NEWROZ

نوروز


9/11/2007

Gotina komîta çalakiên kurdewarî di salvegera nivîskar Ferhadê Çelebî de

Rêzdaran ……. Malbat , Heval û dostên pakrewan Fehad

Beşdarên hêja ….

Silav û rêz

Di bîranîna mirovên koçkirî yê navdar de li ber bejna pesnê pênûs xûz di be û rûpel xwe digvêşe , berhemên wan yên şûn mayî weke birûskan di ber çavên mere di burin û mejî bi paşde vedigere û li ser xebata wan ya hêja di ber mirovatî , aştî û azadî yê de radiweste û hûr hûr xwe têde digîne .

Ev mirovê ku em îro sal vegera wî vedjînin sitûneke rewşenbîrî bû lê bila destê qederê bişkê .

Ferhad rewşenbîr , nivîskar.helbestvan û siyasetmedar jiyana xwe xistibû xizmeta millet û welatê xwe de , da doza miledê wî bi pêşde here û çanda wî bilind û bilind bi be , nemza wî di ragihandina kurdî de balkêş bû , nivsandinê wî rûpelên kovar û rojnama di xemilandin .

Dîrok ferhad û yên mina wî ji bîrnake wan di nav rûpelên xwe de di parêze û bi nav û nîşan dike .

Ez bi nave xwe û bi nave komîta çalakiyên kurdewarî gurzeke gul yên çiyayê kurdistanê diyarî gorna wî dikim , sersaxiyê ji çanda kurdî re , ji malbat , partî , heval û dostê wî re dixwazim û hêviya me ji yezdanê dilovan cê wî bihuşt be .

De bêjin bi mire emê bi yek dengî bi hev re bêjin bila sere miletê me sax be .

Komîta çalakiyên kurdewarî

Qamişlo 1/11/2007

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]