|
4/7/2007 Çima Bejna mîr û bedirxaniyan bilinde Mûsa zaxuranî Nivîskar û rewşenbîrê ji xwe razî Ferhad Şakelî. Bibûre ku ez bi dengekî bilind bîjim: bejna mîrê zimanê kurdî û malbata wî bilnde, ne tîrê darikî û yê hesinî nikarin ava wan girikin. Lewra em kurd hîna jivînê ziman û rêziman û zanînê, li ber siha wa girêdidin, û wênê birca belek û dibistana sor, û xweyibûn, û dîrokê, û ... bi nazî di ber çavê xwere dibin û tînin, û dizanin ku em berê dermanca xwe bidin paşeroja xwe ) ãÇÖí ( wê pêşeroja me û ayinda me, berê topê xwe bide me ( resûl hemzatof ). Pêwîste ku mirov li gor xwe bavêje, ji bo nekeve tu çalan, ji ku xwedê tenê dizane çi dibinê çalande heye... Li ser pirsên silîvanî kirine, weke, bi çi mafî wezaretê hiştiye li bedirxaniyan werin gotin?. Kî ber pirse? Kê rê xweşkirye? Kî vî mafî didêt? Kî û kî?? Karwanek pirsin wê di asîmanê mejiyê mede bifirin. Lê çendî ew bifirin dawî, her wê li ser banekî, cihekî, navekî, sedemekî, deynin. Û wê hin berî hina bibînin. Û dibe ku hêja Hesen silêvanî, berî me bibîne, çimkî ew ji wan pirsa nêzîktire, û ez bi xwe jî wek silîvanî, nizanim ev çi giriye li wî kultûrî, û li ser tîpên Erebî. Ez xweş dizanim ku desmal û igal bi Şal û Şap nakevin. " tev rêzdariya me ji desmal û igalê re ". Lê tîpên Erebî bi taybetya zimanê kurdî nakevin. Sedem pir û berçavin. Û li ser banandina zimanê me li tîpên Erebî biwêrek anî bîra min ew jî eve: di sala 2004 an de ez bi girûpekî mezinre çûme ser dana mezarê nemiran, pirên ji me ji birayên mey Erebûn. Ez dikêleka hêja Dr. Selah Seidela danîştibûm, min jê xwest rê ji minre veke de ez helbestke xwe di pesnê berzaniyê nemir de bixwînim, camêr rê vekir û min helbest xwend. Biraderekî Ereb diser minre şipê bû û li pelika min dinêrî, dawî hat ez pîroz kirim û gote min: bi rastî helbesta te zor zor xweşe lê tenê yek kêmasî têde hebû, pêre pêre min jê xwest ku kêmasiya helbestê bêje, ji ber ku bi rêde digotnê dektor, bawer bûm wê rexna dektor wê helbesta min çêtir bike. Zimanê xwe bir û anî bi fedî, ji min re got: ma qey tu ne kurdê sûryayê. Min lê vegerand: belê ezbenî, wî dîsan pirsek din kir: bibûre ma win ne misilmanin. Min bilez vegerand: belê çawa misilmanin. Wê çaxê riwê wî vebû û fedî hilanî û got: wextê ku hûn misilmanin, çima te helbesta xwe bi latînî nivisî bû. Birastî gûmanek xweş di serê minde ava bû, ku dektorê me ji dervî dîrokê dijî. Lewra min xwest, pêre dirêj nekim, min lê vegerand: na na em bi Erebî di nûsin, lê carikna em pênûsa xwe xwar dikin û guneh kardikin, dema em bi latînî dinvîsînin?!!.. Di eynê deqê de hate bîra min gotina pêşiyên me ku camêra hindik hindik em gihandin gundik, bi awayî û bi vî kultûrî. Ez dixazim bêjim nivîskarê me Ferhad Şakilî, ku em kevira li kaboka xwe nadin. Û li kaboka kesî jî nedin, lê emê her û her bidin ser şopa karwaniyê rastiyê û lehenga û dîrokê û pesindarê dilsozê welat û miletê xwe bin bê mirov Şofînî be, û emê helbestin ji ya ku wê werê xweş tir, nazik tir, bilin tir, li ser mîrê zimanê xwe, mîrê neh zimana, mîrê botan, bihûnin û diyarî hêja hesen silîvanî bikin. Segvan Segvanê tîp û ziman û koviya Zanîn û dîrok dizanin tu kiya Kehniya zanîn û kar û hêviya Tu wî mîrê nêçîrvan û xwîniya Ez bi gorî tu wî bavê qenciya Te Şama şêrîn hejand ji ser û bin Hîn civatê zanebûnê te divin Va civînê kurdistanê te divin Şam bilind bûye bi wê gorna bilin Di şeva Şamê de ew gor bûye find Tu wî mivanê lehigê vî gelî Zêr li ber navê te bûye wek xwelî Kehniyê zanînê ew çavê tene Dîtina te dide zanîn mîr hene Heyv dibêje celadet mîrê mine Li ber wî navî zimanê me kine Tu hebest nînin ku têra te bikin Tu qencî nînin te jibîra bikin Te li cîhanê sîh û yek kur hene Tîpên kurdî ne hemî lawê tene Çi bi nûsim ez li mîrê ziman Hiş û wextê xwe hemî da niştiman Mîrê kovar û biwêrê zor giran Pir sipasin kurd bi va tîpên ciwan Pir li ser wan destan bûne xwendevan Herbijî mîrê me kurda herbijî Herbijî malbat û dîroka we jî Ji bilî tîpê te guhnadim kesî ********** Qamişlo 1/7/2007 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |