NEWROZ

نوروز


2/2/2008

Pirtûkek nû: MEXTELA RONDIKKENI

Mahsum Nisêbînî

Zimanê dayika min şêrîn e, bi nûpelan vekirina sorgulên biharîn e, bixunavreşandinî bi ser wêjeya cîhanî de dibare. Min di ber van hestan re helbest-pexşana nivîskarê hêja Serkan Birûsk bi balkêşiyeke watedar xwend. Pirtûka Mextel (devera ku kesek lê têkiştin, birîndar dibe û an jî, bûyerek ku nayê ji bîrakirin) a ku ji aliyê weşanxaneya APECê ve hatiye çap kirin û weşandin, bi hecîma xwe bicûk e, li bi naveroka xwe ya kûr, bi zimanê xwe yê hunandî û dewlemend, bi hêzdayina ramanî; dîraoka qûşxaneya dernexûnbûyî ya dayika hevbeş a mirovahiyê bi herdu destên xwe digire û bi hêza xwe ya ji zanistê wê radike û li ser binê wê datinê. Çêbûna mirovahiyê xwe mîna fîlmekî li ser perdeyê bi mirov dide temaşe kirin.

Dema min cara pêşî rahişt pirtûka Mextelê û ez di nava rêzikên wê yên li ser rûpelan de çûm; mîna qalikê gozê(gwîzê) xwe li dora navora xwe hişk kir lê dema ku min xwe berda hundirê kûrahiya hevokan, tama navikê (kakil) ya ji dara helbest-romanî xwe li nava giyan û ramanê min belav kir.

Dibe ku di hinek cîhan de serposka zimanê xwendinê di çimkê hevokên dirêj de bialiqe, lê mirov nakeve û ji rêmijarê dernakeve. Xêlka spî ya ku bi destên bêjeyan li bejn û bala hevokan hatiye kirin, dihêle; mejî di xwendineke hêzgirtî de, bi ronahiya wateyan çavên hevokan ramûse.

Nivîskarê hêja rastî û serboriya jiyanê ya ku bi nivîscildan nayê bi dawîkirin, di nava sedrûpelekî de; hûnandina zulfên dayika zerîzêrîn bi-cîkiriye. Mirov difikirîne û pirsên kul i bersivên balkêş ên vê mijarê digerin xwe didine ser zimanê pirtûkê.

Mextel bê ku zimanê xwe dirêj û pan bike, bi devekî lêvnarîn û uslubekî helbestrêsayî bersiva pirsên ku têne hişê mirov, di şiyarkirina mixên (aqilên) di himbêza dayikek biyanî de xew dikin dide.

Wêneyên lîstikên ku di riya dayika biyanî re hatine lîstandin yeko yeko di kamera mijokdariya xwînrêj de dide nîşandan. Di van dîmenên pirtûka nivîskarê hêja de, mirov, tirajediya xakxwîniya laşê xwe dibîne. Pênûsa Mextelê bi pêlherikînî xwe li nava hişê ziwa-qelişê dide. Kêm carinan ji ber lezgîniya gavên xwe bêhemdîbe jî, çav li hinek pêjnên dubarebûnê dide girtin. Lê Mextel li kêm kurtiyan nasekine. Bi neqş û sembolên hevokên renga renga zimanê kurdî di hundirê xwe de, bi nûbêjiyên afrandî xemilandiye. Bi vî rengê xwe yê rûliken şopa stîleke taybet jî, bi xwe re dide afirandin.

Muzîka ji têlên pirtûkê, di wêjeya gelê kurdistanê de nûjeniyeke jîncîhan a mirovan ji qetandina perdeya hizrên makkuştî, awaza xwe bilind dike. Girîngiyeke din jî, di nava rûpelên pirtûkê de hûnandîbûye. Nivîskarê hêja bi qasî ku rastiya mextela dayikê aniye ziman, çîroka zilam ya ku jin bi kirasê lîstikzora xwe binpî kiriye jî, ronî dike.

Kurt û kurmancî, ew ê xwendevanên wêjeyê bi xwendina mextelê ji bo carekê ne têr bibin û ne jî wê tîna wan bişke. Pêwist e ku bi xwendina cara duyemîn bi hêzgirtina ji pirtûkê, berhemê biqedîne…

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]