NEWROZ

نوروز


26/12/2007

Erdoxan û dîyarîyên cejinan

Hozan  efrînî

Li tirkîyê piştî hatina rewta îslamî bi rêbertîya serokê giştî a ak partîyê,berêz receb teyîb erdoxan,bo ser desthilata hikumeta dewleta  îlmanîya ataturkî, kû kurî nazdar a siyaseta bavê îslamîyên tirkan, berêz necmedîn erbekan ne. îro bi kirasikî nû û  nûjen hatîye ser desthilatê.

Lê mixabin ta niha ji bilî reyadarên qandîl û yên dtp çi layenikî kurdî bi wêrekî ,helwêsta xwe li hember siyaseta osmanlîyên nûjen diyar nekirine,û metirsî û armancê erdoxan li bakûr başûr çiye…?jibo çi mijara bi turkimankirina kerkûkê li  kurdistanê, ser li nûve serîhilda ,lê bi tenê dibêjin artêş tewanbare,di bin wê navî da kuştina kurdan ji hikumeta erdoxanre helal û rewa dibe.

Eger em serdemên hikumetên ,kû li pêş erdoxan,binrxînin ,li ser hêrîş û dijeyetîya kurdan, jib o me derdikeve, kû di serdemên erdoxan de, bi sê caran bêtir bûye, û metirsî jî roj bi roj pirtir dibin,û hem bi biryar û zagonên perleman û hikumetê,...

Ma gelo perleman bi destî kê daye....?

Ma gelo hikumet bi destî kê daye...?

Ma gelo serok dewlet bi destî kê daye..?

Aye hemû bi dest ak partîyê da nîne, eger serleşkerê mezin ya artêşê pat û silav ji serok komarê re lêxist û got em hemû li jêr fermandarîya te dane, ey serok...ma ji vê û wê da tişt dimînê...kû em parestina erdoxan bikin, û bibêjin, hemû tişt bi destî artêşê daye,...

Raste artêş desthilate ,ev rastî, hemû kesik dizanê,lê belê dibê em wê jî ,bizanin kû artêş îro ji hemû demên pêşî pirtir,  ketîye jêr bandore hikumet de, kû hikumeta erdoxane.

Lê mixabin û sed mixabin, kû ta roja me yê îro jî,hindik ji reyadarên me, helwêstikî cedi li dijî siyaseta erdoxan,nîşan nedane,lê parestin kirine û her gotine ev şer artêş dike û komplo ye li dijî erdoxan,jiber kû miroveke dîmokrate û muslimane.

Ma gel başe bila gotinên siyaset medarên me rastbin., lê başe biryara dagîrkirina başûrê kurdistanê, û derbasbûn û koştina xelkên sivîl û medenî li roj û  cejnên muslimana da. li kû derê hate pejrandin…li biryargeha artêşê bû… yan li nav perlemana kû di destên ak partîyê da bû…?

Ez hêvî darim kû siyaset medarên me li her çar alî Kurdistan ,helwêst û nirînên xwe li ser siyeseta erdoxan,diyar bikin, her wa  dya jî û destik dide hikumeta erdoxan, jibona tinekirina gelê kurd ,çi li bakûr û çi li başûr..lê mixabin dya(emerîka)di van cejin û xwaşyê da, jîyan li gelê me yê başûr kir bi jahir û nexwaşî,,dibê evjî hindik ji berhemên piroja rojhilata navîn a mezin be, kû pêşkeş bi jin û zarokên me kurdan dike.

Ev tev rastîne, lê eger kes bi reşkavî van rastîyana bîne ziman,bi hin navên din yên cur be cur ,tên tewankirin.

Berêz serokî herêma Kurdistan a fedral,helwêsekî jîrana li hemberî emrîka,nîşan da,evjî bû bi dilxawşîya hemû gelê kurd li herçar alî welat,û cihê rêz û şehnazîye.

Hêvîdarim kû hemû siyaset medarên me, û rewşenbîr û hunermend,bibin bi xwedî hemen helwêst, û rê dayîna emrîka bi balefirên tirkan, jibona encam dana, hêrişa hovîtî a li ser qandîlê,û  di encam de,15 gund wêran bûn û dû xelkî sivîl şehîd dibin,6 kesjî birîndar dibin, û bi hezaran kes koçber dibin, di bin xezeba erdoxan û rihmeta berf û baranên asmanan de,,..û di dawîyê de jî (dya) destxwaşî li trikan dike, û dibêje mafê tirkîyê heye jibona xwe paristin.

Başe ma ev çi mafe…?

Ma gelo xwe ji dayîka 60 salî bi parêze,yan ji zarokekî 11 salî ya ji 200 serî mî û bizinên  kurdan,yan ji dewar û mirîşkên,me li gundên qandîlê….

Nizanim çi navî li mafên xwe parestinê bikim…?

Bila bi mine ji dîrokê re. kû erdoxan li ser sivîlên qandîlê serkeftin anîye, kû bes xerçîyeta vê hêrişê 30 milyûn dolar bûye,kû bi 52 firokan yên f-16 û f 4 li gel çend hilêkopterên super da,

Erdoxanê musliman 600 bombe li ser xelkî sivîl li gundên qandîlê da kir bi diyarîya cejina qurbanê , kû giranîya her yekê ji 500 ta 850 kîlo bûye,

Ev hedîye û dîyarîyên erdoxan bi alîkarîya emerîka wê li ser rupelên dîwarên dîrokê de were neqişandin, jibona felek û dîrok li me kurdan, werin rihmê…..  

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]