|
29/9/2007 Li ser beyanên Halaçoğlu çend têbinî Yorgo Baca Peyvên serokê Dezgeha Dîroka Tirk (Türk Tarih Kurumu) Prof. Yusuf Halaçoğlu ez bi xwe re birim demên berê, 30-40 sal şunda. Bi rastî jî dema min beyanên wî yên dawî di rojnameyan de xwend, ez mat mayî mam û weke ku ji ezmên ve werime xwarê, ez pê şok bûm û ecêbmayî mam. Dema Halaçoğlu qal kir ku, "beşek ji elewiyan bi eslê xwe ermenî û hinek kurd jî nijad tirk in", pir xwezayî bû ku tevlîheviyek pêk hat. Bi lezê rewşenbîr û demokratên tirka û kurda li hemberî beyanên wî yên provaktîf û tehdîdkar dijîtiya xwe nîşan dan. Têzên welatên rojava gelek caran bingeha "netewîbûnê" bi faktorên sosyo-psîkolojîk ve girê didin. Di dewra postmodernîzmê de jî nasnameya kesayetiyê pirsek e giringe. Kesayetî "bi çi rengî xwe îfade" û "çawan xwe hîs kiribe", wisan lê dihate nêrîn û binavkirin. Lewma peyvên "di eslê xwe de kurd tirk in û elewî jî ermenî ne" ji awira polîtîk û zaniyariyê ve çi nirxeke (qiymet) xwe tune ye... Weke ku tê zanîn, berî avabûna Komara Tirkiyê, Stenbol û Anatoliya weke mozaîkekê bûn û ji olên cewaz, musilman, xeyrî musilman û neteweyên din pêk dihat. Komara Tirkiyê di destpêka avabûna xwe de polîtîkaya pêkanîna"neteweyekê" û avakirina "dewletekê" bikar anî. Kesên ku ne tirknijad bûn û nedixwestin bibine tirk, bi darê zorê û asîmîlasyonê siyaseta helandina wan pêk anî. "Avakirina dewleteke navendî li ser mîrasa Osmaniyan" plana hêza "Ittihad û Terraki"yan bû. Lê xeyala wan ji aliyê Kemal Paşa ve hate bicîkirin. Wê demê tirk qonaxa xwe ya netewîbûnê bi dawî nehatibû, hê nebûbûn netewe. Pêşî dewlet hate avakirin û paşê dewletê hewil da ku netewa xwe biafirîne. Anku dewletê netewebûna tirka berepêş bir, pêş xist. Birêz Prof. Y. Halaçoğlu dikare hinek rastiyan jî bîne zimên. Weke mîsal, ew dibêje ku," îro li welêt kesên ku xwe weke kurd, kurdên elewî dinasin bi eslê xwe ermenî ne". Ermenî ji ber bûyerên wê demê bûne musilman, anku ola xwe dabûn guhertinê. Halaçoğlu tîne zimên ku, "beşek ji ermeniyan ji bo ku xwe ji nefiyê/surgûnê rizgar bikin di nava eşîretên kurdên elewî de xwe veşartine û pişt re bûne elewî." Buyerên wisan dibe ku rast bin û pêkhatina asimileyeke wisan jî ne gelekî ecêb e. Dikare were gotin ku, Halaçoğlu bi xwe tiştekî nû keşif nekiriye, lewma belavkirina beyana wî cihê şikê ye, ne normal e. Sedema ne normalbûna beyana wî ev e ku, çîrok û serpêhatiya ermeniyên ku bûne musilman, ji aliyê ermeniyan ve di gelek weşanan de belav bûye û têye zanîn. Li gorî beyana Halaçoğlu, di destê wî de navê ermeniyên abal yên wê demê heye û dema dewlet bixwaze ew dikare navê wan eşkere bike. Heke ev helwesta Halaçoğlu ne nijadperestî be, ma çi ye? Halaçoğlu birêvebirê dezegeheke dewletê ye. Dewlet van têzan bi rêya Halaçoğlu belav dike. Elewî û ermeniyên ji dînderketî tehdît dike û bi vê yekê bingeha pêşxistina polîtîkaya nijadperestiyê xurt dike. Di rewşeke wisan de ku dewlet dixwaze/dema bixwaze ber bi medeniyeta rojava ve here û bibe endamê Yekîtiya Ewropayê pir giring e ku rê li ber kesên mîna Halaçoğlu û pêşxistina siyaseta wî ya nîjadperest bigire, wî ji birêvebiriya dezgeheke wisan ciddî dûr bixîne. Birêz Halaçoğlu ji navenda dezgeha ku temsîl dike, bi beyanên xwe, zaniyariya dîrokî suîstîmal dike. Weke mîsal, dikare li ser eşîrekê yan malbatekê ku weke kurd tê nasîn beyanekî belav bike ku, ew malbat/eşîr bi eslê xwe tirkman e. Beyanên wisan suistîmaleke ciddî ye. Ji vê awirê ve pêwîst e beyanên Halaçoğlu ji bo hemwelatiyên Komara Tirkiyê, anku ji bo kurdên elewî û ermeniyan weke êrîşekî û neheqiyê bête qebûlkirin. Îro Tirkiyê di qonaxa tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê de ye. Li Ewropayê civakeke pirçandî heye û li Tirkiyê jî dîtînên fermî yên mîna Halaçoğlu hene. Tirkiyê ji bo çareseriya vê pirsgirêka xwe çi dihizire? Ewropa ji awira endustriyê ve pêşketiye. Her sal gelek karkerên ked-erzan ji welatên sêyem (welatê paşdemayî/hejar) tên Ewropayê. Ew kes çand û toreyên xwe yên cewaz jî bi xwe re tînin. Dema Tirkiyê bibe endamê YEyê û ew kes werin Tirkiyê dê kesên mîna Halaçoğlu helwesteke çawan nîşan bidin? Wisan dixuye ku dê helwesta wan jî ji ya serokê nijadperestên Fransî Le Pen ne cihêtir be (Zarathustra News & Peyamaazadi.org.) |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |