NEWROZ

نوروز


6/9/2007

Berêz Muhsin Cewamêr dixwaze bi navê serokê nemir  M. M. Berzanî

bi hestên netewî  yên kurmancaxêvan bilîze

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Rêzdar Cewamêr hîn  di rêça xwe ya şaş de diçe û ewî dîsan di 30.07.2007 an de  gotarek bi navnîşana "………… bi zimanê erebî ….di pir malperan de weşandiye.Ew di gotara xwe de dibêje; " Bila dilovaniya xwedê li rêberê Kurd Mistefa Berzanî be ,di dema ku ewî di danîştinekê de bi Dr.Mustefa Muslim û hevalên wî re goti bû;"ez  ti caran nivîsandina kurdî ku bibe latînî napejrînim…"   ji ber ku hin Kurdan  bi tîpên  latînî –turkî girtine û rudawên dengên latînî –turkî  li ser tîpên kurdî pêktînin, lewra jî dengên  kurdî reseniya xwe winda kirine.. û hin tîp jî ji zimanê kurdî  hatine avêtin …."  Ewa dîsan dinivîse;" Ez nizanim ji bo çi hin Kurd tîpên latînî pîroz dibînin û ewqas evîndarên  wan tîpan in, tu dibêjî, qey ewan ji ezmên hatinê xwerê….".

Ew hîn dibêje; "eger pêwîst be hemû gelên cîhanê bi tîpên latînî binivîsînin, lê pêdivê Kurd van tîpan nepejrînin, ji ber ku bi karanîna van tîpan, ziman, çand, kelepur, dîrok, û erdnîgarya gelê Kurd li Bakur hema hema winda kirine, û gelê Kurd mîna neteweke serbixwe nabînin….û wan bi Turkên çiya nav dikin ……"

Bi ser van gotinên jorîn de jî, nivîskar M.Cewamêr xwe dixe hin çewtiyên din, ewa dixwaza ji bo du, sê tîpên erebî yên ku di bin bandora pirtûka pîroz(Qoran) de ketine nav zimanê me, tîpên kurdî –latînî nepejrîne, bi sedama ku  Kurd nikane wan tîpên erebî bi latînî bi kar hûne, ango bikaranîna wan tîpan bi latînî, tîpên erebî yên resen  têtin guheztin .::…"

Di rastiyê de min nedixwast dîsan bersiva mamoste M.Cewamêr bidim, ji ber ku min û çend hevalên din jî  mîna nivîskarên berêz, Dr. Husên Hebeş, Heyder Omer  HelîmYosiv, Hesen Silêvanî, Selah Sadallah Elî Cefer, Selîmê Biçûk bersiva wî û yên mîna wî wek Ferhad Şakilî li ser zimanê kurdî û astengiyên zimên ji zû de dabûn. Me ji wî û ji yên mîna wî lava kiri bûn ku ewanan hinekî bi aramî û zanistî kêşeya zaravên me bipelînin û ne bi dara zorê li nav çavên zaravê kurmancî yên bi tîpên latînî bidin …lê mixabin hêrişkirin li ser zaravê kurmancî û tîpên latînî hîn berdewame …ez û  bi sedan rewşenbîrên kurmancaxêv li çar beşên Kurdistanê gelek ji helwestên van berêzan mîna Muhsên Cewamêr û Ferhad Şakilî matmayî dimînin. Ez bi xwe pir caran ji xwe dipirsim, ma gelo çima ev pirsa niha ji aliyên van kesanan de pir  bi neyînî germ dibe..? Çima wezareta perwerdeyê li Kurdistana azad çavên xwe li ser  van hêrişên ne rewa dadimrîne???? Ma gelo perlemana Kurdistanê li pişt van kesayetiyan e ???? Ma gelo hin siyasetmedarên detltdar bi nehênî li pişt van berêzan radiwestin?? Bi rastî gelek pirsên din bê vîna min di serê min de derin û tên !!!

Li alîyekî din berêz serokê herêma Kurdistanê kek Mesud Berzanî bi awakî vekirî li pêş nivîskar, ronakbîr û siyasetmedarên parêzgeha Dohokê goti bû; niha ne dema  çareserkirina pirsgirêkên zimanê kurdî ye …û h. w.d   "lê tevî vê, Muhsên Cewamêr di nivisîndina xwe de li ser vê mijarê hîn berdewam dike, ew û  pir mixabin ta niha nirx nedaye nivîsarên  nivîskar û ronakbîrên kurmancaxêv û ne jî ew nerxê dide nirîna serokê herêmê kek Mesud Berzanî…lê bi ser vê de jî ew  dixwaze bi peyvên serokê mezin, nemir Mila Mistefa Berzanî bi hestên welatparêzên Kurdistanê bilîze û çavên me hemûyan li ser şaşiyên xwe bigre. Di sebaret  peyvên nemir M.M Berzanî li ser tîpên  kurdî –latînî de, ez nizanim ta kîjan radeyê nirîna serokê me yê pakrewan li nik rêzdar Muhsên Cewamêr belgekirî ye ???? .Herweha mirov dixwaze dîsan pirsên din ji kek Muhsên Cewamêr bike; eger serokê nemir rast ev gotinan kiri bin, çima ewanan niha tên ser zimên ? Çima gava ku serok ev gotinan kirin, nivîskar û rewşenbîrên me li hemû beşên Kurdistanê guhdar nekirin yan di belgeyekê de nexwendin … ????eva li aliyêkê, lê li aliyê din, bi melyonan kurdistanî M.M.Berzanî mîna serokê gelê Kurd dibînin, siyaset û rêbaza wî ya netewî di dil û mêjiyên hemûyan da ne, ango nemir Mistefa Berzanî siyasetmedar, têkoşer û ramangîrê  kêşeyên dêmokratî û azadiyê bû …ew ne zimanzan bû, ez gelek bawer dikim, ku ewa niha hîn xweş ba, ewî, dê biryara standardkirina zimanê me bi erkkên zimanzanên  hemû beşên Kurdistanê ve bibestanda, peyv û pêşniyarên serok Mesud Berzanî di vê derbarê de nimûneyeke gelek zelal e..

Di encama van bawerî û vepirsînên min de, ez lava ji hemû zimanzan û ronakbîrên  her çar beşên Kurdistanê dikim ku ewanan bi aramî û hêminî gotar û lêkolînên xwe  derbarê zimanê kurdî û astengên wî binivisînin, divê ewanan niha li hukumeta herêma Kurdistanê çareserkirina vê pirsgirêkê nelezînin, çimkî hukumeta me hîn nû ye, û mîna her kesek dizane ku niha bi sedan aloziyên siyasî li Îraqê henin, hukumeta Kurdistanê di hevkêşeyeke siyasî mezin û giring de y, lewra jî hêgin û germkirina  kêşa zimanê kurdî di vê qonaqa pir nazîk de, ne li gor berjewendiyên netewa Kurd e,  bi texmîna min, belkî dijminên me sudan ji pêşniyar û nirînên van hin rewşenbîrên şoran mîna Muhsên Cewamêr û Ferhad  Şakilî  wergirin û qelîştekên mezin di navbera  Kurmancaxêv û Soranaxêvan de  peyda bikin .. Ez bi hêvî me ku em hemî  bi çavên bilind li pêşniyarê serokê herêma Kurdistanê kek Mesud Berzanî temaşe bikin, ji ber ku ew baş dizane ku niha çiqas heyama siyasî li Kurdistanê  nazîk û hestwer e.

Almaniya.28.08.2007

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]