NEWROZ

نوروز


27/10/2007

Tiliya ”Lehengê hejmara  8"

Kamran Simo Hedilî

Çi dema ku ez çavbirçîtî û xwestina xapandin û kuştina kurdan ji rêveberên tirk dibihîzim an di televîzyonan de dibînim. Tilîiya ”lehengê” hejmara 8 tê ber çavên min û kenê min tê.

 ”Lehengê” hejmara 8. wilqasî çavbirçi ye û ji bo xapandinê ji xwe bawer e, fêhm nake ku kesên din jî hene û dibe ku neyîne xapandin. Hesabê perên ku ji xapandinê dê qezanc bike dike û berê xwe dide doktor. Lê ew tê xepandin û zerarê dibîne.

Ez zêde dirêj nekim xwendevanên hêja, fermo em bi hev re ”lehengê” hejmara 8 binêrin:

***

Doktorek, di rojnaman de reklama şêwê dermankirina xwe dide. Di reklemê de dibêje:

-  ”Ez hemû curên nexweşiyê derman dikim, ku ez derman nekim ezê 10 qatî perên ku hûn ji bo lênêrîna nexweşiyê didin, ez ê bi paş ve bidime we”.

Yekî çavbirçî û ku karî wî xapandina mirovan e vê reklamê dibînê û heman ji xwe  re dibêje.

-  ”Ez herim ji doktor re nexweşiyeke ku ew qet nizane bêjim û ji xwe re 10 qatî perên xwe, peran ji doktor bisitînim. Ez ê ji doktor re bêjim, çêja devê min nemaye. Ew çi bide min, ez ê bêjim, ez nizanim bê çi çêjê dide”.

Yekser berê xwe dide cihê doktor, li derî dixê û diçê oda wî. Silavê li doktor dikê û derdê xwe dibêje:

-  ”Doktor ez çi dixwim ez çêja devê xwe nizanim, ez çûme ba gelek doktoran lê kesî ji derdê min re derman nedît. Ez hêvî dikim ku tu ji min re dermanekî peyde bikî”.

Doktor tê digêhijê ku mêrik hatiye wî bixapîne û 10 qatên perên lênêrînê ji doktor bi paş ve bisitêne. Doktor dibêje,

- "Baş e tu perên lênêrînê bide paşî em binêrin bê derdê te çi ye. Tu zanê eger ez ji derdê te re derman nebînim, ez ê 10 qatî perên te pere bidime te."

Mêrik perê lênêrînê dide û tê ba doktor û dibêje:
- "Ez amade me doktor."

Doktor careke din ji mêrik dipirse:

- ”Te got ku te çêja devê xwe winda kiriye ne wisa?”

Mêrik dibêje:

- ”Belê ez benî, ez hingiv, an jî tiştekî wek jahrê tahl bixwim ez nizanim bê kîjan tahle an şîrîn e.”

Doktor ji keçika ber destiya xwe re dibêje:

- ” Keça min ka qutiya hejmara 8 bîne”.

Keçik diçe qutiya hejmara 8 tîne dide mêrik. Doktor ji mêrik re dibêje:

- Qutiyê veke û dermanê di qutiyê de tahm bike!

Mêrik qutiyê vedike û tiliya xwe li dermên dide û dibe devê xwe, çawa tiliya wî digihê devê wî fêhm dike ku gû di qutiyê de ye û gû xwariye, di cih de dibêje:

- ”Doktor te gû da min”?

- Doktor dibêje:

- ”Aha... te fêhm kir ku gû di qotiyê de hebû tu başî, di çêja devê te de tu problem nîne tu dikarî herî mala xwe.”

Mêrik tê malê û her li perên ku dane doktor difikire. Dixwaze perên xwe bi paş ve bigire, nexweşiyan ku hene tîne bîra xwe û li ser wan disekine bê kîjanê ji doktor re bêje. Dixwaze vêcarê nexweşiyekê bêje ku doktor jê re derman nebîne. Paşî nexweşiyekê peyde dike. Heman berê xwe dide cihê doktor, li derî dide û diçe oda doktor. Doktor dibêje:

- ”Te xêr e tu dîsa hatî? Nexweşiya te çi ye?”

Mêrik dibêje:

- ”Doktor, min hişê xwe winda kiriye. Tu vêga tiştekî ji min re bêje ez paşî deqîqeke ji bîr dikim. Ez xwarina sibê nîvor ji bîr dikim, ya nîvor jî êvarê ji bîr dikim. Ez ji malê der dikevim nizanim vegerime mala xwe. Gelek caran ez navê jina xwe û zarokên xwe ji bîr dikim. Ez hatim ku tu dermanekî ji nexweşiya min re bibînî”.

Doktor weke cara pêşî ji mêrik re dibêje:

- ”Here perên lê nêrînê razêne û were ez ê li nexweşiya te binêrim”.

Mêrik diçe perên lênêrîna xwe dide û bi paş ve tê. Doktor ji keçika ku li ber destên xwe kar dike re dibêje:

- ”Keça min qutiya hejmara 8 bîne.”

Mêrik dema navê hejmara 8 dibihîze ji doktor re dibêje:

- ”Doktor di hejmara 8 de gû hebû, tu dîsa dixwazî gû bidî min?”

Doktor ji mêrik re dibêje:

- ”Baş e hişê te hate serê te, êdî tu ne riya mala xwe û ne navê jin û zarokê xwe ji bîr dikî, raba tu baş î û here mala xwe.

Vêcarê hê xirabtir li mêrik tê û nizane çi bike ku bikaribe perên xwe bi paş ve bigire. Hemû curên nexweşiyê di serê xwe de dibe û tîne paşî li ser nexweşiyeke ku ne mumkun e ku doktor derman jê re bibîne disekine û berê xwe dide cihê doktor mîna berê li derê dixe û diçê jûrê. Doktor ji ber radibe û pirsa hatina wî dike:

- ” Tu vêcarê ji bo çi hatî?”

Mêrik dibêje:

- ”Doktor derdê ku bi min ketî, xwedê nede dijminên min. Ez ji mêraniyê ketime, tu rayên mêraniyê bi min re nemane. Ez wisa ji mêranî ketime ez êdî nikarim çêran jî ji kesî re bidim. Berê min rojê ji 10 kesan re dida çêran bi wane re min şer dikir û paşî ez diçûm mala xwe, vêga ez ne dizanim şer bikim û ne jî dizanim çîran bikim.”

Doktor mîna herdu carên din dîsa ji mêrik dixwaze ku perên lênêrînê razên û were da ji derdê wî re derman bibîne. Mêrik diçe perên xwe dirazênê û tê ba doktor disekine. Doktor li mêrik dinêre û gazî keçikê dike:

- ”Keça min here qutiya hejmara 8 bîne”.

Çawa dengê navê qutiya 8 tê mêrik hemû perên ku dane doktor ji bîr dike û dest bi çêran dike.

- ”Doktor ez di nîvê qu ...diya te kim, kurê qehpikê, ma ji qutiya hejmara 8 pê ve li ber destên te tu qotiyên din tune ne? Hey qûnekê kurê qûnekan, bê manûsê kurê bê namûsan de ji min re bêje!”

Doktor ji cihê xwe jî ranebe û bi aramî bersiva wî dide:

- ”Baş e mêraniya te hate te, tu dîsa dikarî ji xelkê re çêran ji bidî û tiştê din jî li malê bike. Here û careke din newe gû nexwe. Mêrik diçê û careke din bi paş ve venagere.

***

Eva ya ku ez, van kesên ku Tirkiye bi rê ve dibin di rewşa ”lehengê” hejmara 8 dibînim. Her cara ku gefan li kurdan dixwin û êrîşî wan dikin ji cara pêşî xirabtir vedigerin. Lê weha diyar e ku ”lehengê” gû xwarê qutiya hejmara 8 ji wan biaqiltir e. Ji ber ku cara çaremîn naçê ba doktor û dizanê ku bê sudgirtin dê dîsa vegerê û zêde naxwaze bi gû xwerina xwe re zerarê bibîne.

Lê ev ”serok, serkêş, rêvebirên û aqilmandên” tirk dê heta kengî  bixwazin dermanê qutiya hejmara 8 tahm bikin?

Kamran Simo Hedilî kî ye

Hedilî, di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser navça Hezexê hate dinyayê. Di zaroktiya xwe de mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê nav tevgera azadiya Kurdistanê. Ji terefî dewlata tirk ve, du caran tê girtin. Di cunta eskerî ya 12.10. 1980 de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayî Kurdistan û Lubnanê dibe. Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne, li wir jî ji terefî dewlata Surî ve têgirtin.

Di amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de ji nû ve di nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Li Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata Îranê ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî, li her çar parçên Kurdistanê, hem di nav xabata tevgerkirina gel de û hem di nav xabata artêşê de cihê xwe digire. Ji 1982 ve dinivîse, pêşî bi tirkî dinivîsî. Piştre bi kurdî dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.

Kamran Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a navnetewî ye. Vêga di rêvebariya Înstutyiya Kurdî li Stockholm xabata xwe didomîne. Çar pirtûkên wî yên çapbûyî hene: Lorîna pênûsê, helbest, Civata giyanan, kurteçîrok, Ji Enfalê şeveke bêsibe, destan, Min deng kuştin, helbst. Du pirtûkên wî li ber çapêne: Helbest çi ye? lêkolîn li ser danasîna helbestê û Kîjan kulîlk çavên te ne? Helbest (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]