NEWROZ

نوروز


7/1/2008

TURKIYA Û ÇERX

Mûsa zaxuranî

Serokê turkiya û ceneralên xwe , naxwazin milletên di turkiya de pêşkevin, navin ku bayê  rastiyê û dimuqratiyê û mafê mirovan li turkiyê bide , ji bayê nû ditirsin , dîwara lidor welat bilind dikin , ji ber ku dizanin wê bayê nû kursiyê wa ji binwa û ramanê wa li  ber xwe bibe, û wê cilice jibin wa bikşîne , vêce cendî ji wa tê kîn û neyartiyê û dijî kurdan di dilê tirkande diçînin , hêleman avdidin û çavên xwe û yê xeynî xwe ji rastiyê digirin , naxwazin bizanin ku warew ware , lê bihar nee w bihare , li sere xwe siwarbûne û dibêjin em û ne ti kesî din, ji xwe koratî bi cave wade hatiye ta radeya û dereceya ku 25 melyon kurd li turkiyê nabînin , wî dengê mafê kurd ku ev 150sale û bi hemi cure çekan ne rawestandin , bawerkirin ! ku wê îro di vî çaxî de karibin dengê nevyê şêx se,îd û seyid rida û bedirxaniya û..û..rawestênin û bê şûn û bandor bikin . na na  ne wilo bi tenê , destê xwe dirêjî herêma kurdistana başûr jî dikin , çi di nav xwede pêkanîne , dora derveye !?

Ber li gotinê xwe binerin û li gotinê berpirsyarên kurdistana başûr binerin , ka gotinê kê bi sere xwene û kîjan gotin rewane , û bersiva dîrok û çerxê didin , gelo ma raste berpirsiyarê tirkiya li ser kaniyê rûnin , tenê ji bo emerîka nave wa bênê ser zimanê xwe.

Ez ji  şovîniyê tirik dipirsim , ji me kurda û ji tirka , kî ji me bihtir hatiye kuştin , kî bihtir hatiye êşandin , mafê kê hatiye xwarin , û bihtir hatiye talankirin , û kî gereke poşmaniya xwe bide diyarkirin , gelo raste nizanin ku kurd îro ji her rojên bihûrî xurt tir û bi hêztir û bi nav û cîne .

Di baweriya minde , ji rêkê pêve nine ku dice bexçê berjewendiya tirk û kurdan û tirkiya dixe çerxekê çêtir de ew rêjî riya diyalokê ya danû sitandinê ye ya aştiyê ye ya li herv hatinê ye kengî berpirsiyarê tirka û xedanê biryarê gihiştin vê biryarê hingî wê tirk û kurd û xweşî û aştî û ewropî û demuqratî   govenda dîmuqratiyê li şarên amide û sitembolê li darxin û sirûda turkiya nû turkiya çerx bilind û dilşad bixwînin

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]