|
29/9/2007 Nivîsên bijarte yên Mûsa Anter Gabar Çiyan
Ronakbîrê nemir Mûsa Anter bi nivîsên xwe yên piralî û dewlemend, bi
helwêtsa xwe a Kurdistanî, bi zimanê xwe yê polîtîk û jiyana xwe a
civakî cihê lêkolînên cewaz e. Nivîsên wî bi giranî bi kurdî belav
dibûn. Lê gelek ji nivîsên wî di rojnameyên cewaz û beşek jê jî di
"Yeni Ülke" yê de bi tirkî belav bûne. Pir giring e ku ew
bêne wergerandin da ku Gelê Kurd jê sûdan wergire. Êzîdîtî (...) Yezîdî di nijada me de mirovên herî esîl in û zarokên Yezdanê Îlahî ne... Berî niha ji Ewropayê du name ji Kurdên Yezdanî gihişte destê min. Yek jê ji Hogir yê din jî Beşîr ... hatibû. Piştî xwendina nameyên wan, ez pir kêfxweş bûm û hinekî jî xemgîn bûm... Sedema kêfxweşiya min ew e ku, wan li hemberî zilm û hovîtiya dubare, carna jî sêbare ku hetanî sedsala me hatiye û li ser wana kêm nebûye, îro jî baweriya xwe pir xurt in û ji bo parasina ola xwe a netewî hasas in. Ez xemgîn im, ji ber ku me li ser Êzîdîtî û Yezdanetiyê çi xebatên zaniyarî nekir ku em karîbin pêşkêşî wan bikin. Sedema nekirina xebatên wisan dibe sedem ku mirov hev şaş fêm bike... Ciwanên Yezdanî yên şêrîn û dilovan. Ez dixwazim peyvek apê xwe ji we re bêjim. Apê min Hiseynê Esed wisa digot: Lawê min Mûsa, Em kurdên newêrek/tirsonek, me Îslamiyetî pejirand, lê kurdên me yên egîd/mêr li hemberî zordariyan serî netewandin û li ser ola me a netewî Zerdeştiyê, anku Yezdanetiyê man. Ciwanên heja. We wateya peyva "Yezîd" şaş fêm kiriye. (wateya Yezîd û Yezdanetiyê ne yek e). Yezîd, wateya xwe ji erebî, ji peyva "ZYD" tê. Tê wateya "zêdebûn"ê û "bereket"ê. Îro gelek kesên misilman navên xwe "Bereket" e, dikine Bereket. Navê Yezîd bi taybetî li bakurê Efrîkayê populer e, li wir navên zarokê xwe dikin Yezîd. Yezîdê em qal dikin kurê "Muaviye" ye û tu girêdana wî bi me kurda û bi taybetî bi kurdên Êzîdî re tune ye. Tu cewaziya Yezîdê Muaviye ji awira sextekarî û hovîtiyê ji Türkeş û Ecevit ê li Tirkiyê tune ye. Dema em li ser xwe, anku li ser xala xwe kur bibin (wateya Êzîdîtiyê bikolin) pêwîst e em li kurdiya kevnare û ya îro binêrin. Di Zimanê Kurdî de, mîna zimanê ewropiya "Sich" anku "Xwe" heye. "Yezd" di kurdiya kevnare de tê wateya "Xwe". "Dan" jî tê wateya "Afirandin, pêkanîn"ê. Tê wê wateyê ku peyva "Yezdan" û "Xweda" tê wateya "Xweafirêner", "ji aliyê tu kesan ve nehatiye peydekirin, wî xwe peyde kiriye, afirandiye". Binavkirina kurda a "Yezdan" bandora xwe piştî bi hezaran salî li ola ereba û cihûwan jî kirî ye. Weke mîsal, di "Quran"ê de, di ayeta "Îhlas"ê de wisa hatiye gotin: Tu kesî Xweda peyde nekiriye, ji dayikan çênebûye û tu kes jî jê çênebûye. Ciwanên hêja yên Êzîdî, ma gelo peyva em qal dikin (Yezdanîbûn) wateya xwe ji "Yezdan" û "Xweda" nayê... Zarokên min yê hêja, pêwîst e mirov hev şaş fêm neke. Di 50 salên jiyana min a nivîsandin/belavkirin/çapemeniyê de, min hez ji ola xwe a netewî Zerdeştiyê, anku Yezdaniyê kiriye, ez girêdayê wê me û min qala wê kiriye (19-25 temûz 1992)... Ecevit Ecevit, ez nizanim ku ez çi ji te re bêjim, çi nifiran li te bikim. Ez ji te re bêjim: "nankor", pêwîst nake, ji xwe tu nankor e. Ez bêjim: "nijada te biqele" , "tu bê nijad bimînî". Spas ji Xwedayê dilovan re, ji xwe zarokên te tune ye, tê bê zarok bimire û here. Ez dixwazim hinekî qala dîroka te a nankoriyê bikim: 1- Îsmet Paşa te li ber deriyê çapxaneyekî dît, bi destê girt û anî nav partiya xwe. Tu bi saya serê wî bû Ecevit. Paşê te, mîna Brûtusî îxanetek e mezin li Îsmet Paşayê 90 salî kir, te xwe kir birêvebirê partiya wî û te wî ji CHP ê qewirand/berda wî. 2- Herêma kurda bi giranî dengên xwe dane te. Li serê çiya û tehta navê te "Karaoğlan" nivîsîn. Lê te em xapandin. Tu dibêjê ku, "Ez çûme hetanî Emerîkayê. Û min ji birêvebirê DYE re gotiye ku, dema hûn alîkariya xwe ji ser kurdên Iraqê qût nekin û piştgiriya Barzanî bikin dê têkiliyên me xirab bibin". Wê demê Xwedê nehêle, tu serokwezîrê me bûyî. Tu qet ne layiqî serokwezîrtiyê bû. Lewma te barbadî bi karê wezaretê de anî û Silêman Demirel serokwezaretî ji destê girt. Tê wê wateyê ku tu ji Demirelî jî qelstir e. Ez nizanim bê çi pirsgirêka te bi me kurda re heye. Wisa dihate qalkirin ku, tu sosyal demokrat e, rêz û hurmeta te ji mafê mirovan re heye û tu helbestvan e, xwediyê hîsên tenik e (!?). Ma ka li çi deverê ye helbestvanî, hîsên te yên tenik û hezkirina te a mirovan. Ez bawer nakim ku hîsên wisa li cem/nik te hebe. Ji ber ku cîhan bi şêweyekî din li pirsa bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê) dinêre. Kêmasiyên wir (zilma li hemberî kurda û herêmê) weke eyba însanetiyê dihejmêre. Dema hîs û helwestên mirovahiyê li cem te hebûna tu dê jî mîna wan hizir bikira. Ez dixwazim ji beyanên te yên li dijî/derveyî mirovahiyê nimûneyekî pêşkêş bikim. Ez dê nimûneyekî ji axaftina te a di rojnameya Milliyetê de ku di 15 ê nîsana 1991 î de belav bûbû, bidim: Li gorî dîtina Ecevit, herêma biewlekar a kurda ku ji aliyê DYE ve tê çêkirin/pêkanîn/avakirin, pir xeter e. Encama wê dê avakirina dewletekî kurda bi xwe re bîne. Emerîka dê herêma kurda li hemberî Tirkiyê, Îran û Iraqê weke navgînekî zordestiyê/tehdîdê bikar bîne. Yanê tu dibêje ku, bila hevalê min Sadam Hisêyn berê êrîşa xwe bide kurda û çend milyon ji kurda, jin, pîr, zarokan qetil bike/bikûje. Rast e, Sadam Hisêyn hevalê te ye. Di roja herî teng de tu çû serdana wî/ber nigên wî. Te destê xwe dirêjî destê wî yên bi xwîn/qirêjî kir. Di dema serdana xwe de tu nûçevan bû. Peyvek me yê pêşiya heye: "Keça qereç nikare bibe xatûna mala". Rast e. Piştî serokwezîrtiyê bûna nûçevanê rojnameyekî rengîn, dişibe peyva me(!).. Ecevit, tu evî. Û tu serokatiya partiyek e malbatî dikî. Kurdê ku dengê/raya xwe bidine partiya te, bila destê wî/wan bişke (5-11 gulan 1991). Dibêjin ku Kerkûkê xwîn digirî Ji xwe re li hinek nivîskarên me (tirk) binêrin bê çiqasî nezan in û zirtole ne. Peyvên ku dibêjin, sûda xwe ne ji kurda re û ne jî tirka re heye. Di nava hemwelatiyên Tirkiyê de tenê kîn û jihevdurdixistinê pê ve çi nirxên xwe tune ye. Weke mîsal, di sernivîsa nûçeya rojnameya Milliyetê a 30 nîsana 1991 î ê de wisan tê gotin: Turkmen naxwazin têkevin bin nîrê kurda û ketinek wisa red dikin. Kerkûk xwîn digirî. Mirov dema sernivîsê bixwîne dê bawer bike ku hetanî niha li Kerkûkê ala azeriyan ber bi ezmên ve dihate bilind kirin û lewma ew naxwazin niha di bin nîrê kurda de bijîn (!). Ev 70 sal e hûn segtiya (kuçiktiya) ereban qebûl dikin, lê çima hûn a kurda napejirînin?! Bibihurin (efû) turkmenên Kerkûkê, berê peyvên min ne li we, lê li çapemeniya me (tirk) a bêexlaq e. Ez bawer nakim ku hûn mîna wan hizir bikin û ji kurda re wisan bêjin. Ji ber ku hûn û kurda bi hev re di zîndanên dewleta faşîst a Iraqê girtî ne û hûn bi hev re diçine ber sêdarê. Di dema koçberiya kambax a vê dawiyê de jî hûn û kurda bi hev re bûn. Lê dema li hemberî van rastiyan, turkmen bidin pey şopa çapemeniya tirkiyê û weke wan hizir bikin, tercîha we, jiyana di bin nîrê ereban de be, ez dê ji we re bêjim: Rêya we hetanî cehemê vekirî ye/cehenema we kirî/dojeh paya be! Kerkûkê dê zêde li ser we negirî (Kerkûkê pêwîstiya xwe zêde bi we tune ye) . Erebên serker her roj petrola Kerkûkê talan dikirin. Bi pereyên petrolê çekên/sîlah giran dikirîn û berê wan çekan didane kurda û turkmena. Çima wê demê qala giriyê Kerkûkê nedihate kirin?! Çima niha qala giriyê wê tê kirin?! Ez bawer im ev rojnamevanên nezan û bêexlaq dixwazin bi rêya şantaj, hîle û derewan meşhûr bibin. Kerkûkê ji ber hebûna kurda nagirî. Ji xwe Kerkûkê beşek ji xaka Kurdistanê ye. Turkmenên li wir jî penaber in û di demên berê de bi dilxwaziya kurda li wir bi cî bûne. Kerkûk ne bajarek ji yê Azerbeycanê ye ku turkmen li wir xwîn bigirîn. Hejmarek dewletên tirka hene. Tirk mîna kurda ji awira hebûna dewletên xwe ve ne hejar in, 10 dewletên wan hene. Dema turkmen ji jiyana xwe a li Kerkûkê ne xweş bin (ne memnûn bin) rê ji wan re vekirî ye. Ew dikarin bar bikin û herin li dewletekî ji yên xwe û jiyana xwe li wir bidomînin (2-8 hezîran 1991).
Mûsa Anter kî ye? |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |