NEWROZ

äæÑæÒ


3/5/2007

Weşanên me û bîranîna pîroz

Heyder Omer

Ez bawer im, ku ne tenê nivîsevan û rewşenbîr, belê tevayê gelê kurd ji hemî têgehên, ku pêjna newekheviyê jê tê, mîna bindestî, zulm, mafxwarin û h.w.d, bêhteng dibe, û wan napejirîne, û heya jê tê, li hember wan têgehan derdikeve, bi gelek awayan; çi têorî bin, çi piratîkî bin, helwestên xwe yên dijberî wan diyar dike.

Dîsan ez bawer im, ku beriya deh-panzdeh salan, dema weşanên kurdî kêm û lawaz bûn, û weşanên serdest rê li pêş bîr û baweriyên nivîsevan û rewşenbîrên kurd, endamên desteyên weşanên me, yên îro jî, di nav de, digirtin, nedihêştin ne ewana bi hevdu gihînin, ne jî bîr û baweriyên xwe bigihînin rewşenbîr û ramyarên wan serdestan, hîngê ev nivîsevanan gelekî bêhteng dibûn, û hezarê caran leõnet li evê rewşa tehl û dijwar, ku Kurd bê dewlet hêştine, dibarandin.

Ji ber vê jî gava weşanên kurdî, nemazê di riya enternêtê re di van çend salên dawî de pir bûne, tu dibînî, bi dehan û bi sedan nivîsevan li derdora wan dicivin, û berhemên xwe jê re verê dikin, bê ku çavên wan li alîkariyên diravî bin, ku hemî weşanên cihanê ji nivîsevanên xwe re pêşkêş dikin. Meraq û mebesta wan tenê ew e, ku para xwe bixin tevgera ramanî, rêzanî, wêjeyî û rewşenbîrî kurdî, wê geş bikin, û her yek ji wan, li gor karînên xwe, bi kêrî gel û welêt were.

Hema, bi awayê kurtebirî em dikarin bêjin, ku Kurd birçîyên azadiya derbirînê ne, ji ber vê yekê jî tu dibînî nivîsevan, rojnamevan, rewşenbîrên Kurd evê ramanê ( azadiya derbirînê ) ji yên miletên din pirtir dubare dikin, ta radeya, ku mirov nikare gengeşeyeke Kurdan bê bilêvkirina wê bibîne. Bi baweriya min, ev yeka nerxbihayê derbirînê û ramanê li ba kurdan diyar dike.

Lê boçûn, nerîn û helwestên têorî yên gelek kesên, ku derbas bûne qada medya û weşana kurdî, nikarin ciwaniya xwe ya têorî di warê piratîkê û bikaranînê de biparêzin, bi ser de jî hin caran tê xuyakirin, ku ji ber zulm û zora, ku serdestan li wan kiriye, ewana ji bo tolhildanê her amade ne, lê ji nivîsevanê kurd pê ve kesekî din li pêş xwe nabînin, an jî bi kesekî din nikanin.

Belkî ev boçûna min li dilên gelek kesan giran be, lê ne ji xwe berê weha diçim, belê danustandinên min li gel çend weşanên me, ev nerîn li ba min peyda kiriye. Nizanim, belkî hevalên vê boçûna min hebin, û ne bi tenê bim.

Da ku ez gotinên xwe weha xav û rij bernedim holê, ez dê çend helwestên çend weşanên me, ku gelekî neyênî têne xuyakirin, û rûmeta hevalkarî, nerîn û boçûnan birîn dikin, ji we re bêjim.

1. Beriya du salan, min lêkolîneke rexeyî ji malpera ( netkurd.com ) re verê kir. Du rojan bi şûnda min emaila wan wergirt, ku wêneyê min dixwazin, da digel lêkolîna min biweşînin. Lê mixabin du-sê hefte têper bûn, ne bersiva wan hat, û ne jî lêkolîn weşandin. Vêca ji neçare ez lê pirsîm; gelo çi bi serê metiryala min hat. Piştî hefteyekê camêran bersiv dan, û gotine min, ku ewana wê lêkolînê naweşînin, ji ber ku berê li ba malperine din hatiye weşnandin.

Tevî ku ez ne hevalê vê boçûnê me, û weha dibînim, ku her çiqas caran, û li çiqas cihan berhemek bête weşandin, dê ewqas jî rola xwe di hevnasîna nivîsevanên Kurd de, û di çalakkrina tevgera wêjeyî û rewşenbîrî kurdî de, pir erênî bilîze, lê min rêza helwesta desteya netkurd.com girt.

Lê mixabin, gava carcaran ez çavlêdanan li wê malperê dikim, ez dibînim ku evê desteyê bi xwe rêza helewsta xwe negirtiye, û pirê caran gotar û metiryalên, ku beriya demekê li ba malperên mayîn hatine weşandin, careke din ew jî wan diweşînin, û pêre jî helwesta wê, ku li hember lêkolîna min girtibû, pêrgî şanekike pirsane ye mezin tê.

2. Dîsan beriya salekê û çend heyvan, dema ku rojnameya ( Peyama Kurd ) li ser kaxezê derdiçû, min kurtegotarek ji wan re verê kir, wan jî bersiva min dan, û gotin dê di hejamra 67ê de bête weşandin, û pêre jî ji min xwastin, ku her du hefetyan gotarekê ji wan re verê kim.

Di wê navberê de, birêz Elî Cefer hevpeyvînek li gel min, li ser çalakiyên sedsaliya rehmelê Osman Sebrî, kir. Pirseke wî nebûna gelek saziyên Kurd (Peyama Kurd) û ( Dema nu )di nav de, di wan çalakiyan de dipeland. Min jî, di bersiva xwe de, nebûna wan her du kovaran û hinek saziyên din jî di wan çalakiyan de nîşan kir, û me ew hevpyevîn û gotareke mine din, ku wan xwastibû, ji wan re şand, lê mixabin ew hevpeyvîn û her du gotarên min bûn qurbana wê rexneya biçûk, û deriyê ( Peyama Kurd ) li pêş wan hetin girtin, ta radeya, ku desteya kovarê em layiqî bersivekê jî nedîtin. Her weha ( Dema nu ) jî deriyê xwe li pêş wê hevpeyvînê girt, û di dû re jî du caran min gotarên xwe ji wan re verê kirin, lê ne bersiv dan û ne jî gotar weşandin.

3. Kovar (Pênûs), ku partiya yekîtî ya demikrat a Kurd li Sûriyê -YEKÎTÎ- rêxistina Ewrupa derdixist, gotarek bi sernavê ( Tevgera me nexweş e, ez xwe bi bîst nivîskarên wek…nadim ) di hejmara 12, payîz 2002 de weşand, xwediyê gotarê, ku endamê desteya kovarê bû, di gotara xwe neynik danî pêş ewî siyasetmedarê, ku xwe bi bist nivîskaran nade, da xwe, zanîna xwe û qulafetê xwe baş di neynikê re bibîne, û berî pêşî xwe nas bike, û hinekê ji ezezîtî û quretiya xwe dayê. Lê mixabin ewî bi dek û pilanên xwe karîbû hemî endamên komîta partiyê li Ewrupayê bixistana bin bandora xwe, da ji dêvla çalakiyan bi boneyî 108 saliya rojnamegeriya kurdî bikin, ewana di dawiya Nîsanê û destpêka Gulana 2006ê biryara rawestandin kovara ( Pênûs ) diyarî roja rojnamegeriya kurdî kirin.

4. Her du melperên ( tirej.net ) û ( roajav.net ) bê ku sedeman diyar bikin, weşandina xelekên lêkolîna min ya rexneyî ( Hunera helbestê ) rawestandin, û ez li pêş xwendevanan sûcdar dame xuyakirin. Bi ser de jî gava min ji wan pirs kir, ne bersiv dane min , û ne jî ji xwedevanên xwe re diyar nekirin, ku ewana, ne lêkolîner, sûcê rawestandina xelekên wê mijarê hildigirin.

Ev nimûneyên jorîn dikarin rûdaw û rastiya hinek deslatdarên rojnamegeriya me bidine xuyakirin, ku ewana, di paşagehê xwe de, hîna jî dîlên çanda serdesta ne, gava keys lê were  ji ya xwe namînin. Pêre jî bergehên fireh dixine navbera gotinên têorî û piratîkê, bê ku zanibin, her ku ev bergeh firehtir dibe, ewqas jî karînên milatan têrwer dibin û ji hêz dikevin.

Di van rojan de cara sed û nehê ye, ku Kurd aheng û çalakiyan bi boneyî roja rojnamegeriya kurdî dikin, û hemî sazî û weşanên Kurdan bi dengê bilind vê bîranînê li xwe, miletê xwe û rojnamevan û nivîsevanên Kurd pîroz dikin, ev jî helewsteke rûmetdar û nerxbiha ye.

Lê bi baweriya min ev roj ne tenê ji bo diyarkirina rêzgiritina vê bîranînê ye, belê bi ser de jî heyama layiq bi xwe re tîne, û rê li pêş weşanên kurdî û deslatdarên wan vedike, da pêvajowa xwe di vê penavê de binerxînin, li wê vegerin, kêmkasiyên bi wan re bûne gengeşe bikin, û rê li pêş dubarekirina wan kêmkasiyên, ku lekeyên neyênî digihînin wê pêvajowê bigirin, da rêz û rûmeta vê roja pîroz bê leke û birîn bête parastin.

Stade / Elmanya

22. 04. 2007

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]