|
24/9/2007 ŞEHîD MûSA ANTER Hesen Huseyîn Denîz Cangorî Mûsa Anter di sala 1992an de, di roja 20ê Îlonê de ji aliyê hêzên çete yên şerê qirêj ê taybetî yê dewleta Tirkiyê ve li Amedê bi komployekê tê şehîdkirin. Mûsa Anter, di sala 1918an de li gundê Zivingê ya Nisêbînê ji dayik bû. Dibistana seretayî li Mêrdînê, ya navendî û Lîse li Adanayê xwend. Di demên havînî yên dibistanê de derbasî Başûrê Rojava yê Kurdistanê bû û bi kesayetên Kurdewarî re hevnasîn çêkir. Bi pênc hevalên xwe re (Kamûran Bedirxan, Osman Sabrî, Haco, Emînê Ehmed) cemiyeta rizgarkirina Kurdistanê didamezirî ne. Di pêvajoya serhildana Dêrsimê de ji sedema ku ji dayika Ataturk re xeberan dide, 45 rojan dikeve bin çav. Ji sedema ku kurê Anter axa ye ji aliyê Mustefa Kemal ve tê lêborîn û berdan. Di sala 1941ê de derbasî Sitenbolê dibe. Fakulte ya Hûqûqa Sitenbolê diqedîne, lê parêzerî û Dozgerî nake. Di sala 1950 de ji doza 49an, di salên 1970yî de ji doza DDKO(Ocaxên Çandê yên Şoreşger ên Rojhilat), di dema 12ê Îlona 1980yî de jî ji sedema kirina propagandaya Kurdî gelek caran tê girtin û mahkeme dibe. Cara yekem di sala 1934an de tê girtin û deh salan di zindanê de dimîne. Mûsa Anter herdem ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêkên aştiyane û siyasî hewl daye û têkoşîn meşandiye. Berya derketina PKKê li tevahiya Kurdistanê bi xwedîderketina li doza Kurdî hatiye nasîn. Piştî salên 1992an bi destpêkirina serhildanên gel, di nava têkoşîna azadî ya gelê kurd de bi awayekî çalak û pêşeng cihê xwe digre. Mûsa Anter qasî nasnameya xwe ya siyasî û kurdî, nivîskarekî xurt û bijîjk û kesayetek gelêrî ye. Pirtûkên wî Birîna Reş, Qimil, Hatiralarim, Vakaaname û bi dehan nivîsandinên di gelek rojnameyên tirkî û yên kurdî de ye. Mûsa Anter di dîroka gelê me de, wekî çinareke jiyana azad herdem bi rûmeteke bilind hat bîranîn û wê bîranîna wî di têkoşîbna azadiya Gelê Kurdistanê de herdem bijî, pênûsa wî di rojnamegerî û nivîskariya kurd de wê bê dawî bilive. Şehîd bê mirin in! |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |