|
29/7/2007 Li Kurdistanê demek e nû: Serkevtina Partiya AK ê û rewşa DTP ê Gabar Çiyan Partiya AK ê ne tenê li Tirkiyê, lê li Kurdistanê jî hejmara dengên xwe bilind kir û li gelek deveran DTP ê li dawiya xwe hişt. Li Tirkiyê, sedema serkevtina partiya AK ê piralî tê niqaşkirin. Lê li Kurdistanê ev alî cihê niqaşên nû ye. Ji bo pirsê bersivek têr nake. Cewabên ilmî ku pişta xwe bidin lêkolînên civakî, aborî û polîtîk pêwîst in. Partiya AK ê Partiya AK ê weke partî ne kevin e. Lê serokê wê di nava îdelojiya turkî-îslamî de bi dirêjî xebitî ye. Recep Tayip Erdogan li ser nakokiyên civakî yê Tirkiyê ne mirovekî vala ye. Ew di nava partiya Refahê de mezin bûye. Ji ber dîtinên xwe hatiye dadgehkirin û cezekirin. Di dema birêvebiriya Talîbanan de, têkiliyên xwe bi wan re (http://www.youtube.com/watch?v=f6dmgJz_2Tk) çêbûye. "Bikaranîna îslamê mîna navgîneke polîtîk" jê re ne dijwar e. Li ser xeletiyên sîstema dewleta Tirkiyê, weke pirsa olî, Pirsa Kurd û dizîya di dezgehên fermî de, pirsa bijîjkiyê û bûrokrasiya giran ne bê fikir û program e. Avakirên partiya AK ê di destpêkê de xwe li ser hinek ji van pirsan kur kirin û ji bo çareseriyan xebitîn. Dema hatin ser hikûm, li ser pirsa olî, aborî û bijîjkiyê rawestiyan. Buhayê diravên welêt ji nû ve xurtkirin û enflasyona bilind xistin bin kontrolê. Di polîtîka derve de hinek gavên realîst avêtin û li hundir qala çareseriya Pirsa Kurd kirin. Pirsa olî, şerê li hemberî hejartiyê û qala çareseriya Pirsa Kurd bala Gelê Kurda kişand... Dezgehên olî li Kurdistanê Birêvebirên tirka ji bo kurda bixapînin herdem li ser navê "biratiya olî" nêzî kurda bûne. Ji vî aliyê kurda ku lawaz e, wan gelek caran bi xwe ve girê dane û li gorî armanca xwe bikar anîne. Li Kurdistanê bi destpêka avakirina partiya AK ê re, ji aliyê kes û dezgehên turkî-islamî û niwêneriya partiya AK ê ve xebatek bê westan tê meşandin. Li wir dibistan, motelên xwendevanan (yurt) û dersxaneyan vedikin, kursên cewaz tên dayîn. Ciwanên kurdan bi dizî an jî vekirî di wan de dixwînin, dijîn. Bi mîlyonan pere ji bo vê yekê terxan dibe. Di wan de zaniyariyên "îslamiyek e berevajiyê medreseyên kurda" tê belavkirin. Beşek ji ciwanên me dibin xerîbê Ehmedê Xanî, Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Melayê Batê. Ji ilmê wan ku ji rastiya îslamê pêk tê, dur dikevin. Dibin evîndarê turkî-îslamiya Fatih, Kanunî, Evdilhemîd û hwd. Islamê li gorî berjewendiyên xwe şirove dikin û herku diçe piştgirên wan di nav kurdan de zêde dibin. Partiya AK ê li Kurdistanê bi şêweyeke sîstematîk xwe organîze dike. Hevalbendên xwe xurt dike. "Neyartiya polîtîka îslamî" ku li cîhanê û Tirkiyê heye, ji xwe re dike navgîn û polîtîka xwe ya turkî-îslamî gav bi gav li Kurdistanê pêş ve dixe. Programa DTP ê di pratîkê de li ser polîtîkayên nû yê cîhanê ne têr û tije ye. Pirsên "peydekirin û çêkirina neyartiya îslamê û organîzekirina hêzên îslamî" û "îslama bêalî û mirovhez" zêde nexistiye rojeva xwe. Li ser propogandeya "terora oliya polîtîk û organîzekirina wê ji aliyê kes, dezgeh û dewletan" ve jê re ne pirsek e balkêş e. Xetera "polîtîka îslamiya sexte ya turkî-îslamî" li Kurdistanê, li ser ziman, çand û olên din bi xurtî nehatiye rojeva DTP ê. Aborî Îro li Kurdistanê bi sedan fabrîke devê xwe girtî ne. Bazar ji bo yên vekirî peyde nabe. Malên ku ji febrîkeyan derdikeve, di ambaran de dimîne. Bêkarî zêde dibe. Hejartiya li Kurdistanê heye her ku diçe dijwartir dibe. Tenê li Amed ê 3000 zarok li ser sergûyan kar dikin. Li Rihayê mirov nanê ser zibilxanê didin hev û dixwin. Li aliyê Hekariyê malbatek di axuran de dijî. Li Kurdistanê ji ber nebûna mecalên aborî fuhuş, laşfirotina jinan zêde dibe... Partiya AK ê li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî gavên serkevtî avêt. Kurd vê yekê dişopînin û hêvî li cem wan jî çêdibe ku gavên wisan li aliyê Kurdistanê jî bên avêtin. DTP bi programekî alternatîf di pratîkê de derneket pêşberî xelkê. Girêdanê DTP ê bi kurdên derveyî welêt û başûrê welêt baş e. Girêdanên wir ji bo dewlemendiya fikir û herêmê organîze nekir. Pirekê ji bo pêşxistina aboriyê li Kurdistanê di navbêra kurda de ava nekir, li nik wan helwestek wisan xuyanî nekir. Programek aboriyê ku ji aliyê aborîzanên kurda ve hatibe çêkirin û pirsgirêkên ku ji aliyê DTP ê ve karîbe bê çareserkirin ji xwe re nekir pirsek e giring. Ji bilî xebatên çend belediyan pê ve gavek e ciddî nehate dîtin. Pirsa Kurd Di demek wisan de ku serokê partiya AK ê qala Pirsa Kurd kir, piştî wê bi demekê ji birêvebiriya DTP ê Aysel Tuğluk derket pêşiya çapemeniyê. Wê bi erênî qala îdeolojiya Kemalîzmê kir û li dijî statûya başûrê Kurdistanê beyan belav kir. Serokê partiyê Ahmet Türk di hevpeyvîneki xwe de bi serbilindî kala rola pêşiyên xwe di nava Siwariyên Sultan Evdilhemîdî de dikir. Xwe bi Siwariyên Sultan Evdilhemîd ku qatilê bi hezaran kurd, ermenî û asuriyan e bilind kir. Türk, wesfê navê meta/xaltika xwe da ku kirine Tirkiyê... Partiya AK ê li Amed ê namzetên xwe ji kesên kurdîzan hilbijart. Mercên partiya AK ê li Amedê ew bû ku berendamên wan bi kurdî zanîbin da ku ji derdê xelkê fêm bikin. DTP, mîna ku "xela kurdên zana" çêbûye, "kurdên xwende û siyasetmedar qeliyane", hinek ji namzetên xwe ji Tirkiyê îxracatî Kurdistanê kir. DTP di meclîsê de, hejmara tirkan, bi saya serê kurdan bilind kir. Mirov ji Amed ê anîn Mêrdînê û yê Mêrdînê birin Sêrtê û ew kirin namzetên xwe. Hejmarek namzetên xwe di saeta dawî kişand. Parlementerên kevin û hejmarek kesên nasdar ji bo garantîkirina kursiyê meclîsê ketin xebatên şexsî. Beşek ji namzetên wan kurdînezan bûn... Encam Di hilbijartinên 2002 an de Dehap ê li Kurdistanê û li Tirkiyê ji % 6.22 deng wergirt. Encama dengên 2007 an diyar e. Namzetên serbixwe li tevayê Tirkiyê (Muhsin Yazicioğlu, Mesut Yılmaz, Kamer Genç jî di nav de) ji % 5.20 deng wergirtine. DTP li Kurdistanê li gorî hilbijartinên 2002 an têk çûye. Programa wê û sloganên wê bersiva hêviyên xelkê nade. Nakokiyên di nava partiyê de ji aliyê xelkê ve tê dîtin. Beyanên wan xelkê hêrs dike. Programek xwe ya alternatîf li hemberî bêkariyê û pirsên bijîjkî ûhwd. di pratîkê de tune ye. Xelkê, bersiva xwe bi dengên xwe da. Ji paşveçûyina DTP ê Ahmet Türk û Aysel Tuğluk, birêvebiriya partiyê ya niha di dereca yekem de berpirsiyar in. Pêwîst e DTP xwe nû bike. Programa xwe tekuztir bike. Li hemberî hejartiyê û pirsên bijîjkî bê helwest nemîne. Şelafiya li hemberî birêvebirên dewletê ji xwe re neke kar. Bi hêzên kurdan re rûne û li ser payvekirinekî demokratîk gavan bavêje. Prensîba ku parlementeriya wan ji bav derbasî law, ji bira derbasî bira bibe li dawî bihêlin. Piştî demekê bibin aqilmend û rê ji kesên nû re vekin... Helwesta xelkê li hember partiya Kemalîst CHP ê û ya neteweperest MHP ê vekirî ye. Li gelek deverên Kurdistanê ew partî têk çûne. Lê partiya AK ê bi progarama xwe ya aborî, gavên çareserkirina pirsên bijîjkî, lawaz jî be qalkirina Pirsa Kurd bala kurda kişandiye û hêviyek li cem kurda, ji DTP ê bêhtir çêkiriye. Serokê DP ê Mehmet Ağar helwesta xwe ji bo têkçûnê partiya DP ê diyar kir û ji serokatiya partiyê îstîfa kir, xwe kişand. Ew ji nuha pêve bi îhtîmalek mezin dê di partiyê de bêhtir aqilmendiyê bike. Ew ê rê ji siyasetvanên nû re veke, wan perwerde bike û ji bo serkevtina partiya xwe dê bavitiyê bike. Lê serokatiya DTP ê ji bo têkçûna xwe heta niha helwestek diyar nekiriye?! Fermo li encamên hilbijartinên salên 2002 û 2007 an binêrin. Serkevtin an îflaskirina partiyan li Kurdistanê temaşe bikin. Encama herdu hilbijartinan şiroveyek eşkere ye ku têkçûna partiyên polîtîk ji birêvebirên wan bersivekî aqilane û helwestekê dixwaze... Amed 2002 - 2007 Hejmara dengan: 615 103 - 674 136 Hejmara dengên hate bikaranîn: 437 595 - 471 006 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 56. 13 - 43. 5 236 689 - 200 747 partiya AK 15. 96 - 41. 23 67 298- 190 313 Chp 5. 92 - 1. 92 24 963 - 8 884 Mhp 1, 52- 2, 86 6 415 - 13 186 Hekarî 2002 - 2007 Hejmara dengan: 95 937 - 103 150 Hejmara dengên hate bikaranîn: 77 662 - 89 284 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 45. 10 - 50.11 33 881 - 43 830 partiya AK 6. 81 - 33. 08 5 115 - 28 937 Chp 8.15 - 3. 52 6 121- 3 080 Mhp 3. 99 - 1. 90 2 994 - 1 658 Mêrdîn 2002 - 2007 Hejmara dengan: 312 132 - 311 655 Hejmara dengên hate bikaranîn: 236 836 - 244 355 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 39. 58 - 34. 86 89 113 - 84 021 partiya AK 15. 43- 43. 78 34 716 - 105 535 Chp 11. 62 - 6. 86 26 151 - 16 535 Mhp 2. 77 - 1. 32 6 241 - 3 179 Agirî 2002 - 2007 Hejmara dengan: 210 094 - 218 439 Hejmara dengên hate bikaranîn: 153 636 - 165 516 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 35. 06 - 22. 86 51 947 - 37 316 partiya AK 17.70 - 63. 34 26 219 - 103 362 Chp 9. 61 - 2. 59 14 230 - 4 231 Mhp 5. 29 - 3. 67 7 835- 5 988 Bîngol 2002 - 2007 Hejmara dengan: 119 040 - 133 561 Hejmara dengên hate bikaranîn: 94 211 - 113 454 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 22. 18 - 13. 76 19 709 - 15 330 partiya AK 31. 73 - 71. 57 28 198 - 79. 738 Chp 7. 88 - 4. 20 6 998 - 4 684 Mhp 8. 78 - 2. 49 7 801- 2 779 Erzirom 2002 - 2007 Hejmara dengan: 458 895 - 451 506 Hejmara dengên hate bikaranîn: 346 146- 373 909 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 9. 84 - 4. 56 33 291 - 16 878 partiya AK 54. 65 - 68. 09 184 870 - 251 939 Chp 5. 76 - 4.68 19 495 - 17 311 Mhp 10. 86 - 13. 58 36 749 - 50 231 Qers 2002 - 2007 Hejmara dengan: 176 648 - 170 527 Hejmara dengên hate bikaranîn: 126 085 - 125 503 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 19. 58 - 12. 94 23 659 - 16 014 partiya AK 17. 24 - 41. 72 20 831 - 51 625 Chp 16. 74 - 13. 46 20 227- 16 655 Mhp 11. 80 - 19. 79 14 257 - 24 493 Mûş 2002 - 2007 Hejmara dengan: 168 085 - 181 137 Hejmara dengên hate bikaranîn: 133 873 - 143 003 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 38. 09 - 33. 67 49 302 - 47 248 partiya AK 16. 90 - 38. 51 21 876 - 54 041 Chp 6. 23 - 3. 13 8 067 - 4 395 Mhp 3. 09- 2. 30 3 999 - 3 230 Riha 2002 - 2007 Hejmara dengan: 570 168 - 553 032 Hejmara dengên hate bikaranîn: 444 163 - 451 796
Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 19. 28 - 6. 10 83 600 - 27 125 partiya AK 22. 90 - 59. 86 98 331 - 266 408 Chp 9. 90 - 4. 83 42 946 - 21 502 Mhp 7. 94 - 5. 49 34 442 - 24 436 Wan 2002 - 2007 Hejmara dengan: 341 562 -414 681 Hejmara dengên hate bikaranîn: 268 840 - 313 227 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap -DTP 41. 05 - 30. 21 105 320 - 92 443 partiya AK 25. 86 - 53. 31 66 797 - 163 142 Chp 5. 21 - 4. 13 13 371 - 12 646 Mhp 3. 21 - 3. 24 8 297- 9 918 Batman 2002 - 2007 Hejmara dengan: 201 528 - 213 033 Hejmara dengên hate bikaranîn: 152 854 - 161 207 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 47. 10 - 39. 01 70 027 - 61 694 partiya AK 20. 62- 46. 25 30 654 - 73 137 Chp 6. 88 -3. 83 10 229 - 6 059 Mhp 1.98 - 0. 94 2 942 - 1 481 Şirnex 2002 - 2007 Hejmara dengan: 142 173 - 151 874 Hejmara dengên hate bikaranîn: 108 530 - 129 040 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 45. 94 - 53. 57 47 567 - 68 198 partiya AK 14. 02 - 27.90 14 512 -35 520 Chp 4. 71 - 6. 41 4 876 - 8 159 Mhp 2. 88 - 2.00 2 979 - 2 549 Dersim 2002 - 2007 Hejmara dengan: 57 002- 55 351 Hejmara dengên hate bikaranîn: 42 420 - 43 013 Partî Paya dengan (%) û hejmara dengan 2002-2007 Dehap-DTP 32. 58 - 27. 11 13 437 - 11 515 partiya AK 6. 61- 12. 42 2 727 - 5 275 Chp 24. 59 - 16. 60 10 144 - 7 052 Mhp 9.84 - 6. 51 4 057 - 2 767 Tebînî: Nivîsên sor hejmara sala 2007 an, yên reş hejmara sala 2002 an nîşan dide. Çavkanî: Belge net-kurtuluscephesi.org, hha (Zarathustra News) |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |