|
2/3/2008 ez ü saza xwe bi hevere em mezin bun..!! Hevpeyvîn degl hunermend Zubêr Salih berprsyarê yekitiya hunermendên rojavayê kudistanê Husên Ehmed Zubêr Salih hunermendekî hêjaye û bi qedir û qîmete di asmanê stirana kurdî wî cihekî bilind girtiya nemez li ba ciwamerê gelêrî yên ji stranên resenî hezdikin ew stiranên kevnar têr meqam dema merov li wan guhdarî dike can û derûna merov zelal dibe û dil şadibe , bezma van strana ji vîna sofîdara ye ev curê hanê kirî biber nemanê ve biçwa lewra hunermend zibêr salih hizrê xwe da van sitrana û gewher di wande dîtbû rabû ji nûve ev sitran şînkirin bi awazên xweyî nazdar û dengê xweyî xweş û şanaz bi vî awayî zubêr salih derbasî dil û hûnavê guhdara bû û bandore wî li mirov hebû ta zubêr salih bû hunermendekî navdar li hundir û dervê welat wî bi awaz û stranê xwe di hofik û şevbihêrkên kurda de avîndar dilşakirin û bêrkal jiyana wan pakkirin wek melayê cezîrî yê agirê avînê di kezeba de gur kiribû bi helbestên xwe . 1- bi kurtî jiyana xwe bi me bide naskirin wek mirovekî navdar *- berî her tişî ez spasya we dikim ji bo vê hevpeyvînê, ez wek têm naskirin bi navê xwe ê rastî Zubêr Salih min qet tucarî navekî din li xwe nekiriye, ez ji malbatek hunerî me bavê min deng bêj bo û birayê min muzîk jen bun ,ez hatim dunyê û tembur berî min li malê daliqandî bo, di zarok tiya xwe de ez fêrî vê sazê bum û nayê bîra min ko carekê min nizanî bo lê sazê xista ez û saza xwe em bi hevere mezin bun û me gelek tişê xwesh û ne xweşbi hevra derbas kir, û di zütirîn dem de min hewl da go ez stranê xwe bi xwe cêkim da ko berhemê minî taybet hebin ,min ne xwest ez bimînin her stranê hunermendê berî xwe bêjim û di dema mede bê goman gelek zahmetî hebun lê dîsajî min ew qeyd şkan û min berdewam kir 2- tu gelek cur û şêweya vedhojîne wek stranê şahiyê û yên netewî û hinek stran bezma wan giranin û hinin din bezma wan bi lez û sivêkin û hin şerqîne û hin xerbîna bo çi ev cûrana giştik li ba te peydadibin , di raya tede ev bezmên sivik û bilez mirov di cîhana hunerî de windadikin gelo tu bi kude dice te rêka çi dibistane ji xwere hilbijart tu di çi warîde hêza xwe mosîqî dibîne..?! *- li vir di xwazim tişî zelal bikim min ne tenê helbestê xwe gotiye min helbestê gelek helbestvanê kurd gotiye wek minak /Bêbuhar/Tîrêj/Ceberxwîn/Xemgînê remo/Cafer Taha/Hemîd dirbas/ezîz xemcivîn /ahmed huseynî/kawa şxê/kerîmo/Seydayê Cizîrî/ û gelekî din,lê awaz min hewldayê go ez awazê kesî ne bêjim jiber taqatê min heye û ez ne bi hewcî go awazê kesî bêjim lê ne kêmasîke heger ez awazê hevalekê xwey hunermend bêjim , û cima ez helbestê cêdikim û dibêjim ewjî sedemek xwe heye û ew sedem jiber dema ez helbestekê ji hestê xwe cêdikim wê gavê ez karim ya dilê xwe bêjim û bînim ziman ji ber ez bawer nakim go yek karibe hestê min û tişê ez di xwazim bîne ziman wek go ez karim pirsa 2 dinerîna min de rengê hunera min rengekî taybete û hestekî nazike û ez naxwazim wek tu kesî bim ez dixwazim ez wek xwe bim wek Zubêr Salih û qet rojekê ne fikirîm ez xwe bikim wek kesekî ji ber ezjî mirovim wek vê xelkê. 3- Bi nerînek hunerî tu mosîqa kurdî çawa dibîne nemez li kurdistana rojava, di nava vê lezêde û pelobonê de ya awazên ne durist derdixîne ye qenc û xerab tevlîhev dike û em mecbûrin li wan guhdarbkin..?! *-berî ez nerîna xwe bidim ez xwe nabînim bi qwasî wê yekê go ez nêrîna xwe bidim ser hevalê xwey hunermend û muzîka wan lê ez karim bi giştî ser hunera me ya rojava bi axivim di nerîna min de huner buye karekî herî hesan ji bo qezenc kirina pera û xwe naskirina bi xelkê, her yekî go nikarî bo karekî bike berê xwe daye hunerê ji ber ew ya herî hesane go pera qezenc bike û xwejî bide naskirin bi xelkê lê evjî wek ew qirsh û qalê go li ber bê dikevin bilind dibin û û shewq didin û zü zü dikevin lê huner ewe go hunermend her û her bilind bi be ü bilnd bi be û nekeve û neyê jibîr kirin gerek em vê yekê zanibin ,pir hatin û cün û wê bên û wê herin û hunermendê rast wê wek ew qurmê dara gwîzê yanjî dara xwrma wê her serê wî li jor be û bilnd be 4- tu xwe himberî kê dibîne ji hunrmendên pêşinde û gilo te tiştekî nû li wan zedekiriye di vî warî de en tiştekî xuya te bikar anîye piştî van salên bûrî .?!. *-ez karim bêjim ez di nabera 2 cîla de derbas bum yek jê cîlê said yusif ü nemir M.şxo û cîlekî din di pê wanre hat ez di nabera herdo cîla de bun yanî dan û stendina min bi herdo cîla re bo min bi nemir M.şxo re stran gotin û said yusif û cîlê din jî wek dawid adwanî ü abdulqadir silêman ü nezîr mihemed û gelekî din , û heger tu bi xawaze nas bike bê ez li kîjan qatê me di nav hevalê xwey hunermende ez dibêjim ez ji kesî ne cêtirim ez wek her hevalekî xwe me ,lê di dest pêkê de min got û ez na xwazim wek kesî bim ez di xwazim di hunerê de rengekî minî taybet hebe û ez bawerim heye ,lê min ci li muzîka kurdî zêde kir, ez karim bêjim min gelek lê zêde kir min 19 berhem zêde kir û ev tişî ne hindike yanî dor 200 stran min zêde kir û ev jimarek ne hindike 5- tu ciqasî xwe girêdayî dibîne bi cî û warê xwe ve bandora cî çiqasî li te heye û gelo ev bandor di awaz û stranên tede xuyadikin çî bandore kurdistana serbixwe li te hebû dem tu çû serdana wê ..?! *- bi rastî bandura cîh li ser mirov gelek heye û ev yek li ba min hat diyar kirin dema ez ji welat kocber bum û hatim welatê biyanîyê û hatina min 5 sal ji hunera min paşxist ji ber min 5 sala tu berhem dernexist ü sedem guhertina cih bo ji ber dema ez li welat bum tim hezkiryê min doza stranê nuh li min dikirin û minjî xwesteka wan pêk tanî lê li van welata mirov ji civaka xwe dure û kesî nêzîkî te go te tev bide tune jibo vê yekê tujî jibîr dike go tu hunermende ü cavê gel li riya stranê tene û sedema herî mezin dür buna ji civakê ye 6- tu ji çi avakiriye wek hunermend çi taybetmendîyên te hene di werê miz û xêvzanînê de , hunermend çawa bi nav û deng dibe di jêr vê qerebalexê de ya perda guhê merov diteqîne..?! *- bingeha min malbata min bo go min xwe li ser wê bingehê avakir û hezkirina min ji muzîkê re 7- tu ji ku sermyanê xweyî giyanî û merovanî distîna û çawa tevlî cymenê dibe , tu dewlemende bi peyv û guteyên ku bandore wan li derûna merov heye, yên nêzîkî filkilor û kultorê kurdîne awana hîn di jiyana mede berdewam dikin , bêgoman te bi jîrbûn û jêhatî û hizrê nazik watak nûjen daye bêjeyên kurdî kevnar dema ew stranê hêja te jiwan derhinêr kirin ev taybetmendîk li ba zubêr salih tenê peyda dibe , gelo bi saya hizrên teyî nazikbû yê naskir çawa zîv û zêrê kultora me şîn bike ..?! *- wek berî ana min got civak pir giringe ji bo hunerê ü hunermend , ez timî hewl didim go naveroka strana min ji nav cîrokê civaka min be ez tim derdê gelê xwe tînim ziman û ji bo vê yekê ez hatim hezkirin ü qebulkirin ji ber min derdê gelê xwe tim di stranê xwede di got ci evînî ba û ci civakî ba û ci welat parêzî ba û gelek tişê din ez tim bi zimanê gelê xwe di axivin û ev tişî pir giringe ji ber wê gavê gelê te dibîne tu êş wî tîni ziman ji lewra tu cihê xwe di dilê gelde cedike û min tucarî gelê xwe bi stranê xwe ne xapandiye ji ber ezjî yek ji vê civakê me 8- gelo rasete ew peva dibêja ( peyva xweş û awaza baş û vehojîna qenc ) sedema biserketina hunermende tu dibê çi..?! *- bê goman ev raste wek min got dema tu bi zimanê gel strana xwe şrove dike wê caxê tu milet ber bi xwe ve dikşne û bi rastî gotinê ez hildibjêrim tim balkêşn û xweşn ,ez tucarî stranekê nabêjim heger ez jê ne razîbim , û ez tim li nav serpêhatîyê gel digerim ê evînî ü civakî bi taybet ji bo vê yekê ez dibînim go ciwan û pîre mêr ü her beş gel ji min hez dikin û heta zarok 9- piştî vê kuça dirêj tu çi sudmendiyê di hunerê xwede dibêne te gelek ilbom û hofik û şevbihêrk bêşkêşkirin li welat û li derve , te cê xwe di nav hunermendên kurdî mezin de çêkir , Zubêr Salih gotina dûmahî gelo tê çi bêje wek stranbêjekî mezin bi nav û deng , besî teye ku tu xwediyê ( sebah alxeyîrî xanamin ) ya can û dil û kezeba guhdara di hilîne , gelo bi saya te wê stirana kurdî pêngavek hêja wê bi aliyê hunerê resen ve bavêja..?! *- di vê riya dûr û dirêj go ev bêhtirî 30 sal ez di nava hunerê de kelîyam bê guman min gelek da hunera xwe hunera kurdî û min gelek jî jê stend bi rastî ev pirs gelekî giringe û bi cend gotina nikarim bersivê bidim , ji ber min di jiyana hunerê de gelek tişê xwesh û piroz dît min gelek hevalê xweşk û delal nas kir min gelek şvê di bin runahîyê kesk û sor û zer û şn de derbas kir û li ser sahnê medyê kurdî min pir stranê xweş gotin . min gelek bajarê go insan bi hisreta dîtina wanin min şvê xweşlê wan bajara derbas kir li gelek paytextê dunya yê geriyam ü ev bajarê ez di cümê tim hezkiriyê min pêşazya min dikirin ,tim rûîyê xweşk bi mire dikenin û gelek tişê din ,lê minjî gelek ji jiyana xwe da vê hunerê ez bi şvê dirêj bê xew dimam ji bi bo ez stranekê xweşcêbikim xelk di ketin xewê ez dimam şyar hevalê min di cün seyran geha ez di mam di malde ji bo helbestekê û stranek nuh bi afrînim , ji bo strana ((sebah al xêrî xana min)) bi rastî vê stranê gavek mezin da min lê nayê wê wateyê go ev strana minî herî xweş na ji ber min gelek stranê wek wê cêkir lê ji ber ne hatin weşndin wek (sebah al xêrî xanamin)nehatin naskirinjî wek wê ,min 10 helbestê cizîrî awaz dan û tev xweşn lê ne hatin weşndin û riya xwe nedîn wek( sebah al xêr) û heger ez her tişî bêjim wek min got ev bêhtirî 30 sal huner mere nikare tevî di hevpeyvînekê de bîne ziman, li vir ez pir pir spasya we dikim ji bo vê hevpeyvînê û ez pir kêf xweşm go hevalê minî hêja( husên ehmed) go ev hevpeyvîn bi mire kir spas dikim ji bo malpera we û serkefin ji ber kar û xebata we ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Têbîn:Wergera pirsa û pêşgtinê ji zimanê ereb î; Zagros Osman |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |