NEWROZ

نوروز


15/12/2007

Sal roja mafên mirovan...???

Hozan x murşid erfînî

Salroja mafên mirovan her sal bi ser gelên navçe û yê cîhan de derbas dibe, hemû caran jî ji hêla her kes û rêxistin û her mirov dostekî ve t ê pîrozkirin û nefret dikin li wan kesên kû  mafan bin pê dikin

Lê bi rastî hîç pêşkeftinek çênabe û nejî wê çêbibe, jiber kû ew sîstemên kû li ser xelk de zalin, bi xwe jî p'roz dikin [ xwe wek  wek kesên mexdûr dibîni eger webê ..

.ma gelo kî we dike,

kî mirovan dide ber top û tifingan enfalan ,kîmiye salan...?

kî sîstema eşkençe dan,nikolî,bê rêzî, pêşdixîne...?

kî mirovan bê regez name û bê maf dike kû bi hazaran sal li ser xak û niştîmanên xwe dijîn...?

kî xwedî firoke û tang û kîmiyawî ye...?

kî zarokan jinan pîran zîndan enfal dika û bê maf dike...?

kî xwedî desthilate...?

kî kê ji hole radikê...?

kî parêzer û mamosta û xwendevanan digre û ji hemû mafên jiyanê bê beş dike...?

kî hatîye ser ax û xaka kê...?.

Bi rastî dema kû  mirov pir bi kûranî bîr li bang û bi bîr anîna vê salrojê bike, jibo me derdikeve kû çînî desthiladar xweji çînî bindest bêtir  bi qurbanî û sitem li ser dizanê, eger we bê, tewan bar çînî  bindeste, kû ewna mafên mirovan bin  pê dikin û sitemê li rijîmên desthiladar dikin,

Bi taybet ew rijîmên kû dagîrkerên   Kurdistanin.

 Bo  nimûne rijîma şamê xwe bi parêzvanê mafên mirovan dibîne , û ne tenê  li navçe de, lê li hemû cihan de xwe bi yê yekê dijmêrê,bi gurî lêdwan û mêdîyeyên wan.

Eger temaşeyî mêdîyeyên tirkan bikin,rijîma xwe bi navenda paristina mafên mirov, li her çar alî cîhan dizanin.

Herwa îranjî bi heman şêwaz jibo her kesekî kû doza mafên xwe bike, yekser bi navên wek tilyak firoş, yan tecewazkar, yanjî navekî kû li ferhenga bergirî lê kirinê denebê , ta kû kes mafî nebê piştgirî li wan kesên kû dadgeh dibin bikin.lê 24 demjimêran, meleyên xwe di mizgeftan de bangê rewuşt û mafên mirovan dikin.

Carên berêjî  rijîma sedam jî we bû, 182000 kurd anfal kir,û bêtir li 5000 kurdjî li helebçe kîmye baran kir,û di dawîyê de, bi destê xwe li ser ala îraqê nivîsî(xweda mezine).

Ma gelo ev ro,j roja kê ye ...?

Di vê gerdûnê de bêtir li 6 milyar kes dijî,hem sitem bar û hem sitemkar heye,şerxwaz û  aşitîxwaz heye , lê di dawî yêda  dixwazim ji xwandevanên hêja re bînim ser nivîs kû li encamê her şarikî aşitîjî heye ,ango di encama van hemû zilm û zordarîyê de, rastîyên maf perweran wê derkeva hole wek tava roj.

10-12-2007

silêmanî   

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]