|
29/12/2007 Fehma asayîşê û rexnekirina peywendiyên zanistî İsmail Beşikçi (Wergêr: Roşan Lezgîn) Ramyarîya tirk kêşeya Filîstînê, kêşeya çeçenan, kêşeya tirkên Bulgarîstanê û tirkên Trakyaya Rojavayê, ji layê mafên azadîyê, ji layê azadîya gelan de dihelsengîne. Çi dema ku mesele were ser van kêşeyan, li gorî van nirxên azadîyê helwêst û reftarîyê nîşan dide, berevaniya azadîyê dike. Fişardina ku pêşî li azadîyê digre tê rexnekirin, tê tawanbarkirin. Di vî warî de bang li sazîyên navneteweyî tê kirin. Ev yek helwêsteka hevpar ya ramyarîya tirk e. Di vî warî de helwêsta rastgîran, ya çepgîr û komunîst û lîberalan, ya îslamîyên sîyasî, giş wekî hev e, hevpar e. Çi dema ku tirkên Qibrîsê, tirkmanên Kerkûkê, tirkên Kosovayê, tirkên Makedonyayê, boşnaqên Bosna-Hersekê, vîetnamî û hwd. bin, dîsa, ji layê mafên azadîyê meseleya wan tê helsengandin, berevanîya azadîyê tê kirin, li ber ronahîya têgehên azadîyê helwêst û reftarî têye nîşandan. Wek mînak, li hemberî fişardinên ku pêşî li mafên azadîyê digrin, têkoşîneka demokratîk tê pêşxistin. Bona ku ev têkoşîn hîn karîgertir bibe, bang li sazîyên neteweyî û navneteweyî tê kirin, da ku piştgirîya wan jî wergirin. Îcar, çi dema ku mesele were ser kurdan, çi dema ku kêşeya kurd bibe babeta guftgoyê, çi dema ku kêşeya kurd derkeve rojevê, hingê ramyarîya tirk hertim têgihîna asayîşa dewletê dike pîvana helsengandinê, ramanên dijî mafên azadîyê derdixîne pêş. Ev yek, polîtîkayeka bingehîn ya dewletê ye. Ev polîtîka zêdetirî 80 salan e ku bi awayekî sîstematîk tê tetbîqkirin. Di vê mijarê de helwêsta rastgîr û çepgîr û lîberalan giş yek e. Ev yek tê vê wateyê ku, bila li hemberî mafên azadîyê fişardin zêde bibin û çarçoveya azadîyê jî tengtir bibe. Dibe ku di nav van cereyanan de çend kes hebin, lê cereyana bingehîn ev e. Wek mînak, bona kêşeya filîstînîyan, çeçen û boşnaq û hwd. bi dehan car kampanya hatine lidarxistin, mitîng, numayîş, girevên xwebirçîhiştinê, nimêjên xutbeyê û hwd. hatine kirin, alîkarîya maddî hatiye berhevkirin. Lêbelê yek ji van jî bona kurdan nehatiye kirin. Di bûyereka komelkujî ya wek Enfalê de, ku di sala 1988an de bi serê kurdan de hat, di wê demê de jî kampanyayeka wisa nehatiye fikirîn. Çalakî û fikrên kurdan jî, hertim bi bertekên îdarî û cezaî pêşî lê hatiye girtin. Taybetiyeka balkêş ya ramyarîya tirk jî ev e, ku qet ne di bala ramyarîya tirk de ye, herwekî wan gelên ku me li jor navê wan hejmart, mafê gelê kurd jî heye ku azadîya xwe bixwaze. Daxwaza azadbûnê ya gelê kurd, tune dihesibîne. Hîn xirabtirê wê, hewl dide xwe da ku daxwazên azadîyê ku ji layê gelê kurd ve têne kirin di nav têgeha “terorê” de bihesibîne û pêşî li van daxwazan bigre. Bi polîtîkayeka tund ya asîmilasyonê, hertim hewl dide xwe da ku kurdan bi ziman û kultura wan ve asîmile bike. Sazîyên navneteweyî yên wek Yekîtîya Neteweyan, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, NATO, Konferansa Îslamê, Rêxistina Pêşdeçûna Îslamê û Yekîtîya Ereban, li gorî vê polîtîkaya xwe dixîne nav bizavê. Ev jî dixuye ku, di vî warî de biserketî ye. Ji vî layî ve ramyarîya tirk ne ramaneka demokratîk e. Dijayetiya kurdan helwêsta hevpar ya ramyarîya tirk e. Rastgîr, çepgîr, komunîst û lîberal, giş di warê antî-kurdî de xwedîyê reftariyeka wekhev in. Bêguman di meseleya kurdan de ji nivîskar û endamên çapemenîyê, ji endamên sazîyên sivîl, ji mamostayên zanîngehan û hwd. kesên ku xwedîyê ramaneka demokratîk in, hene. Lêbelê evên hanê, di nav helwêsta bingehîn ya ramyarîya tirk de wek îstîsna ne. Ji vî layî ve jî, divêt ramyarîya tirk were rexnekirin. Di sedsala 19an de hindek ji roşinbîrên tirk ku li Rûsya, Qirim, Qazan û Azarbaycanê diman, xizmeteka wan ya girîng bo ziman û kultura tirkî çêbûye. Şehabettin Mercani (1808-1889), Ahundzade Mirza Fethali (1812-1878), İsmail Gaspiralı (1851-1914), Huseynzade Alî Beg (1864-1942) di nav van roşinbîran de ne. Ev roşinbîrên tirk ku li Rûsyayê diman, hertim gazinc ji despotîzma ûris, ji polîtîkaya fişardinê ya Rûsyaya Qeyser ku asîmilekirina tirkan bo xwe kiribû amanc kirine. Li dû wan, dîsa, mamostayên wek Yusuf Akçura (1675-1936), Sadri Maksudi Arsal (1879-1957), Zeki Velidi Togan (1890-1970), Abdülkadir İnan (1889-1976) Ahmet Ağaoğlu (1869-1939), Ayaz İshaki (1878-1954), Mehmet Emin Buğra (1901-1965) Tahir Çagatay (1902-1984), Saadet Çagatay (1907-1989), Ahmet Temir (1912-2003) jî di vê derbareyê de, ango ji polîtîkaya fişardinê ya Rûsyaya Qeyser ku asîmilekirina tirkan bo xwe kiribû amanc, ji polîtîkaya ûriskirinê gilî û gazinc kirine. Di vir de mijara girîng ev e: Ev mamostayên zanîngehan û nivşên ku li ber destê wan perwerde bûne, li Tirkîyeyê, di vê polîtîkaya ku li dijî kurdan hatiye pêkanîn de, roleka wan ya mezin heye. Ev proseseka girîng e, ku divêt meriv bala xwe bide ser. Ev mamostayên hanê û yên mîna wan, têye zanîn ku li Tirkîyeyê, bi taybet li ser ramyarîya neteweperest de karîger in. Ev mînakeka balkêş ya ramyarîya tirk e ku li ser bingeheka cotestandardîyê aj daye. Di van du-sê salên dawîn de têye dîtin ku beşek ji nivîskarên tirk, hindek ji endamên çapemenîyê, hindek ji mamostayên zanîngehan û endamên rêxistinên sivîl derbareyê kurdan de, derbareyê kêşeya kurd de dinivîsin. Êdî kurdan bi xwe jî dest pêkiriye, dîroka kurdan dinivîsin, di warên dîrokî û civakî de analîzên sîyasî dikin, di van waran de pêşketinên gelek girîng bi dest xistine; hunermendên kurd di warê edebîyat, muzîk, resîm şano û sînemayê de di nav pêşketineka mezin de ne. Hingê ev yek jî bûye sedem ku nivîskarên tirk beşdarîya vê prosesê bikin. Wek mînak, TEVKURD di vî warî de tevgereka ramyarî ya balkêş pêşde dibe. Meriv dikane bibêje ku di warê kêşeya kurd de nivîsîna nivîskarên tirk, beşdarîya wan ya bo munaqeşeyan, pêşketineka erênî ye. Lêbelê têye dîtin ku helwêsta beşeka grîng ya nivîskarên tirk, vê yekê bo xwe kiriye amanc da ku ramyarîya kurd jî bikşînin nav gorepana îdeolojîya fermî ya tirk. Devrim Sevimay li rojnameya Milliyetê di quncika Soru-Cevap (Pirs-Bersîv) de ligel profesorê dîrokê Dr. Halil İnalcıkî hevpeyvîn kirîye. Ev hevpeyvîn li rojnameya Milliyetê, di nusxeya 12 sermawez 2007 de hate weşandin. Ger em bala xwe bidin ser vê hevpeyvînê, dê ji layê babeta me ve sûdmend be. Di vê hevpeyvîna ku bi sernavê “Ji Dîroknasê Navdar Bangewazîya Aramîyê” weşîyabû de pirsa Devrim Sevimay û bersiva Prof. Halil İnalcıkî bi vê şêweyê îfade dibe: “… Vîetnamîyên ku bi xebera mirina Mistefa Kemalî hesîyane, li bajarê Saygonê bi komelî di perestgehan de şînê girtine. Dema ku me anî bîra wî û me jê pirsî ku ‘ev peywendî çawa çêbûye?’ hingê Prof. Halil İnalcık di bersiva xwe de got ‘Wê demê Vîetnam kolonîyeka Fransayê bû û azadîyê dixwest. Ji vê çendê, herwekî hemî welatên Asyayê, bona wan jî hêvîyek bû. Pêşewayekî wisa ye ku bo wan bûye model. Ji ber ku ev pêşewayê mezin ji nav çûye, xemgîn bûne’.” Herwekî ku têye dîtin, Prof. İnalcık berevaniya azadiya vîetnamîyan dike. Dibêje, vîetnamiyan îlhama ramyarîya azadiyê ji Mistefa Kemalî girtine. Hingê, di vir de pêwîstî bi du pirsan heye: Ew azadîya ku vîetnamîyan dixwest, gelo kurd jî nikanin bixwazin? Vîetnamî têdikoşin bona ku azadîyê bi dest bixînin. Gelo kurd jî nikanin têbikoşin da ku azadîya xwe bi dest bixînin? Dibêjin, bizava kemalîst bona neteweyên mezlûm bûye ronayîyek, bona hemî miletên mezlûm di rêya rizgarîyê de bûye jêdera îlhamê, pêşewayetîyê kiriye. Gelo nabe ku kurd jî ji van raman û dîtinan îlhamê bigrin? Gelo mafekî wisa yê kurdan jî tune? Li gorî Prof. İnalcik mafekî wisa yê kurdan tune. Kurd nikanin bona azadîyê têbikoşin, divê tênekoşin. Çima? Gelo bo çi mafekî wisa yê kurdan tune? Ev mijareka etîk e. Mafên ku tu bo xwe dixwazî, mafên ku tu bo hinekên din jî dixwazî, bo yekî din nexwestin, berevaniya wê nekirin, mijareka etîkî ye. Gelek aşkera ye ku dê encamên vê helwêstê yên sîyasî û civakî hebin. Li gorî qenaeta min, Prof. İnalcık dê nikanîbe bi têgehên zanistî, bi metodên zanistî bersivên maqul bide. Çunke Prof. İnalcık ji layê asayîşa dewletê de bala xwe dide ser meseleyê. Ew di wê fikrê de ye ku daxwazên azadîyê yên kurdan, daxwazên wan yên demokratîk, daxwazên wan yên di warê mafên merivan û aştîyê de, asayîşa dewletê tehdîd dikin. Çunke îdeolojîya fermî vê yekê dixwaze. Dema ku meriv ji layê demokrasîyê, ji layê azadîya gelan de bala xwe nede ser meseleyê, tenê ji layê asayîşa dewletê bala xwe bide ser, hingê xweberî encameka wisa derdikeve meydanê. Partîya Demokrasîyê ya Beşdarvan (KADEP) ku Şerafettin Elçi serektîya wê dike, Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) ku Sertaç Bucak serektiya wê dike, derbareyê çareserkirina kêşeya kurd de federasyonê pêşniyaz dikin. Nûke ev her du partî di nav prosesa yekbûyînê de ne. Fikrên xwe yên ku federasyonê pêşniyaz dikin, berdewam didin daxuyandin. Hêzên serwer yên jiyana siyasî ya tirk, hêzên ku di jiyana siyasî ya tirk de serdest û xwedî şîyan in, ev fikrê federasyonê ku ji layê van her du partîyên kurd ve derdikeve pêş, qet nabînin û nabihîsin, ji nedîtî ve tên… Partîya Civaka Demokratîk (DTP) di kongreya xwe ya neasayî de, ku li roja 8 sermawez 2007 çêkiribû, pêşnîyaza otonomîya demokratîk pesend kir. Hêzên serwer, tafilî li hemberî vê pêşnîyaza DTPê reaksîyon nîşan dan. Hêzên serwer, pêşnîyaza otonomîya demokratîk ya DTPê ji nedîtî ve nehatin, bihîstin. Ez dibêjim qey sedemê bingehîn yê vê yekê jî ev bû ku, komeleka mezin piştgirîyê dide vê partîyê. Prof. İnalcık dibêje, nevêt ku bo kurdan otonomî bête dayîn. Dibêje, “heke otonomî bête dayîn, dê Barzanî bibe Prens Aleksandr”. Dibêje, “Pêşnîyaza DTP ya otonomîyê taktîkek wisa ye ku piştgirîya Barzanî û Talebanî dike. Eyaleteka otonom ya kurd li rojhilata Tirkiyeyê, dê vê herêmê bo îltîhaqa rêveberiya kurd hêsan bike. Di sedsala 19an de me li Bulgarîstana Bakur rêveberiyeka otonom nas kir (1878), Prens Aleksandr hat li Gelîyê Merîçê yê me, Rûmelîya Başur ku akinciyên wê tirk bûn, dagîr kir (1885) û me nikanî tiştekî bikirana.” Prof. Halil İnalcık dibêje, derbareyê kêşeya kurd de xirabtirîn senaryo ew e ku Yekîtîya Neteweyan daxilî kêşeyê bibe. Ev senaryoyeka wisa ye ku xewa şevan li Halil İnalcikî diherimîne, wî dike nav fikaran. Di vê derbareyê de Prof. İnalcık wiha dibêje: “Amanca bingehîn ya PKK ew e ku, ne tenê li ser sînor, li hundirê Tirkiyeyê jî bûyerên xwînî çêbike. Ger li Tirkiyeyê bûyerên etnîkî rû bidin, dê Barzanî tafilî vê meseleyê bibe Yekîtîya Neteweyan. Jixwe, peywendiya wî heye… Kurê Talebanî Qubad wek balyozekî li DYA ye. Çi dema ku Yekîtîya Neteweyan bibêje ‘Tirkiye tevlihev bû, bo aştîya cîhanê Konseya Ewlekarîyê bila mudaxele bike’ hingê mesele ji destê Tirkîyeyê tê derxistin û bi tevayî dikeve destê DYA û Yekîtîya Ewropayê.” Prof. İnalcık dibêje, bona ku kurd di nav tirkan de asîmile bibin, divêt xebateka pêt bête meşandin, bona viya jî divêt em xwe ji pevçûnên etnîkî hemet bikin. Di şûna têgeha asîmilasyonê de têgeha ‘entegrasyonê’ dişuxulîne. Dibêje, divêt em kurdan ji cih û warê wan, ji welatê wan derxînin û ber bi herêmên rojavaya Tirkîyeyê bidin koçberkirin. Dibêje, dê ev yek bona asîmilasyonê zemîneka guncaw pêk bîne. Ji vê çendê, ew li dijî operasyona bo derveyî sînor e. Dibêje, “divêt bakurê Îraqê li derveyî qada operasyonê be”. Herwisa, bal dikşîne ser vê yekê ku, divêt li ser kursîyan, ango berpirsîyar di axaftinên xwe de “xelkê rojhilatê” pîj nekin. Dibêje, “bona operasyonê zorê li ser hukûmet û artêşê mekin”. Prof. İnalcık wisa dibêje: “… Li van salên dawîn, bi sedhezaran kurd ji welatê xwe yê dîrokî derketin û li her dera Tirkîyeyê belav bûn. Ev yek di bilindtirîn radeyê de rûdaneka dîrokî ye. Layê erênî yê van bûyeran ev e: Kurdên ku koçberî rojavaya Tirkiyeyê bûne, bi demê re, dê bi kultureka rasteqîn re entegre bibin. Bi vî awayî, dê têkelîya kurdan û tirkan ya civakî û sosyalî xeberî çêbibe. Lêbelê, ev yek jî bi viya ve girêdayî ye ku divêt em nêzîkahîyê bi şanî wan bidin. Tenê em dikanin bi vê rêyê peywendiya wan ji axa wan, ji kultura wan bibirin, divê em wan di nav xwe de qebul bikin. Bi vî awayî, dê mesele xweberî ji navê bête hilanîn.” Prof. İnalcıkê ku bal dikşîne ser bêkarî û li pey kar ketinê, axaftina xwe wisa dewam dike: “Barzanî û PKK bona ku pêşî li vê têkelîyê bigrin, di nav kurdên ku koçberî rojavayê bûne, bi taybet di nav xortên bêkar de propagandaya etnîkî ya mîllî gurr dikin. Lewre jî, ew kurdên hemwelatî ku têne nava me, divêt em wan di nav xwe de qebul bikin. Bona me, ya girîng ew e ku, divêt em xelkê Rojhilata Başur [Kurdistana Bakur] bigrin layê xwe de. Em wan ji bin karîgerîya şerê propagandaya Barzanî derxînin. Ev polîtîkaya me bi vê rêyê mumkin dibe. Di heman demê de, divêt ev yek amanca me ya yekem be ku em rojek beriya rojekê li bajarên xwe yên Rojhilata Başur projeyeka civakî ya berfireh bidin destpêkirin.” Prof. İnalcık van ramanên xwe di nameyekê de ku bo nivîskarê rojnameya Milliyetê Taha Akyolî jî nivîsîye, qal dike. Ev name, di quncika Taha Akyolî de, di roja 2 sermawez 2007 de bi sernavê “Hişyarî Ji Dîroknas” hatiye weşandin. Prof. İnalcık di vê nameya xwe de jî dibêje “xewa şevan li min herimîye” û derbareyê hîşyarbûna hestên neteweyî yên di nav kurdan de endîşeyên xwe beyan dike. Prof. İnalcık di vê nameyê de li cihekî wisa dibêje: “Rojava [Ewropa] bo xatirê Barzanî dev ji Tirkiyeyê bernade. DYA li Îraqê, di bin perdeya serweriya Îraqê de bi karta kurd dilîze. Ev pilana Kurdistanê, ji dema Şerê Cîhanê yê Yekem û vir de li ser masayê ye. Nûke yekî kurd kirine serpereştê karên derve, yekî kurd jî kirine serpereştê dewletê. Bakurê Îraqê êdî li jêr hîmayeya DYA de ye û di xizmeta pilanên wê de ye.” Herwekî ku têye dîtin, Prof. İnalcık behsa “entegrasyona kulturî” dike lê qet behsa nirxên kurdan nake ku, kurd bona van nirxan têdikoşin. Qet behsa wê nake ku kurd ji ber kurdbûna xwe xwedîyê hîn mafan in û ew fişardin û tundiya ku li ser wan têye meşandin divêt rabe. Qet nabêje ku hîn jî herfên wek X,W,Q wek pirsgirêkek li meydanê ne. Ev herfên ku di alfabeya kurdî de hene, dibêjin “ev herf di alfabeya tirkî de tune ne” û van herfan red dikin. Ew peyvên ku ev herf têde hebin bikaranîna wan qedexe ye. Çi dema ku SHOW bête gotin, ev herf serbest e, wê demê kes nabêje “ev herf di alfabeya tirkî de tune ye”. Lê dema ku di peyva NEWROZê de bête bikaranîn, qedexe ye. Gelek metodên asîmilasyonê hene. Dewlet û hukûmet van metodan li gorî cih û dema wê bi awayekî sîstematîk tetbîq dikin. Şewitandin û wêrankirina gundan, koçberkirina merivan û malbatan, ji cih û warê wan bi darê zorê rakirin, hindek ji van metodan in. Gelek aşkera ye ku ev surgûn bona asîmilasyonê zemîneka guncaw çêdikin. Bona ku ev zemîn çêbibe divêt kurdên ku ji cih û warê xwe hatine rakirin, ber bi bajarên rojavaya Tirkîyeyê de bêne koçberkirin. Ev komelên ku têne surgûnkirin, qet naxwazin ku ew berê xwe bidin bi layê Kurdistana Başur de. Kampa Mexmûrê ya li Kurdistana Başûr, bo Tirkiyeyê hîn jî muşkileyeka mezin e. Çunke li wir, tu dev ji aimîlekirina kurdan berde, hestên kurdayetîyê hîn geştir dibin. Zordayîna bo korucutîyê (cehşîtî) jî bona asîmilasyonê wek metodeka girîng têye bikaranîn. Ewên ku bi darê zorê terka cih û warên xwe kirine û çûne bajarên rojavaya Tirkiyeyê, ewên ku terka welatê xwe kiribin, aşkera ye ku bona asîmilasyonê rewşeka guncaw pêk anîne. Li Tirkîyeyê dewlet û hukûmet hertim behsa şêxan û terîqetan, behsa eşîretan dikin. Dixwazin bibêjin ku li pişt kêşeya kurd ev sazîyên paşverû hene, ev sazî berevaniya kurdayetiyê dikin. Lêbelê ewên ku van sazîyan li piya dihêlin, ewên ku berevaniya van sazîyan dikin, ewên ku wan xwedî dikin dewlet û hukûmet bi xwe ne. Korucutî polîtîkayeka girîng e ku van saziyên wisa li piya dihêle. Karbidestên dewletê yên ku gazincan ji van saziyan dikin, wek mînak, di hilbijartinan de, li bajarên ku kurd bi pirranî têde akincî ne, di serê lîsteyê de cih didin kesayetên ji van sazîyan. Di babeta pêkhatina zemîna asîmilasyonê de, wek mînak, ez di wê qenaetê de me ku di navbera ewên ku ji ber sedemên aborîyê 40-50 sal berê terka herêma kurd, terka cografyaya kurdnişîn kirine û ewên ku ji ber şewitandin û kavilkirina gundên xwe terka cih û warên xwe kirine de cihêtîyeka mezin heye. Ewên ku gundê wan hatine şewitandin û wêrankirin, bi darê zorê ji cih û warên xwe koçber bûne, di wan de hestên neteweyî hîn xurttir e. Meriv dikane bibêje ku, ger evên hanê firsenda xwe bibînin, ger şertên guncaw pêk werin, ew dê bixwazin cardin vegerin cih û warên xwe. Metodeka girîng ya asîmilasyonê jî xwendegeh, dayreyên dewletê, radyo, televîzyon û rojname ne. Ev amûrên hanê di warê asîmilekirina kurdan de bi awayekî sîstematîk têne bikaranîn. Herwisa, sazîyên wek dîn û sîyasetê jî di prosesa asîmilekirinê de bi awayekî karîger têne şuxulandin. Çi dema ku li Tirkiyeyê kêşeya kurd di rojevê de be, dewlet û hukûmet, wek mînak bona PKKê ji bilî ‘qanûna poşmanîyê’ tu pêşnîyazeka din dernaxînin pêş. Here û were, hertim ‘qanûna poşmanîyê’ araste dikin. Digel ku bi xwe dizanin ev ne çareseriyeka ciddî ye, lê dîsa pêşnîyazeka ji viya wêdetir dernaxînin pêş. Ev jî têye vê wateyê ku naxwazin kêşe çareser bibe. Çapemenî, roşinbîr, rêxistinên sivîl, beşeka mezin ya nivîskaran, bi taybet ewên ku wek rastgîr dixuyin, ji bilî asîmilasyonê tu pêşnîyazeka din naynin rojevê, tiştekî din munaqeşe nakin. Têye zanîn ku ev kampanyayên wek “Em ê çawa hîn zûtir tirkî fêrî kurdan bikin?”, “Em ê çawa kurdî bi kurdan hîn zûtir bidin jibîrvekirin?” … “Bavo min bişîne xwendegehê”, “Haydên keçino werin xwendegehê” di vê çarçoveyê de têne rojevê. Ew roşinbîrên ku li hemberî komelkujîyên ku bi serê kurdan de tên de, li hemberî fişardin û kuştinan qet ranawestin, roşinbîrên ku li hemberî ew hêzên ku van kiryaran dikin qet rexneyekê nakin, roşinbîrên ku bêrawestan hertim pêşnîyaza asîmilekirina kurdan derdixin pêş, hewl didin xwe da ku bona asîmilasyonê zemîneka guncaw pêk were. Divê meriv bi îbret bala xwe bide ser vê prosesê. Prof. Halil İnalcık jî di wê hevpeyvîna ku bi Devrim Sevimay re kiriye de behsa dayîna mafên kurdan yên ku ji kurdbûna wan çêdibin, behsa naskirina van mafan qet nake. Wek mînak, qet behsa vê yekê nake ku bila kurd ji ber zimanê xwe tûşî astengiyan nebin, di navbera xwe de wek komeleyek mafê wan heye ku zimanê xwe bikar bînin, bila di jiyana xwe ya taybet û ya fermî de zimanê xwe bikar bînin, herwisa, qet behsa wê nake ku bila di warê perwerdeyê û hwd. de zimanê kurdî bête bikaranîn. Lêbelê, here û were, hertim behsa girtina tedbîrên ku rêya asimîlasyonê xweştir dikin pêşnîyaz dike. Dibêje, divêt ev tedbîr bi awayekî nerm bêne bikaranîn da ku kurd di xwe de dernexînin. Gelo ev roşinbîrên tirk dema ku li salên 1985-1988an ku kampanyaya bulgarkirina tirkan li Bulgarîstanê çêdibû, navê tirkan dihate guherandin, helwêsta wan hemin bi vî awayî bû? Em baş dizanin ku wê demê roşinbîrên tirk li hemberî van bûyeran helwêsteka çawa nîşan dan. Meriv dikane ev cotestandardîya ku di ramyarîya tirk de çêdibe û pêş ve diçe, li dora peywendîyên van dîyardeyan de vekole. Ji layê asayîşa dewletê li kêşeyên civakî û siyasî nihêrîn ne helwêsteka zanistî yan jî hewldaneka zanistî ye. Pêwîstiya vê helwêstê bi hewldaneka zanistî jî nîn e. Çunke di vê derbareyê de ne mumkin e ku kes yan jî lêkolîner bi awayekî objektîv li kêşeyan binihêre. Bi berçavka îdeolojîya fermî bala xwe didin ser kêşeyan. Di vir de jî hêmana bawerîyê serdest e. Baweriya xwe bi ramanek ji nav ramanan tînin, bona parastin û pêşvebirina vê ramanê, bona jiyandina vê ramanê hertim di nav hewldanê de ne. Dema ku em dibêjin ‘îdeolojîya fermî’ jî, tenê ew îdeolojîya ku bi tedbîrên îdarî û cezaî yên dewletê têye parastin û pêşvebirin, tê bîra meriv. Dema ku ji layê fehma asayîşa dewletê li kêşeyên civakî û sîyasî dinihêrin, ji layê îdeolojîya fermî li meseleyan dinihêrin, ev yek ramyarîyê dicemidîne. Wek mînak, ger tu rabî naskirina mafên kurdan yên ku ji kurdbûna wan çêdibin bona asayîşa dewletê wek tehdîdekê bibînî, hingê, divêt tu bona pêşîlêgirtina vê tehdîdê jî di nav hewldanên berdewam yên serkutkirinê de bî. Bona ku di vê rêyê de tu ramanek aşkera nebe, tu dê bikevî nav hewldanên pêşîlêgirtinê, tu dê hertim fişardinên xwe zêdetir bikî. Di proseseka wisa de ramyarî dicemide, mejî kung dibin, fikrîn seqet dibe. Di proseseka wisa de xwerexnekirin jî tune ye. Lêbelê di metoda zanistî de munaqeşeyek dînamîk heye. Di metoda zanistî de munaqeşe li ser dîyarde û ramanê çêdibe. Rexne û xwenexnekirin, di metoda zanistî de du faktorên sereke ne. Ev îfadeyên wek “Rojava [Ewropa] bo xatirê Barzanî dev ji Tirkiyeyê bernade”, “Pilana Kurdistanê ji dema Şerê Cîhanê yê Yekem û vir de li ser masayê ye” îfadeyên îdeolojîya fermî û fehma asayîşa dewletê ne. Lêbelê, fehma metoda zanistî, ramyarîya azad, munaqeşeya ku li ser zemîna rexneya azad çêdibe, li vir, van pirsan dipirse da ku meseleyê têbigihê û li ser bingeheka rastîn dayne. Di roja îroyîn de li Rojhilatanavîn nufûsa kurdan zêdetirî 40 milyonî ye. Kurdistan, di dîrokê de xwedîyê axeka 500 hezar km2 ye. Digel ewçend nufûsa mezin, dîsa jî di peywendîyên navneteweyî de, di polîtîkaya navneteweyî de tu giraniyeka kurdan, tu statuyeka wan nîn e. Li sazîyên navneteweyî yên mîna Yekîtîya Neteweyan, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, Rêxisitina Ewlekarî û Hevkarî ya Ewropayê, NATO, Konferansa Îslamê, Rêxistina Pêşdeçûna Îslamê de navê kurdan jî nayê bilêvkirin. Ev çima wisa ye? Di roja îroyîn de li cîhanê zêdetirî 200 dewlet hene. 192 dewlet endamên Yekîtîya Neteweyan in. 204 dewletan beşdarîya Olîmîpîyatên Atîna-2004 kiribûn. Ji sala 2004an virdetir, di salên 2006-2007 de dewleteka din ku serxwebûna xwe bidest xist Qerebax e. Di nav van dewletan de, bi dehan dewlet hene ku nufûsa wan kêmtirî mîlyonekê ye. Di roja îroyîn de, ji nav dewletên ku endamên Yekîtîya Ewropayê ne, tenê nufûsa Almanya, Fransa, Îtalya, Brîtanya û Spanyayê zêdetirî 40 milyonî ye. Nufûsa Polonyayê bi qasî nufûsa kurdan e. Nufûsa 21 dewletên din ji nufûsa kurdan ya li Rojhilatanavîn kêmtir e. Lêbelê ev dewletên hanê, qet xwe ji biryarên ku paşeroja kurdan tayîn dikin paşve nadin. Ev biryarên ku hatine girtin, wisa ne: “Em naxwazin li Rojhilatanavîn dewleteka serbixwe ya kurdan ava bibe”, “Em li dijî wê ne ku li Rojhilatanavîn sînor bêtin guherandin”. Li binê van biryaran îmzeya dewletên wek Luksemburg, Malta, Dewleta Rûm ya Qibrîsê heye ku nufûsa wan di binîya milyonekê re ye. Ev yek bi awayekî aşkera nîşan dide ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, li salên 1920an, nîzama navdewletî çawa di elenîya kurdan de hatîye danîn. Dewletên ku nufûsa wan ji 300 hezar, 400 hezarî kêmtir e, çawa dikanin qedera kurdan ku nufûsa wan ji 40 milyonî zêdetir e tayîn bikin? Divêt ji layê etnîkî de jî meriv bala xwe bide ser vê yekê. Di vê helwêsta dijayetîya kurdan de gelo exlaqê sîyasî heye? Herwisa, ev jî aşkera ye ku helwêsta van dewletan li hemberî kêşeya Filîstînê cihê, li hemberî kurdan cihê ye. Ev dewletên ku di kêşeya Filîstînê de dixwazin sînor biguherin, ango hewl didin xwe da ku dewleteka serbixwe ya erebên Filîstînê ava bibe, lê dema ku mesele tê ser kêşeya kurd, îcar dikevin nav hewldanan da ku sînor neyêne guhartin. Nûke 48 endamên Konseya Ewropayê hene. Ji nav van dewletan tenê nufûsa Almanya, Fransa, Îtalya, Brîtanya, Spanya, Tirkiye, Federasyona Rûsyayê û Ukraynayê zêdetirî 40 milyonî ye. Nufûsa Polonyayê bi qasî nufûsa kurdan ya li Rojhilatanavîn e. Nufûsa 40 dewletên din ji nufûsa kurdan ya li Rojhilatanavîn kêmtir e. Ev yek bi awayekî aşkera nîşan dide ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem nîzama navdewletî di elenîya kurdan de hatîye danîn. Ev statukoya li dijî kurdan ku di prosesa Şerê Cîhanê yê Yekem de û dema danîna Yekîtîya Neteweyan de hatîye sazkirin, xuya ye ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jî hatiye parastin û xwedîkirin. Di roja îroyîn de jî, kurd bi xwe hay li vê dijayetîya kurd in, ev bêstatu hiştina kurdan, ku di qadeka navdewletî de hatîye danîn, êdî kurd hay jê haydar in. Êdî hay jê hene ku Kurdistan kolonîyeka navdewletî ye. Kurd bona ku vê statukoyê li du xwe bihêlin, di nav hewldaneka sext de ne. Yekîtîya Ereban xwedîyê 22 endaman e. Ji van 22 endaman tenê nufûsa Misrê zêdetirî nufûsa giştî ya kurdan e. Di hejmartina sala 2006an de nufûsa Sûdanê 41 milyon bû, ev bi qasî nufûsa kurdan e. Dema ku meriv yek bi yek nufûsa dewletên ereb yên mayîn bigre dest, hemî ji kurdan kêmtir in. Li gorî hejmartina sala 2006an, nufûsa Komor 690 hezar e, Cîbûtî 500 hezar, Behreyn 700 hezar, Qetar 885 hezar e. Lubnan 5 milyon, Urdun 5 milyon, Lîbya 5 milyon, Filîstîn 4 milyon, Emaretên Yekbûyî yên Ereb 2.5 milyon e. Erebistana Suûdî 27 milyon, Sûrîye 18 milyon, Îraq 26 milyon e. Ev jî têye zanîn ku 5 milyon ji nufûsa Îraqê û 2 milyon ji nufûsa Sûriyeyê, kurd in. Rêxistina Konferansa Îslamê, ku 57 endamên wê hene, ji nav van tenê nufûsa Misir, Îran, Pakistan, Bengladeş, Endonezya, Nîjerya û Tirkiye zêdetirî kurdan e. Nufûsa 50 dewletên din yên endamên Konferansa Îslamê ji nufûsa kurdan ya giştî kêmtir dixuye. Nufûsa kurd ya li Îranê 12 milyon e. Nufûsa kurd ya li Tirkiyeyê zêdetirî 20 milyonan e. Herwisa, ji ber hindek bûyerên civakî û dîrokî yên cûr bi cûr beşek ji nufûsa kurdan belavî Beyrût, Qafkasya, Asyaya Navîn û Efxanistanê bûye û li wan deran dijîn. Herwekî ku têye dîtin di peywendîyên navneteweyî de derbên giran li kurdan ketine. Ev yek di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekem de û piştê wê derketiye meydanê. Ev parçekirin di sala 1916an de, bi peymana Sykes-Picot dest pê kiriye, li Konferansa Parîsê ku di rêbendana 1919an de çêbûbû û dema danîna Yekîtîya Neteweyan de dewam kiriye. Ev bûyera jihevkirin, parçekirin û parvekirina gelê kurd yê ku li navenda Rojhilatanavîn de niştecih e û parçekirina welatê wan Kurdistanê ye. Di vê bûyerê de roleka gelek mezin ya her du dewletên emperyal yên wê demê, ango ya Brîtanya û Fransayê heye. Gelek aşkera ye ku ev dewletên emperyal ligel dewletên tirk, ereb û fars yên li Rojhilatanavîn di nav hevkarîyê de ne. Gelek ji endamên çapemeniya tirk, unîversîteyên tirk, akademîsyenên tirk dibêjin “bo her milletek dewletek ne pêdivî ye”. Lêbelê ev dîtin, ev ramana hanê pirseka ciddî jî ligel xwe tîne. Gelo çima bona Komora ku nufûsa wê 690 hezar e, Cîbûtîya ku nufûsa wê 500 hezar e, Behreyna ku nufûsa wê 700 hezar e, Qetara ku nufûsa wê 885 hezar e, Luksemburga ku nufûsa wê 450 hezar e, bona Maltayê, bona Qerebaxa ku nufûsa wê 600 hezar e dewlet divê lê bona kurdên ku nufûsê wan zêdetirî 40 milyonî ye dewlet navê? Ne mumkin e ku bi têgehên siyaset û zanistê bersiveka maqul bo vê pirsê bête dayîn. Ji ber vê çendê bona ku pêşî li pirsên wisa bête girtin, serê van pirsan binuxumînin, polîtîkayeka taybet têye meşandin. Divêt meriv bi baldarî vê yekê bibîne ku, ev Tirkîyeya ku bona 180 hezar tirkên li Qibrisê dewletekê dixwaze, lê polîtîkaya nenasîna Dewleta Kurd ya Federe ya li Îraqê berdewam dike. Tirkîye, ji sazîyên navnetewî dixwaze ku ew Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur wek dewleteka serbixwe nas bikin. Di vî warî de pêzanînan dide Yekîtiya Neteweyan, Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ereban û Konferansa Îslamê. Di peywendîyên yekayek de jî vê mijarê hertim tîne rojevê. Lêbelê Dewleta Kurd ya Federe ku li Îraqê li gorî destûra Îraqê hatiye danîn, bi rik naxwaze nas bike. Digel ku gelek dewletan li paytexta Herêma Kurdan konslosxane vekirine, ligel Hukûmeta Herêma Kurdistanê peywendiyên ekonomîk û polîtîk danîne, hewl didin xwe da ku van peywendîyan hîn geştir bikin, ku di nav van dewletan de, dewletên wek DYA, Îtalya, Fransa, Almanya, Brîtanya, Federasyona Rûsyayê, Îran, Koreya Başur û Polonya jî hene. Di vê navberê de, divêt em bal bikşînin ser daxuyanîyeka serekê dewleta Lîbyayê Muamer Qeddafî, dê sûdmend be. Serekê dewleta Lîbyayê Muamer Qeddafî di meha berfanbara 2007an de li Fransayê, li Parîsê di geşteka fermî de dema ku ligel şandeyeka kurd ya ji Kurdistana Başur hevdîtinekê kiriye, gotiye “Dewleteka serbixwe ya kurd, mafê rewa yê kurdan e”. Serekê dewleta Lîbyayê Muamer Qeddafî vê nihêrîna xwe ya derbareyê kurdan de li salên 1990î jî carînan beyan kirîye. (www.peyamner.com , 16 rêbendan 2007) Jihevkirin û parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê li dîroka Rojhilatanavîn, li dîroka tirkan, li dîroka Îran û Îraq û Sûriyeyê beşeka wisa ye ku tim di tarîtîyê de maye, tim dixwazin di tarîtîyê de bimîne. Hingê divêt zanistîyên sosyalî yên mîna dîroknasî, civaknasî, antropolojî, zanistiya siyasetê, ekonomî, huqûqa dewletan û peywendîyên navneteweyî vê prosesê îzeh bikin. Herwisa, jihevkirin û parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê, ne tenê ev proses e ku di çaryeka sereta ya sedsala 20an de dest pê bûye. Di navîna sedsala 17an de, ew dabeşkirina ku di navbera Împaratoriya Îranê û Împaratoriya Osmanî de çêbûye, di dîroka kurdan de bûyereka mezin e. Li çaryeka pêşî ya sedsala 19an, di prosesa şerê di navbera Rûsyaya Qeyser û Îranê de (1827-1828), alîyê bakur yê beşa Kurdistana ku di nav sînorên Împaratoriya Îranê de bû, ket bin serweriya Rûsyayê. Ev dabeşbûna Kurdistanê divêt bi têgehên zanistîya sosyalî bêne aşkerakirin. Li gorî baweriya min, ev proseseka girîng ya dîroka Rojhilatanavîn e. Ev jî ne mijareka wisa ye ku bi mentiqeka wek “Rojava, di pevçûna tirkan û kurdan de hertim pişta tirkan digre”, “Îran, Sûriye, Tirkiye, Îraq li dijî dewleteka serbixwe ya kurd in…” bête îzehkirin. Li vir tiştê girîng ev e ku, meseleya ku derbareyê kurdan de ye, gelo çima bi kurdan re nayê munaqeşekirin, ji kurdan nayê pirsîn? Herwisa, ev jî babeteka balkêş e ku di peymanên ku paşeroja kurdan diyar dikin de gelo çima cih nadin numayendeyên kurdan? Meriv dikane dijayetiya kurd ya Rojavayê têbigihê. Ev ne pêşnîyazeka zanistî ye ku dibêjin evê hanê yan ewê hanê li dijî danîna dewleteka kurd ya serbixwe ye. Pêşnîyaza zanistî, pişta xwe dispêre diyardeyan û hewl dide xwe da ku vê dijayetîyê têbigihê, şîrove bike. Lêbelê ji layê azadîya gelan de, li meseleyê nanihêrin, ew fehma ku ji layê asayîşa dewletê, ji layê ewlehîya dewletê li meseleyê dinihêre, bêguman dê qet hewl nede xwe da ku bikeve nav şîroveyeka wisa. Va ye, di vê xalê de meriv bala xwe bide ser vê yekê ku, bê hela ev pisporiya zanistiyên sosyalî bona çi hene? Di sîstema sîyasî ya tirk de îdeolojîya fermî sazîyeka gelek girîng e. Sazîya ku rê bi nîşanî jiyana ramyarîyê, zanist û hunerê dide, îdeolojîya fermî ye. Îdeolojîya fermî, îdeolojîyeka wisa ye ku bi tedbîrên îdarî û cezaî yên dewletê berevanîya wê têye kirin û têye xwedîkirin. Di sîstemeka wisa de ku jiyana ramyarî û zanistî bi vî awayî di bin fişarê de bin, ne mumkin e ku meriv ji wê sîstemê re bibêje sîstemeka sîyasî ya demokratîk e. Tirkiye, ji vî layî de, ji ber van peywendîyan bi sîstemeka antî-demokratîk têye birêvebirin. Di sîstemeka sîyasî ya wisa de, pisporî û rawêjkariya (şêwirmendî) di sazîyên dewlet û hukûmetê de, angajekirina polîtîkaya ku têye meşandin, ji bilî zanyarîya zanistê ya li gorî pêwîstiya îdeolojîya fermî, ne tu tiştekî din e. li Tirkîyeyê, di roja îroyîn de kurd, elewî û hindek cereyanên dînî yên din, kêşeyên grîng yên siyasî û civakî ne. Di van babetan de, kesên ku rawêjkariya dewlet û hukûmetê dikin, kesên ku wek pispor di van sazîyan de dixebitin, bona ku zanyarîyên zanistî bikin jêr xizmeta îdeolojîya fermî, di zanistê de texrîfatîyê jî dikin. Xebatên derbareyê kurdan de, derbareyê kurdî de, derbareyê Kurdistanê de, divêt di rewşeka azad ya ramyarîyê de, di rewşeka zanistî de bêne kirin. Di roja îroyîn de, têye zanîn ku ev rewş di unîversîteyên tirkan de, di çapemeniya tirk de tune ye. Bêguman hindek îstîsna hene. Roşinbîrên kurd ji vê prosesê haydar in. Lêkolînên ku ji layê roşinbîrên kurdan de têne kirin jî, roj ji rojê kûrtir berdewam in. (Wergêr: Roşan Lezgîn)... Zarathustra News & Peyamaazadi.org - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |