|
6/9/2007 Hikûmeta Herêmê û îşkence (Zarathustra News). Yekîtiya Miletan-UN berî niha bi rapora xwe bala birêvebirên Herêma Kurdistanê kişand ser rewşa pêlkirina mafê mirovan li Kurdistanê. Li gorî rapora UN ê, li herêmê ji bo parastina mafê mirovan kêmasiyên pir cidî hene. UN, helwestên li hemberî azadiya çapemeniyê rexne dike. UN tîne zimên ku, rojnamevanên rexnegir têne girtin. Mirovên zîndanî demeke dirêj girtî dimînin û nayên dadgehkirin... Partiya Çep li Swêdê berî niha pirsa pêlkirina mafê jinan û îşkenceya li ser wan li Herêma Kurdistanê anî zimên. Wan xwest ku pirs bê çareserkirin... Piştî serdana Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Kouchneri li Iraqê, Niwênerê Wezareta Karê Derve yê Fransayê Deniz Simonneau qal kir ku, li Iraqê 70 hezar girtî hene. 10 hezar kes ji mecalên dîtina parêzgerên xwe mehrûm in. Mirov dikare ji bo azadkirina kesên bêsuc çalakiyek navnetewî pêk bîne... Dezgeha Rojnamevanên sînornenas di rapora xwe ya dawî de diyar dike ku, hetanî niha li Iraqê 200 rojnamevan hatine kûştin. Armanca kûştina wan ji bo bêdengkirina wan e. Li gorî raporê, beşek mezin ji rojnamevanan li Baxdayê hatine kûştin. Lê beşek biçûk ji wan kesa li Herêma Kurdistanê hatine qetilkirin... Wezîrê Mafê Mirovan yê Herêma Kurdistanê Şiwan Mihemed agehdarî da çapemeniyê. Li gorî wî, îşkence di girtîxaneyan de nemaye... Îdîa, rapor û nûçeyên li ser pirsa îşkencekirina zîndaniya li Herêma Kurdistanê û Iraqê zêde dibin. Di rewşek wisan de helwesta rastî çi ye? Pêwîst e mirov bi çi awayî nêzî girtiyan bibe? Îdîayên îşkencê ji bo kurda û mirovên xerîb tê çi wateyê? Îdîayên tên kirin çawa ne? Pêwîst e çi bê kirin ku îdîa ji holê rabin?.. Gerînendeyê Giştî yê Zarathustra News Service, rojnemavan-nivîskar Gabar Çiyan di qûncika xwe ya di "lotikxane.com"ê de li ser vê pirsê radiweste. Ji awirên guhertî li ser kur dibe û hewil dide ku bersivên pirsan bide. Çiyan li ser çareseriya pirsê jî dîtinên xwe tîne zimên. Nivîsa Çiyanî wisan e: Hikûmeta Herêmê û îşkence Gabar Çiyan Ev demek e nûçeyên cewaz li ser rewşa zîndanên Iraqê û yên Herêma Kurdistanê dighêjin destê me. Nûçe, ji dezgehên mafê mirovan, beyanên welatên cewaz û ji Kurdistanê dighêjin "Zarathustra News Service" ku navenda xwe li Stockholmê ye. Li gorî îdîa û zaniyariyên dighêjin navenda nûçeyan a Servicê, di zîndanan de îşkenceyekî sîstematîk (rûhî û fîzîkî) heye û mafê girtiyan yên dîtina parêzger, serdana malbatê a girtîgehê û mafê parastina şexsî tê sînor kirin. Kesên zîndanî, demek dirêj li ser şik û şûpheyan ji bo raçavkirinê ûhwd. girtî dimînin... Kesên sucdar ji bo ku bedêla gunehên xwe bidin û xwe ji gunehên xwe pak bikin, tên zîndanîkirin. Sînorkirina azadiya kesan û derbaskirina jiyanekî di navbêra çar dîwaran de, ji malê, dêûbav, jin, mindal, dost û xizman durketî û îzolekirî bi xwe cezeyekî pir mezin e. Bêwijdanî ye ku kesên di zîndanê de ji bo sucekî, ji bilî cezeyê xwe, her roj bi şêweyên guhertî bêne cezekirin. Kesên girtî, di welatên demokratîk de cezeyên xwe dikşînin, lê ji mafê hemwelatî jî ne bêpar in û li gorî qanûnan mafên xwe bikar tînin. Hovîtiyek vekirî ye ku kesên zîndanî bi hîs û helwestên şexsî û hewildanên li dijî mirovahiyê weke qûrban bêne hilbijartin. Divê bê zanîn ku, zîndan eyneya (neynik) welatan e. Eyne, rastiya dilê mirovî li hemberî girtiyan derdixîne holê. Wêneyê hizirkirina mirovî di helwesta mirovî de dide derve. Rastî dikare di nava hîs, dil û mêjiyê mirovî de bê veşartin. Lê eyne, anku rewşa zîndanan tercumanê hîs, dil û helwesta birêvebiran li welatekî ye. Biryarên birêvebiran li hemberî mehkûman sergirtî namîne û ew kirin dereng an jî nêz derdikevin holê... Peyva "zîndanîkirin, îşkence, mafê dîtina parêzger û a malbata xwe" ji Gelê Kurd re ne xerîb e. Bi hezaran kesên kurd di zîndanan de hatine îşkence kirin, beşek ji wan şehîd bûne û hinek jî seqet mane. Mafê wan û dîtina parêzger, xwe-îfadekirina azad û dîtina malbata xwe herdem bi sînor bûye, an qet nebûye. Pêwîst nake mirov li dîroka zîndanîkirina kurda bi dirêjî binêre. Ya nêz bi nimûneyên piralî li ber çavan e: Hovên mîna Saddam Hisêyn, Kenan Evren û Hafiz Esad kesên girtî winda dikirin. Şopa gelek kesên windakirî îro jî nehatiye dîtin. Hejmarek mezin ji birêvebirên kurda jî di dema xwe de hatibûn girtin û îşkence kirin. Birêvebirên Herêma Kurdistanê bi xwe jî ji ber zilma neyaran derketine serê çiya. Gelek caran dijminên hov, welatê wan, li wan kiribû zîndan. Îro di nava birêvebiriya giştî a Iraqê de hejmarek kurd hene. Pêwîst e rêvebirên kurd hewil bidin ku rewşa zîndanên Iraqê bê kontrolkirin, tedbîrên pêwîst bêne girtin û rê li ber bêheqiyê bê girtin. Herêma Kurdistanê jî hikûmetekî xwe heye. Divê vekirî bê gotin ku, qalkirina îşkencê di zîndanên li Herêma Kurdistanê de û îşkencekirina kurda eybekî pir mezin e. SKANDAL E?! Kurdên ku hetanî duhî bi hejarî dihatine nasîn, bûbûn qûrbana îşkence û hovîtiya Sadam, Evren û Esadî îro hatine ser hikûm û zilmê li girtiyan, li kurda, li nijada xwe dikin. Ev yek kirêt e! Ne karê mirovan e! Pêwîst e ev eyba mezin bê dîtin û pirs pir cidî bê girtin. Beyanên niwênerên Hikûmeta Herêmê ji bo îdîa an kirinên wisan têr nake. Li ser pirsê, ji bo "bersivek aqilane ji raya giştî re" û "amadekirina raporekê ji bo Serok û Hikûmeta Herêmê re" û "çaraserkirina pirsê" pêwîstî bi komîsyonekî serbixwe ku ji hiquknas û endamên dezgeha/ên mafê mirovan pêk tê, heye. Li hemberî îşkencekaran û kirina îşkencê li zîndanan pêwîstî bi qanûnekî hişktir heye. Pir giring e ku zîndanên me ji çavdariya navnetewî re vekirî bin û em li hemberî îşkencê peymanên navnetewî îmze bikin û cihê xwe di nava welatên pêşketî bigirin. Dema pirs cidî neyê girtin û li Iraq û Kurdistanê neyê çareserkirin dê dezgehên însanî yên navnetewî û welatên demokratîk pirsê bînin rojevê. Ji xwe ji aliyê Wezareta Karê Derve a Fransayê ve sînyelekî wisan li hemberî rewşa zîndan/iyên Iraqê hatiye belavkirin. Bi raporên xwe, Amnesty International-AI jî qala pêşketinên li Iraqê dike... Rewşek wisan, ne erênî ye û diyar e ku dê cî û nirxên welêt û bi teybetî birêvebiran kêm bike . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |