|
14/2/2008 LI VÊ HÊLA ÇEM YAN JÎ LI HÊLA DIN? Bavê Barzan Alozî û buhran a cîhanî ya ku li salên 20'î dest pê kiribû, li gor aborvanan ji ber wê sedema, kêmçandin û kêmçinîna genêm a çend salên li pey hev bûye. Li wan salan şeş sal li pey hev baran ne hatiye yan jî pirr kêm hatiye. Loma wan salan çandin û çinîn a genêm jî, li gor hatina baranê wisan pirr kêm bûye. Ji wan salan re dibêjin; sala xelayê. Ew sala ku genim û zad kêm hebûye li nav xelkê. Hema bejê qet tunebûye jî. Loma birçîbûn û xela hebûye. Serê payizê bû. Kalê Cano ku xwediyê du jinan, 4 zaroyên biçûk û tibabek heywên bûye, salek ji wan salên kêmgenim, xwastiye ku ji Amedê here ber bi aliyê Xerzan ve, aliyê Bişêriyê yan jî Êlihê, ku ji xwe re çend barê hesp û hêstiran genim bihêne malê. Kalê Cano bi rê dikeve ku ji xwe re genimê hem ji bo çandinê û hem jî ji bo hêrandina ardî bihêne. Kalê Cano bi xwe re jî çend têr nîsk û nokan ji male dibe, ku bi genim bi guherîne. Riya çar, pênc rojan, geh piyade geh jî li ser pişta hespê dihere. Êvarekê xurakê di tûrê wî de jî na mîne û ew hîna ne gihaye welatê Xerzan jî. Gava ji birçîbûnê bêzar dibe, biryara xwe dide ji nuha û pê ve, kîjan gund li pêsiya wî derkeve, ew ê here nav wî gundî û ji wan gepek nan û tasek jî avê bixwaze. Pirr dihere hindik dihere, serê sibeyekê zû, riya wî nêzîkî çemekî dibe. Kalê Cano berî ku li buhura çem xe û jê derbas be, rastê du rêwiyan têt, ku buhurê xistine û derbasê hêla Kalê Cano bûne. Yek li ser pişta kerê piştxûz û piştşikestî ketiye, serê wî di ber wî de ye. Xuya ye ku pirr nexweş e. Rêwiyê din jî bi hefsarê serê kerê girtiye û li pêşiyê dihere. Kalê Cano slav ji peyayî dide û jê vê dipirse: - Siba Te bi xêr rêwiyo! Ma li hêla din a vî çemî gund heye yan na? - Wey siba Te jî bi xêr rêwîyo! Herê herê heye. Gundê Bexçecûgê ye. Ez jî ji wir im. Nexweşê me heye ku ez dibim bajêr. - De baş e. Wey oxira We ya xêrê be. Xwedê şîfa xêrê bide! - Oxira Te jî ya xêrê be. Xwedê ji Te razî be. Kalê Cano bi lez a birçîbûnê ji ciyê buhurê li çêmî dixwe û tevî hesp û hêstirên xwe derbasê aliyê gund dibe. Piştî ku ji çem derbas dibe, gund jê ve xuya dike. Gava têt ber gund, ro li ber derketinê ye. Deriyê mala li rêz a herî pêşî, deriyekî pirr mazin ê dutebeqî ye. Kalê Cano ji xwe re dibêje 'ev mal bibe nebe, ji sedî sed mal a malmezinê gund e.' Hema destê xwe li hêlek ê derî dixe û derî tahn dide û diveke hundur. Hesp û hêstiran zû derbasî hewşê dike. Lê tiştê ku bi çavê xwe dibîne bawer na ke ku rast e. Pîrejinek li nêzîkê pişta derî agir dadaye û li ser sêlê nên dipêje: - Tu bi xêr hatî! Tu kî yî? Berî ku pîrejin gotina xwe bibe serî, Kalê Cano destê xwe dirêjî nanekî nivpahtî ya li ser sêl a sor dike û nên dike çar qat û diepisîne di nav devê xwe de: - Ca ji xêra miriyê xwe tasek av jî Te daba min! Ez ji Diyarbekrê me... Bi dengê reqîna simê hesp û hêstiran li ser kevirên hewşê û bi dengê pîrejin û Kalê Cano re, şêniyê malê ku li ser xênî dirazan, şiyar bûn û serê xwe ji serê banî re, xwarê hewşê kirin. Yekî ji wan ji serê xênî bang li Kalê Cano kir û jê pirsî:
- Rêwiyo Tu bi xêr hatî! Gelo tu ji riya çem hatî yan ji riya jêr?
- Ji riya çem.. ez hatim.. - Nexweşekî me hebû, me bi kerê ew bi rê kir bajêr. Du kes bûn. Gelo tu li wî aliyê çem yan jî li vî aliyê çem rast li wan hatî? Kalê Cano ku ji birçîbûna çend rojan hiş di serê wî de ne ma bû, nanê destê xwe wisan zû dikir devê xwe û dixwar. Bi ser de jî ava sar a tasê bi devê xwe de werdikir û divexwar, dîsan bi kurtî bersiva xwedîmalî da û got: - Li vî aliyê çem.. Paşê hat bîra Kalê Cano ku berî ku li buhura çem xe û derbasê aliyê gund be, rast li nexweşê malê hatibû. Ji ber ku xwe şaş kiribû û bersivek xelet dabû, loma dîsan got: - Lanet li çavê Seytîn be! Welleh ne li vî alî bû, li aliyê din ez rastî wan hatim! Dengê xwedîmalî ne vegeriya. Bêdengiyek bi wate û kûr derdorê dagirt. Bi van peyvên Kalê Cano re, ji ser banî 15 ta 20 serên peyayên xwarkirî yên din peyda bûn. Kalê Cano gepa wî ji nanê nîvcûtî yê sêlê wisan bêliv di ciyê xwe de ma. Ji ber ku bi dirêjbûna van seriyên ji ser banî re, pirr baş ket bîra Kalê Cano ku ew li gundê Bexçecûgê ye. Tevaya gundiyên Bexçecûgê jî Kurdên Êzdî ne! Kalê Cano pariya dawî jî tam ne cût. Nîvcûtî parî lez û bi zorê ji gewriya xwe şiqitand û derbas kir. Di nîvkêliyek de, nanê mayî yê destê xwe xist xwarê û destê xwe yê vala avêt şeşderba xwe ya ku li nav têra pişta hêstirê bû. Bi destê dinê jî bi hefsarê hespê girt ber bi xwe de kişand. Serê hespê zû zîvirand ber bi deriyê derve de. Serê lûleya şeşderbê zîvirand ser banî û bi destê dinê jî hesp û hêstiran zû ji nav derî derbas kir û derxist ji derve de. Yên li serê banî jî tev lûleyên tifingên xwe xwarê ser hewşê kiribûn. Ne ew teqandin ne jî Kalê Cano şeşderba xwe agir kir. Ji xwe berê nexweşek vê malê hebû. Kesî di xwe de ne dît ku ew pêşî tetikê bikişîne. Kalê Cano jî nanê mala wan xwaribû, ava wan vexwaribû. Ew jî di dilê de ji xwe re got, 'heger ew pêşî li min biteqînin, berî ku ez vemirim, ez ê kêmanî yek yan dudu ji wan bi xwe re bibim.' Mîna ku yên serê banî vê hizra Kalê Cano hes kiribin, kes ji wan li ser Kalê Cano ne teqand. Kalê Cano ta giha ber çemê gund, şeşderba wî di ber singê wî de, li hewa rawestayî û berê wî jî li gund, hefsarê hespê dikişand û berepaşkî diçû. Kalê Cano bi tirsa ku gundî çend suwarî li pey wî derxin û wî bişopînin, bi lez û bez berê xwe da Amedê. Riya çar, pênc rojan, di nav du şev û du rojan de girt. Di tariya serê sibehekê de, pê hesiya ku tiştek hişk li çogên wî dikeve. Ne carek û ne jî du car û ne jî sê car. Destê xwe avêt wî tistî, fam kir ku nerm e. Bihn kir, bihnek xweş û taze jê dihat. Gezek lê xist, hingê fêm kir ku balîcanê reş in. Ketibû nav bostanan. Hesp û hêstiran berî Kalê Cano ev yek sah kiribûn û dest pê kiri bûn û ji xwe re têr û tije van sebzên teze dixwarin. Bi derketina tîrêjên tavê re, Kalê Cano têgehîşt ku wan balîcanên xweş û reş ên ji baxçeyê Hewselê, yên li biniya keleha Amedê li ser riya Mêrdînê ne. Êzdayetî ola herî kevin a cîhanî ye. Ji ber ku şaristanî li ser xaka welatê me şîn hatiye, ol û çand jî li ser vî xakî peyda bûne. Em kurd pirr bi êzdiyên Kurdistanê pirr serbilind in ji lewre êzdî çand û zimanê resen û pêtî Yê kurdî dane jiyandin û ta roja îroyîn parastine. Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |