NEWROZ

نوروز


29/7/2007

Hejmara nû ya Kovara Sîrwan derket

(Zarathustra News)

Sîrwan bi hejmara xwe ya 3:em/07 derket pêşberî xwendevanan. Rengîn e Sîrwan. Li bergê pêşî wêneya nemir Orhan Doğan heye. Di bin wêneyê de peyvek wisan heye: Çû serdana Ehmedê Xanî, bû cîranê Mem û Zîn ê.

Weke hercar, sernivîskarê kovarê mamosteyê nemir, pîrê rojnamevaniya kurdî Mûsa Anter di qûncika xwe de bi me re ye. Nivîsa wî "Ziman Azadiya milletan e", lê hêja ye.

Weke tê zanîn Sîrwan bi du zimanan, bi kurdî û Swêdî derdikeve. Di beşa kurdî de du (2) hevpeyvînên balkêş hene. Hevpeyvîna "Kurdistan TV" bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser helwesta Tirkiyê ku dixwaze operasyonek leşkerî pêk bîne, têra xwe balkêş e. Gerînendeyê Kovarê Seyidxan Anter bi serokê Instîtuya kurdî ya Stenbolê Samî Tan re li ser pirsa "kurd û kurdî" hevpeyvînek pêk aniye. Tan ku li ser pirsê têra xwe xurt e, mirovan careke din li ser cî û giringbûna ziman agehdar dike. Ihsan Battê weke hercar bi mijarên cewaz derdikeve pêberî xwendevanên xwe. Roza Kurd li ser pirsa "Nijadperestî û olperestî"yê mirovan ronî dike. Nivîsa Reşîd Battê ku li ser Êzdayetiyê radiweste ya herî rengîn û bi wate ye. Bi wêneyên dîrokî hebûn û giringiya Êzdayetiyê derdixîne holê. Bi wêneyên rengîn mirov bi xwe re dibe cîhana wan, cîhana kurdên esîl, koka me ku em li ser şîn hatine, ku bi wan jiyan xweştir û bi watetir dibe...

Di beşa kurdî de hejmarek nivîsên din jî hene: Yakûb Şahîndal bi "Gundê me -Tavkirar", danasîna berhema Nûredîn Zaza "Derketî", dîtina Serokê PKK ê Abdullah Öcalan li ser "Projeya Pirzimanî dive bidome", Ayşe Güler "Li Qoserê her tişt bi kurdî bû", nûçeya urmiye comê "Li Urmiyê 63 girtiyên siyasî hatin îşkecekirin", Behzat Battê bi "Oxir xêre, enî gewrê, serbilindê" û hwd beşdarî vê hejmarê bûne...

Di beşa swêdî de sê nivîsên hêja hene: Rapora Amnetsy International li ser rewşa Suriyê û Kurda. Zilma li ser şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş û projeya wî. Analîza pirtûka "GoodMuslim, Bad Muslim" ku ji aliyê Wim De Neuter ve hatiye kirin û giraniya xwe li ser pirsên terorîzmê radiweste ye. Di beşa swêdî Seydixan Anter, Niels Hebert, Inger Schörling, Hediye Güzel, Patrica Ruiz, Ihsan Battê, K. G. Winsa, Per-Erik Wentus hene.

Başa kurdî 15, ya swêdî 13 rûpele. Sîrwan weke hercar, vê carê jî têr û tije, bi mijarên cewaz û dewlemnd xwe dıghşjine xwendevanan. Em li ser vê hejmarê bi endamê bi gerînedeyê Kovarê Ihasn Battê re axifîn.

- Di vê hejmarê de raporek li ser rewşa mafê mirovan li Sûriyê heye. Di medya kurdî de li ser rewşa kurdên başûrê biçûk deng û behsên hene her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Hûn çawa li pirsê dinêrin?
- Mirov dikare vê rewşê bi giştî, bi pêşketina rojnamevanî û çapemeniya kurdî ve jî girê bide. Ne ku beriya niha li Binxetê liv û tevgera kurdan, an jî wekî mînak; çewisandin û neheqiyên ku li kurdan dibûn nebûn ku di çapemeniyê de cîh ne distand. Çapemenî bixwe nebû. Niha bi dehan malperên Înternetê hene ku di saniya xwe de, germ bi germ rojevê dişopînin. Lê helbet bandora wê yekê heye ku êdî kurd li seranserê Kurdistanê li xwe vedigerin bi awayekî ciddî li ser pirsgirêkên xwe radiwestin. Bayekî nû heye.

Nêzîkahiya Sîrwan li hember Binxetê (Başûrê roavayê Kurdistanê) û Rojhelatê Kurdistanê taybet e. Dema em beşê Swêdî yê Sîrwan amade dikin em vê yekê li ber çavan digrin. Kêm zêde rewşa Bakur û Başûr bi taybetî di aliyê navnetewî de di rojeva xelkê de ye. Rejîmên dagirkerê Binxetê û Rojhelat gelek girtî ne. Tiştên li wir rûdidin gelek caran veşartî dimînin. Gelek sazî û rêxistinên navnetewî hene ku dixwazin li ser van parçên Kurdistanê xebatan bi rê ve bibin, lê mixabin gelek fakta û agahdarî bi zimanên biyanî nînin. Qelsî hem di aliyê çapemeniyê û hem jî di aliyê partî û saziyan de heye. Bi taybetî malperên Înternetê ku berê wan bêhtir li Binxetê ne, di çendan ji wan de beşê zimanên biyanî hene? Sîrwan dixwaze li gor derfetên xwe vê valahiyê dagire. Divê kovar, TV, rojname, malperên Înternetê û bi giştî çapemeniya me rê û zemîn ji xebatên dîplomasîya van beşên Kurdistanê re xweş bike. Hem dîplomatên me û hem jî yên biyanî divê bi hesanî belge û agahdariyên lazim bi dest bixin. Ev di serî de karê rojnamevan û rewşenbîran e.

- Wisan xuya ye ku Analîza li ser pirtûkan beşek ji xebata we ya herî giring e. Di vê hejmarê de pirtûkek li ser terorîzmê hatiye danasîn. Çima terorîzm?
- Terorîzm weke tê zanîn, bi taybetî di van salên dawî de, bûye benîştê ser hemû zimanan. Bi baweriya min, êdî ji naverok û pîvanên xwe yî rastî dûr ketiye. Bûye rêbaza herî baş ji serdest û xwedî hêzan re ku terorîzma xwe pê veşêrin û hemû dengên dijberê xwe pê qut bikin. Bi rastî kî terorîste û kî ne terorîste? Ev yek tevlîhev bûye. Gelo Komara Îslamî yî Îranî ne terorîste? Gelo Komara Tirkîyê ne terorîste? Her weha rejîma BEAS î Sûrî… Ev mijar bi baweriya min divê di serê xelkê de zelal bibe; ”xwedî dewlet, sînor û ala bûn, yan jî xwedî hêzbûn divê wî mafî nede tu kesî, ku dema teror kir bi terorîstî neyê bi nav kirin. Niha bi taybetî dagirkerên Kurdistanê vî karî dikin. Rejîma Îslamî ya Îranê yî totalîter û kevneperest her roj rojnamevanan bidarve dike, gundan dişewitîne lê hîna ez di tu rapor û belgeyên navnetewî de lê rast nehatime ku dibêjin Îran terrorist e. Her weha Komara Tirk û BEASa Sûrî jî...

- Hebûna êzîdiyan, bihêzbûna wan, parastina awayê jiyana wan kurdayetiyê xurtir dike. We di vê hejmarê de cî daye êzîdiyan. Lawazî anku kêmasiya medîa kurdî ji awira lêkolînên li ser êzîdîyan û weşandina mijarên bi wan ve girêdayî heye an na?
- Dema gotina Êzîdî tê gotin, Kurd têne bîra min û dema dibêjin Kurd jî, Êzîdî têne bîra min. Êzdayetî ji bilî Kurdistanê li cihekî din î cîhanê nîne. Di çapemeniya kurd de ev mijar mixabin bêhtirê caran, dema bûyerek rû dide derdikevê rojevê. Û gelek caran jî weke meseleyeke wîjdanî û sere sere derdikeve pêş. Tu dibê qey ew dixwazin xêrekê bi Êzîdiyan bikin û bidine xuya kirin ku ew ferq û meylê naxin navbera kurdên êzîdî û kurdên mihemedî. Divê çapemenî û rewşenbîriya kurd xwe ji vê nêzîkahiyê dûr bixe. Tiştekî ku mirov ji ber şerm bike yan dilê xwe pê bişewitîne di Êzdayetiyê de nîn e. Wekî mînak; mijara zimanê kurdî û tehlûkeyên li ser, di van rojan de di rojeva hemû kurdan de ye. Her weha çapemeniya kurdî jî… Başe, li Kurdistanê kesê ku bêhtir bi kurdî dijîn kî ne? Kesê ku bi xwedayê xwe re, bi zarokên xwe re bi kurdî daxivin kî ne? Kesê ku reng û dengê kurdayetiyê heta îro bê navber parastine kî ne? Heger em bixwazin zimanê kurdî jî biparêzin divê em li xwe vegerin û vê rastiya xwe bixine terzekî jiyanê. Êzdayetî ev e. Ev aliyê Êzdayetiyê dema derkete pêş, hingî em dikarin behsa yekîtiya xwe û wekheviya xwe bikin. Helbet ev karê çapemeniya kurdî ye ku heta niha pê ranebûye.

- Gava tu Sîrwan ê rexne bike, tu dixwazî kîjan aliyê wê xurtir bikî? Çima?
- Ez dixwazim di serî de mizgîniyekê bidime xwendevanên ku hîna Sîrwan ne ketiye destên wan. Heta niha Sîrwan reş û sipî bû. Lê êdî Sîrwan 100 % rengîn e. Ji aliyê estetîkê ve ev kêmasîyek bû.

Sîrwan, di beşê kurdî de, heta niha weke dihate xwestin cîh neda nivîsên zanistî, wêjeyî û civakî. Bêhtir bi mijarên zimanê kurdî daket. Weke xwendevanên me dizanin, di hemû hejmarên me yî heta niha de temaya zimanê kurdî û pirgirêkên wî serdest in. Ev pirsgirêkeke giştî ya çapemenî û rewşenbîriya kurdî ye. Lewma xetereyên ciddî li hember hebûna zimanê kurdî hîna jî hene.

Kêmasiyeke din ya Sîrwan bi baweriya min ewe ku, hîna wekî tê xwestin lingê xwe yî Kurdistanê ne daniye, dîyalogeke xurt bi nivîskar û xwendevan ên li Kurdistanê re nîne. Wekî din divê em malpera Sîrwan ( www.sirwan.se ) bi rêk û pêktir bikin. Malper wê di dema pêş de ji bilî nivîsên di kovarê bixwe de, weşana xwe yî Înternetî jî bike û bi vî rengî aliyê xwe yî qels yê nûçevanuyê jî xurt bike.

Ihsan Battê kî ye

1968 an li Torê, bajarê Midyadê hatiye dinyê. 1989 de derket derveyî welêt. Li Swêdê dijî. Li ser teknîka avakirina malperan xwend. Niha rojnamevaniyê dixwîne, û di redaksiyona Sîrwanê de dixebite.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]