|
4/7/2007 Dewlemendê germa Giloverî: Kurdistan Gabar Çiyan Germa Giloverî ji ber gazên xeter pêk tê. Germbûna xwezayî ku ji tavê tê û cîhanê germ dike, berê xwe dide atmosferê. Li wir beşek ji germbûnê ji aliyê helma avê, karbondîoksît û gaza metanê ve li ezmên tê hemêzkirin. Germbåna parastî li ser cîhanê dibe wek şemsiyek xwezayî û mêzênek germbûnê li erdê pêk tîne. Lê di sedasala dawî de ji bo bidestxistina enerjiyê nirxên xav yên binerd piralî hatin bikaranîn. Şewitandina nefta xav, kêmkirin/kêmbûna daristanan, zêdebûna hejmara mirovan û berxwarin û mesrefa zêde, bikaranîna teknîkî ya bê plan, li esmên gazên karbondîoksît, metan û diazotmonoksît ê zêde kir. Ev zêdebûna ne xwezayî germa giloverî pêk anî. Xeterên li pêşiya cîhanê Germa giloverî bandora xwe piralî li cîhanê dike. Li cemserê, çiyayên qeşayê dihelin. Hilandin ava deryayê bilind dike, reşayiya li ber avan kêm dike. Heta niha ava deryayê bi qasî 25 cm bilind bûye. Ji % 10 çiyayên qeşayê hiliya ye. Ji ber germa giloverî, ba û bahozên xurt radibin. Lehî xesarê dide çandiniyê, mal û can. Li gelek deveran baran dibare û lehiyê pêk tîne. Li hinek herêman ji germa û bêavî dê erd bibine çol. Demsal bi şêweyek guhertî xwe dide der, bahar zûtir tê û payîz bi derengî silavê dide mirov. Beşek ji heywanan û nebatên hene nikarin li ber germê jiyana xwe bidomînin û jiyana wan bi dawî tê. Germa giloverî gelek nexweşiyan bi xwe re tîne. Êşa dilê mirovan zêde dibe, bêhnê diçikîne û alerjiyên cewaz pêk tîne. Beyana Yekîtiya Miletan-UN Dezgeha Siheta Cîhanê ku bi Yekîtiya Miletan-UN ê ve girêdayî ye li ser rewşa welatê Asya û pasîfîkê beyanek belav kir. Berpirsiyarê cihên Pasîfîkê yê UN ê Shigeri Omi wisan dibêje: Ji ber germa giloverî rewş krîtîk e. Pêwîst e tedbîr bên girtin. Xebat bên kirin. Dema tedbîr neyên girtin, piştî deh salên din xeterên mezin li pêşiya mirovantiyê ye. Ji bo ku rewş ji nêz ve bê niqaşkirin di 2-5 temûz ê de li peytextê Malezya, Kaula Lumpur ê dê cîvînek ji aliyê pisporên pirsê dê bê organîzekirin. Pispor ji 14 welatan dê beşdarî civînê bibin. Ava vexwarinê kêm dibe Di beyana UN ê de li ser pirsa baran û avê jî tê rawestandin. Wisan e beşa li ser pirsê: Ji ber germa giloverî li gelek deverên cîhanê dê barandina baranê bi sînor bibe, kêmtir bibe. Kêmbûna baranê û ziwabûna kaniyan dê kêmbûna ava vexwarinê bi xwe re bîne. Xetera kêmbûna avê dê bandora xwe li çandiniyê bike. Erd dê bibin çol. Fêkî û şînayî dê kêmtir bibe. Bi mîlyonan mirov dê tî û birçî bibin. Paqijî dê kêmtir bibe. Nexweşiyên ji ber qilêrê dê zêde bibin. Germbûna giloverî dê nexweşiyên nû bi rêya heywanan bide belavkirin. Mêş û kêzikên ku li hinek welatan nehatine dîtin, dê peyde bibin û siheta mirovan tehdît bikin. Rewşa Tirkiyê û Rojhilata Navîn Li gorî raporên UN ê di sala 2025 an de, Tirkiyê ji ber problema nepeydekirina ava vexwarinê dê têkeve tengasiyê. Bi taybetî li Anatoliya navîn gelek ji erdên çandiniyê dikarin bibin çol. Li aliyê Derya Reş jî rewş nebaş e. Cihê bajar û gundan dikarin bêne guhertin. Li gorî çavkaniyên "Navenda Lêkolînên Teknolojiyê" li Zankoya Osmangaziya Eskişehir ê, ne tenê Tirkiyê, lê welatên Rojhilata navîn jî bi teyayî li gel welatên ereban dikevin ber vê xeterê. Rewşa Kurdistanê Li bakurê Kurdistanê ev çend sal in ku li ser pêkanîna projeya GAP ê xebat didome. Gelek erdên beyar dibin avî. Li gelek belediyan dar tên danîn. Bendên li ber avê, guhertina herikandina şopa avê, danîna daran bi xwe re guhertina xwezayî tîne: Li gelek deveran baran bêhtir dibare. Erdên beyar bi xwe re bereketê tîne. Germbûn, cihê xwe dide hênkayiyê. Qelsbûna germa dijwar li Kurdistanê ji aliyê Navneda Meterolojiya Tirkiyê jî tê pêjirandin. Vê kêliyê li bajarên tirkan germek zêde heye. Hejmarek kes ji ber germê dimirin, nexweşî zêde dibe. Lê li Kurdistanê rewş guhertî ye. Bajarên Batman, Şirnex, Amed û hwd. havînan pir germ bû. Êvaran germbûn kêmtir dibû. Lê niha êvaran hewa hêniktir e. Li ser dereceya germbûnê kaniyên meterolojiyê vê texmînê dikin: Bakurê Kurdistanê 2007 06 28- 2007 07 03 Bajar Germbûna biroj Germbûna êvarî
Agirî 25 11 Batman 37 20 Bîngol 30 16 Bedlîsê 28 9 Amed 35 19 Elezîz 33 15 Erzirom 21 8 Hekarî 30 19 Mêrdîn 35 24 Mûş 30 16 Şirnex 32 18
Li Kurdistanê rewşa avê Li cîhanê kanî ziwa dibin, ava vexwarinê kêm dibe. Lê li Kurdistanê rewş guhertî ye. Wisan dibêje mûdîrê herêma 10: an yê karê avê-DSI Nihat Üstündağ: Li Amed ê û bajarên din yê herêmê hetanî sala 2040 î çi problema ava vexwarinê nayê holê. Li Amed ê bi projeya paqijkirina ava Dîcleyê pirsgirêk hatiye çareserkirin. Li Aliyê Mêrdînê bi projeya kişandina xeta nû ya ava spî ji Nisêbînê, pirsgirêka ava Mêrdînê jî çareser dibe. Li wir jî hetanî sala 2040 î çi pirsgirêk dernakeve holê. Li Sêrtê bi kaniya Hesko û ava Kezerê rê li ber problema avê hate girtin. Li Şirnexê ji 50 km av dê bi xetekê bê kişandin. Li Batmanê jî di nav sê salan de projeya avê dê bi dawî were. Ava li herêmê bi salan dê biherike. Çi tengasî nikare peyde bibe. Çandinî GAP ji du programan pêk tê. Dema proje bi dawî werin dê 22 baraj û 19 sentralên hîdroelektrîkê têkeve xizmetê. 1.7 milyon hektar erd dê bê avdan. Li gorî kaniyên daîreya çapemeniyê ku bi serokwezareta Tirkiyê ve girêdayî ye, dê hatina genim ji % 90, ya ceh ji % 43, ya pembo ji % 600, ya Firingiya (tomate) ji% 700, ya nîska ji % 250 î û ya fêkî ji % 167 zêdetir bibe. Her wisan çandiniya soya, fisteq, garis, gula berberoj û fasoliyan dê pir zêdetir bibe. Xeterên li ber çavan Dewleta Tirkiyê polîtîka xwe ya rojane li ser qelskirina bizava kurdî ava kiriye. Talankirina Kurdistanê beşek ji karê wan e. Bombebarankirina xwezaya Kurdistanê di sed salê dawî de bê rawestan îro jî didome. Dara dişewitînin, heywan tên kuştin, xweza xesarê dibîne. Rê li ber danîna daran tê girtin. Cihê xesarê nayê dagirtin, valahiyek derdikeve holê. Çiya tazî dimînin. Dar li gelek deveran kêm dibin. Pêwîst e danîna daran li gund, bajar û li serê çiyayên tazî pêk were. Polîtîkayek ji bo vê ji aliyê belediyan ve bê peyde kirin. Li gundan û bajaran lêkirina xaniyan ji awira teknîka lêkirinê qels e. Xanî li hemberî lehî û erdhejandinê nikarin berxwe bidin. Pêwîst e xaniyên bên lêkirin li hemberî buyerên xetera germa giloverî bi hêzbin. Barandina baranê, rabûna lehiyê çi bandorê li wan nekê. Pir giring e ku belediyên Kurdistanê li ser pirsê bê helwest nemînin. Tedbîrên ji avakirina xaniyan û li hemberî lehiyê hebe. Li gorî zaniyariyên ku belav dibin, li başûrê welêt evîna li hemberî bidestxistina otomobîlan zêde dibe. Çend salên din dikare li Herêma Kurdistanê zibilxaneyên otomobîlên kevn pêk were. Her wisan ji ber gazên otomobîlan bêhn bi bajaran bikeve. Nexweşiyên nû li wir peyde bibin. Li bajarên Herêma Kurdistanê kanalên avê û yê pîsîtiyê an tune ye, anjî pir kevn in. Berî ku bingeha bajêr bê nûkirin, anku kanalên avê û yên pîsîtiyê bên nûkirin û xurtkirin, xanî tên avakirin. Ev şaş e. Pir giring e ku Hikûmeta Herêmê xetera germa giloverî bibîne. Li gorî rewşa nû belediyan xurt bike û bingeha bajaran raçav bike. Ji awira teknîkî ve bê îcaze û kontrol xaniyan nede avakirin. Qanûnek modern ji bo trafîkê çêbike. Rê li ber kirîna otomebîlên kevin bigire. Bi projeyek xurt welat şîn bike û daran bide çandin. Kaniyên avê têxe bin kontrolê û ji bo herikandin û bikaranîna wê xwedî siyaset be. Xelkê li ser xetera germa giloverî agehdar bike. Pir giring e ku polîtîkayek netewî li ser ava Kurdistanê hebe. Av ji aliyê belediyan ve bê kontrolkirin û rê li ber firotina kaniyan ji bo welatê xerîp bê girtin! Li ser kaniyên ava kontrol hebe. Gel ji bitirbûna avê dûr bikeve, avê bi şêweyek ekonomîk bi kar bîne. Ji niha ve bi destê karbidestên kurd febrîkeyên avê li ser kaniyan bê avakirin. Buhayê avê ji petrolê buhatir dibe Li gorî çavkaniyên UNICEF ê ji % 40 ê cîhanê pêwîstiya xwe bi ava paqij ya vexwarinê heye. Her 5 mirovan kesek ji ava paqij mehrûm e. Her sal ji ber ava biqilêr 2.2 mîlyon kes nexweş dikeve û dimire. Li Ewropayê kesek di rojekî de 160 lître av bikartîne. Ev pîvan li Somaliyê 5-10 lître ye. Xetera herî mezin ew e ku di sala 2032 an de nîvê cîhanê dê ava vexwarinê nikarîbe peyde bike. Lê li Kurdistanê rewş guhertî ye. Kurdistan buhişta pêşerojê ye. Piştî çend salên din, dema tedbîrên baş bê girtin, ji petrolê bêhtir hatina kurda dê ji ava vexwarinê were. Ji awira Dr. Yekta Uzunoğlu ve kurteanalîzek li ser pirsa avê Dr. Yekta Uzunoğlu aborînasek navdar e. Li gelek deverên cîhanê giraniya xwe heye. Beşdarî gelek konferansên li ser pirsên aborî bûye/dibe. Li ser rewşa germa giloverî û bi taybetî di sed salê li pêşiya me de "pirsa avê" li Kurdistanê pispor e, di destê wî de zaniyariyên fireh hene. Em li ser pirsa avê û rewşa Herêma Kurdistanê pê re peyivîn. Dîtina Uzunoğlu Wisan e: Ev deh salin ku ez li ser suala avê disekinim. Du car çûm civîna gişti ya Yekitiya Milletan li New York e ku li ser sûala avê hatibû saz kirinê. Bi kurti suala avê wê di 20 salen peşiya me de bibe giringtirin sûala mirovatiyê. Bi taybeti suala ava vexwarinê. Welat û şirketên navdar wek USA û CocaCola ve sûalê 25 sal berê nas kiribûn û ew roj ev roj hêdî hêdî tedbirên xwe „ be deng! distînin. Îro şerê heri tuj e be deng li ser avê ye, ne ya li ser Petrol. Piştî hilweşandina sîstema komunistî di sala 90 î de CocaCola tevekên bîren ava vexwarinê ji Komara Çekîi bigire ta Bulgaristanê bi qiymeteke gelek piçûk stend. Kem kes dizane ku şirketa CocaCola li Ewrupayê de pişte sala 1990 de şerekî bê hempa hember şirketên Fransa wek Evian ûhd da û ve şere bir serî û qezenc kir. Biren ku CocaCola stendiye girtî nin. CocaCola Leviya sala 2020-2030 disekene. Sual gelek fireh û çendalî nin. Berpirsiyarê hikûmeta Alman bo Afrika hevale min e. Di salen 80 î de berpirsiyarê diravî Enstituya Kurdî ya Bonn ê bû, parlamenter bû. Piranî nûçeyên nû li ser sûala ava li Afrika ji wî tê. Herwekî ku zava ki me seroke daîre hiquqê li Enqerê ya DSI ye, û caran min bi seroken gişti ya DSI li konferansen navnetewi de nas kiribû, piraniya projeyê wan ji min re nas in. Sefaletê karbidestên Kurdistana Başur ev e ku xwe dane sûalên petrola Kerkûk ê. Le mezintrin dewlemendiye dinê li bin piyên wan de ye, hê jî haya wan ji wê dewlemendiyê nin e. Îro Sabenci Holdinga tirkan jî kare herî mezin ji avê dike ne ji firotina teknolojiyê. Minakeki piçûk : Litra mazotê li Kurdistanê 1 sentê amerîkî ye. Litre Benzinê 3 sentê amerîkî ye. Litre avê kemanî 1 dolar e. Yanî bi lîtreki av dikarî 100 litre mazot bistinî. Gor texmînan Kurdistana Başur sale zêdeyê 180 milyon dolar dide bo stendina ava vexwarinê ji Tirkiye ye. Bi vê 180 milyon dolaran dikarin 180 fabrika avê ava bikin. Fabrika avê erzanirîn fabrîke ye li ser erda cihanê de. Di aborî de tu fabrike din nin e ku dikaribe xwe wek fabrîka avê amortîze bike. Fabrika kî ava xwe di şerten Kurdistana başur de en dereng di nav 8-12 mehan de amortîze dike. Ev karê han mirov ne dikare ji zer e, ji petrolê an ji otomobilê bike. Sala berê Hikumeta Herêmê li Sileymaniyê çend helîkoptér ji Saudî erebistanê bi 12 milyon dolarî stendibûn. Ve diravê bidana avakirina febrîkeya avê wê 12 febrike ava kiribûn û ji karê van febrike dikaribûn îro ji xwe re dehan helikoptér ê din bistînin: Ger pewîstikî wusa ya jiyane ji bo helikoptér hebû. Minakekî din : li Iraqe dora 165 OOO leşkerên emerîkî hene. Her leşkerekî roje dora 3 litre av bi kar tîne. Ev ava wan, şîrkete Firansa ji wan re dide, ji ber ku Emerîka dûr e û emerîkî naxwazin avê ji Tirkiyê bistînin. Tek alternatîv dimîne, Firansa. Bo lîtrekî dora 1 dolar didin şîrketa firansî. Yani roje tene bo ave USA-Army li Iraqê 495.000 USD dide Firansayê.Yani salê 180.675.000-USD tenê bo avê didin Firansayê. Di şertên Iraqê de – ku „ hammadde „ ye şuşe PET ê Polypropylen bi xwe ji Iraqê û welatên xudan Petrol tê, ji ber ku Polypropylen, Polyetilen, Polystren produktên petrolê ne – maliyeta şuşekî avê ji 1 sentê USA zedetir nîn e. Yani ji % 99 kar e. Ve avê Hikumeta Herêma Kurdistanê bo leşkerên USA çêkira salê kêmanî 179 milyon USD karê Hikumeta Herême Kurdistanê bibûya. Bi vî 179 milyon USD dikarîbûn ji xwe re Sedan Helikopter bistinin – madem derde hinekan Helikopter e -. Li bin piyen Hikumeta Herêmê Kurdistane bazarekî kêmanî bi 100 milyon kes heye. Ji Hewlêr şunda ta Mekke û Medinê, ta Kuveyt, Yemen û Israil av nin e û di deh salên peşiya me de ew avê hindik ku heye jî wê êdi nemîne. Kara firotina avê ji bo 100 milyon kesên bi av di wê germahiyê de dikare Kurdistan giştî bike bihuşt !!! Ev çend mînak bûn li ser ava vexwarinê. Ji aliyê din ava Kurdistanê dikare ji bo qezenc kirina enerjiya elektrîk - kehrab – bi kar were. Îro Swîs û Nimsa – Avustrurya – ji % 90 enerjiya elektrikê ji avê peyda dikin. Bi avakirina çend barajan Hikumeta Herêmê Kurdistanê dikare sûala kehreb- elektrikê – ji kok bi awakî ekolojîk çareser bike û sed milyonan USD dolarên ku salê dide Hikumeta Tirkiyê dikare bo lazimetiyê gele herêma Kurdistanê bi kar bînin. Ji alî strajî de, kêmanî di vî warê de ji bin tesîra Tirkiye xwe xelas dikin. Û serda ji baraj dikare bo ziraat û hawa Kurdistanê rolekî berbiçav bileyze û Kurdistan bi ve avê dikare bibe bexça cenetê li Rojhilata Navin de. Bi hindikbûyina avê we roj bi roj produktionen ziraatê ji we hindik yanî biha bibin. Kurdistan ne tene ava 100 milonan le wusa ji sebze û fekiyê sed milyonan dikare bide. Ger ve avê li ziraatê de bi kar binin. Dehmilyonan cîranen ereb wê demê bo derbaskirina havîneki „ henik „ wê wek turist werin Kurdistanê… Ev dewlemendî Xwedê daye Kurdan, ger gelê Kurd û karbidestên wan qiymeta wî bizanibin … Divê dilopekî av ji herêma Kurdistanê dernekeve bê ku menfaateke gelê heremê jê hebe.
Dr. Yekta Uzunoğlu kî ye |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |