NEWROZ

äæÑæÒ


11/3/2007

Hejmara 4 em ya Kovara Sîrwan derket

Hevpeyvîn li gel Ihsan Battê

Gabar Çiyan
Hejmara 4 em ya Kovara Sîrwan derket. Kovar, navenda xwe li Swêdê, bajarê Gävle ye. Di gel analîzên bûyerên polîtîk, giraniya xwe li ser çand û edebiyatê ye. Beşek jê bi kurdî, beşê din bi swêdî derdikeve. Hejmarek kesên nasdar tê de dinîvisînin. Sîrwan xwedî redaksiyonek dewlemend e. Gerînedeyê wê yê giştî Seyidxan Anter dike. Sekretera redaksiyonê Wenda Haco ye. Xebatên pergalê û webmasterê malperê, endamê redaksiyonê Ihsan Batte ye. Endamên din ev in: Ayşe Guler, Azad Heyderî, Barîn Aldûr, Carina Lundin, Fredrik Wahlberg, Ismet Uzun, Memo Battê, Mustafa Almaz, Sakar M. Rahim, Salih Agir Qoserî, Xeraman Y. Dergeleyî. Kovar ji 20 rûpelan pêk tê.

Di hejmara nû de nivîsên balkêş hene. Hinek jê ev in: Meseleya 49 an - Mûsa Anter, Bi kurtî jîna min - Cegerxwîn, Kurtedîroka neteweyên biçûk li Kurdistanê - Resid Battê, Hevseriya chûtaxa te para min ket - Rakel Dink, Serdana piştî 31 salan - Dr.Heznî Haco, Saziya Çand û Hunera Kurd- Sûrî (SÇHK-S) damezirî- Bedirxanê Qurdîsî, "Me kirmanckî hilbijart" Hevpeyvîn bi J.Espar re - Amed Tîgrîs, Em û dîrok - Komara Kurdistan - Seyîdxan Anter, Kirdinewey zankoy turkî le kurdistan dirêjepêderî siyasetî toranîzme - Mohamed Izzadîn, "Dost yar e, Berno bira ye" - Ihsan Battê, Bendawî Ilisu - Heskîf - Dilşa Demîrbag-Sten, Rûn û hingiv - Mîrza Bahram...

Em li ser armanc û xebatên Sîrwanê bi Ihsan Battê re peyivîn.

Ihsan Battê kî ye

1968 an li Torê, bajarê Midyadê hatiye dinyê. 1989 de derket derveyî welêt. Li Swêdê dijî. Li ser teknîka avakirina malperan xwend. Niha rojnamevaniyê dixwîne, û di redaksiyona Sîrwanê de dixebite.

- Ji kerema xwe re, xwe ji xwendevanan re bidine nasîn?

Navê min Ihsan Battê ye. Ez di Sîrwan de redaktorî, webmasterî û karê pergalê (layout) dikim.
- Hejmara yekem çi demê derket? Ji kerama xwe re li ser peryodên weşanê zaniyariyê bidine me...

Hejmara yekem di Tîrmeh a 2006 an de derket. Di destpêkê pîlan ew bû ku Sîrwan ji 3 mehan carekê derkevê. Lê piştî demekê xuya kir ku di salê de 4 hejmar kêm in. Lewma ji serê sala 2007 an ve biryar ewe ku em Sïrwan her meh derxin. Helbet heger Sîrwan di dema pêşte bibe heftename....ma ka çi jê çêtir...
-  Armanca derxistina kovarek wisan ji ber çi sedeman bû? Hûn çi valahiyê dadigrin?
Armanceke sereke ya derxistina Sîrwan ewe ku pêwistiya me heye em û -weke mînak- Swêdî, hevûdu baş nasbikin heger emê bi hev re bijîn. Heger em nizanibin August Strîndberg tê çi wateyê di civaka swêdî de, heger em nizanibin dîroka tradisyona rêxistinên sivîl yên gel li swêd baş nizanibin em nikarin ne têkiliyên civakî û ne jî dîplomatîk li gel swêdiyan deynin. Heman tişt jî berevajî. Swêdî heger Sheakspirê kurdan Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Apê Mûsa Anter û Cegerxwîn nasnekin wê çawa rastiya me bibînin? Di civakê de li hember hevûdu gelek şik û goman hene. Ev jî ji nenaskirina hevûdu tê.

- Rûpelên we ji bo çi şêwe nivîsan vekir ye? Pîvanên we ji bo nivîsên swêdî çi ne?

Sîrwan bi du zimanan, swêdî û kurdî derdikeve. Ev yek dike ku hesantir em wêje, ziman û çanda kurdî bigihînine ciwanên kurd ku ji zimanê kurdî dûr mane û di ber swêdî re hêdî hêdî zimanê kurdî bi wan bidine heskirin. Derfet çêdibe ku ciwan ji vê yekê para xwe bigrin û di nav de cî bigrin. Jixwe ji niha de hejmareke mezin nivîskarên ciwan î kurd di nav kadroya Sîrwan de cîyê xwe girtine.
Bi giştî li Ewrûpa (bi qasî ez pê zanim) û li Swêdê di vê formatê de kovar/rojname nînin. Formata Sîrwan TABLOÎD e. Di navbera kovar û rojnamê de ye. Ev yek ji aliyê xwendvanên me ve gelek balê dikişîne. Bêhtirê kovarên me, - bi taybetî yên heta niha li Ewrûpa derketine- gelek caran tenê nivîsên dirêj, wêneyekî biçûk, reş û sipî, tije gotinên îdeolojîk bûn û tenê ji aliyê beşek taybet ji civaka me dihatine xwendin. Formata me bi vî rengî balkêş e.
Sedemeke din û ya herî girîng ew e ku Sîrwan dixwaze bibe platformek ji hemî kesî re. Rûpelên Sîrwan ji bilî deklerasyonên siyasî û olî ji hemî cûre nivîs re vekirî ne. Bi taybetî ev yek bû ku hişt, hem Roj TV, hem Kurdistan TV û hem jî KurdSat reklama kovara me bikin. Me xeteke bi giştî û Kurdistanî girtiye û em li ser dimeşin. Xwendevanên me di vê hêlê de baweriyeke xurt bi me anî ne. Ev yek jî tê wateya ku valahiyeke bi vî rengî hebû.
- Xwendevanên we kî ne?

Xwendevanên me weke mînak; xwendekarên zanîngehên Kurdistan, Tirkîye, Îran û Sûriyê, mamosteyên swêdî li swêd, xwendekarên kurd li lîseyên swêdê, penaberên kampên penaberan li swêd û li hayîmên Elemanya, siyasetmedarên swêdî, advokatên li Amedê û endamên komîteya jinan li komeleya kurd li bajarê Gavle û endamên komeleya êzîdiyên bajarê Borlange ne.

(Zarathustra News)-11-03-2007...

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]