NEWROZ

نوروز


23/8/2007

Kek Edîb ! Tu çûyî, bila em li xwe bigrîn

Heyder Omer

Sibeha vê rojê 19.08. 2007 ne mîna hemî sibehên me bû. Raste hemî roj û sibehên me li vî welatê biyanistanê rengên xwe wenda kirine,bê reng mane, tevlihev bûne, roj bi roj giyanê me dihêrin,  û her rojê piçekî jê velû dikin kolanan. Lê sibeha vê rojê ne mîna hemiyên din bû.

Tevî ku serpêhatiya havîbûnê gelekî giran û dil êş e, lê koçkirina te îro gelek tiştên din tîne bîra mirov…..

Çare li mirinê nabe, mirin kirik e, ku rev jê nabe, her kesê zindî bendewarê wê ye, tevî vê rastiyê jî dilê mirov li hember koçkirina dostekî, merivekî xwe dilerize, û dêşê. Lê mirina li havîbûnê, dûrî dê, bav, xûşk, bira, dost û hogiran, dûrî welêt, bê xatirxwastina dawî, bê hevdîtina dawî, bê hevgotina dawî gelekî giran e, gelekî bi şewat e, gelekî dil êş e.

Îro destên te ji mal, zar û zêç, dost, heval û hogiran hatin birrîn, tu bêyî xatirxwastina dawî çûyî, tevî ku îro ewana hemî li derdora mala te civiyane, rastiya tehl û dijawar li pêş hemiyan şilf û tazî diyar bûye, dengên wan di qirikên wan de ziwa bûne, fermêskên hinekan diherikin, hinek ji wan bîranînên berê tînin bîriya xwe, û zimanhalê her yekî ji wan dibêje : Vaye rastiya ku rev jê nabe.

Lê mixabin pêdiviyên, ku dikarin vê rastiyê hinekê ji hêz bikin, li pêş me ne xuya ne, an jî pirrên me wan pêdiviyan bi paş piştên xwe de davêjin, bi bandûra behaneyên erzan ji hevdu bi  dûr dikevin, mirovê ku di hundir kesan de heye, bi bandûra berjwendiyên erzan ji bîra dikin, û tenê roja mirinê hevdu bi bîr tînin.

Kekê Edîb tû çûyî, bê veger tu çûyî, delamet û stubariyên xwe yên mirovane, rewşenbîrî, civakî û welaparêzî ta roja dawiyê te dest jê bernedan, tu her tim dilsozê wan bûyî.Lewre jî tuwê her tim di bîriya mirovhez, civakhez û welatparêzan de zindî bîmînî, lê em ; ev kesên zindî li pey te mane, bila em li xwe bigrîn, belkî em karibin rojekê li xwe vegerin, û mirovaniya xwe bipelînin.

Xwazî her kesek nameya, ku nivîsevanê Misirê yê navdar Tewfî El-Hekîm beriya 25 salan ji rojnamevanê Misirê yê navdar Mihemed Hesenên Heykel re verê kiribû, û bersiva Heykel bixwîne. (Name û bersiv di pirtûka : Xeyda payîzê-Xerîf El-xedeb, ya Heykel de ne). Ramana polîtîkî ya ewan her du rewşenbîrên navdar gelekî ji hevdu cudabûn, her yek ji wan mêldarê hêzeke polîtîkî bû, lê ev cudahiya ramanê nikarîbû hevrêzgirtina herduwan birîn, an jar bike.

Kek Edîb tû çûyî, bê veger tu çûyî, bila em li xwe bigrîn, belkî karibin piçên giyanê xwe yên li kolanên biyanistanê velûkirîn e, careke din bicivînin û bidin ser hev, bi hêviya ku mirovaniya xwe ya roj dû rojê lawaz dibe, wenda dibe, wergerînin.

19. 08. 2007

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]