|
21/8/2007 Rûpelek ji dîroka me ya winda: Reva ji sirgonê a Ehmedê Silêman (Serkan Brûsk & Zarathustra News). Sirgon, durxistina kesan ji koka wan e û kûştina zindî ya muxalefeta li dijî xwe ye. Nefîbûn, ji Gelê Kurd re ne peyvek xerîb e. Di qonaxên dîrokê de gelek caran bi hezaran kurd hatine ajotin. Di rê de tevkûjî anîne serê wan û beşek mezin nexweş ketine û seqet mane. Jiyana nefiyê bûye qedera Gelê Kurd. Li wir jiyanek nû dane destpêkirin û bi cî bûne. Beşek jî, welatê xerîbiyê ji xwe re demî dîtine û planên vegerê danîne. Xebatên xwe li welatê xelkê xurt kirine û li wir xizmet ji Ziman û Çanda Kurdî re kirine. Beşek jê jî, di fersenda ewil de reviyane, hatine cihê bav û kalan. Dîroka sirgonê ya vekirî di dema Siltan Evdilhemîdî dest pê dike. Rojnameya pêşî ya kurda "Kurdistan" li sirgonê dest bi weşana xwe kir. Di dema Kemal Paşa de sirgon û qanûnê sirgonê li hemberî kurdan bi şêweyek hovane hatiye bikaranîn. Piştî Kemal, Ismet Paşayê ker jî bê rawestan sirgon bi cî anî ye. Li başûrê Kurdistanê sirgon, windakirin, tevkujiya ku ji aliyê Sadam Hisêynê hov dihat kirin birîna xwe îro jî teze ye. Li başûrê biçûk rejîma Esadê mezin û biçûk, bi sîstema xwe ya hovane hiştiye ku Gelê Kurd di welatê xwe de, di jiyana sirgonê de bijî. Hovîtiya sofiyên Îranê li hemberî gelê kurd pir dijwar e, mirov nikare bi çend peyvan bîne zimên. Sirgon li hemberî gelê Kurd hetanî roja me vekirî anjî sergirtî didome. Diyar e ku di dema Siltan Evdilhemîd, Kemal û Ismet paşayî de serokên kurdan, siyasetvan û aqilmendên wan, şêx, axa û begên wan bûn. Sirgonkirina wan dihat wateya bêserî mabûna kurda. Dema mirov bê serok be, bê aqilmend be, birêvebirên civatê tune be rewşa neteweyekî ji bo bidestxistina azadiyê dijwartir dibe... Ji bo ku gelê kurd bê bask bihêlin, Tirkiyê di 1932 de qanûna sirgonê pêk anî. Li gorî qanûnê dê axatî, begîtî û şêxîtî ji holê bê rakirin. Dewlet dê dest deyne ser malê wan û karîbe wan sirgonê aliyê Anatoliayê bike. Bi Serîhildana Dêrsimê re, 1938 an de qanûnek sirgonê ya nû hate pejirandin û bi hezaran birêvebirên kurda û kesên serhildêr hatin ajotin. Piştî demek e din li ser bingeha van qanûnan, pêşî axa û paşê hejmarek rewşenbîr û xwendevanên kurda hatine girtin û sirgonkirin... Ehmedê Silêman, axayê herêma Omeriyan bû. Omeriyan herêmek mezin ji a Mêrdînê ye. Ehmedê Silêman li gorî programa sirgonê ya dewletê hatibû ajotin. Lê piştî demekî, mirin da ber çavê xwe û ji cihê sirgonê reviya û berê xwe da Mêrdînê. Em li ser bûyera reva wî, bi lawê wî Hasan Yıldırım re axifîn. Wisan dest pê dike Yıldırım: Sala 1944 an bû. Em li sorgonê bûn. Tevî ku dewletê gelek derfet û îmkanên pir baş ji bo me peyda kiribûn; mal û milk dabûne me jî, lê bavê min (Ehmedê Silêman axayê eşîra Omeriya) digot; li vir ez nema karim rojek bi tenê jî bijîm, heger ez li ser rêya welatê xwe bême kuştin jî, ez ê vegerim Omeriya. Ew pir bibiryar bû. Kûr û dûr li ser planê vegerê difikirî. Lê çavên dewletê jî timî li ser wî bû. Çavên wî jî biberdewam li ser rêya vegerê bû. Roj derbas dibûn lê ne axa bi xêrûbereket a Denizliyê piyên bavê min û ne jî, piyên bavê min ew ax digirt û himbêz dikir. Axîna ax, kevir, dar, çiya û newalên herêma Omeriya mîna gaziya dayikan, bavê min ji xewa şevan diveciniqand. Çawa ku wan hemû formên li ser nexşeya welatê me bavê min bikişandineke pir bihêz berbi xwe de dikişandin, wê axa ku her qemcek wê bi buhayê zêran jî bû, piştî vê dilgiraniya bavê min wê xwe di bin piyên bavê min de kiribû çiraveke bêbinî û hêdî-hêdî ew dadiqurtand. Ew bê nefes dihişt. Tevî hemû wan kontrol û liberçavhiştina leşker û dewletê jî, bavê min ji bo vegerê pir biyar bû û dawî jî, wek xwe kiribû. Lê mala apên min çend salekî li navçeyên cuda yên Denizliyê man û heta kalikê te (Evdelê Silêman) dest avêtibû bazirganiyê lê pişt re milkê xwe firot û ew jî vegeriya Omeriya. Çawa û çilo em sorgon kirin? Dema sorgonkirinê baş nayê bîra min lê dîsa jî, hinek dîmen di serê min de zindî mane. Bi berbangê re bi sedan leşkerên siwarî dora gundê çalê girtibûn. Dayika min û gelek ji jinapên min tevî zarokên xwe bişev ji gund reviyabûn. Gelek ji wan daketibûn binya xetê. Mala xalê min ji xwe li binya xetê bû. Gelek ji zarokên ku dayikên wan bi me re bûn jî, bidizî li cem xalanên wan hatibûn bi cî kirin. Lê dîsa jî hejmarek mezin jin û zarok di gund de mabûn. Tevî bavê min, hersî kurên Silêmanê mala Mihemed Cizîrî ( Mecît, Bihemed û Evdela) ji bo bajarê Denizliyê hatin sorgon kirin. Leşkeran em dane pêşiya xwe û bi peyatî heta Nisêbînê em anîbûn. Li wir em li trênê siwar kiribûn. Çawîşê Sitilîlê ku gelek pîs bû bi me re heta Elezîzê hatibû. Piştî me Diyarbekir derbas kiribû, germeke pir dijwar xwebera nava trênê dabû. Bavê min bêdeng di ber xwe de diponijî. Apê min Evdelê Silêman jî, di bin çavan re li wî çawîşê Sitilîlê dinêrî yê ku xwe li ber deriyê vekirî yê vagonê dirêj kiribû û xirênî ji xewê dianî. Ji nêrîna wî hêrz û xezab dibariya. Hema dîna min didît apê min ji ciyê xwe dipekiya. Bavê min pêre radibû ser xwe û ew himbêz dikir. Min didît apê min bi hêrz digot: berde ez ê vî teresbavê turk bavêjim ber devê tekerên trênê bila bibuhiştan keran şa bibe. Ev sekbav çi ji me dixwaze. Temam, te em ji Çalê daxistin Nisêbînê de vegere here Sitilîlê, hey teresbav. Lê bavê min bi dengek nizm lê bifermandarî digot: Bi dehan jin û zarok bi me re hene. Ji xwe esker li me û mahnan in, ew ê qira wan bînin û em nikarin tiştekî jî bikin. Apê min bi paşde vegeriya ciyê xwe. Lê çavên wî tim li ser wî çawîşî bû. Em pêşî çûbûn Bajarê Denizliyê. Li wir bavê min ez bi xwe re biribûm serdana Seîdê Nûrsî. Ew û bavê min ji xwe re axivîbûn. Ez nizanim bê ew li ser çi dipeyivîn, ji xwe bala min jî, ne li ser xeberdana wan bû, ew postê şêr ku diranên wî xuya dikirin hemû bala min biribû ser xwe. Pişt re em li Buldanê hatibûn bi cî kirin. Ez jî her diçû mezin dibûm. Di nava zarokan de yê herî mezin ez bûm. Heta ku qeymeqamê bajêr em li sûkê nedîtibûn û bi zorê em neşandibûn dibistanê jî, kesek ji me neçûbû dibistanê. Lê dema em ji xwe re derdiketin sûkê, gelek caran kesên xort ku pir ji me mestirbûn diketin pêşiya me û ji me re digotin kurdên biterî (bipoçîk). Baş tê bîra min rojeke havînê bû, min biryara xwe dabû. Min ê li serokê wan xortan bida. Em li bajêr bûn. Birek xortên turk berbi me de hatibûn. Dîsa dest bi heqaretan kiribûn. Yê herî mezin û ji xwe razî xwestibû tepekê li nava serê min bide. Çawa ku destê xwe rakiribû, heta ku qewet di min de hebû, min ew kêrika xwe avêtibû nava kefa destê wî yê vekirî. Hema min dît xwîn ji destê wî herikî û hemû bi carekê re reviyabûn. Êvarê qeymekam hatibû cem bavê min. Bavê min gelekî hêrs bibû. Kêra min ji min stendibû. Di dema sorgonkirinê de dayika min reviyabû binya xetê cem mala bavê xwe, jinbava min ku di heman demê de dotmama bavê min bû, zêde li min miqate bû, dilê wê pir bi ser min ve bû. Ji bo ku bavê min kêra min ji min stendibû ez pir li ber xwe ketibûm. Rojekê min dît ku va yadê Xanimê ji aliyê hundir ê çakêtê min de şûna kêrekê çêkiriye û kêra min jî, tê de bi cî kiriye. Ez ji kêfan firiyabûm. Tevî ku her sibeh bavê min ez saxtî jî dikirim, ew bi ser kêra min venedibû. Yan jî, xwe pê nedihesand. Ev jî çîroka min û wan xortên turkan bû. Min bi vî awayî sawa xwe xistibû dilê wan. Em rehet bibûn. Lê rehetiya bavê min her ku diçû hê bêtir xera dibî. Heta wê roja ku plana xwe ya vegerê dabû xebitandin. Bavê min pêşî jin û zarok bi rêya trênê şandibûn welêt. Ji wan re got: dema ku hûn gihan Mêrdînê ji min re telgirafekê bişînin û bibêjin: zêrên te gihanê cîyê xwe. Piştî ku postevan hat û got mizgîniya min li we: va ye zêrên we gihane ciyê xwe, bavê min bilêta me heta bi Diyarbekirê birî. Adinî rojê ez û bavê xwe em li trênê siwar hatin, piştî ku em gihan Elezîzê, bavê min ji trênê peyabû. Li dora xwe nêrî. Hinekî rawestiya dû re berbi karkerê paqijiyê de meşiyabû. Ez jî bi dû wî de meşiyam. Min dît ji re got; ez dixwazim kincên te bikirim. Yê karker pêşî li çave bavê min, dû re jî, li kincên wî yên buha nêrî. Baş tê bîra min, wî karkerî bi gazinî ji bavê min pirsîbû: ma xizanî şerm e. Bavê min jî, bi awayekî ji dil bi wî dabû serwextkirin ku kinc ji wî re lazim in. Dû re bavê min serçav û destên xwe bi tenî gemarê lewitandibû. Trêna me di nava dûmaneke reş de berê xwe dabû bajarê Amedê. Bi vî awayî em gihabûn Amadê. Li Amade, bavê min ji min re got: lawo em divê xwe ji eskaran bi parêzin. Lê me wiha dît ku em di ber qesra hukumetê re derketine. Bavê min got: em şaş hatine. Hê em wisa difikirîn bê em ê çawa û bi çi awayî di zûtirîn katê de ji bajêr derkevin, me dit ku kesek ku fotêr li serê wî ye û du esker bi wî re ne, ji aliyê jêr de ber me de tên. Bavê min ji min re got ji wan re bibêje ku em xizan in ji dora Edenê ne, em hatine ji xwe re li kar degerin, em bajêr nas nakin, bila otêlekê nîşanî me bidin. Yê bi fotêr ji min re got ku ji bavê xwe re bibêje ku hûn feqîr in û hemû perekên xwe jî, nedin otêlê, werin ez ê we bibim xanekê. Mêrikan dane pêşiya me û em anîn heta ber deriyê Mêrdînê. Li wir xanek pêş me kirin, piştî ku ew ji cem me çûn, bavê min got evder Deriyê Mêrdînê ye û em bilezgînî ji wir çûbûn. Berî ku em ji bajêr derkevin, me ji xwe re nan û helaw kirîbû. Di heman şevê de me dabû ser rê û em ji Amedê derketibûn. Berê sibehê em gihanbûn Çinarê, piştî me Çinar derbas kiribû, me bêhna xwe berda. Wê demê potînek di piyê min de hebû. Ji ber meşa zêde û germahiyê potînê piyên min êşandibû. Dema min piyên xwe ji potînê deranîbû min dîtibû ku avgirtiye û peqpeqonkên avê lê çêbûne. Bavê min ji min re gotibû tu nebî-nebî piyê xwe têxî nava avê lê min bi ya wî nekiribû, min piyê xwe xistin nava avê û piştî demekê min got ez nemakarim bimeşim, rabû bavê min ji min re gotibû: derkeve ser rê û wesayitekê bide rawestandin lê qenc bala xwe bide wê, bila esker di wesayitê de tunebin. Min gotibû baş e. Ez çûbûm ser rê. Demekê mabûm min dîtibû waye qemyonek ji wir de tê. Min pêşî ew hersê leşkerên ku li ser banê wesayitê rûniştibûn dîtibûn. Min hema biryara xwe dabû; çi diba bila bibûya min ê ew wesayit rawestanda. Min wekî xwe jî kiribû û destê xwe rakiribû. Wesayit rawestiyabû. Min ji şofêr re gotibû ku bavê min va li dera ha ye, ez ê herim wî bînim, min ji dûr de bang li bavê xwe kiribû. Yê şofêr jî her serê kêliyekê ji min re digot; de zû werin. Dema bavê min hate ber wesayitê, dît ku sê leşker li ser wesayitê rûniştîne. Wî di bin çavan re li min nêrîbû lê dengê xwe nekiribû. Di dema ku bavê min ber bi qemyonê de dihat, xwediyê qemyonê bi hêrs ji bavê min re digot ” de were lo, de bilezî looo”. Tam dema ku bavê min dikir siwarê erebeyê bibe mêrikê xwediyê erebeyê, bi çengê bavê min girt û kir ku wî dehfî nava qemyonê bide, bavê min bi çengê xwe dehfek li mêrik da, mêrik ji ser sekuya qemyonê ket erdê. Hema min dît xwediyê qemyonê ji bavê min re got” tu dibêjî ez nexweş im, kal im û lê ev dehfa ku te li min da ne karê kal û pîr û tawiyan e, ha îca min tu naskirî tu ew Seîdê xulamê min î. Wê sala ku te li cem min kar dikir, te pêncî mecidîyên min revandin û tu çûyî. Tu wan pereyên min niha didî bide tu nadî ez ê te radestî eskeran bikim.” Xwediyê qemyonê nema dev ji me berdabû. Ew jî hatibû û li cem me rûniştibû. Û her serê bistikekê wê ji me re bigota ka nasnameya we. Ji aliyekî me xwe ji leşkaran û ji aliyê din de jî me xwestibû em xwe ji vî mêrikê ku belasebeb bibû bela serê me rizgar bikin. Çi qas me xwe ji wî distrand, wî hê bêtir gef li me dixwarin. Eskerên li ser qemyonê bi rêya xwe de çûn. Em ji du xalên din ên leşran jî derbas bûn. Em bi vî awayî heta ber Mêrdînê hatin. Li nêzîkî Mêrdînê mêrik ji bavê min re got” tu niha nasnameya xwe pêş min dikî bike tu nakî, ez ê te radestî leşkaran bikim.” Bavê min li min nêrîbû û ji min re gotibû” ez vî sebavî nas dikim, ev Letoyê Silo ye, yan jî naveke wisa bû, ez ê ji vî re navê xwe yê rastî bibêjim, hema çi dike bila bike.” Bavê min berê xwe dabû Leto destê xwe hişk avêtibû berstuka wî û serê wî ber bi xwe de kişandibû. Di guhê wî de bi dengekî nizm lê qalind got; ez Ehmedê Silêman im” dema mêrik dengê bi helwest bihîst. Çavên wî beloq bûn. Ew mêrikê ku rêwitiya me ya bi toz û teqereq li me kiribû jehr çûbû û li şûna wî dostekî pir sadiq ê wî hatibû. Mêrik ji bavê min re bi devoka xwe ya bajarî got” Ez her çar kurê xwe bikim bi kurbanî te. Ez we li nêzîkî kaniya Firdewsî deynim. Hûn razên li wir heta sibeh. Ez bişînim ji te re bi kurê xwe re xwarin û kantir, bo herî Rişmilê. Bi vî awayî hinekî bêhna me derketibû. Em êdî hetibûn Mêrdînê. Lê em hê negihabûn bajêr. Me carekê dît ku erebe li ser rêya Mensûriyê sekinî. Dema bavê min sere xwe rakir û li derve temaşe kir, bilez careke din rûnişt. Min ji guherîna rûyê wî fêm kir ku tiştek nebaş heye. Bavê min bi dizîka ji min re got; “ Kurê min va ew Yuzbaşiyê ku em sorgon kirine hatiye pêşiya qemyonê. Bi îhtimaleke mezin hinekan bi rêde em nas kirine û îxbara me kirine. Kurê min ez xwe nadim destê wan, ez ê yuzbaşî bikujim, pişt re ew ê jî, her min bikujin, lê tu xwe li min nekî xwedî, va ye, vê kemara min a zêrîn bide pişta xwe.” Bavê min kemera xwe xweşik li ser tazîtiya pişta min girêdabû û veşartibû. Di dema ku rêwiyên din nasnameyên xwe amade kiribûn de, bavê min jî qevda xincera xwe di nava destê xwe de hişk girtibû û xwe ji bo êrîşê amade kiribû. Heman mîna şêrê ku xwe ji bo nêçîra xwe amade dike, wisa xwe bi ser hevde anîbû û berê xwe dabû wê devera ku ew ê esker tê re bikevin nava qemyonê. Xwediyê erebeyê xwe ji qemyonê avêtibû û berbi yuzbaşî de çûbû. Dengê wî baş hatibû min. Wî ji yuzbaşî re gotibû” va tu min nas dikî, lê niha nasnameya min ne bi min re ye. Îca ez xwediyê qemyonê me û her roj li ser vê rêyê me ez bê nasname diçim û têm, îca ya van feqîran wê çawa bi wan re hebe.” Bi vî awayî mêrik yuzbaşî qanih kiribû ku tu qacax macax bi wî re tunene, yên ku bi wî re ne jî, nas in û hemû jî ji Mêrdînê ne. Yuzbaşî tevî deh eskerên xwe bê ku nava erebe û nasnameya rêwiyan kontrol bikin bi rêka xwe de çûbûn. Piştî ku esker çûn em jî li devereke ewle ji qemyonê peya bibûn. Me xwe rast li meydana Mêrdînê girtibû. Ew der goristan û ciyê bênderan bû. Berî ku em bigihin wir, li binya daran û li keviya rê gelek şûşeyên eraqê hebûn, ji wê ez dizanim ku ew roj wê roja yekşemê be. Eskeran ji xwe re li bindaran vedixwarin. Bê ku em bala wan bikişînin em dimeşiyan. Bavê min got: em herin mala Hemdoyê Heydikê Rişmilî. Hemdo, bi minasebeta ku metikek me li cem wan bû, xwe gelekî dostê me, heta xwe wek ji malbata me dihesiband. Em çûn ser bêndera wî, kesek li wir tunebû. Me li wî û mala wî pirsî kesên ku li wir bûn, ji me re gotibûn ku wî mala xwe ji vir bar kiriye. Wî niha malek ji xwe re li jora Mêrdînê ava kiriye. Em wê şevê li ser bêndera wî razabûn. Bavê min sibehê zû ez ji xew şiyar kirim. Me xwe li mala Hemdo girt. Bi rê de bajariyên ku li me rast dihatin ji me re digotin ”heramî” yanî diz bavê min gelekî hêrs bû; digot heramiyê çi halê çi” axir me xwe gihand mala Hemdo. Lê çend seyên wî yên har hebûn. Hê me nêzîkî li mala wî nekiribû wan hucûmat dianîn me. Bavê min jî rahiştibû darekî, her ku seyan êrîşî me dikirin, bavê min darê xwe li wan dihejand se berepaş bazdidan. Li ber deriyê hewşî bavê min silav da Hemdoyî. Hemdo bang li segên xwe kir û ji me re got ev hûn kî ne, wisa bi mêranî bi ser seyên min de tên. Bavê min jî got: em Tinatî ne. Dema Hemdo gotina Tinatê bihîst. Wî wisa bi acizî li bavê min vegerand: Heee mala min ê, we Ehmedê Silêman di Buldanê re derxistiye hê jî hûn ji xwe re dibêjin em mêr in.” Bavê min guh neda gotinên wî. Ew li pêşiya min ez bi dû wî de em derbasî hêwanê bûn. Ew bi bavê min re diaxivî lê bavê min zêde guh nadida wî. Heta ku wî nêzîkî li me kir û ji nêzîk de bavê min dît, hema min dît stuyê wî bê hemdî berepêş kişiya û çavên wî beloq bûn. Û wek jinan lîland. Bavê min got kuro bisekine tu ê min bidî destan. Li van deran dost û dijmin hene, esker hene. Wî her bi ya xwe dikir. Hewarek li maliyên xwe rekir. Birazî û pismamên xwe li xwe vehewand. Taştê ji me re amade kir. Beranek li nîvê hewşê avête erdê. Em heta ber êvarkî li mala Hemo man. Rabû bavê min ji hemoyî re got: Ez zêde nikarim bisekinim. Berî ku dewlet bi min bihese. Ez divê xwe bavêjim herêma Omeriya. Û ji wir jî ez xwe berdim binya xetê. Hemdoyî ji bavê min re got: Tu ji Buldana Denizliyê heta bi vir bi saxlemî hatiyî, ji vir heta bi nava Omeriya jî divê tu bi ewlekariyê herî, ez ê rabim çend merivên xwe bi çekan bi te re bişînim tu ê bêyî nas kirin, ew ê omerî zû pê bihesin. Îca ez nizanim bê ez çawa bikim. Bavê min got: tu rast dibêjî, em ê balê bikişînin ser xwe. Hemo û bavê min ji ber meseleya Etmankî û Mahmûtiyê ditirsiyan, ji ber em ê di nava mehmûtkiyan re derbas bibûna, ne xwediyê malê û ne jî bavê em rîsk dane ber çavên xwe. Bavê min got: ji me re kerekê amade bike, û xortekî jîr jî bila qederekê li pêşiya me here, ger xeterek ferq kir, ew ê me pê haye dar bike. Bi vî awayî xwediyê malê barek erzaq danî ser pişta kerekî û yekî din jî bi dû me de me berê xwe da herêma Omeriya. Em çend seatan bi rêde meşiyan. Li ser rê em li yekî ji gundê Kûdê rast hatin. Mêrik silav da û li me pirsî bê ka em kî ne û em ê bi ku de herin. Bavê min jî, ji wê peyayî re got em nalbend in. Mêrikê Kûdî bi kêf got: ker, hesp û qantirên kûdiyan giş bênal mane, werin gund hûn ê têra xwe pereyan qezenc bikin. Bavê min ji yê gundî re got: mala te ava ji bo vê xebera te. Bi soz em ê heywanên te belaş nal bikin. Kêfa mêrik hat û me rêya xwe dimand. Mêrikê Kûdî pir girs û bi qelafet bû. Ew pir zû dimeşiya. Bavê min jî gavên xwe li gora gavên min diavêtin. Hema min carekê dît bavê min bi dengekî nizm ji min re got: kurê min, îca min ev zilam nas kir, ev ê Kûdî ku niha li pêşiya me dimeşe berî bi çend salan ji bo odeya me êzing dikirin kutik. Û di ber xwe de keniya. Bi vî awayî mêrikê Kûdî li pêşiya me, em bi dû wî de meşiyan heta em gihan ber ziyaretê, li ber ziyaretê rêya me ya ku diçû nava Omeriya û ya gundê Kûdê li wir ji hevdu veqetiyabû. Bavê min hema li wir li ber ziyaretê, bi herdu destên xwe xwe saxtî kiribû, dû re çû ber kerê kurtan û xurçik saxtî kirin û dû re bi acizî got: tu namînî ecêbmayî me alavên xwe hemû li malê ji bîra kirine. Mêrikê Kûdî bi henekpêkirin li bavê min vegerandibû: ehey hûn ê bi vî halê xwe niha pereyan qezenc bikin. Got û rêya xwe ya berbi gund de domand û çû. Bavê min got: de tu here, em ji te jî xelas bûn û me careke din rêya xwe berdewam kiribû. Heta ku em gihabûn ber gundê Talatê. Bavê min li ber gund ji min re got: Kurê min omeriyên me dost û mêvanhez in, ew mirovên vekirî û bi xwe bawer in, dema ew li mirovan rastên ew li wan dipirsin û heta ku esl û feslê wan qenc nas nekin ew dev ji wan bernadin. Ji niha û pê de her kes min baş nas dike, îca heta ji me bê em ê bi kesî re zêde neaxivin û em ê xwe ji gundiyan bistrînin, heta ku em xwe baş bi cî bikin. Me dîsa rêka xwe domandibû. Zilamek tevirikê wî li ser milê wî li nava rezê xwe bû. Wî silav da me. Bavê min dengê xwe nekir û me hinekî din lezandibû. Hema min dît mêrik ji me re got: tu ji xwe re li van binêre lo, bav ker û law ker. Bavê min di ber xwe de kiribû nice-nic lê serê xwe ranekiribû û meşiyabû. Em bê navber dimeşiyan heta ku em gihabûn ber gundê Cinata. Bavê min got: Em ê li vir bêhna xwe berdin. Ji xwe piyên me herduyan jî êşiyane. Bavên min berê xwe ji ser rê guherand û çû pala xwe da qurmê dara berûyê ya ku li qiraxa rê bû û wî pêlavên xwe ji piyên xwe deranîn û li ber siha wê darê cîmên xwe dirêj kirin. Ez jî li cem wî rûniştibûm. Me peyayê xwe tevî herdu kerê wî vegerandibû Mêrdînê. Ji ber wê yekê ez jî baş westiyabûm. Piştî ku me qenc bêhna xwe berdabû. Me dîsa rêya xwe berdewam kiribû heta em gihabûn gundê Xerabê Baban. Em rast çûbûn mala Xeliyê Osê. Gundê Xerêb bi du bendî bû. Nîvê gund etmankî û nîvê din jî mehmûtkî bûn. Xeliyê Osê nûnerê me etmankiya bû. Piştî kêfxweşî û şahiyê bavê min ji Xelîlê Osê re got: mehmûtkiyên me giliyên me mala axê li ber dewletê nakin, tu bi ya min dikî here gazî Xidoyê nûnerê Mehmûtkiyan bike bila ew jî bê civatê. Rabû Xelîl çû mala wî û ew bi xwe re anî civatê gelek kêfa wî jî hat ku bavê min vegeriyaye. Wê şevê me xwar û vexwar û îsrehet kir. Sibehê zû bavê min got: ka amedekariya me bike, ez divê îro xwe berdim biniya xetê. Xelîl hespek amade kir û wî jî tivinga bekçîtiyê avête milê xwe û em meşiyan. Virde û wirde me carekê dît ku em li berderiyê şikeftê ne. Bavê min bi hêrs got: Xelîl ev çi ye!? Xelîl jî li bavê min vegerand: Axe ez newêrim te hema wisa bi tenê di sînor re derbas bikim, heger li ser sînor eskeran li me teqandin, tiştek bi me re tuneye, hew tivinga min a bekçîtiyê heye. Tenê sê fîşek li ser in, tu bi sax û selametî ji Denizliyê heta bi van deran bê qeze û bela hatiyî, îca du gav manin. Tiştek li ser sînorî bi te bê, ew ê merivên te ocaxa min û heft bavên ji vê dunyayê vemirînin. Min biraziyê xwe şandiye binya xetê, ew ê sibe bi fereceya sibehê re hemû pismam û merivên te bên û te bê bela û qeza derbasî binya xetê bikin. Li ser vê bersivê bavê min dengê xwe nekir. Ez û bavê xwe em ketin şikeftê. Ber bi nîvrojê de bavê min derket derve. Û careke din vegeriya hundirê şikeftê. Min dît madê wî nexweş bû. Piştî bi pênc deqeyan. Min dît va Xelîl hat. Bavê min bi acizî got: ev ci ye, te gund hemû daye dû xwe û tu hatiyî vir… Û bavê min gotin motin pê re kirin. Min jî di wê navberê de xwest ez piştgiriya Xelîl bikim, bavê min erza min jî şikenand. Xelîl ji bavê min re got: Heyran gundiyan qesra Xido aqd dikirin, ez jî çûm cem wan Xido ji min pirsî got ma Ehmed bi selametî derbas bû yan na? Min got na. Karkeran jî, bihîst dema firavînê hemû karker çi Etmankî çi Mahmûtkî hemûyan gotin em ê herin cem axê xwe û xwarina xwe bi wî re bixwin û rahiştin tebsikên xwe û qesta şikeftê kirin, ma îca kê karîbû pêşiya wan bigire. Heger min ji Xido re bigota Axe derbas bûye, yekî ji gûndiyan devsistî kiribûye, ji xwe Stilîlê di bin guhê me de ye, niha her kes hevdu kontrol dike û kesek jî, ji gund virde û wirde naçe. Heta sibehê peyayên te tên… Axir bêhna bavê min hinekî vireh bibû. Em wê şevê di şiftê de mabûn. Sibehê hê ez di xewê de bûm peya hetibûn. Dema ez şiyar bûm ku çil pêncî peya tevî rext û tivingan halanan vedin. Bavê min bi wan de xeyidî got ev çi qerebalixa we ye. Ka tivingekê bidin min. Û bi rê de tu teşqeleyên zêde dernexin. Hinekan ji pismaman got: tu ji Denizliyê heta bi vir bi selametî hatiyî, ji vir û ha de ew ordiya ku derkeve ser rêya me nexwazî bi halê wê. Bavê min da pêşiya wan û me li sînor dabû, em bê teqîn derbasî binya xetê bibûn. Heta ku bexşandina giştî li turkiyê hatibû beyankirin jî, em li binya xetê li ber hilma çiyayên Omeriyan mabûn. Em ji binya xetê û apê min Evdela jî ji Denizliyê vegeriyan gundê xwe Çalê. Li Çalê bavê min di encama îşkenceya leşkerên qerekola tinatê de giran birîndar bû û bi wê birînê çû ser dilovaniya xwe. Ji xwe şûphe tê kirin ku dewletê di girtîgeha Nisêbînê de jehr da apê min Evdela. Ew jî, bi wî awayî çû ser dilovaniya xwe. Hasan Yıldırım kî ye Ew kurê Ehmedê Silêman e. Li gundê çalê hatiye dinyayê. Hê ji salên wî yên ciwaniyê de pirsgirêka kurd bala wî kişandiye. Dema ku apê Musa Enter ji bo parlementeriyê namzetiya xwe li Mêrdînê danîbû, wî bi awayekî aktîf li nava Omeriya piştgiriya wî dikir. Sala 1978 an bû serokê şaredariya Nusêbînê. Ji ber sedema piştgiriya KDPê û alîkariya piraniya tevgerên kurdan ên azadîxwez bi darbeya leşkerî ya Tirkiyeyê re, ew di sala 1980 an de ji wezîfeyê hate dûrxistin û hate girtin. Ew di 1980-1983 de di zindana Amedê de ma û di îşkenceyên giran re derbas bû. Yıldırım niha li Nisêbînê dijî . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |