|
7/1/2008 Têgihîna Namûsê İsmail Beşikçi (Wergêr: Roşan Lezgîn). Li bajarên kurdan ên mîna Bidlîs, Agirî, Batman, Diyarbekir, Ruha, Wan û Mûşê kuştinên ku wek kuştinên namûsê, wek kuştinên edetan tên binavkirin, çêdibin. Ev kuştinên hanê di encama koçberîyê de êdî li bajarên wekî Stenbol, Adena, Antalya, Mêrsîn, Îzmîr û Sakaryayê jî çêdibin. Li van deveran têgeha namûsê di ser bedena jinê û zayendîyê re tê nasandin. Namûs di ser beden û zayendîya jinê re tê fêmkirin. Di nav malbatê de jinên ciwan yan jî keçên 15-20 salî li gundan yan jî li navçeyan ger bi awayekî nehînî ligel mêrekî di nav peywendîyê de be û ev peywndî ji layê malbatê ve bête bihîstin, hingê malbat vê yekî herwekî “namûsa me herimî, divêt bê paqijkirin…” têdigihê, wisa fêm dike. Dibe ku ev peywendî bi zora mêrî jî çêbûbe. Aşkera bûyîna peywendîyê jî, pirranî bi hemîlebûnê re derdikeve meydanê. Malbat, ji ber ku leke li şerefa malbatê daye, hingê di vî warî de biryara kuştina keçikê didin û vî karî jî yan bi destê birayê piçûk yê jinê/keçikê, ger birayekî wisa nîn be, bi destê birayê mezin yan jî pismamekî wê didin kirin. Mezintirîn tundrevîya li hemberî jinê bi vî awayî tê pêkanîn. Herwisa, ev jî têye zanîn, ew malbatên ku karên wisa dikin, di nav civakê de qedrê wan zêdetir dibe. Televîzyon, rojname û radyo dema ku nûçeyên bi vî rengî belav dikin bal dikşînin ser meclisa malbatê: “Meclisa malbatê civiya. Bona paqijkirina vê lekeya li ser malbatê û bona parastina şerefa malbatê biryar hatiye dayîn ku ew jin yan jî keça ku di nav peywendiyên nehînî de ye, bête kuştin.” Li gund yan jî li navçeyê ger destê mêrekî li porê keçek yan jî jinekê bikeve, ev yek dibe meseleya namûsê. Bûyereka wisa dikane bibe destpêka şerekî xwînî. Layekî vê diyardeyê ev e. Lêbelê layekî din yê dîyardeyê jî heye, ku tê zanîn, lê behsa wê naye kirin, diveşêrin. Her kes pê dizane lê ji nedîtî ve tê. Di vê gotarê de ez ê hewl bidime xwe da ku piçek bal bikşînim ser vê yekê. Di herêma kurdan de ji sala 1984an û vir de, ev serê 25 salan e şer heye. Hêzên asayîşê her tim li gundan, li navçeyan operasyonan dikin. Carînan, jin û mêr û ciwan û pîr, giş bi hev re bi komelî têne girtin. Kesên ku têne girtin, carînan bi zincîran bi hev ve têne girêdan û wan dibin polîsxane yan jî meqerên leşkerî. Li van deran, hêzên asayîşê, jinên ciwan ji yên pîr cihê dikin û wan li cihekî din girtî dihêlin. Di lêpirsînê de ligel îşkenceyê tecawuz (destdirêjîya namûsa jinê) jî heye. Di vê prosesê de korucî (cehş), endamên JİTEMê, tîmên taybet (quwetî xas), cendirme, polîs û leşker bi darê zorê namûsa jinan diherimînin. Mêrên ku hatine girtin, ango bav û bira û mam û hwd. hay ji rewşê hene. Lêbelê li hemberî tiştên bûyî bêdeng in. Ji nedîtî ve tên, her wekî ku tiştek wisa çênebûye. Ew meclisa malbatê ku li gund, li navçeyê ji ber peywendiyeka li derveyî edetan dikane derbareyê jinan de, derbareya keçan de biryara kuştinê bide lêbelê li hemberî wê herimandina namûsê ku li meqera leşkerî ji layê hêzên asayîşê ve çêbûye bêdeng dimîne. Ger destdirêjîyeka wisa ji layê hêzên asayîşê ve çêbûbe, ji nedîtî ve tên, her wekî ku tiştekî wisa çênebûye. Ger li gund, li navçeyê, li bajêr ev peywendî bi yekî ji gelê wan re çêbûbe, hingê dibêjin “namûsa me herimî, tenê kuştin dikane viya paqij bike”, lêbelê ger ev destdirêjî ji layê endamekî hêzên asayîşê ve bête kirin hingê nabe mesele. Ew mêrê ku dibêje namûsa me herimî û bi xwînsarî gule berdide xwişka xwe, qet bala xwe nade ser pêvajoyeka wisa, li ser vê yekê nafikire. Dîyardeya namûsê çawa ku li gorî cih û zemanê ku bûyer rû daye diguhere, herwisa, li gorî nasname û pîşeya mêrî jî diguhere. Divêt ev peywendî, ev têgihaştin bi têgehên antropolojîyê bêyne fêmkirin, bêne têgihaştin û rexnekirin. Meclisa malbatê sazîyeka pîrîmîtîv e. Wekî mînak, di warê rêvebirina debara malbatê de, di warê kirîn û frotinê, yan jî bo kirê dayîna milk de biryareka meclisa malbatê tune ye. Bona biryarên ekonomîkî ti pêwîstîyek bi meclisa malbatê nîn e. Derbareyê arîşeyeka aborîyê de nayê gotin ku “malbat civîya û biryareka wisa girt” û hwd. Wezîfeya meclisa malbatê tenê ew e ku derbareyê jin yan jî keçekê de bi mebesta ku li derveyî edet, dab û nêrîtan peywendî bi yekî re danîye biryara kuştinê bide… Ji bilî viya tu roleka wê nîn e. Dema ku çapemenî dibêje “meclisa malbatê civiya”, “meclisa malbatê biryar da” hingê ev yek ji bilî ku vê meclisê zinde bihêle ne ti tiştekî din e. Ger mesele were ser pirsa kurd, hingê ev sazîyên kovî yên wisa ji layê dewlet û hukûmetê ve, ji layê çapemenîyê ve berevaniya wan tê kirin, wan teşwîq dikin. Statu didin van sazîyên kovî, wan geş dikin, pêşde dibin. Û bi vî awayî dikin ku ev sazî xwe birêxistin bikin, mayînde bibin. Wekî mînak, di sivistana sala 1990î de hindek serekên korucuyan (cehşan) bo Anqereyê hatibûn vexwendin. Ligel wezîrê navxweyî û serekwezîr û serokkomarî hevdîtinan çêkiribûn. Wê demê jî çapemenîyê wisa nûçe belav kiribûn: “Serekê eşîra Batûwan …, serekê eşîra Tayan …, serekê eşîra Jirkî …, serekê eşîra Mexmûran … li Anqereyê ne. Ev serekên eşîran ku li ser vexwendinê hatine Anqereyê …” Li televîzyonan bi tevî dîmenên wan ve bername hatibûn çêkirin. Bi vî awayî dezgayê eşîretîye hatibûn zindekirin, hatibin parastin û geşkirin, hewl dabûn xwe da ku statu bidin van dezgayan. Di proseya berxwedanê de bi destê polîtîkaya dewletê eşîret wekî dezgayek hatibûn rêxistinkirin. Lêbelê ji layê din ve serokwezîr Bülent Ecevitî di dema serokwezîrtîya xwe de destûr nedabû şaredarên HADEPî da ku werin pirsgirêkên xwe rabigihînin wî. Ecevitî bi mebesta ku “ew xwe ji rêxistina terorê dûr nagrin” jîvan nedabû wan. Ez dixwazim bibêjim ku çapemenî têgeha meclisa malbatê derdixîne pêş, hewl dide xwe da ku statuyekê bide vê dezgeya prîmîtîv, bi baldarî dixwaze vê diyardeyê bike sazîyekê. Gelo ev meclisa malbatê dikane biryarek wekî “di girtinên komelê de em naxwazin jinên ciwan li cihekî din girtî bimînin, wan ji komelê veqetînin û bibin cihekî din, em qebûl nakin ku ew li cihekî din girtî bimînin…” bigrin? Dikane biryarek wek “em ê jinên xwe nespêrin bextê wan…” bigre? Nikane wisa bike. Lêbelê di bûyerekê ku li gund yan jî li navçeyê rû daye, dikane tundtirîn zorbazîyê li jinan bike, qet texsîr nake ku girantirîn cezayê ango cezaya kuştinê pêk bîne. Di têgihîna namûsê de, di têgihîna “namûsa me herimî” de, li gorî cih û zemanê wê, li gorî nasname û pîşeya mêrî cihêtîyên mezin nîşan dide. Divêt meriv bi teferuat li ser sedemên vê yekê raweste. Herwisa, di vira de şaşîtîyek jî heye. Gelo divê meriv li ku derê li vê şaşîtîyê bigere? Gelo divê meriv di nav edetên civakî de li vê şaşîtîyê bigere yan di wê texrîbata ruhî de ku di encama mekanîzmayên zordarîyê yên hêzên ku bi awayekî hevpar kurdan xistine bin kontrolê pêkhatîye de bigere? Kurd civakeka wisa ne ku nikanin xwe bi rê ve bibin, rê nayê dayîn ku ew xwe bi rê ve bibin. Kurd û welatê wan Kurdistan hatine cihêkirin, parçekirin û parvekirin… Rewşa kolonyalîzma navneteweyî serdest e. Di navîna Rojhelatanavîn de 40 mîlyon kurd bêstatu ne. Hêzên ku bi awayekî hevpar kurdan îdare dikin, gelek xirab îdare dikin. Di vê îdarekirinê de heq û huqûq tune ye; pelaxtin heye, piçûkxistin heye. Li cîhanê ti miletekî din yê ewqas mezin û bê statu nîn e. Helbet em hay ji pêşveçûnên ku li derdora Dewleta Federe ya Kurd ku li Kurdistana Başur çêdibin hene. Herwisa, ev jî têye zanîn ku ev yek piştî çendîn berxwedaneka dûr û dirêj û dijwarîyan de çêbûye. Ew hewldanên xwe îdarekirinê ku li parçeyên din yên Kurdistanê rû didin, ji layê hêzên ku bi awayekî hevpar kurdan îdare dikin ve têne fetisandin. Ger bêhtirî sed salan ev proses li dar be, hingê dibe sedem ku di warê edetên civakî û tenduristîya ruhî de gelek xirabûn derkevin meydanê. Psîkolojîya/derûnîya kesan, ya civakê xira dibe. Civak û kes êdî ji xwe dûr dikevin, dikevin nav prosesa tevlîbûna wê kultura ku li ser wan hatiye sepandin/empozekirin. Ger ev proses demeka dirêj dewam bike, dibe ku ev yek êdî bikeve nav DNAya meriv û civakan. Ewên ku dikanin li hemberî gelê xwe gelek tund bin lêbelê li hemberî hêzên dagîrker, li hemberî kesên ji wan hêzdartir fis dibin. Ev reftarîyên berovajîyê hev, ku di meseleya namûsê de derdikevin meydanê, di wateya rizandinê de ne. Dema ku civaka kurd, nirxên kurdan bi vî awayî di bin fişardinê de bin, hingê psîkolojîya wan jî xira dibe, rizandineka wisa derdikeve meydanê. Gelo riya rizgarbûna ji van peywendîyên lanetî, riya rizgarbûna ji vê prosesa lanetî û xwe dirêjî azadîyê kirinê, çi ye? Berîya her tiştî gelek girîng e ku divêt meriv hay ji vê prosesê hebe, ji van peywendîyan agahdar be. Ew kesên ku hay ji vê prosesê bibin, gelek aşkera ye ku dê bi nirxên xwe re bijîn, dê xwedîtîyê li nirxên xwe bikin, dê van nirxan geştir bikin, dê nirxên ku li ser wan hetine sepandin/empozekirin red bikin, her ku biçe dê vegerin ser resenîya/orîjînalîteya xwe. Piştî ku meriv bibe ‘xwe’, hingê gelek hêsan e ku meriv bigihê mafê xwe, qet nebe di fiîlîyatê de meriv dê bibe xwedîyê mafên xwe. Ev prosesa lanetî, ev peywendîyên lanetî tenê dikanin bi vê yekê bişkên. Zarathustra News & Peyamaazadi.org - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |