NEWROZ

äæÑæÒ


17/4/2007

Armanca Turkiya niha ne PKK ye, lê rûxandina hukumeta herêma KURDISTANÊ YE

Di her hal de divê dewleta Turkiyê yasayên pêşketina civakan baş têbigêhe û xwe ji nexweşiyên zordestiyê û hêrişên berberyane rizgar bike

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Cîhana serdem bi hemû aliyên xwe ve pêşda diçe, gelek awa û alvên kevneşopî di jîna me de hatine gornekirin, yan eger ez bi zimanê zanistî bêjim; ewanan niha di rûpelên dîrokê de cihên xwe istandine. Zimanê siyasetê jî mîna hemû rudawên din hatiye guhertin,Gelek dengên dêmokrat û rizgarîxwez bi aştiyane li dijî rêcîmêm dîktetur û dewletên ne dêmokrat bilind dibin. Ango cîhana me nûjentir dibe, lê xûya ye dewleteke mînaTurkiyê hîn li dervayî hevkêşiya yasayên pêşketina civaka cîhanê de gavên xwe yên siyasî li hundir Turkiyê, li KurdistanaTurkiyê, li dervayî Turkiye, bê pîvanên hişmendî û bê rêzgirtin ji sinciya siyasî re davêje.

Turkiyê beşekî mezin ji welatê me dagîr kiriye ewê gelek raperîn û şoreşên kurdî bi hovane aşbetal kirine û rûya xwe ya siyasî di dîrokê de pir reş kiriye. Di sala 1973 an de dîsan Toranperestên Turkiyê bi mebesta parastina hemwelatiyên Turk li girava Qubirsê, beşek ji wê giravê dagîr kir û dewleteke xwe li wir ava kirî ye û ewê carek din rûya xwe di mêjoya Rojhilata Navîn de û li qada cîhanê hîn reştir kiriye.

Mîna min li jor gotiye; di bin sîbera niweya siyasî ya nû li cîhanê gelên Îraqê û Kurdistanê rêcîma Bexdadê di nîsana, 2004 an de bi alîkariya hêzên hevpeyman hilweşandin. Dagîrkerên Kurdistanê û dijminên dêmokratiyê bi vê bayê nû re serxweş bûn, ewanan ji wê rojê de û ta roja îroîn pir bi awayên ne mirovane û têrorane  dixwazin dîwarên gelek bilind li pêş pêşveçûna Îraqê û Kurdistanê dînin.Turkiyê herdem bi zelalî li dijî Kurdistanê û dêmokratîkirina Îraqê mîna segeke har xwe dide xûya kirin. Di vê mehê de dîsan dewletaTurkiyê gefgurên mezin li dijî hukumeta herêma Kurdistanê ragîhandin, û ewa dibêje; emê girîleyên PKK ji holê rakin û emê hemwelatiyên xwe Turkmanan li Kerkukê ji zordariyê biparêzin ...

Lê mebesta rastîn ya dewletaTurkiyê têkbirina hukumeta Kurdistanê ye û dagîrkirina  dilê Kurdistanê (Kerkokê ) ye. HukumetaTurkiyê ji pêkanîna biryara 140 î ji destura Îraqê derbarê kêşeya Kerkukê pir ditirse; ewa baş dizane ku eger ev  biryara140 î pêk were, yanê di warê siyasî de  jî Kerkuk dikeve çarçewa Kurdistana Îraqê û di pişt re hukumeta Kurdistana Îraqê dê jiTurkiyê û ji pir welatên Rojhilata Navîn dewlemendtir û hêztir bibe û Turkiyê vê rastiya pîroz jî dizane ku hukumeta herêma Kurdistanê dê di pêşerojê de piştvaniya gelê xwe li beşên din jî bike û ji bo wan beşan jî têkoşanên xwe ji bo zadiyê gelê Kurd li her sê beşên mayîn jî berdewam bike.

Lewra jî ne Turkiyê, ne Îranê û ne Sûriyê dixwazin dewleteke kurdî xurt li Îraqê were damezrandin.

Cîhana siyasî rind dizane ku çiqas serokê nemir M.M.Berzanî  rêz li dewlet û gelên  cîran dikir û ewî herdem ji bo çareserkirina astengan li hindir Îraqê û li dervayî Îraqê bi şêweyên aştiyane amede bû. Serokê herêma Kurdistanê, pêşmergê serok, rêzdar Mesud Berzanî jî bi hişmendiyeke bilind û pir bi mêrene bersiva dewletaTurkiyê daye, ewî bi bersiva xwe vîna gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê derbiriye. Gelê Kurd li welatê Kurdistanê tucarî hêrişî gelên din an dewletên  ne kiriye, ewî herdem  berevaniya xwe kiriye, herdem bi qehermanî li dijî hêrişên dagîrkeran rawestiye û ew hîn jî di bin siya pêşengên Kurdistanê û bi rêbertiya serok Mesud Berzanî amede ye ku li dijî hemû gefgur û hêrişên nijadperestan raweste. Di vê derbarê de "Baregeha navbendî ya hêzên berevaniya gelî û kurdistanî" di 13.04.2007 an de helwesta xwe ya netewî bi berpirsiyerke bilind daye xûya kirin û gotiye; "Em rêdanê nadin ku gelê me li Kurdistana Îraqê û hemû desketinên netewî ziyanê bibînin û emê bi hemî hêzên xwe wanan ji hêrîşên leşgerên Turkan biparêzin."

Lê piştî rûxandina rêcîma dîktetur li Îraqê û damezrandina dewleta fêderal ji Kurdistanê û Îraqê heyama siyasî  bi rengekî din e,  li gor yasa û desturên dewletên fêderal herdu herêmên fêderal neçar in bervaniyên hevûdu li dijî hêrişên derve bikin. Ango berevaniya Kerkukê niha ne tenê ji erkên gelê Kurd de, lê gelê Ereb divê li gor desturê û li gor berjewndiyên xwe yên samanî berevaniya Kerkuka kurdistanî û ya îraqî bike.  Lewra jî em dibînin ku çawa serokê perlemanê Îraqê birêz Mehmud Meşhedanî bi vê watayê ji raya giştî re dibêje; "Emê li helwestên serok M.Berzanî xudî derkevin û hîn jî ewî gotiye; ew destên ku xwe dirêjî karên navxweyî yên Îraqê bikin, dê ew destenan bên jêkirin." Û herweha jî serokê encumena wezîrên Îraqê rêzdar Norî El malikî jî ragîhand, "Em xwe tevlî karên cîranan nakin û bila cîran jî xwe tevlî karên me nekin."

Ez pir texmîn dikim ku Turkiyê di gefgurên xwe de derewan dike, erê ewa hêzên leşgerî ber bi sînora Kurdistanê ve dilivîne, lê ewa dixwaze bi van tektîkên xwe tirsê têxe dilên Kurdan, hukumeta Îraqê û hukumeta Kurdistanê, û helwestên hukumeta Îraqê li hember biryara 140 î sist bike. Ez hîn nikanim bawer bikim ku Turkiyê  nizane, ewa dê di şerê xwe de li dijî Kurdan û Îraqê bisernakeve, ji bilî vê rastiyê jî, faktoreke din giring heye, ewa jî ev e; koma netewên yekgirtî , yekitiya ewropî, hêzên hevpeyman yên navnetewî, hemû rêxstinên  mafên mirovan li cîhanê li dijî destdirêjên Turkiyê ne, û rûyaTurkiya ya berê reş dê hîn di nav qada navnetewî de tarîtir bibe û dê gelek berjewendiyên xwe yên din winda bike.      

Di her hal de divê dewleta Turkiyê yasayên pêşketina civakan baş têbigêhe û xwe ji nexweşiyên zordestiyê û hêrişên berberyane rizgar bike û bila ewa xwe bi pêşvebirina doza dêmokratiyê li Turkiyê û li Kurdistana Turkiye xerîk bike, asteya aboriya xwe bilind bike û civaka xwe ji belengaziyê rizgar bike.Li aliyê din divê hêzênTurk yên dêmokrat û aştîxwez, kesayetiyên ronakbîr û dêmokratîxwaz jî li dijî destlata xwe ya ne dêmokrat û şerxwez rawestin û divê ewanan mîna pir hêz û partiyên Erebên Îraqê destên xwe bidin hêzên kurdistanî û bi hemû alav û awayên aştîyane dêmokratiyê ji Turkiyê û azadiya netewî ji Kurdistanê re pêkbînin, eva tenê rêyên pêşketina Turkiyê  û Kurdistanê ye.

Ma ye ez di vê çarçûvê hîn bêjim; bersiva gelê Kurd ya herî xurtir ew e, ku hêzên gelê Kurdistanê, hemî saziyên ronakbîrî, kesayetiyên serbixwe bi yekdeng gefgurên turanîstên gewr şermezar bikin û bi yekdeng piştvaniya helwesta serokê Kurdistanê,  têkoşerê mezin, berêz Mesud Berzanî bikin, çimkî rêzdar Mesud Berzanî dengê 40 milyon Kurd e, dengê  rizgarbûna Kurdistanê ye.

Tutlingên,15.04.2007  

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]