de neyêne kirin, îcar baweriya bi sazîyên dewletê jî kêmtir dibe.

Ez ne bawer im ku ev reaksîyon ji kontrolê derkevin. Sedem jî ev e ku, di pirsa kurd de polîtîkaya bingehîn a dewletê asîmilasyon e. Di vê derbareyê de du kirinên bingehîn hene. Yek jê ev e ku, rê nedin pêkhatina burjuvaziyeka kurd ku li ser xaka xwe hilberîniyê bike, li herêma xwe karxaneyan veke, berhemên xwe belav bike, bazara herêmê bigre bin kontrola xwe. Di herêma kurdan de bi polîtîkayeka gelek taybet dewlet pêşî li vê yekê digre. Ji sermayedarên kurd têye xwestin ku ew li rojavayê kar bikin. Bi riya mekanîzmayên cûr bi cûr berê sermayeyê didin rojavayê. Wek mînak, ger yek li rojavayê karxane veke hingê dikane gelek bi hêsanî krêdî wergire lê çi dema ku bona avakirina karxaneyek li herêma kurdan daxwaza krêdiyê bête kirin hingê bank gelek zemetî derdixin pêşiya karsazan. Di vê çarçoveyê de xwedî lê derketina li axayên gundan û şêx û serokeşîran jî ew e ku pergala xwe ya feodal berdewam bikin. Ev jî polîtîkayeka bingehîn e. Korucutî (hêzên cehş) jî, sazîyeka wisa ye ku dem û dezgehên feodal, peywendîyên feodal li ser piyan dihêle, berevaniya wan dike. Û bi vî awayî bizava rizgariya kurd hîn baştir dikeve bin kontrolê, hîn baştir pêşî lê têye girtin. Ew pereyên ku dikeve destê serekê korucuyan, yan jî darayîya ku bi dest dixînin, cardin wek polîtîkayekê berê vê sermayeyê jî didin bajarên rojavayê. Bona viya têne teşwîqkirin.

Kirina duyemîn, li hemberî roşinbîran e. Ev jî, dibêjin em fişardineka wisa bikin ku bila roşinbîrên kurd nikaribin li ser axa xwe, wek mînak, bila nikaribin li bajarên wek Diyarbekir, Batman, Wan, Sêrt, Cûlemêrg, Mêrdîn, Mûş, Agirî, Bazîd, Melazgir, Gever, Nisêbîn, Qoser û Farqînê bimînin. Gelek evkirî ye ku tunebûna burjuvaziyeka kurd a li ser axa xwe, herwisa, tunebûna roşinbîriya kurdî ya li ser axa xwe, ji layê pirsa kurd ve xwedî karîgerîyeka girîng e.

Asîmilasyon li sazîyên wek xwendegeh, dayreyên dewletê, çapemenî û heta ku li nav malbatê jî têye pêşxistin. Dîn jî di vê çarçoveyê de dikane rolekê bilîze. Divêt ev di çarçoveyên cihê de bêne helsengandin. Ji layê din ve gelek karsazên kurd yên ku li bajarên rojavayê yên mîna Stenbol, Bursa, Anqere, Îzmîr, Aydin û Îzmîtê jî kar dikin hene. Lêbelê evên hanê ne burjuvaziya kurd in, meriv dikane wan di nav burjuvazîya tirk de bihesibîne.

Di vê çarçoveyê de gelekê kurdan cih-warê xwe terk kirin, çûne metropolan, çûne li bajarên rojavayê akincî bûne. Hewl didin xwe da ku li wan deran bi cih bibin. Beşeka girîng ya van merivan dev ji mal û milkê xwe, xanî û zevî û rezê xwe yên li welatê xwe, ango li cografyaya kurd berdane û dixwazin li bajarên rojavayê ji xwe re milk bikirin, êdî li wir koka xwe berdin erdê. Ev proses bona asîmilasyonê rewşeka gelek guncaw pêk tîne. Herwisa, têye zanîn ku xwendegeh û çapemenî û malbat û dayreyên dewletê jî bona pêkhatina asimîlasyonê her di nav hewldanê de ne. Surgûnkirin jî helbet bona asîmilasyonê rewşeka guncaw pêk tîne. Herwisa, çûnûhatek ji ber sedemên zêdebûna nufûsê, ji ber sedemên ekonomîkî, ji ber sedemên kar peydakirinê jî her tim heye. Peywendiyên ku di vê çarçoveyê de çêdibin jî, bona pêkhatina asîmilasyonê rewşeka guncaw tînin holê. Wisa texmîn dikin ku di encama van peywendiyan de çend nifş bi şûn de dê asîmilasyon temam bibe. Jixwe, di encama şewitandin û xirakirina gundan de beşeka grîng a nufûsa kurdan bêgav maye ku koçberî bajarên rojavayê bibe. Xebateka dewletê ya di vê derbareyê de jî her heye. Lêbelê, dewlet bi zanebûn rê nade ku nufûsa kurd berê koçberîya xwe bide kampa Mexmûr a li navbera Mûsil û Duhokê. Çunke li wan deveran asimîlasyon çênabe û tew di ser de jî gelek aşkera ye ku nasnameya kurdayetiyê hîn xurttir dibe.

Meseleya neteweyî di bingeha xwe de meseleya axê ye. Ger lingên meriv li ser axa meriv bin, meriv li ser axa xwe be, di nava gel û meriv de peywendîyeka organîk hebe, hingê di warê helkirina pirsê de meriv di pozîsyoneka guncaw de ye. Ger ji sedemên aborîyê, bi mebesta peydakirinê kar meriv ji ser axa xwe, ji gelê xwe bi dûr ketibe, ji axa xwe, ji gelê xwe veqetiyabe hingê ev yek têye vê wateyê ku li hemberî dewletê meriv gelek lawaz e. Di roja îroyîn de êdî gelek roşinbîrên kurd ji vê yekê haydar in. Roşinbîr êdî dizanin ku surgûn çima çêdibin. Roşinbîr êdî jê haydar in ku çima herêma kurdan li paş hiştine, çima rê nedane ku sinaî bi pêş keve, wek mînak, êdî dizanin ku bendav ne bona avdanê lê tenê bona hilberandina elektrîkê çêbûne, vê elektrîkê jî didin rojavayê. Herwisa, çima gund têne şewitandin û xirakirin, bona çi korucutî têye arastekirin, çima malbatan ji cih û warên wan didine koçberkirin? Derbareyê van mijaran de li gel beşeka roşinbîrên kurd pêzanîneka nû geş dibe. Ji ber vê yekê êdî pêwîstiyek e ku roşinbîrên kurd di şûna ku li bajarên metropolê yên mîna Stenbol, Anqere û Îzmîrê binecih dibin, divêt li ser axa xwe binecih bibin. Ev roşinbîr di nav prosesa ji metropolên Tirliye, ji Ewropayê bo vegera ser axa de ne. Di roja me de yek ji prosesên grîng ev e. Roşinbîrên ku li metropolên Tirkiyeyê yan jî li bajarên Ewropayê dimînin êdî dest pêkirine demeka grîng ya ji salekê li welatê xwe derbas dikin. Meriv dikane vê pêşveçûnê bişopîne. Di mijara roşinbîrên kurd de meriv dikane proseseka wisa bibîne. Ev jî rastîyek e ku veger, ango vegera bo welêt hindek rîskan di nav xwe de dihewîne. Lêbelê roşînbîr jî, jixwe, van rîskan digrin ber çav û vedigerin.

Ev êrşînê ku li van mehên dawîn li hemberî kurdan, bi taybet li hemberî Partiya Civaka Gel çêdibin, dibin sedem ku di kurdan de hîşyarîyek çêbibe, hestên netewî bihêztir bibin. Meriv dikane viya wek karîgeriyeka neyînî ya îdeolojîyê jî bihesibîne. Ev bizavên komelî yên ku têne pêşxistin, ev nîjadperestî wê encama ku dixwazin bi dest bixînin ligel xwe nayne, berevajiya wê, rewşa ku dewlet qet naxwaze çêbibe pêk tîne. Mîtîng û numayîş û meşên li dijî kurdan, herwisa, êrîşên li hemberî kurdan, li hemberî saziyên kurdan wisa hate pêşxistin ku, vê yekê hindek kurdên ku di xewê de bûn jî hîşyar kir. Di vê çarçoveyê de, êrîşî hindek kurdan hate kirin ku ew gelek wext berê bar kirine hatine li bajarên rojavayê bicih bûne, tu peyweyndiyeka wan bi siyasetê re nîn e û bi qasî dewletê li hemberî gerîla ne. Di encamê de em dikanin vê êrîşê wisa şîrove bikin ku “Dibe ku we kurdîtiya xwe ji bîr ve kiribe lêbelê em dizanin ku hûn kurd in. Em li dijî we ne jî. Em ê we jî tune bikin.” Ew mîtîng û numayîş û meşên ku hatin pêşxistin têgihaştineka wisa, hişyarîyeka wisa jî çêkirin. Ger ev pêşxistina van numayîşan zêdetir bibe, di van merivan de, li nav van malbatan xwestineka wisa hîşyar bibe ku cardin vegerin welatê xwe, ango vegerin ser axa kurdan. Ev jî dê pêşî li prosesa asîmilasyonê bigre, dê jê re bibe asteng. Ez ne bawer im ku di vê çarçoveyê de pevçûneka ciddî di navbera kurdan û tirkan de çêbibe.

Meriv dikane vê mijarê wisa îfade bike ku polîtîkaya bingehîn asîmilekirin e, wek şêwazek asîmilikirina kurdan bo tirkîtiyê têye tetbîqkirin. Di prosesa tetbîqkirina vê şêwazê de bi taybet pêşî li pevçûneka kurdan û tirkan digrin. Nexwe, şêwazên tund dikanin kurdayetiyê hişyar bikin, vê prosesê bileztir bikin. Digel van hemîyê hewldanan ger dîsa jî komel li hemberî asîmilasyonê li ber xwe bidin, hewl bidin xwe da ku kurdayetiyê biparêzin, pêşdetir bibin, gelo wê demê dê çaw be? Hingê pêwîst e, yên ku naxwazin asîmile bibin, li hemberî asîmilasyonê li ber xwe didin, dixwazin kurdayetiyê biparêzin û pêşdetir bibin divê bêne tunekirin? Meriv dikane bifikire ku ev îhtîmal jî di fehma serweriya tirk de heye. Lêbelê ez ne di wê qenaetê de me ku ev îhtîmal dê were pêkanîn. Ji ber ku kurd êdî bi piranî ne li herêmekê ne, ji ber ku kurd li rojavaya Tirkîyeyê jî hene, ji ber ku amûrên ragihandinê hene, ji ber ku di warê peywendîdanînê de amûrên teknolojîk zêdetir bûne, lewre êdî ev yek rê nade bicihanîna nîyeteka wisa. Wek mînak, ger li goşeyeka din a cîhanê bûyerek rû bide, dikane bi riya telefonên destan hîn ku 24 saet di ser re neçûbe, li her alîyê cîhanê were bihîstin. Ev jî aşkera ye ku divêt operasyonên wisa bi veşarî/nihênî bêne kirin. Wek mînak, êdî telefonên destan jî dikanin rê nedin ku karekî wisa nihênî bimîne.

Êdî dewleta tirk, karbidestên hukûmetê, berpirsîyarên artêşê jî jê haydar bûne ku pevçûneka etnîkî dê ji hev cudabûnê ligel xwe bîne. Wek mînak, serekerkanê ku hîn çar pênc meh berê digot “yê ku nebêje çi baş e ku ez tirk im, ew dişminê me ye” piştî ku li meha kewçêrê mîtîng û numayîş û meş çêbûn û bi şûn de êdî pêwîstî pê dît ku bibêje “kurd Birayên me ne”. Li vir jî mumkin e ku meriv karîgerîya neyînî ya îdeolojîyê, encamên vê yekê bibîne.

Gelo cenabê we ji layê haletê ruhîyeya civakî ve, vê rewşa neasayî ku her li dar e û her têye xwestin ku Tirkiye êrîşî derveyî sînor bike, çawa dibîne?

Di nav civakê de, di nav hişê wan de ew xwestina bezandina sînoran tenê li hemberî kurdan derdikeve rojevê. Wek mînak, li navbera salên 1985 û 1988an li Bulgarîstan tirk dihatin çewsandin, navên wan bo navên Bulgarî dihatin guhartin, tirk dihatin bulgarkirin. Wê demê, “bezandina sînoran” hîç nehate rojevê. Gelek li hemberî vê polîtîkaya navborî ya Bulgarîstanê derketin lê kesî negot, “em êrîşî derveyî sînor bikin û hemnîjadîyên xwe rizgar bikin…” Tişteka wisa nehate rojevê. Bona tirkên Trakyaya Rojavayê jî her wisa. Qibrîs jî, divêt di çarçoveyeka cihêtir de were helsengandin.

____________________

Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn & Çavkanî: Evrensel Kültür, Hej: 192, Berfanbar 2007, r. 74-77

Zarathustra News - Peyamaazadi

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]